Aş çûye hûn li çeqçeqokê digerin?!

Cankurd

2002-02-16

Bê guman daxwaza neteweya kurd îro ne tenê ziman e, daxwaz jiyan eJi serxwebûnê bi rûmettir tiştek nîne.. Lê mixabin! Îro hinek bizava xwe dikin, ku tevgera me ya neteweyî li bakurê Kurdistanê, wek hespê girêdayî tî bibin ser avê û tî vegerînin. Eve jî, em bixwazin ne xwazin ba bi ser bêdera neyaran ve dişînin..Avê bi ser aşê dijminan ve diherikînin. Ev çavkûrkirina netewekê ye, ev xapandin û derketina ji rêya berxwedana neteweyî û rûmetê ye..Ev komplo ye û cerisnadineke nedîd e…lew re Berxwedan jiyan e

Ev terzê gotinê, di van bîst salên bihorî de, me gelek dibihîst û hinde caran jî gava min digot: -“ Ka bihêlin, bila her kes li gor kanîn û zanîna xwe bixebite! Ewên dikarin bo zimanê kurdî bizavekê bikin, bila bikin! Ewên, ku dikarin ji Kurdan re otonomiyekê bînin, bila bînin, tevî ku daxwaza me ne otonomî ye” Xoceyekî (Maşallah!) porsipî kekec dibû, çavsor dibû  û bi ser min de dikir pitpit û digot:-“ Kuro! Aş çûye, hûn li çeqçeqokê digerin?!”  Mebesta wî jî ew bû, ku jiyana gelê Kurd hatiye tar û mar kirin, dewleta Kemalîstan bi hemî şêweyan zordariyê li gelê me dike, lew re bê serxwebûn û bê dewleteke kurdî ziman jî dê winda bibe..

Eve dîtineke ramyarî bû, di ber de gelê me bi hezaran xûn û gorî dan, bi hezaran keç û lawên netewa me di zindanên faşistan de lêdan û leşwêraniyeke hovane derbas kirin, di birçîkirinê de gelekan canên xwe ji dest dan, bi hezaran gund hatin sotandin û herifandin, bi milyonan ji cî û warên xwe hatin hilkirin û ber bi metropolên turkî ve reviyan, li Europa belav bûn..Bi hezaran xwendevan ji xwendina xwe man û bi hezaran namûs hatin şikandin…Kurdistan hat wêrankirin, xêr û bêrên wê berbad bûn û tariyeke reş basikên xwe bi ser niştê me de berdan..

Ma ev tev xewn bû ?! Ma girtin û revandina (Serokê Neteweyî !!) tenê ji bona zimên bû?!

Bêguman hûn dibêjin: Na…Na, ji bo kurdistanek serbixwe bû. Başe! Ka Kurdistan ?!

Eger mera pirtûka Abdullah Ocalan ya, ku di zindanê de nivisandiye bixwêne, êdî mera van helwestan bi çavêd xwe dibîne.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s