Dîmenê Kurd di romana Malik ê Gur de ya nivîskarê swîsrî : George Halban

Cankurd

9. Februar 2009

Kurd berê digotin:“Ji çiya pêve, dostên gelê Kurd nîninn…“

Hema wekî dixuye, hinek dostên gelê Kurd jî hene, û yek ji wan nivîskarê Swîsrî George Halban e, ku xudanê romaneke balkêş û mijarxweşe. Roman bi sernavê „Malik ê gur“ e, ji 222 rûpelan e, û bi bergekî qaling û sor e. Roman bi zarê Almanî hatiye lêkirin, û di sala 1975ê de li München, ji aliyê weşanxaneya Piper & Co. ve, di bin jimareya fermî (01042/1) de, hatiye çapkirin û belavkirin.

Wekî dibêjin:“Name di navnîşanê re têye nasîn“, wilo em di diyariya nivîsevanê romanê dostaniya wî ji Kurd re ji serî de dibînin. Ew di destpêka diyarîkirina pirtûka xwe de wilo dinivîse „Bo dostên min ên kurd û gelê wan ê wêrek…“. Lew re mirov dikane bibêje, ku ev roman xebata wêjevanî ya duwemîn e –li gor nasîna min-, ku bi Almanî têde dîmenekî baş ê gelê Kurd hatiye xuyakirin. Xebata pêşîn romana nivîskarê Alman ê navdar e: Karl May, ku bi sernavê „Di nav Kurdistan a asê re“. Ew romana ku li Europa bi tevayî hatiye nasîn û pir bi hêjayî hatiye nirxandin, û taybet li Almaniya, Swîsra û Austriya…

Roman li ber destên me, ji çiyayên Hekarê de, ku Reşba yê ji başûr ve hiltê, bi xwe re germî û tolazê tîne, dest pêdike. Di navbera rojavayê çiyayê Araratê û sînorên Iraq û Turkiye de, Malik ê gur, ku kolonêlekî amerîkî ye, ajanekî Ereb dide kuştin ji ber ku ew hatibû, da ser veşartgeha CIA di wan çiyan de vede, ku pişt re leşkerê Iraqî bavêje ser wê û wan kesên di wir de tune bike. Li navçeya Hekarê, ku gelê Kurd dijî û ketiye ber pir astengî û kelem ên ku leşkerê Turkî ji xelkê navçeyê re çêdike, û zorbaziyeke mezin li gundiyên hejar dike, di navbera Malik ê Gur û gundiyên Kurd de têkiliyeke gelek baş pêda dibe. Ew dikare xwe di nav Kurdan de bê tirs bi cîh bike û bi harîkariya wan karê xwe bê astengî bike, û ewana jî bi hebûna wî di nav wan de ji hêriş û teşqeleyên Cendirme û leşkerê turk qurtal dibin, tirsa wan kêmtir dibe.

Di teviya romanê de dîmenê Kurd wekî mirovin ciyê baweriyê ne, wêrek in, rêzgirtina mirovên biyanî dikin, têdigihin çi siaysetên giran li ser welatê wan bi hev diçin, xudan dîrokeke têkoşer in, û ne tenê berdestiya mêvanên xwe dikin, belku ewana amadene ku xwîna xwe jî di ber mêvanên xwe de erzan û heban bidin, û dilê wan ji bo azadiyê liyane „aşiqe“… Lê ji aliyekî dî ve niştê Kurdan ciyê dax û êş û keleman e, hejarî û bêzarî ye, kevnecivaka mirovî ye, di nav sê netewan de, Turk û Ereb û Fars, ku her yek ji wan bizava xwe dike wê civakê bi darê zorê di bin destê xwe de bihêle, bi ser ve jî ew aliyê Kurdistanê bûye şergeha qaçaxciyên Heşîş û Efyûnê, ku paşkes û bazarganên wan ên mezin gelek in, ji wan hene endam ên serhêz û siyasetmend ên Turkan û  firoşkarên Fars û ajanên Ereb in.

Nivîskar ne tenê wê navçeyê ji aliyê ciyografî ve baş dinase, ew ji aliyê civak û êl û ol û pevçûnên rengareng ve jî baş dinase, bi ser ve jî dîroka navçeyê, û diyare ku ew demekê di nav Kurdan de jiyaye an li wir bi kêmtirîn kurtedemekê maye…

Ew jî wekî Kurdan dizane nêçîra guran bike û tew ji ajal û cinawerên nav çiyan natirse, û lew re Kurdan navê „Gur‘ bi ser wî xistiye, û ji ber wê bi “Malikê Gur“ hatiye nasîn.

Malikê gur, ku yek ji kesên tev hêja, wêrek, çalak û xudan mejiyekî pir başe, hem di cenga Korêya de û hem jî li Viyêtnamê xelatên tev baş û bilind birine, ew bo xebateke taybet û bi dizî ji nav 200.000 serhêzên leşkerên amerîkî hatiye vebirrîn „veqetandin“. Xebata wî ewe, ku di dema tûjbûna Cenga Sar de, paş cengên Korêya û Viyêtnamê, wan ajanên Rûsî, bê ku MIT ê turkî bizane ew çi dike, tune bike, ewên bi dizî di Turkiye de dilivin, û agahiyan li ser Turkiye, ku endama NATO ye, dicivînin û hevlabendên Amerîka tune dikin. Bo pêçandina wî jî, karekî teknîkî, çavdêriya tangên leşkerê turkî, bi wî hatiye  pesartin, û ew baş bi zimanê Turkî jî hatiye fêrkirin. Divê ew karê xwe di demekê de bike, ku Ürisan 3 hêzên xwe yên giran, bi rakêt û tang û zirxan bi dizî amade kirine, ku kanibin bi zûkî di her demekê de, dakevine Rojhilata Navîn, da piştvaniya Ereban bikin, û ji aliyê dî ve, Pêntagon jî gelek rakêt û tang amade kirine, ku başûrê Sovyêtistanê bikine agir û xulî û di ser zireyê reş re, bi zûkî kanibin „Binzik ê gevş ê Rûsiya“ bistînin, weku Chirchêl ê Ingilîzî di Cenga Cîhanî ya Duwê de avêti bû ser „Binzik ê gevş ê Europa“, da zora leşkerên Hitler bibe.

Tiştê tev balkêş di romanê de ewe, ku mezinê „Malik ê Gur“, berî destpêkirina karê wî yê buve „dijwar“, di herêmeke pir nêz de ji sînor û serhedên Ürisan ve, ji wî re dibêje, ku ew dostaniya gelê Kurd ji wî re giring e, û jê re dibêje, ku yê di wê herêmê de dixwaze biserkeve, pêwîste bibe dostê serhildêrên Kurd û nebe neyarên wan.

Nivîsevanê romanê bi firehî li ser pêhatiyên gelê Kurd radiweste, xiniziya Mustafa Kamal bi gelê Kurd kiriye tîne zimên, her û her rûyê hêja yê  gelê me tîne ber çavên xwendevan û carina „Dilê Kurdistan“, di rewştên xwe yên kurt û kin de bi kar tîne.

Romaneke rast balkêş e, tevî ku ewqas ne naskirî ye…Wekî hemî romanên polîsî û yên li ser ajanên CIA û KGB ya Rûsî ye, di dema Cenga Sar de, hema dêmenekî kurdî yê ewqas hêja têde hatiye, ku mirov dikane nivîskarê wê wekî dostekî neteweya Kurd a binzorkirî, ji hevkirî û pereng perengî parçekirî, bijmêre.

Ya çêtir ewe, ku mirov bi xwe vê romanê bistîne û bi xwe bixwêne.

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s