Ji stranên “Tor Abdîn”

Tîpguhastin: Cankurd

Civandin, derxistin û wergerandin bo Almanî:

EUGEN PRYM û ALBERT SOCIN

St.‑Pétersbourg, 1887

“Ezdîn Şêr li ba Sosin û Prym ‑1887 bi du şêweyan hatiye nivîsandin, carekê ji devzarê dengbêj Cano û carekêji devzarê dengbêj Pînehasê ku cihoyekî (yehûdiyekî) Zaxokê bû, hatiye girtin.”

Ezdîn ŞêrI

ji devzara Cano:

Ew Dêrgulê, xweş Dêrgulê,

Mala Ezdîn Şêr û mala Meşûr beg (1) birin Mûsilê,

Dilê min (2) dadiye,

Sileyman axa Qereçolî, (3)

Ji bajara Bexdayê me’zûl kirin, hatiye,

Şevekê li mala Ezdîn Şêr mayî ye (4),

Ezdîn Şêr gotiye,

Go tu ji çira hatiye?

Go paşa mi mee’zûl kiriye,

Şewr û qewlê xwe daniye,

Rabûn piya,

Go bejna mîrê mi ji bejna roye (5),

Suwar dibûn (6) ser hespê şev û ro tajoye (7),

Berê xwe dan Zaxo ye,

Go ew Zaxoyê bi rût kevota,

Beyraq bûne cot bi cota,

Berê xwe dan Cizîrê Bota,

Axa çûne, wezîro ! çûne,

Li odakê (8) Brahîmê Miho peya dibûne,

Ezdîn (9) Şêr go Brahîmê Miho:

Axlerê Cizîrê ji mi ra bicivîne,

Brahîmê Miho radibiye (10),

Axlerê Cizîrê civandiye,

Li dîwanê Ezdîn Şêr kom kiriye,

Gotin go mîrê min h’alê hevalê te çiye ?,

Go odakê Brahîmê Miho li ser bêndera,

E’skerkî giran bicivînin ji mi ra (11),

Ezê herim Bexdayê ber gawira ser seferê,

Weke ulo (12) got Ezdîn Şêr,

Brahîmê Miho lê vegerand go em we nakin,

Emê seferê betal kin,

Lê emê romiyê kimsohr (komsor: qizilbaş) ji vir (13)rakin,

Go mîro ! em dibînin, dibînin,

Emê romiyê kimsohr ji vir hilînin,

Emê hukmê xwe ê Bota ti şûnê (14) wa dînin (15),

Mîrê min go rabin piya,

Dem herin (16) serayê,

Em (17) serjê bikin midûr û pevlî (18) romiya,

Erê weke mîrê min we gotiye,

Didu ji meclîsê qebûl nekiriye,

Ezdîn Şêr go çima, çima ? (19),

Gotin, go mîro! qesra Brahîmê Miho li ser bênderê,

Te karê xwe kir, tu herê seferê,

Emê (20) newêrin şerê romiya bikin,

wê lawê me bixin e’kerê,

Ezdîn Şêr radibiye,

Herdu li meclîsê kuştiye,

Kire çolbê sera yê romiye,

Midûr reviye,

Sê romî li serayê kuştiye,

Kaxezek nivîsiye,

Di nav welat bela kiriye,

E’skerik qewî civandiye,

Da şewr û qewlê xwe daniye,

E’sker bi nîvî kiriye,

Ezdîn Şêr û Sleyman axa pi çema (21) Têlanê çuye,

Meşûr begê bialiyê Mîdyadê hatiye,

Mîro li wê rexê, li wê rexê,

Meşûr beg berê xwe da Hezexê,

Axa dibêjê (22),

Meşûr beg berê xwe da Medêhê,

Mîro tu dibînê,

Peya dibû li Basbirînê,

Mîrê  me radibû, suwar bû li qemerê,

Peya dibû li Dêr E’merê,

Mîro de rabe ba tê, ba tê,

Meşûr beg berê xwe da Mîdyadê,

Weke mîrê min hatiye,

Mîdyadê bi derbekê reviye,

Malê Mîdyadê talan kiriye,

Hukmê xwe li bajara Mîdyadê daniye,

Sê roja li Mîdyadê mayî ye,

Ezdîn Şêr û Sleyman axa ji çemê (23) Têlanê rabûn piye,

Berê xwe da (24) bi baskê Mîdyadê hatiye,

Pevlî ( tev li ) e’skerê hatiye,

Ew jî li Mîdyadê peya bûye,

Şewr û qewlê xwe daniye,

Meşûr beg go kekê tu dibînê,

Wee’da bê li canê min ketibê,

Ezê ji vê derê çim (biçim) deriyê Mêrdînê,

Dilê min dadiye, dilê min dadiye,

Wekê Meşûr begê wa gotiye,

Kaxezik ji wa ra hatiye,

Go werin vegerin maliye (25),

Lê hecî Sleyman axa û Qewqalî Dêrûnê zeft kiriye,

Ezdîn Şêr (û) Meşûr beg vegeriyan,

Ezdîn Şêr û Meşûr beg rabûn piyan,

Bi (26) baskê mal da çûyan,

Pevlî e’skerê pi (bi) ser Dêrûnê meEQ \O(s,,)iyan,

Ezdîn Şêr û Meşûr begê rabûn piya,

E’sker gellik ji Bohtiya civandiye,

Ezdîn Şêr û Meşûr beg dikin şerê romiya,

Hecî Sleyman axa rabû piya,

Ew û Qewqalî rabûn piya,

Xeberê xwe pev gotiye,

E’skerê Bohta telifandiye,

Qewqalî bextê xwe ji Ezdîn Şêr dayiye,

Hetta Ezdîn Şêr û Meşûr beg hatiye,

Erê Hecî Sleyman axa bextê xwe xe ra kiriye,

Ezdîn Şêr û Meşûr beg girtiye,

Biaxa Stambûlê şandiye,

E’skerê romiya ket pişt e’skerê Bohtiya,

Were cakê bê Xwediya,

Tu nikarê bimeşê ji laşê kuştiya,

E’skerê Bohtiya batmîş bûye,

Zerîfê jinê Balyozê Mûsilê dostê wî ye dagiriye…

——————————————————

Têbînî (I):

(1) Mezûr begê.

(2) dilêm.

(3) Qereçoliya.

(4) maye.

(5) Bejna Ezdîn Şêr bejna rokê.

(6) dibûne.

(7) dajon.

(8) odaka.

(9) Erê Ezdîn.

(10) dibê.

(11) ji mira.

(12) wilo.

(13) ji vê.

(14) di şûnê.

(15) dayînin.

(16) de emê herne.

(17) emê.

(18) pev li.

(19) çiye, çiye.

(20) em.

(21) bialiyê Têlanê.

(22) dibêhe.

(23) Ji Têlanê.

(24) bi baskê Mîdyadê.

(25) mala.

(26) ew bi baskê.

Ezdîn Şêr – II

Ji devzara Pînehasê ciho:

Ew E’hmed tegbîr (tekbîr) kiriye,

Axa yê Sor vê kuştiye,

Li Şernaxê vê asê biye,

Bi gel romiya xayîn biye,

Mala Sadiq vêra biye,

E’skerê xwe înadiye,

Li ber Şernaxê vê daniye,

Ew E’hmê lê derketiye,

Mala sadiq şikandiye,

Heta Cizîrê reviye,

Zexîre ji wî standiye,

Mala Sadiq vêra biye,

Kaxezek pê nivîsiye,

Bo Misalmê Zaxoyê şandiye,

E’skerik ji wî xwestiye,

Misalm Zaxoyê rabiye,

Şemdîn axa virêkiriye,

E’skerê xwe wî biriye,

Li ber Şernaxê wî daniye,

Şer gel E’hmê wî kiriye,

E’hmê li Şernaxê asê biye,

Ew xweş mêre E’hmed axa,

Go aferîn bi Şemdîn axa,

Şemdîn axa vêra biye,

Kaxezek bê nivîsiye,

Bo Osman paşa şandiye,

Osman paşa wê xwendiye,

Osman paşa ji Mêrdînê ve hatiye,

Îna E’skerê romiye,

Du topa di gel xweaniye,

Ber Şernaxê ve daniye,

Şer gel Şernaxê kiriye,

Şernaxê xirab kiriye,

Ew E’hmê ji wêrê reviye,

Çû ketî gel yê Goyî ye,

Osman paşa vê rabûye,

E’skerê xwe wê boriye,

Li Dosta Alto ordî bûye,

Şer kirî li gel yê Goyî ye,

Gel yê Goya asê bûye,

Kaxezek bê nivîsiye,

Bo Misalmê Zaxoyê şandiye,

E’skerek ji wî xwestiye,

Misalmê Zaxoyê çûye,

E’skerê xwe bo biriye,

Ew jî dê çît ( dê biçît) ser Goyî ye,

li Şirnaşê asê biye,

Misalm kaxeza wî nivîsiye,

Bo Şemdîn axa şandiye,

E’skerik ji wî xwestiye,

Şemdîn axa vê rabûye,

E’skerê xwe kom kiriye,

Gel E’skerê lê fekiye,

Yaqûbaxa di gel çûye,

Li Şirnaşê vê peya bûye,

Li ser konaxa (qonaxa) ordî bûye,

Sir hatî e’skerê Goyî Sindiye,

Yaqûb axa vir reviye,

E’sker bi dû wan ketiye,

Misalmê Zaxoyê li Gevşê kuştiye,

Şemdîn axa ziviriye,

Hatî bi subehî zûye,

Li Zaxoyê peya bûye,

Mizgîna Misalmî bi Zaxo bo wî hatiye,

Kurtakik mizgîn dayiye,

Şemdîn axa suwar buye,

Buqça ya bi gel xwe biriye,

Ew ber suwara ve ketiye,

Ji pêş Misalmî Şernaxê aniye,

Şêx Elî wî veşartiye,

Go nama bi Husên biga,

Şemdîn axa vê rabûye,

Kaxezek wî nivîsiye,

Bo Osman paşa şandiye,

Osman paşa wê xwendiye,

Kaxez bedil kiriye,

Bo Şemdîn axa şandiye,

Zaxoyê teslîm kiriye,

şer kirî li gelyê Goyî ye,

Topxana wî kişandiye,

Ew E’hmê ji wêrê reviye,

Çû leg (nik) mîrê Berwariye,

Goya mutîi’ ( serçemandî) kiriye,

Diravê xwe qebûl kiriye,

Rehîn wî girtin ji goyî ye,

Ji Sitar Goya ziviriye,

Libê Sîpanê ordî biye,

Cewab şandî bo Zaxo ye,

Kar û barê wî kiriye,

Zexîre bo kom kiriye,

Osman paşa vê hatiye,

Îna e’skerê romiye,

Zaxoyê ordî girtiye,

E’skerê xwe dakirî Xanê çûye,

Go namînit Osman paşa,

Vê digirhit şer û gengaşa,

Li Goy şere, temaşa,

Ezdîn Şêr tegbîr (tekbîr) kiriye,

Ji Mûsilê derketiye,

Ew bo seferê hatiye,

Li nav Dîna peya bûye,

Şevekê li wêrê mayiye,

Ew rabû subehî zû ye,

Ji Xabûrê verêkiriye,

Li Cizîrê vê peya bûye,

Maqûlê di Bohta dîtiye,

Tegbîra xwe pê kiriye,

E’sker bi xwe kom kiriye,

Gazî ehlê şorê kiriye,

Alîg bi xwe jê xwestiye,

Ehlê şorê mana bûye,

Go xweş mîr e, Ezdîn Şêr e,

Vê digirhit karkaş û gêre,

Ezdîn Şêr tegbîr  (tekbîr) kiriye,

Ew rabû subehî zûye,

E’skerê xwe vê boriye,

Burca Belek vê standiye,

Gazî ehlê şorê kiriye,,

Çar mêra vê jê kuştiye,

Mala Sadiq talan kiriye,

Bîst sebedê zêra ji mala Sadiq biriye,

Ezdîn Şêr dibêd (dibêt) ez we nakim,

Tancê romê qebûl nakim,

Ez dê Romiya xelaz kim,

Ezdîn Şêr tegbîr kiriye,

Ji Cizîrê derketiye,

E’skerê Bohta aniye,

Qereçoxlî di gel hatiye,

Pênsed suwarê romiye,

Qesda Zaxoyê kiriye,

Ber Hizilî peya bûya,

Tegbîra xwe vê kiriye,

Qereçoxlî vê gotiye,

Go ya mîro xema min rexê Kestaye,

Ezdîn Şêr vê suwar bûye,

Li Xaburî ve derbaz bûye,

Bi ser Bêdarê dagirtiye,

Ji Bêdarê wêrê bûye,

hatî subehê zû ye,

Ber Zaxoyê ordî bûye,

Şer gel Zaxoyê kiriye,

Şemdîn axa suwar bûye,

Digerhit qolanê co ye (cihoye),

Xeber vî gote romiye,

Romiya suwar bûye,

Şemdîn axa derbaz bî li Borê Kestaye ,

Qereçoxlî vê dîtiye,

Bêraq ser nişîv kiriye,

Ew di gel Bohta xayîm (xayîn) bûye,

Şemdîn axa ziviriye,

Li Borê qesrê derbaz bûye,

Bi dûv ket e’skerê romiye,

Osman paşa vê fikiriye,

Vî topek suwar kiriye,

Nav qebrê Kirmanca li dev Ezdîn Şêr dayiye,

Kêlik yê pi (bi) topê firiye,

Ezdîn Şêr ji ber reviye,

Berê xwe dabî geliye,

Şemdîn axa bi xwar çûyî ye,

Bi dûv ket E’skerê romiye,

Li Furakê (Furatê!) vê derbaz bûye,

Qereçoxlî jêl ( jêr!) hatiye,

Wan qîrek li Bohta kiriye,

Wan Bohta belav kiriye,

Wê gehîştî lê li pêş qebrê coye (ciho ye),

Sed mêra ji Bohta kuştiye,

Sêsed mêra jê girtiye,

Wan hemî yexsîr kiriye,

Bo Osman paşa aniye,

Ezdîn Şêrî vê reviye,

Şemdîn axa bi dûv ketiye,

Heta cem Kurkê coyî (yehûdî) ye,

Şemdîn axa ziviriye,

Li ber qesrê wê peya bûye,

Destê Osman paşa pê hatiye,

Go amfrîn (aferîn) Şemdîn axa,

Nemînid Osman paşa,

Wê digirhid şer û gengaşa,

Zaxo yê şera û temaşa,

Qereçoxlî bi xar çûye,

Vî suwarêd xwe biriye,

Li Cizîrê derketiye,

Pêşabûrê (Fişxapûr) derbaz bûye,

Ezdîn Şêrî vê reviye,

E’skerê xwe vê biriye,

Li Cizîrê hisar (damedor) girtiye,

Romî Cizîrê derketiye,

Osman paşa vê rabûye,

Şemdîn axa verêkiriye,

Di gel çû e’skerê romiye,

Li Hîzilî vê derbaz bûye,

Li Wasedê ordî girtiye,

Ezdîn Şêrî vê rabûye,

Kaxeza bi direw nivîsiye,

Bê bextî Şemdîn axa kiriye,

Osman axa di gel Şemdînaxa xayîm (xayîn) bûye,

Osman paşa vê rabûye,

Kaxezek vê nivîsiye,

Bo Şemdîn axa şandiye,

Ji Wahsidê înadiye,

Şemdîn axa vê girtiye,

Di gel Farisê bira yê wî ye,

Gel Cume’ yê Cezîrî ye,

Gel E’marê Cume’î ye,

Di gel Hasînê Hevêriye,

Gel Yaqûb axayê Sindiye,

Gel Slêman axa Tirkî çûye,

Vî qeyd û zincîr kiriye,

Kaxezek vî nivîsiye,

Bo H’elîm paşa şandiye,

E’skerek ji wî xwastiye,

H’elîm paşa wê xwendiye,

E’sker boyî verêkiriye,

Du hezar nîzamaniye,

Du topa di gel xweaniye,

Ne (neh) filleh ordî bûye,

Zexîre bo kom kiriye,

Osman paşa vê rabûye,

Ew rabû subehî zû ye,

Ji Zaxoyê suwar bûye,

Berî e’skerê Romî ye,

Vê birin dewarê topraxê co ye (ciho ye)

Zexîre lê bar kiriye,

Li Pêşabûrê (Fişxabûrê) ordî bûye,

Kelik Pêşabûrê bestiye,

E’skerê li kelka derbas bûye,

Çemê Xanîkê ordî bûye,

Go namirêd Osman paşa,

Vê digirhit şer û gengaşa,

Li Zaxoyê bi şer û temaşa,

Kenaa’n paşa vê Sêrtê hatiye,

E’skerek boş înadiye,

Qesta Cizîrê kiriye,

Ezdîn Şêr lê derketiye,

Pêşiya wî vê girtiye,

Kena’n paşa şikandiye,

Ava Teloyê derbas kiriye,

Ezdîn Şêrî vê çûyî ye,

E’skerê Bohta biriye,

Bi ser Sêrtê da girtiye,

Vî Sêrtê bo xwe standiye,

Misalmê xwe lê daniye,

Hecî Hamid axa ê Sêrtî vê kuştiye,

Ew ji Sêrtê derketiye,

E’skerê xwe vî biriye,

Ser Şêrwanê dagîrtiye,

Şêrwanê mitûh (serçemandî) kiriye,

Ji Şêrwanê vê çûyî ye,

Bi ser Zewqê da vê girtiye,

Wî Zewqê xirab kiriye,

Ezdîn Şêrî vê çûyî ye,

E’skerê xwe vê biriye,

Bi ser Ridwanê dagîrtiye,

Ridwanê xirab kiriye,

Ji Ridwanê vê çûye,

E’skerê xwe vê biriye,

Bi ser Têlanê dagîrtiye,

Romiya xelas kiriye,

Ji Têlanê derketiye,

Nehêlê qut kiriye,

Ji Nehêlê vê çûye,

E’skerê xwe vê biriye,

Bi ser Midyadê dagîrtiye,

Midyadê xirab kiriye,

Ji Midyadê derketiye,

E’skerê xwe înadiye,

Cizîrê hisar girtiye,

Şerî dikit gel romiye,

Osman paşa vê rabûye,

E’skerê xwe vê biriye,

Heft hezara temam bûye,

Şer gel Cizîrê kiriye,

Vî topek suwar kiriye,

Melayek ser banê mizgeftê, pi ( bi ) topê kuştiye,

Érîş li Şurhê kêşayî ye,

Ezdîn Şêr pênc mêr kuştin ji Romî ye,

E’skerê vî ziviriye,

Li ser ordiyê peya bûye,

Go em dê Cizîrê steynîne,

Cizîrê dê talan kîne,

Osman paşa vê nekiriye,

Emir di bo ( ji bo ) min nehatiye,

Cizîrê talan nekîne,

Ezdîn Şêr tegbîr kiriye,

Ew rabû subehî zû ye,

Kaxezek vî nivîsiye,

Bo Osman paşa şandiye,

Osman paşa bertîl kiriye,

Ji ber Cizîrê bar kiriye,

Birî E’skerê Romî ye,

Li Celagayê ordî bûye,

Kêfa Ezdîn Şêr pê hatiye,

Ezdîn Şêr tegbîr kiriye,

E’skerê Bohta şandiye,

Mensûr beg vê barketiye,

Qesda Zaxoyê kiriye,

Zaxoyî ji ber reviye,

Mensûr begê vê hatiye,

E’skerek boş înadiye,

Li ber Zaxoyê ordî bûye,

Şer gel Zaxoyê kiriye,

Derh’al Zaxoyê standiye,

Bakîr beg li qesrê asê bûye

Derbo êk (yek) ji Bohta kuştiye,

Ew  xweş mêre, Bakîr bege,

Ew çi muslimig (muslimek) bi xezebe,

Çê bû Mhemedê Elî Gozila,

Ewê rûniştî li ber çapira,

Vî ewil kuştî bêraqdira,

Mih’emed bêm Dostikî ye,

Li qesrê Zaxoyê asê buye,

Derbo êk (yek) ji Bohta kuştiye,

Çi xweş mêre Mih’emed e,

Ew çi mêreke pi (bi) heybete,

Ji hemiya vî nav di xwe de,

Ti (çi) navê vî derketiye,

Hat e’skerê Zêbarî ye,

Şêlka gel Bohta kiriye,

Hawar li Bohta derketiye,

Mensûr beg vê suwar bûye,

Dengê li E’skerê xwe kiriye,

Li Celalî vê derbaz bûye,

Çû bi şerê Zêbarî ye,

Şer kirî digel Zêbarî ye,

Sê cara ji ber wan şikestiye,

Ew Eh’mê ji wê ve hatiye,

Bi destê şîrîajotiye,

Ajot koma Zêbarî ye,

Vî şikandin Zêbarî ye,

Heftîh mêra jê girtiye,

Sîh mêr jê birîndar kiriye,

Neh mêr wî jê kuştiye,

heta Pira Mazin ( mezin) li dî wan çûyî ye,

Ji Pira Mazin ziviriye,

Li Zaxoyê ordî bûye,

Şer gel qesrê wî kiriye,

Bakîr beg li qesrê asê bûye,

Derbo êk  ji Bohta kuştiye,

Çi xweş mêre Bakîr bege,

Ew çi Misalmê bi xezebe,

Mensûr begê gazî Bakîr begê kiriye,

Raybextî jê xwastiye,

Şerê xwe betal kiriye,

Zaxoyê talan kiriye,

Sotî bî (şewitand bû)  taxa Ciho ye,

Go namînît Mensûr bege,

Ew çi h’akime bi xezebe,

Zaxoyê pakîş (paqij) kiriye,

Deng li e’skerê xwe kiriye,

Ji Zaxoyê derketiye,

E’skerê xwe wî biriye,

Heta Meh’mediyê vî çûyî ye,

Bakîr begê ji qesrê derketiye,

Qesda Mûsilê kiriye,

Li Bêzîhê peya bûye,

Şevekê li wêrê mayî ye,

Ew rabûyî subehî zû ye,

Ji Bêzîhê vê çûyî ye,

Li Baviya peya bûye,

Wê cemai’ (civiya) bûn Zaxoyî ye,

Tegbîra xwe vî kiriye,

Kaxezek vî nivîsiye,

Bo Şêx Tahayî vî şandiye,

Şêx Tahayî vî xwendiye,

Ew derh’al vî suwar bûye,

Li Zaxoyê peya bûye,

Misalmî vê rûniştiye,

Adil begê vê zaniye,

Adil beg vê suwar bûye,

E’skerê xwe kom kiriye,

Şemdîn axa, Şêx Taha (ji) Zaxoyê derketîne,

Rev ketî li Zaxoyî ye,

Zaxoyî ji ber reviye,

Adil begê vê hatiye,

E’skerê xwe înadiye,

Li Zaxoyê ordî bûye,

Çi xweş mîre, Adil beg e,

Ew çi h’akim e bi xezebe,

H’ukmed (hukmet) Zaxoyê kiriye,

Diraw (dirav: pare û ceza) standî ji Sindî ye,

Diraw standî ji Golî ye,

Diraw standî ji Lêfûkî ye,

Zexîre standî ji Slêvana ye,

Go (got) çi mîre, Adil beg e,

Ew çi h’akim e bi xezebe,

Matoş axa ji Mûsilê derketiye,

Dused suwar înadiye,

Li Sêmêlê ordî bûye,

Dubanê xerab kiriye,

Go nemînid Matoş axa,

Gehya (Kehya) beg ji Mûsilê derketiye,

Şemdîn axa digel hatiye,

Mîrê Şêxa digel hatiye,

Li Dehokê peya bûye,

Kaxeza nivîsiye,

Bo e’şîreta şandiye,

E’şîre kom kiriye,

E’sker li wan xeyidiye,

Ew ji Dehokê suwar bûye,

Li Sêmêlê ordî bûye,

Zexîre kom kiriye,

Şemdîn axa tegbîr kiriye,

Pênsed suwar vî biriye,

Nekûşî ziviriye,

Sê gundê Zêbarya talan kiriye,

Go amferîn (aferîn) Şemdîn axa,

Adil begê vê zaniye,

E’skerê xwe hinartiye,

Bi şev ser Kolê dagîrtiye,

Van Kolê talan kiriye,

Hawar li Xarbanûrê daketiye,

Osman axa vê hatiye,

Hawara Kolê hatiye,

Ew Bohta jê derketiye,

Qesda Zaxoyê kiriye,

Amferîn (aferîn) Osman axa,

Tahîr beg ji Bexdayê derketiye,

Ah’met paşa ji Bexdayê derketiye,

E’skerek boş înadiye,

Li ber Mûsilê ordî bûye,

Şevekê li Mûsilê mayî ye,

Ew rabûyî subehî zû ye,

Hef (heft) topa digel xwe biriye,

Li rêya Baryê çûyî ye,

Li Çalagayê ordî bûye,

Adil begê vê zaniye,

Kaxezek vî nivîsiye,

Bo Alî begê vî şandiye,

Alî begê vê zaniye,

E’skerê xwe kom kiriye,

Li Hîzilî vê derbaz bûye,

Li Zaxoyê peya bûye,

Govend li Zaxoyê girtiye,

Heta nîvşevê mayî ye,

Ji nîvşev pê ve vê reviye,

Adil beg digel xwe biriye,

Ji Zaxoyê xilas bûye,

Li Hîzilî vê derbaz bûye,

Heta Şaxê vê çûyî ye,

Go çi mîr e, Alî beg e,

Ew çi h’akim e bi xezebe,

Vê di rabûne Zaxoyî ye,

Tegbîra xwe vê kiriye,

Kaxezek nivîsiye,

Bo Şemdîn axa suwar bûye,

Mîrê Şêxa înadiye,

Li Zaxoyê ordî bûye,

Şemdîn axa vê rabûye,

Vî kaxezek nivîsiye,

Bo Kehya begê vî şandiye,

Kehya begê vê xwendiye,

Ordî Sêmêlê rakiriye,

Qesta Zaxoyê kiriye,

Abdilrehman digel hatiye,

Di gel e’skerê Artoşî ye,

E’mer axa digel hatiye,

Digel E’skerê Dostkî ye,

Bakîr axa digel hatiye,

Di gel e’skerê Argoşî ye,

Li Zaxoyê vî ordî bûye,

Topa mezin vî biriye,

Vî li Nûkşê ziviriye,

Vî li Zaxoyê de înadiye,

Li Zaxoyê ordî girtiye,

E’sker li Zaxoyê kom bûye,

Ezdîn Şêr tegbîr (tekbîr) kiriye,

Ji Cizîrê derketiye,

E’skerê xwe vî biriye,

E’skerê  xwe hejmartiye,

Heşde hezar temam bûye,

Ew jig  (jî) diçît ser Romiye,

Vî li Dêrûnê ordî bûye,

Tehar begê vê zaniye,

Kaxezek vî nivîsiye,

Bo Ezdîn Şêrî vî şandiye,

Rayî û bextavêtiye,

Ezdîn Şêr kaxez xwendiye,

Kaxez qebûl nekiriye,

Ewî kaxez dirrandiye,

Tehar begê vê zaniye,

Ji ser ordiyê guhûstiye,

Ordî bi xalî kiriye,

Topxane pi (bi) kar kiriye,

Nîzama reş pi kar kiriye,

Suwarêd xwe belav kiriye,

Sê kamûna (kanûn:top) li ber daniye,

Ezdîn Şêrî vê rabûye,

Vî şêrî xwe rûs kiriye,

Dûv e’skerê xwe ketiye,

Pi (bi) ser ordiyê dagîrtiye,

Van ordî batmîş kiriye,

Tehar begê vê rabûye,

Topxane veresandiye,

Van Bohta belav kiriye,

E’skerê Bohta vê şikestiye,

Ezdîn şêrî vê reviye,

Nîzama reş bi dûr ketiye,

Heta Cizîrê vê çûyî ye,

Şeş hezar jê temam kiriye,

Cizîrê ji wî standiye,

Ezdîn Şêrî vê reviye,

Pêra Cizîrê derbaz bûye,

Li Banexanê ordî bûye,

Dused mêr digel mayî ye,

Tahir begê vê hatiye,

Cizîrê zept kiriye,

Tahir begê vê rabûye,

Kaxezek nivîsiye,

Bo Kehya begê şandiye;

Ezdîn Şêr mi (min) şikandiye,

Şeş hezar jê temam kiriye,

Şahyane li Zaxoyê girtiye,

Gotamferîn (aferîn) Tahîr bege,

Kehya begê vê rabûye,

Deng li e’skerê xwe kiriye,

Ji Zaxoyê verê bûye,

Hefthezarê vebiriye,

Qesta Cizîrê kiriye,

Nêrvanê ordî bûye,

Navroyê xerab kiriye,

Go xweş mîr e, Kehya beg e,

Şivakê (şifaqê) li vêrê mayî ye,

Ew rabûyî subehî zû ye,

Ji Nêrvanê verê bûye,

Li Banexanê ordî bûye,

Ezdîn Şêrî ji ber reviye,

Ketî qerika geliye,

Li qerikê da asê bûye,

Kehya begê vê rabûye,

Vî kaxezek nivîsiye,

Bo Ezdîn Şêrî şandiye,

Ray û bext vîavêtiye,

Ezdîn Şêr kaxez xwendiye,

Ji qesrikê derneketiye,

Baweriya (baweriya) wî nehatiye,

Balîlozek (sefîrek) vê hatiye,

Ezdîn Şêrî axiftiye,

Baweriya wî pê hatiye,

Ew ji Qesrikê derketiye,

Neh bar jê ra bar kiriye,

Digel balîlozî çûye,

Qesta Mûsilê vî kiriye,

Li gemiyê vê derbaz bûye,

Vê cemabûna ciho ye,

Kaxezek nivîsiye,

Erzîh’alek avêtiye,

Li ber paşayê avêtiye,

Paşa yê kaxez xwendiye,

Vî gazî kiriye ciho ye,

Malê wan defter kiriye,

Hefsed hezar temam bûye,

Li kaxezê da nivîsiye,

Bo xûntkarî (hakim û sultan) hinartiye,

Ezdîn Şêrî vê xwastiye,

Ji Mûsilê vê biriye,

Stanbolê berza kiriye,

Hinda bî (bû) malê ciho ye,

Dilkê min î li ber vê rayê,

Kaxez ger hebûn dinyayê,

Em cuwê (ciho) Zaxoyê,

Kirne yexsîr, berdane dinyayê,

Çi xweş mîr e, Ezdîn Şêr e,

Bidin ber xencer û kêra,

Tiştek bo me nehêla,

Em kirne yexsîr, berdane deşt û dêra.

———————————————————–

Têbînî (II):

Ev  parçe ya gelek giring û hêja ye, loranî têde piraniya bûyer, mirov û ciyên serhildana Ezdîn Şêr hatine nasîn û wilo em dikarin navên cî û war, şervan û dijminan, êl û çem û qadên şer, wek çawa berî niha bi sed salî û bêhtir dihatin lêvkirinê, bo xwendevanên hêja bi cih bikin:

Navên cih û warên ku di va stranê de hatine:

‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑————————

Banexan, Baryê, Bavya, Bexda, Bêdar, Bêzîh, Burca Belek Celaga, Cizîr, Dehok, Dêrûn, Dîna, Duban, Dosta Alto, Geliyê Goyî, Gevşê, Kolê, Mehmediyê, Midyad, Mêrdîn, Mûsil, Nehêl, Nêrvan, Sêmêl, Sêrtê, Sitar Goya, Sîpan, şêxê, Şernax, Şêrwan, Têlan, Ridwan, Wasdê, Xanê, Xarbanûr, Zaxo, Zewqê.

Navên çem û robaran:

Borê Kesta, Borê Qesrê, Furak, Hîzil, Pêşabûr, Telo, Xabûrê, Xanîkê.

Navên êlan:

Argoşî, Artoşî, Berwarî, Bohta (Bota), Celalî, Dostkî, Goya, Golî, Kesta, Lêfûkî, Sindî, Slêvanî, Şêrwanî, Şêxa, Zêbarî.
Navên began, axan û şervanan:

‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑————

Ahmed axa, axayê sor, Hecî Hamîd axa, Mato şaxa, Slêman axa, Şemdîn axa, Yaqûb axa, Adil beg, Alî beg, Bakîr beg, Mensûr beg, Tehar beg, Kehya beg Şêx Elî, Şêx Taha, Ahmed paşa, Helîm paşa, Osman paşa, Abdilrehman, Derbo, Cume yê cizîrî, Emanê Cume, Hasînê hevîrî, E’hmê, Husên, Faris, Kurkê coyî, Qereçoxlî, Mehmedê Elî Gozila, Misalmê zaxoyî, Nekûşî û Ezdîn Şêr…

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s