Dîmenê Mîdiyan di romana JOSEF NYÁRY de – Nêçîra Dawî ya Nîmrod

Cankurd

February 3, 2009

Ev çi roman e û nivîskarê wê kî ye?

Romana almanî “Nêçîra dawî ya Nîmrod” romaneke dîrokî ye, bûyerên wê di dema paş roxandina Imperatoriya Asûrî di sedsala 6ê de, berî Zayînê, pêkhatîne, ew Imperatoriya ku di Rojhilata Navîn de dikete qerezê bi Imperatoriya Fîrewnên Misirê û wan memleketên Girîkî re, ku pir hêzdar bûn, û tê gotin ku avakarê wê Nîmrodê navdar bû. Ew Imperatoriya ku gelek netewe bi darê zorê xistibûn bin nalên hespên suwarên xwe, ji wan xûk û xûn distand, bi hovîtiyeke bêwekanî zorbazî dikir, nema dikanî xwe li ber hêrişên hevbeş ên Mîdiyan Pêşserên Kurdên niho” û Babiliyan ragirin, û bajêrên wan ên navgiran li ber lehiya suwarên wan herdu gelan serûbin bûn, hatine herifandin û di nav xûn û kulxan û agirê de man, deselata Asûrî ji sala 612 berî Zayînî ve, bi roja standina bajêrê Nînewa re, ciyê xwe yê bilind û diyar di nav rûpelên dîrokê de ji dest da.

Hinek serekên Mîdiyan

Di wan demên zû de, ku gelê Israîlê ji aliyê Bailiyan ve hatibû binzorkirin û bi hezaran ji Israîliyan wekî koleyan ji niştê wan hatibûn hilkirin, navên pêxemberên Israîlî yên navdar li Rojhilata Navîn belav bûbûn: Hiziqyal, Jêrêmiya û Jêsaya, û li welatê Girîkan, li bajêrê Mîlet herdu fîlosof Thalês û Anaksîmander bingeha felsefeya sirûştî ya Iyonî avadikirin, û li Athêna Solon zagon nûdikir…di wê demê de jî li Iranê Zerdeşt ola kevnare ya gelên wan welatan taze dikir.

Zerdeşt ê ku hinek wî pêxember dibînin

Di wê navê de, serhêzekî ji bermayên leşkerê Asûrî yê bi navê Dagon hebû û di koka xwe de ji gelê Kîmêrî bû “ji wan gelên li ber zireyê Qezwînê”, ku gelek zêr û cewher û hebûn ên giranbiha yên şahên Asûrî di nav hêrişkarên Mîdî û Babilî re derbas kiri bûn û revandi bûn, gihandi bûn Qibrisê û li veşarti bûn, û tew hîviya wî di vegera Imperatoriya Asûrî de nema bû.

Ew Dagon ê ku kesaniya lehengî ya serekîn e di romanê de, bizava xwe dike, bi piştvaniya komikeke cengawerên ku her yek ji neteweyekê bû, û berê giş bi wî re di dibistana leşkerî ya Asûrî de fêrbû bûn, ku kuşter û serbirrê kurê xwe Nadîn binase, bibîne û tola xwe jê hilîne. Di nav hêza wî ya piçûk de Mîron ê Girîkî yê ku bi xinizî heye, lê tevî wê xiniziyê jî, ew jîna Dagon sê caran ji kuştinê diparize…

Li gor romanê, ku lehengê wê ji Qibrisê diçe Mîlet a li başûrê rojavayê Türkiye ya niho, ji wir jî diçe Misirê ba Fîrewn Hofra, û ji Misirê derbas dibe Filistînê, pişt re diçe welatê Şamê, û li teviya Mêzopotamiya û Iran û welatê Mîdiya, li herdu aliyên Zagrosê, li kuşterê kurê xwe digere. Ew kuşter Havaksatara bi xwe ye, padişahê Mîdiyan e.

Paş ku Dagon gelek kesan dikuje, bi harîkariya Nêrgal Serêzer, ku serhêzekî Khaldî bû, û bi piştvaniya mîrê Farisan QembîzBavê Kureş ê navdar” xwe digihîne Havaksatara yê ku hîç qehremanekî nedikanî zora wî bibe, wî û serhêzê wî, li gel komeke ji peyayên wî jî dikuje, lê dawî Dagon li xwe hişyar dibe, ku hîç têkiliya Havaksatara bi kuştin û serbirrîna kurê wî Nadîn tune bû. Ji wî re agahî tên, ku jina HavaksataraMîdî, Kesnedane ya hovbaz kurê wî kuştiye. Paş ku mêrê wê hate kuştin, ew û  kurê wê Îstewêgo “Hestiyax” li ser deselatiyê li paytextê Mîdiyan, EkbataneHemedan a niho” li hev nakin, ew direve, diçe li Babilê mafê penahiyê distîne û li wir jî wekî jineka navdar û bi hêz ciyê xwe digire.

Dagon rêya xwe diguhêre, ew naçe Ekbatana, ew diçe Babilê û li wir dîsa bi harîkariya Qembîz ê lawaz dikare Kesnedane bikuje, lê pişt re li xwe hişyar dibe, ku Kesnedane hem dayîka wî bû û hem jî jina wî bû…!!!

Kureşê ku dayîk Kurd bû û bav Faris bû

Li dawiyê, derdikeve ku ev hemî pilana serhêzê Khaldî, Nergal Serêzer bû, ku lehengiya Dagon û hevalêd wî ji xwe re bi kar bîne, da bi wan malbata deselatdar a Mîdî bi tevayî qir bike, ku Mîdî nikanibin welat ê wî di bin zora xwe de bicivilînin. Kuşterê kurê Dagon, Mîron ê Girîkî bû û hîngê Nergal Serêzer wê kuştinê bi çavên xwe dibîne, seriyê Nalîn dibirre û dişîne ji bavê wî Dagon re, da bi wê şêweyê pilana xwe bibe serî…

Nivîskarê romanê:

Joséf Niyárî nivîskarê vê romanê ye “ji 600 rûpelan e”, ku ji aliyê weşanxaneya Fischer a navdar ve, di bin jimareya [ISB N 3-596-28073-7] de, sala 1984ê li München derketiye. Ew sala 1944ê li Berlinê ji dayîk bûye, lê wekî ji paşnavê wî dixuye, ew ne Alman e, û ne dûre ku kesekî Asûrî be…Ew li Hamburg wekî rojnamevan û nivîskar jiyaye, li ser cenga Yom-Kuippur û birçîbûna mezin a li qeraxên rojhilatê Afrîka û li ser projeyên mezin ên li ser çemê Nîl raporin fireh nivîsandine. Ew bi romana xwe ya pêşîn “Ez, Aras…(1982)” hate nasîn, û paş va romana xwe “Nêçîra dawî ya Nîmrod” hinek xebatên wî yên dî jî hene…Ew pir baş haydar e li ser Rojhilata Navîn, Misira Fîrewnî, Israîl a kevin û teviya dîroka Girîkî, felsefeya Girîkî û li ser ol û dîroka gelên di navbera Xurasan û Misir û Yûnanê de, lew re jî romana xwe bi gelek agahiyan dagirtiye, ku roman bi wan pir hatiye girankirin, mirov carina jê hosan dibe.

Dîmenê Mîdiyan di romanê de:

Ji ber wê dîmenê gelek nebaş ê ku di romanê de bo Mîdiyan hatiye pêdakirin, ez guman dikim, ku ev kes bi xwe Asûrî ye. Ew ji aliyekî ve hemî şêweyên şaristaniyê, zanînê, îzanê ‘maarîfetê’, ronakbîriyê, mirovatiyê û hişmendiyê, li gel pêzanîna leşkerî û pêdakirina pêkarên cengê, pilankirin û endizyarî û xweşnivîsandin û huner û jîna paqij bo Asûriyan dijimêre, ta wan serohat û zanînên baş ên ku wî li Yûnan, Qibris, Misir, Flistîn, Şam û teviya Iran û Mêsopotamiya dîtine, ewana giş di binyada xwe de ji Asûr hatîne…!!!

Tersî van qenciyan, ew hemî pîsîtiyê, nezanînê, hovîtiyê, xiniziyê, bênamûsiyê, qerêjiyê û her babeteke talankerî, dizkarî, û nehişyariya şaristanî bi ser Mîdiyan ve dijimêre. Weku dîmenê Cihowan li ba Ereban, an yê Kurdan li ba Turkan, an jî yê Cihowan li ba Naziyan, ew bi wî rengî Mîdiyan di romana xwe de dide xuyakirinê. Havaksatara hovbazekî ku ajal û cinawerên çolê pir ji wî naziktir û zanatir û hêjatir in, lê jina wî hîn ji wî hovtir û ji wî ajaltir e…

Tenha di derekê de ji romanê dibêje, ku gava Mîdî diketin cengê, suwar û peyayên bi padişahên wan re herdu basikên padişahê xwe diparistin, hema pêşiya wî her vekirî bû, ew her di seriyê leşkerê xwe de bû, û bo wan gelek şermzarî bû, ku di pêş padişahê xwe de derkevine qad û trata cengê, ew hîç carekê di koçka xwe de nedima gava leşkerê wî diçû cengê…Wekî dixuye, nivîskarê romanê vê qenciyê û mêraniyê jî wekî nîşaneke neşaristaniya Mîdiyan dibîne…An jî padişahên Asûrî ne wekî yên Mîdiyan wêrek bûn…

Hemî gelên Mêzopotamiya neyarên Mîdiyan in, tew ji wan heznakin, nevîna wan dikin û giş harîkariya lehengê romanê dikin, da deselata Mîdî li Ekbatana biroxînin. Ta Fîrewn ên Misirê û talankerên çolistana Ereban di vê romanê de ji Mîdiyan şaristanîtir in û nevîna hovbzaiya wan dikin…

Gelo, ma ev ne ew dîmen bi xwe ye, ewê ku di film û çêrok û roman û dîroka Turkan de li ser gelê Kurd têye nivîsandin û belavkirin?

Em dibînin, ku neyarên me ne tenha bi siyaseta xwe dij bi neteweya Kurd dixebitin û bizavên “Hovbazkirina neyar” dikin, ku bingeheke navdar a cengaweriyê ye …û em tev jî dizanin, ku ev dîmenê pir nebaş, kirêt û qerêj, bûye egera revîna pir zarokên kurd ji kesaniya xwe ya neteweyî, ji ber ku di dibistanên turkî de ewana wilo têne fêrkirin, ku ji neteweya xwe nevîn û nefretê bikin.

Li hember vê qerêjkirina dûroka neteweya Kurd, pêwîste nivîskarên me jî devzendên xwe vemalin, divît û qelemên xwe bi kar bînin, da hêrişên zorbaz ên neyaran ji ser neteweya xwe bişikînin…Bi roman, bi şano û bi her terzekî weşanên mediya ya nûjen, bila bizavên hêja bên kirin, da ev netewe jî rûyê xwe yê paqij di nînika çandeyî de û di dûrokê de bibîne.

Ez bi hîvî me, ku herdu roman ên min ên hîn nehatine weşandin: Welatê Hevrîşmê Sor, û Gur û çiyan, di berdestiya vê armancê de bin.

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s