Curcî Zêdan – Yek ji mestirîn romanerê Ereban e

Cankurd

Romanerên ereb ê mezin Curcî Zêdan (Georgî Zeydan), li Beyrûtê (Lubnanê), sala 1861ê ji dayîk bûye, û sala 1914ê koça xwe ya dawî kiriye. Li şûn xwe gelek pirtûkên navdar li ser ol û dûroka Îslamê hêştine. Ew xudanê kovara (El-Hîlal)e, û bi zimanên Erebî, Îngilîzî, Firensî, Suryanî û Îbrî jî dizanî, tevî ku nikanî bû dibistana xwe ya seretayî bê birrîn bibira serî.

Curcî Zêdan bi piranî, hem romanên xwe yên ku 20 lib in, bi piranî li ser dûroka îslamî nivîsandine, û wilo diyar dibe, ku ew haydar û zana bûye di wî warî de. Tevî ku pirtûkên wî gelek belav bûn jî, di nav welatên Ereban de, ew wekî endamekî tevgera cîhanî ya Masonî dihate dîtin, û ji ber wê yekê, li ser wî, bi nedilxweşî dihate peyivîn. Gava ew miriye, nivîskar û hozanvanên erebî Xelîl Metran û Hafêz Îbrahîm helbestên şînî li ser wî hûnandin, Mîrê hozanvanan Ehmed Şewqî jî, yê ku di koka xwe de Kurd e, pesna Curcî Zêdan bi helbestekê aniye zimên.

Curcî Zêdan dev ji dibistanê berda, da harîkariya bavê xwe di kar de bike, hema pişt re di dibistaneke şevî de fêr bû zimanê îngilîzî, û di kolêga Sûrî ya Încîlî de, di zankoya Amerîkî ya Beyrûtê de, xwendina bizîşkiyê kir. Pişt re koç kir Misirê, û li wir di ber xwendina xw re, di sala 1883 de, bû rojnamevan û wergêr di rojnameya (Ezzeman) de, ku xudanê wê mirovekî Ermenî yê bi navê Eliksan Serrafiyan bû. Gava Îngilîzan avêtine ser Sûdanê, ew ji wan re li wir bû wergêrek. Lê wekî rojnamevan bo kovara (Elmuqtetef) jî demekê nivisand…

Sala 1885 vegeriya Lubnanê, û li wir bû endamê Civangeha Zanyarî ya Rohilatî. Di navbera Misir, Brîtaniya û Lubnanê de çûyîn û hatinên wî çê bûn. Di sala 1892ê de li Misirê kovara (El-Hîlal) a gelek navdare li nav Ereban avakir û di wê de pirtûkên xwe yek û yek, birr bi birr, belav kirin.

 

Cucî Zêdan Pirtûkên xwe yên dûrokî li ser Misira Osmanî, şaristaniya îslamî, dûroka Misira nûjen, dûroka Ereban berî Îslamê, li ser dûroka Masoniyê, li ser gera xwe ya li Ewrûpa nivîsandine, bi ser de jî li ser dûroka Brîtaniya, Girîk û Romanan, û li ser wêje û ziman û êlên erebî yên kevnare, li ser felsefeya zimanî û bêjeyên erebî, nivîsandiye…Divê em ji bîr nekin, ku li ser Avahî û felsefeya nûjeniya şaristaniyê jî nivîsandiye…Ji van pirtûkan jî hene 1-4 cild in…

Ji romanên Curcî Zêdan: Keça Ghassan, Armanûsa, Elhecac kurê Yûsif, Vekirina Andelusiya, Şarl û Ebdirehman, Ebo Muslim, Xanima Misirî, Bakireya Qureyş, 17ê Remezanê, Ele’bbasse xûşka Erreşîd, bûka Ferxane, Ahmed kurê Tolon, Ebdirrehman Ennasêr, Serbinkirina Osmanî, Selahdîn, Memlokê verêbûyî, Zorbaziya  Memalîkan, Cîhada Hezkirîyan, Şeceruddur û Destegîrê Mutemehhîdî…Wekî em dibînin, wî li ser dûroka berî Îslamê, ya dema Umewwiyan, ya Ebbasiyan, ya Eyûbiyan, Memalîk û Osmaniyan nivîsandiye, li ser dema Ereban li Andelus jî…

Ew berî mirina xwe çûbû Filistînê jî, û li ser tevgera Zayûnî nivîsandibû…

Cucrî Zêdan wekî mirovekî fileh, bi nivîs û romanên xwe, bi xebat û kefteleftên xwe yên lêkolînî û rojnamevanî, di navbera Fileh, Ciho û Musilmanan de piryeke pan û bilind û bi hêz, û pir giring ava kir.

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s