Çêroka Cîncî- Morasakî Şîkîbo

Cankurd

Wekî dixuye, ev çêrok romana yekemîn e di dîroka wêjevanî de, ne tenê li Japonê, belku li teviya cîhanê. Xanima Japonî Morasakî Şîkîbo ku nivîskara vê çêrokê ye, dora 973 Zayînî, di malbateke xanedan de ji dayîk bûye, ku piraniya endamên wê malbatê di karmendiya bilind a dewletê de kar dikirin. Navê lehenga romanê jî wekî pêşnavê wê ye. Roman bêtire ji 1200 rûpelan, û bi sedan kesyetî têde hene, hema hinek kêmaniyên wê yên zimanî jî hene, û di avahiya romanê de jî kêmkasî hene, lê ji ber ku nivîskar jineke û pir bi wêrekî li ser serxwebûna jinan û azadiya wan ji deselata mêran di romana xwe de nivîsiye, lew re ev roman navdare, ne ji ber ku ew kevintirîn romana cîhanê ye

Jîna taybet a nivîskara romanê ne asan bû. Paş ku çavên wê rohniya jînê dîtin, dayîka wê koç a xwe ya dawî kir. Ew di saya xûşka xwe ya mezin de mezin bû, û gelek dereng mêr kir. Paş çend salan mêrê wê jî mir. Tevî ku dota wê Katako jîna wê piçekî geş kiribû, hema dîsa jî şînî, êş û kelem û bêzariyê perdeyên xwe bi ser dilê wê de berda bûn…Ji ber wê yekê, xanim Morasakî Şîkîbo dest bi nivîsandina çêroka Cîncî kir, da bi rêya wê têkiliya di navbera mêr û jinan de bi azadî bîne qelemkirinê. Di dema wê de zorbaziyeke bê wekanî li ser jinan hebû. Ne tenê di nav çînên hejar de, belku hîn bêtir di nav çîna navîn û arîstokratan de. Bo wan rûmeteke mezin bû, ku ewana dotên xwe yên ciwan bidine şah û Împeratorên pîr bûne, da ewana bi wan re rakevin.
Ev rewş wekî rewşa paşeyên „xelîfeyên“ Imperatoriya Osmanî ye, ku bo her yekî ji wan bi hezaran jin û keçikan her amadekirî bûn, da bi wan re li gan kevin. Di romana “Sultane” ya Colin Falconer de li ser Osmaniyan û keriyên jinên wan baş hatiye gotin.

Cîncî, ku lehengê romana Morasakî Şîkîbo ye, kurê Imperatorekî ye ji jinekê ku bavê wê di zarotiya wê de miribû, û ji ber vê yekê wê pir ji Imperator hez dikir. Cîncî li ber dilê Imperator kurê bihatir û nêztir bû û hezdikir, ku wî têxîne ciyê kurê xwe yê rêbazî di deselatê de, hema wî baş dizanî ku wê tevliheviyekê di koçka xwe de pêda bike, neyarêd wî wê li wî rabin û wê yekê ji xwe re bikine egera serîhildanê li deselata wî. Ji ber vê astengiyê rabû kurê xwe Cîncî ji malbata xwe bi dûr xist û navekî dî dayê, ku ew di karmendiya deselatê de kar bike.

Di serî de bo Cîncî keçikeka ciwan ji keçikên di koçka Împerator de tînin, lê ji ber ku ew hîn xortek bû heznedikir wilo seriyê xwe têxîne hefsarê markirinê. Pişt re dibîne û dibihîse ku bavê wî paş mirina dayîka wî, wê keçekê li xwe mar bike, ku navê wê Focî Tso Bo ye û yeka wekî dayîka wî ye. Dilê wî bi ser wê ve çû, û di demeke dî de têkiliya xwe bi wê re pêda dike û zarokekî wî bi danga wê dikeve, lê ji ber ku ew jina bavê wî ye û Cîncî dixwaze ku bo wî jineka taybet hebe, ew ji xwe re li yeka dî digere, û pêrgî keçeka xweşik a bi navê Morasakî tê, ku hîn temenê wê 10 salin, wê direvîne, ku li gor daxwaza dilê mezin bike û bi wê re li gan keve.

Cîncî di nav lehengiyên xwe yên li ganketinê û hezkirinê de, têkiliya xwe bi dota neyarekî xwe yê mezin re pêda dike, ewê ji berpirsên karmendên koçkê bû, ew neyar jî li delîveyeke wilo digeriya, û kanî bû bi harîkariya dota xwe ya mezin, ya hêzdar bû û pir nevîna Cîncî dikir, navê Cîncî di koçkê de wêran û qerêj dike. Cîncî bi xwe dev ji koçka bavê xwe berdide û diçe li ber qeraxê Soma dijî. Ew li çol û beyaran digere û pir bîra Morasakî dike. Rojekê ew pêrgî bahozeke hovhêz ditê, ku hemahema jîna wî binve dike. Paşê pêrgî xanedanekî rûmetdar ditê, ku ewe Cîncî vexwendiyê baregeha xwe dike li ciyekî ku jê re dibêjin Akaşî.

Cîncî li Akaşî dibe davdiliyê dota wî xanedanî û zarokekî wî bi dangê wê dikeve. Kurê wê keçikê di demeke pêş de dibe Împerator û bavê xwe Cîncî bi xwe re radike cîgahekî civakî tev bilind di civak û dewletê de.

Cîncî ji xwe re keça şehzadeyekî ku navê wê Asagao ye tîne, hema hezkirin di navbera wan de pêda nabe, û li hev markirina wan tenha bo paristina cîgahê civakî bûye. Pişt re ew dota birayê xwe, yê ku ji bavê wî û ji jineka dî ya Împerator bû, destîne. Navê wê Sozako ye. Di wê demêjina wî ya hezkirî Morasakî nexweş dikeve û gelek dem ji dema Cîncî dibe. Di wê navê de hovemêrek jina wî Sozako ji rê diêxîne û zarokek bi dangê wê dikeve. Cîncî pir hosan dibe û ew mêr ji ber şermbûn û fedîbûnê xwe dikuje. Sozakî dibe evdaleka ku ji perestxaneyê dernakeve.

Paş du-sê salan jina wî Morasakî dimire û jîna xweşik li ber çavên Cîncî tamsar dibe. Ew di salên xwe yên pêncî de dev ji jîna xweşiyarî û nazikî berdide û ew jî dibe evdalek di perestgehekê de û çend salan jîna xwe di wir de derbas dike û pişt re dimire.

Di pey wî re dîmenê, kurê Sozako dibe lehengê romanê û ew jîneke wilo bi jinan re dest pêdike…

Romanera Japonî Cako Sîtoşî ev romana gelek maldar bi dora 400 kesayetiyên cihêcihê ji nû ve nivîsand û ne kêmtir ji 3 mîlyon lib ji wê firotin. Ta niha çêroka Cîncî 3 caran hatiye wergerandin bo Îngilîzî û bihinek zimanên dî jî  heye…

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s