Çiyayê Şingarê

Tîpguhastin: Cankurd

[ Ev Stran, ku wek helbestekê ji aliyê Socin û Prym ve hatiye pejirandin, li Mar Yaqûb hatiye bihîstin û nivisandin, binêre Berhevoka Strana kurdî – 1887 St. Petersburg ]

 

Çakê (Çayê) Şingarê şewitî bi mêw e

Vestê (xweş tê) dengê qere suwara digel qerbûnê rikêb e

Dîtinê xelkê delal xweş bû li ber meşka dêw e.

Sîbera dara mezin,

Ser û binda xirabe kevne rezin

Sîngê xelkê delal baxçekî gul û rihan bû, dergevan ezim.

Hespê lawikê malê kulle ye,

Zîn û bergê wî surme ye,

Bajo malê me ye,

Malê me qonaxê te ye.

Hespê lawik filitî,

Komê giran lê xebitî

Me go ezê biçim girêdem

Xelkê çi dostekî dilşewitî.

Hespê lawikê delal dingizê

Gulê palda ser Nêrgizê

Ezê (ez) terkê çavê reşbelek nakim heta qiyametê qantir bizê.

Kelê Mêrdînê şewitî kelekî boz e

Beriyê Hamûdê (A’mûdê) xopan bi toz e

Ramûsana xelkê delal pir vî çaxî belaş bû,

îsal atibû (hatibû) zêrê Aldoz e.

Heyva me ya li çarde bû

Ma qusûrik bejna te bû

Ser qapqabê bê gore bû.

Heyva me ya çarde şevî

Şewqê dabû dar û devî

Gewr xeyidye, nexweşiyê piştî bedlê nîvê şevê

Zendê zêr xişya bû ser balivê.

Heyvê me ya vê bilind e

Şewqê dabû orta gund e

Ezê dikim xelkê delal vê ramûsim di xafil de

Çi subê de, bakî sar de.

Sibe xwar bû ser Xelatê,

Ecêbê min ew ecêbe ; çawa xewê jinê ciwan li ber pîrê kal tê.

Avê çemê me şerbet e,

Pelgê dara bû kaxet e,

Dîtinê çava hesret e.

Avê çema bû meşîne

Pêla navî diweşîne

Xelkê delal xwe şîrîn e.

Me go Şênî, te go şekir

Deşt û zozana me qulibî ([1])

Ser Diyarbekir havînê kalekal e

Berîkê kahrê Xezala li binya Hamûdê xopan dame kal e.

Dostê mi par vî çaxî li malê babê keç bû,

Îsal darê dergoşê jêra bû kar û e’mel e.

Mi dîtibû li ber bedenê

Şee’rê reş e li gerdenê

Malê dostê mi ziyared (ziyaret) bû mi bibinê.

Mi dîtî bû li hewşê da, Mêrdînê şewitî bi pale

Ezê daketim kaniyê biçûk, mi yeg (yek) ne dît wek dosta xwe,

Ezê hatim kanyê mezin seyrê, çavreşê birû xezal e.

Tav derketî ji aliyê Wanê

Tavê dabû qoçê Diyarbekrê, Gawir Meydanê

Xwedê muradê min û xelkê delal bike ser axretê, ser îmanê.

Hersê malê serê rê o

Xwedê bistînit pîra te o

Da lawikê min kîsk û qalûnê xwe hilgirit, bête ser malê o.

Gazî dikim bi delalî

Dengê min çû taxê vî yalî

Mi tu dixwastî bi h’elalmalî.

Kanîkê gundê me dudu ne, yekî teh’le yek şîrîn e

Keçê vî dewrî heta ber melayê subê da dikevine berê xordê (xortê) çarde salî

Piştî melayê subehî got yadê, misînê piştê kuçkê da

Em ji kemerê jor da sofîne.

Xanikê me ber bi qulbe ye

Bîst û sê derince ye

Ramûsana keçê vî dewrî malê babê da xêr e, ne bûne (gune) ye

——————————————————

[1] ) Li ber vê rêzikê niviskar nivisiye, ku ew bi xwe nizane, ev rêzik ji kijan stranê ye.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s