Jimmy Carter: Paş 5 salan ji 1/9ê xwînî û Şehtîna moralî ya Amerîka

Cankurd

04.09.2006

Jimmy Carter ê ku di 01.10.1924 de li Plains, li wîlayeta Georgia, ji dayîk bûye û serekê USA yê 39 ê bû (1977-1981), xudanê gelek bizavên aştiyane yên navdar e. Peymana ji destdana kenala Panama di dema serokatiya wî de hat îmzekirin, danûstandinên Misriyan bi Cihowan re li Camp David bi keftelefta wî bi ser ketin, hîn di bin serokatiya Richard Nixon de Jimmy Carter karin gelek hêja kirin bo başkirina têkiliyên amerîkî bi Çîna komonîst re û peymana SALT-II bi bîzava wî pêşve çû. Paş derketina wî ji “Mala Sipî”, ji wî re delîve bêtir çêbû, di warê mafên mirov, aştî û derdorek paqij de xwe navdartir bike.

Di warê başkirina jînê de, başkirina xwendin û fêrkirinê û derdora sirûştî de di cîhana mirovatiyê de bû xudanê gelek bizavên hêja û lew re di sala 2002 de xilata Nobêl bo aştiyê stand.

Jimmy Carter (81) di pirtûka xwe ya paşîn de “Şehtîna Amerîka ya moralî” û di çavpêketinên xwe de li gel rojnamevanan gazincan li ser ramyariya amerîkî ya van salên dawiyê dike û xwe wek mirovekî ku xilata Nobêl a bo aştiyê standiye, dilteng û pirxem dibîne.

Ew dibêje, ku Amerîkanan berê di polîtîkê de ceng wek gava tev paşîn davêtin, dema wan didît ku hêminiya wan a neteweyî dikeve dijwariyê. Lê belê deselatdarî niha tew guh nade zagonên ji hevcihêkirina dewlet û kenîsê û guh nade dadmendiya civakî.

Li gor dîtina wî, hîç hikûmetekê berî ya niha li Amerîka wilo zagonên “Xûkê” ji bo paristina bercewendiya maldaran û ziyangihandinê bo  hejaran, dernexistine. Ew karbidestên hikûmenta George W. Bush wek fundamentalîst “Bingehparêz” dizane, evana têkiliyek yeksane bi Xwedê re datînin û ramanên xwe wek yên Xwedê dinasin û ji ber ku ewan di ber Xwedê de dipeyivin, ji wan e, ku her kesekî dij wan tiştekî bibêje, ew bêmafiyekê dike, nerastiyê dibêje. Evana xelkê ku ne li ser rêya wan be, ji xwe kêmtir dibînin, wek “Jêrmirov” an “Binmirov” dizanin.

Van Newkon ên “Konsirvatîvên nûjen” li gor dîtina Jimmey Carter nikanin bi mirovên ne wek xwe re bidin û bistînin, û ti caran bawerî bi wan re çênabe, ku wan şaşî kirine, lew re ewan îşkenceyên li zindanên Abo Garîb û Guantanamo çêbûne, wek şaşî nabînin.

Lêdanên 11/9 sala 2001 li ba Amerîkanan şêweyekî bilind ji welatparêziyê pêda kirin. Deselatdariya George W. Bush ew yeka ji xwe re bi kar anî, her kesekî rexne diyar bikira wek “Ne welatparêz” dihat riswakirin, lê ji nîvsalê û vir ve, êdî rexne pirin, hem li ser ramyariya derveyî û hem jî li ser karê malê.

Jimmy Carter dibêje, ku Amerîkan şaşiyên xwe ji ortê radikin, wan kole azad kirin, ciyawaziya nijadî yên zagonî di navbera reş û sipî de hilanîn, hikarî û posîde û şopên “McCarthy“ dûzkirin, û wê şaşiyên nû jî, mebesta a wî şaşiyên “Ceng a Iraqê” ji ortê rakin.

Ew dibêje, ku mirov nikane ji serî de bibêje, ka dan û standin wê di nav nîrên cetin de, bi serkevin an ne, lê mera dikare bê dudilî ji serî de bibêje, ku bê dan û standin, wê problem kufitîtir bibin. Li ser vê yekê ew dibîne, ku Israîl û Amerîka di civata navneteweyî de bi tenê xwe mane, û embargo “damekirina aborî” li ser Kuba hêşt ku temenê komonîzmê li Kuba dirêjtir bibe, têkiliyên bazarî, geryan “siyahet” û serîlêdanan wê zûtir sîstema Fidel Castro teva bikirana.

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s