Xano „Xanê lebzêrîn“

Tpguhastin: Cankurd

[ Ev Beyt li Mar Yaqûb hatiye bihîstin û nivisandin-Berhevoka Albert Socin û Eugen Prym-St. Petersbourg 1887] Tîpguhastin: Cankurd

(……..5 Rêzik di serî da winda bûne…………….)

Xano çû bû nig (nik) şayî

Bo xwe lê diket lavayî

Erd bide min qasî çermê gayî

Da bo xwe lê bikim avayî

Erê Xano dê we meke

Çi Dimdima ava neke

Çi serêşya bo me çê meke

Erê Xano kerîm bidim te bi qasî çermê gayî

Tu bo xwe lê bikey avayî

Tirsim bibî bê duwayî

De here min da te bi qasî çermê gayî

Bo xwe lê bike avayî

Xano rabû çîrkekî bi wî dayî

Çêbû Xano malîava

Da min çîkê va pênc gava

Înşalla dikim xelîfe û şah bêne silava

Çêbû Xano çi bi xanê ra

Çermê gayî kir di avê ra

Pê girtin deşt û zozan, zêde kevira

Ew çûbû van xanane

Çermê gayî da numane

Dane ber dûzane

Davêje kêşa weku mûyê serane

Pêgitin deşt û zozane

Dimidim îna li ber kele

Pênset (-ed) pala lê dikin şûle

Inşalla Xan xweş bid (bit)

Dê li ser te kim roja xertole

Dimdim îna li ber çêkirinê

Ber (bers) simtin, resas kirinê

Weku Dimdim avakirî

Ber (berd) simtin, resas û merec kirî

Weku çibkim dîwarê kelê di zirav e

Cihêd berê ma tengav e

Minyo di destê xwe pîvayî

Sêsed û heşt û du gav e

Weku Dimdim xelas kirî

Serê sêset (sed) pala birrî

Deştik (teştik) xosarê reşandî

Xano qelf û bazirganşahî vêt şelandî

Kirye befrî sipî kirî

Deştik (teştik) xosarê şil kirî

Xano nû dest xirabiya kirî

Mîr Seydo çû bû nig şahî (şayî)

Bo xwe lê diket li navayî

Eskerê min bû xud birayî

Şêr û piling li min asî bû li çiyayî

Erê Mîr Seydo vay eve nîne

Xan xulamekî emîn e

Çi cara di gel min û zuratê

Babê min nabêt xayîn e

Erê Xano weye weye

Bi rast Xano nandanê te ye

Vê carê vê bû dişminê dînê te ye

Kuro Mîr Seydo qasidê min hatî ji mêj e

Mi zanî Xano we bo xwe avakirî kolkekê mêş e

Erê Xano bi rast qasidê te hatî ji mêj e

Xwe ney kehr e û kûr e û gêj e

Mi bi çavê xwe dît ser dîwara kelê Dimdimê

duzde cotêd gamêş e

Erê Xano weye weye

Bi rast Xano nandanê te ye

Vê car we bû dişminê dînê te ye

Bila bo me bînê welatê Kurdistan e

Zêra bidin ji pêr (ber) heqan e

Da bo me çêkin du sulînxan e

Pala bo me bînin ji welatê rewneqa

Da bo me çêkin sulînê di duwanzde tebeqa

Cuwabê bînin Xelîfeyî

Dim (didim) te zêrê Bemûceyî

Hema tu biçî ser kelê Dimdimeyî

Xano dê bide min du xana

Digel fêris û pehlewana

Da ez kelê Dimdimê bo te bikim wêran e

Çi rojekî ji rojan e

Weku starê di bin Esman e

Huntê (xuntê) xîvet û çadir

ber kelê Dimdimê vê di vedane

Herê dayê, herê dayê

Li min bike tegbîr û rayê

Umrê me birî ji dinyayê

Kurê min eve qef (qelf) û bazirgan e

Xercê babê te li ser van e

Heker (heger) nedan subeyî me û lêgdan e

Kurê min evna kafirin

Xîvet şikeste vedigerin

Nîveg (-ek) jê semerêd hêştirin

Çû bû Evdal Beg ruvala

Barîstin şîr (şûr) û mertala

Her şev ji kelê çîte xwara

Sêset (-ed) xîvet ji xîvatê di xelîfe diket vala

Çêbû Evdal Beg begiye

Ji kelê ve xwar ketiye

Her şev sêset (-ed) xîvetêd xelîfe vala kiriye

Go cuwabê biben bo şahî

Eskera bike cemaî

Éskerê min bo xwed biriyî

Şêr û pilink (g) li min asê bû(n) li çiyayî

Bêjin bo şahî da bête

Bila qet şer mekne kête

Piling e li min asê bû li kelê te (de)

Zivistan çû (li) me had (hat) bihar e

Dê leşkeran bikin kar e

Xanê Kurda gel me xwar e

Zivistan çû (li) me hat havîn e

Dê leşkeran bicemîne

Xanê Kurda di gel me xaîn e

Havîn çû li me hat payîz e

Dê leşkeran bite tevîz e (tewîz e)

Xanê Kurda di gel me zîz e

Payîz çû, li ma hatî zivistan e

Raken leşkerê di giran e

Me sefer e ser Xanê Kurdan e

Xanik hatî harvê te yo

Dumaîkê ve li beh’ra xwe yo

Biraykê dane li kelêyo

Xanik hatî ji Selmast e

Hin dibên derew e û hin dibên rast e

Inşalla Xan xweş bid, xûn dikin wekî mast e

Xanik hatî ji Tewrêz e

Êdeg (êdek) li dû xwe kirine rêz e

Înşalla dê kelê Dimdim xerab kim bi hembêz  e.

Xanik hatî ji Kincûminj e

Ne fileh e û ne Kurmanc e

Inşall kelê Dimdim dikime armanc e

Xanik hatî ji Rûvêl e

Dinyayê girt û li ber xwe kêl e

Înşalla Xan xweş bid (bit), dê xerab kim simbêl e

Weku Xan cema bûne

Ber Dimdimê vetrax (metreh’) bûne

Erê Xano tuyî  Kurmancî

Tu qebûl bike vî tancî

Heke na, tu (li) ber topê min armancî

Ez tancê te qebûl nakim

Ez hef (heft) nee’let li babê tedkim (te dikim)

Kirmanciyê bênav nakim

Vê carê gerê topan e

Topa bavên kelê Xan e

Kelê Xan e bikin wêran e

Dimdim berekî kop e

Vê têne bi tifing û top e

Weku baranê dilop e

Dimdim berekî midewwir

Vê têne bi kuling û tewir (tevir)

Toz li ber ezmana bûwe (bûye) ewir

Dimdim berekî tavê da

Pênset (sed) topa bi careg (carek) lêda

Berê ji berek ne kir zêde

Debînin topê mezin e,

Bişkîn tokê li gel bazin e

Bavêje burcê mezin e

Kelyê Xanê biheriv ji bin e

Bînin topê biçûk e

Biçkîn tokê di gel neynûk e

Bavêje burcê li ser sûk e

Dê bînin topê tirxan e

Dirêş (dirêj) kirî ser erebane

Top havêje kelyê Xan e

Kelyê Xane biken wêran e

Bînin topê dirêj e

Topçiya dagirtî ji mêj e

Bavêje koçkê binvêje

Bînin topê Barzanê

Darê topê û qazxanê

Têk hejandin burcêt Xanê

Bînin topê Enzelê

Darê topê wek mencelê

Têk hişandin burcêd kelê

Topçiya top hazir bikin

Set (sed) topa nik êk rezd (rêz) bikin

Kelê Dimdim xerab bikin

Topçiya top hazir kirî

Set (sed) topan nik êk rêzd kirî

Têzê li topêd xwe kirî

Dîwarê kelê werkirî

Ber ji berek ne rakirî

Oredê (irzê) babê van topçiya

Topa bi hî’let avêtiye

Ber ji berek ne rakiriye

Topçiya topa bikişînin

Barûtê gelleg (gelek) bie’bînin

Du berka li ser êk bişidînin

Dîwarê kelê bileziqînin

Kelyê Dimdimê bileqînin

Topçiya topa kişandî

Barûtê gelleg (ek) ebandî

Du berke li ser êk şidandî

Dîwarê kelê les(z)qandî

Kelyê Dimdimê leqandî

Topê mezin kire ringên

Burcê mezin kire gurên

Şerpeze avête di Narîn  (eywana Xanê Dimdim e)

Topê mezin veberda ve

Burcê mezin deng veda ve

Şerpezêre navd xwe da ve

Bînin topê darzêrîn e

Berkê topê sed weqîn e

Xane vê tê nivistîne

Van çû hajê ji topa nîne

Bînin topê dar reş e

Berkê topê wek zebeş e

Tu kelyê Xanê bihilweş e

Topê mezin verisînin

H’ewalêk ji burcê firînin

Xatûnê ronik biwerînin

Topê mezin verisan e

Hewalik ji burcê firand e

Xatûnê ronig (ronik) werand e

Xanim Xanê lebzêrîn e

Kelyê Dimdim ji bimbarîn e

Çû ciyê êrişa lê nîne

Elhemdilla û şukir, ez ney (bi) Dimdim bûme Dimdim

Ez Kurmanc bûm, bûme hakim

Şahê Ecem deyna li bin min

Ku dilê min vê diket girî

Têrek li bin ezmana difirî

Eve hefd (heft) sala rez deyna, jê xwar tirî

Sala heftê temam bûye

Tolê Xanê vê zayî ye

Eve firo jê çêkir bo şahî hinariye

Şahî go eve sala heftê o

Mast pêda nebid (nabit) li çu erdê o

Eve xwarin tê bo me ji kelê o

Go bilezim (bilezin), bilezînin

Tengê dîwara bişidînin

Xanê Kurda dê (bo) me birînin (bînin)

Çêbû Mehmûdkê nemayî

Kaxezê li tîrê pêçayî

Havêt xîvetê şahî

Nîşanê kanê (Xanê) û sulîn dayî

Çê bû Mihemmedkê Begî ye

Kaxeza ji belgê hirmî ye

Nîşanê kehne û sulîndiye

Çê bû Mihemmedkê Alekan e

Te kulek hinda li bin ezman e

Ew bû sebebê kelê Xan e

Ew rista hûr bismar e

Mehmûdkê tê çû bû xwar e

Bînim pêş da bikim pisyar e

Mehmûdko bi xulama dibête

Heke şerm û hek fihêt e

Min xulamya şahî divête

Şahî go: Mehmûdko Alekanî

Ey sewo (seg) ji nislê Şeytanî

Tu bo çi xaîm (n) digel Temirxanî ?

Erê şahî weye, we nîne

Ero (her ro) mitalek zêr bo min tîne

Evro mitalê min na îne

Digel wî bûme xayîn e

Erê Mehmûdko Alekanî

Sewo ji nislê Şeytanî

Pa min ve hay sêsed xulamê biyanî

Her ro nedime karik (parîk) nan e

Heke digel me xayîm (n) bin,

dê nanê min bit xerîmê ruh’û can e

Dê bînin bînin bînin

Topê mezin bigihînin

Mehmûdkê têbe (têve) biheşînin

Dîwarê kelê bileqînin

Me înandin, me înandin

Topê mezin me gihandin

Mehmûdko têve heşandin

Dîwarê kelê lesiqandin

Go: De here Mehmûdkê Alekan e

Hey sewo ji nislê Şeytan e

Tu divê hevalî bo min key

Ê  te kirî ji bo Temirxan e

Çi sehar e zaryo, tav e

Kafira şereg (k) berdave

Ser birî sulîn û av e

Çi sehar e, zaryo hûne

Feqiya des (t) kir misîn e

Jêrî ji xanê peng da ji xwîn e

Xano ser sulîna zivirî

Agir dilî veçît gurî

Ya Rebbî min heyf e li mindalê di kurî

Wek jê birin sulîn û av e

Xan ronik nawestin ji çav e

Ya Rebbî min heyf mindalê di sav e

Xano girtî dîwan e

Rûh’ şirîn e afa (e’fwa) giran e

Heçî malê xwe divêt bila biçît min destûr dane

Heçî mal û eyal divête

Bila qed digel min ne ête

Da ji Xwedê nebim fehête

Van go herê Xano, Xanê mîr e

Feqe hilgir (t) kêşk û tîr e

Em serê xwed (xwe) ken (biken) sergorî Xanê mîr e

Herê dayê, herê dayê

Li min bike tegbîr û rayê

Umrê mi birrî ji dinyayê

Kes di xanê me êdî nayê

Kurê min ji Xwedê fehêtin

Manega cihor avêtin

Destê şîra (şûra) kejiya têtin

Go : Bilezîn, bilezînin

Darêd xezîna bişkînin

Zêr û zîvê min beh’elînin

Şîrê (şûrê) li afatê hilînin

Paşî me dê bo kê mînin

Dê cuwabê bînin oliyê

Zava rakin ji pişt periyê

Ku kur bab mayî li hîviyê

Evdal Beg rabû, rabû

Rextê kudarî (kurdî ! guzarî ?) pêça bû

Destek lawa il (li) dû meşa bû

Bi xulmatê babê westa bû

Beranberê babê xwe bû

Mertebek il (li) babê zêde bû

Evdal Beg dibête Zînê

Lê kurtîkê, desd (dest) bazînê

Tu subeyî şahda minê

Çend law di îna kuştinê

Dê bînin lawê şeref e

Tu li meydanê naxuyî gef e

Bo xwe hilgire şîrê (şûrê), bi dû dev e

Bînin lawê Beranî

Fêrisê vê zemanî

Bo xwe hilgire şîrê (şûrê) Şam Xoresanî

Bînin lawê Dêrşewî

Tu li meydanê ji xwe bi hîvî

Bo xwe hilgire şîrê (şûrê) dez (dest) bi zîvî

Bînin kurê Milayî

Nav çekêt Xanê geryayî

Bo xwe hilgir vî asayî

Bînin lawê Bilbas e

Tu li meydanê mêrek xas e

Bo xwe hilgire vî tas e (das e)

Herê lawêd Betkarî

Bîjiyû mesken zinarî

Bo xwe werê (werîn) çekêt Bişarî

Xeberêd mêra êk e

Eşîrek bistînim, des (dest) min bişkête

Di gel we bûme fihête

Xano mi ji te divête

Du şîra (şûra) bike êk e

Çêke mertalek pilayî

Tasekî mifreq lêdayî

Xemê min ordiyê şayî

Xan rabû zû beziye

Xan çû bû nig cexisiye

Cexisiyo, mi ji te divête

Du şîra (şûra) bike êk e

Çêke mertalek pilayî

Tasekî mifreq lêdayî

Pê bigehim xîvetê şahî

Cexisya rabû zû beziye

Çêkir mertalek pilayî

Tasekî mifreq lêdayî

Destê Xanê Kurdan dayî

Xan zivirî menzilê xwe

God (got) kuro, bistîn şîrê xwe

Pê xelas bike serê xwe

Kuro şîrî tistînit (distînit)

Navê Xwedê vetînit (ve dihînit)

Carekî radihejînit

Destê şîrî difirînit

Orede babê van cexisya

Şûlê vam (van) bi h’îletî ye

Riyê di babê we rîtiye

Vacê şîrî bo çiye

Dê havêjin gorbabê Cexsiye

Cexsiye rabû zû beziye

Şîrî ji destê Xano hilgirî

Du bizmare serê bizmara kepû perçûm kirî

Destê Xanê mukran kirî

Go de here li meydanê çi hecate li me negirî

Xan zivirî menzilê xwe

Go kuro bistîn şîrê xwe

Pê xelaz bike serê xwe

Kuro şîrî tistînit (distînit)

Navê Xwedê radihejînit

Eşq û dila dihibînit

Go: Rabin, rabin, da biçînê

Misriya tehr bikin ji xwînê

Mirin çêtir e ji vê jînê

Rabûn wexte û mecal e

Şûr bikin bendê di mertal e

Me ji Xwedê fersent(d) û tal e

Rabin, me wexte wext e

Şûr bikin bendê di wa rext e

Me ji Xwedê fersent û bext e

Evdal Beg ji kelê bi xwar ketiye

Çû ser kanîkek taziye

Avê ji kanî vexwariye

Palê xwe li berî daniye

Dîrbîne (dûrbîne) li çavê xwe kiriye

Alêt (alayêd) kafira bijmartiye

Çil hezar e, ê kêm niye

Babo alêt kafira bijmêre

Êk kêm nîne çil hezar e

Heçî alayê reş e

Ew xudanê perrêd geş e

Vî li me girtî rêk û kaş e

Heçî alayê zer e

Ew xudanê di van tabira

Vî li me girtî kelyêd bira

Heçî alayê sor e

Ew xudanê hukmê zor e

Vî li me girtî dormedor e

Heçî alayê sipî ye

Ew xudanê di van misrî ye

Vî li me girtî ser kehnî ye

Heçî alayê bi reng e

Vî li me girtî, kirye ceng e

Heçî alayê şîn e

Ew pîsekî ji van Behdîn e

Ew bi zorê înandîne

Min qet minnetek jê nîne

Babo bes kêşe (bikêşe) vê domê

Da bi şîr haajone vê komê

Babo be kêşe (bikêşe) vê zelîliyê

Da bi şîr bajoyne zêviyê

Harek naêt ji Kurmanciyê

De rabin, rabin, da bi kar kin

Espê Xano bi tîmar kin

Ligavê zêrî bi ser kin                 [ligav:Zirx]

Xwe li ser bexvê xwe îxtiyar kin           [Bexv: Neseq]

Bi serî bikem lixême (licême)

Hespê Xano bi xizêm e

Ji hazira êkî kêm e

Ez xwarzayê Xanano

Nav qeyd û zincîra dano

Ma ez kêmî we hemûyanim?

Tu xwarzayê van fila.

Bizdîne qeyd û zincîr e

Zû were di hewarê Xanê mîr e

Teter Beg xwe rahejande

Qeyd û zincîra bizdande

Xwe di sîwandê ra firande

Rabûn helle û hewar e

Dê biqutin dohl û niqare

Temam bûne hezar e

Xanê lebzêrîn serdar e

Xanim, Xanê mîra

Serê min sindanê tîra

Çê bû Xanê zêrîndest e

Kember li xîretê best e

De’wek  dikem û bi rast e

Hatin derecê kolayî

Go em diçîne peyayî

Me hîvya serê xwe nayî

Hatin derecê barîn e

Du şêra lêk (li êk) nirîne

Yek qer e, yek kanûn e

Xanim, Xanê lebzêrînim

Melevanê behrê şînim

Ez eybekê vê dibînim

Ez Xan Evdalê Botanim

Ez gomanê te behranim

Ez eybê te vê dizanim

Sube li ordiyê bela bin

Digel spê (sibê) de li dengê me rabin

Hatin derecê jêrî

Xan vê dine’rêt weku şêrî

Xelîfe tancê hinêrî(t)

Xelîfe yê bi fêl e

Hey pîrê sew (seg) û li dû dêl e

Te gûyê seyî li simbêl e

Ez tancê te qebûl nakim

Dû xatirê Xwedê û resûl e

Ez tancê qebûl nakem

Heşsit (heştsed) ne’let li babê te dikem

Kirmanciyê bênav nakem

Xano piro (kuro) pisyar bê e’yb in

Işev ûn (hûn) mêvanêt kê bin

Em cindikê Dimdimî ne

Em di avdarê şîrê xwîne

Me ji ber şahî şerm kirîne

Em mêvanê Xelîfê ne

Em cindiyê Dimdimê reqas in

Xudanê şîrê elmas in

Xano mêvan pir bê hesêb in

Işev hûn dê mêvand kê bin

Ser sera hatî û çavan e

Diken cihek  (ji) van cîkan e

Dê pal bide balifan e

Xano bi çek verûniştî

Xelêle balife dane rex dor û piştî

Dê feqet Xano bikuştî

Xan sûnxwarî bi Enwer e  [Bi pêxember e]

Çeka dananim xware

Heta bi dîwanê hêvar e

Xano di xîvetê fikirî

Şîrî di kilamê vekirî

Xwe di kevlanê qed nagirî

Xaza biwestê kafirî

Xan navê Xwedê înande

Şîrî ji kevlanê kişande

Carekî rahijande

Serê Xelîfe û mam û biraza firande

Ordiyê bê gaze gaze

Piling bar bûne beraz e

Kuştî Xelîfe û mam û biraze

Evdal Beg babo rabe

Xudanê ziryê bi kullab e

Me we dikuştin bê hesab e

Evdal Beg şêrê helbestî

Şîr bi kevlan ve hate destî

Xan dibête kurê xwe

Dê dahingêve perrê xwe

Micid bike şerê xwe

Helal bike qetlê xwe

Me şer çûbû va nihêla

Teter Beg li dûv rehêla

Zîn xalî kirin ji kihêla

Xano ney ciwan e û ney pîr e

Vî dikuştin duwazde wezîr e

Ecemî dabû şîr e

Cindiye hûn dibînin

Tangê hespê xwe bişdînin

Xûnê Evdal Beg bistînin

Cindiye hûn difikirin

Çekê xezayê hilgirin

Qut bikin evne kafirin

Xanê herê Xan e

Bes bikêş xîrê û xîzan e

Bige (bigihe) şahî û Esmerxan e

Dê bilezin, bilezînin

Barûtê li erdê bireşînin

Esker têkda biqelînin

Batîne (Batinî) dê me birrînin. [Batinî: Şîîe’ dê me ji ortê hilînin]

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s