Serhildana qehremanê kurd Simko (1921‑1930)

Cankurd / 1989

Ji dema cenga (1828‑1829)´an ve, ya ku di navbera Imperatoriya Rusî û xîlafeta Osmanî de, têkiliyên rengareng di nava Kurd û Urisan de, pêda bûn. Ji wê demê ve bi sed hezaran Kurd, li ber hêrişên hov ên leşkerên osmanî  reviyane, û bi taybetî kurdên, ku di Qafqasiya de bi cî û war bûne. pişt re Urisan ew herêm xistine bin zora xwe û bi wê şêweyê ewan ji lêdanên turkan hatine parastin. Lê piştvaniya Urisan ji bo malmezin û serekên êlan, bi armanceke ramyarî bû çiku çavên Urisan ji destpêka sedsala nozdehan ve li herêma Kurdistanê bûn. Hinek ji axa Kurdistanê di dema wê cengê de kete bin destê Urisan. Dîrok ji me re diyar dike, ku kurdên şeddadî di navbera (951‑1174)an de li bakurê Kurdistanê û Qafqasiya deselatiyek bi nav û deng avakiribûn.

Ji wan deman  ve, kurdên Yezîdî û Ermeniyan Uris ji xwe re piştegîr û hevalbend dîtibûn û dema, ku Uris ketin Beyzîdê, mîrê kurd Yezdan şêr alîkarî ji Urisan xwast, bi mebesta derkirina Turkan ji Kurdistanê.

Mîna Yezdan şêr, di dema berî serhildana 1880´ê de, Rêberê kurd ê navdar Şeyx Ubeydullah Nehrî, li dijî rovîtiya Ingilîzan, pesna Urisan dida û didît, ku hevkarî li gel wan gavekî zor giringe bo rizgarkirina Kurdan ji setemkariya Osmanî  û hovîtiya farisî.

Ji aliyê stratejî ve, rojavayê Iranê an rojhilatê Kurdistanê herêmeka gelek giringe, ne tenê bo Kurd û Faris û Turkan, lê ji bo hêzên kolonyalîst jî. Kurd rûniştvanên herdu wilayetên Kermenşah û Erdelan in, pareka ji wilayeta Azerbeycan û teviya Loristanê. Bi ser van deran ve jî, li hinek herêmên Iranê yên din, mîna Mazinderan û Xurasanê bi darê zorê û hovîtî, seranserî dîrokê, ji aliyê dijminên netewa kurd ve hatine belav kirin.

Lê giringiya Kurdistanê li ba Urisan, piştî avakirina alayên Hemîdî berçav bû û ji wê demê ve Urisan bala xwe bêhtir dan ser nûçeyên Kurdistanê û li ser gelê Kurd nivîs nivîsandin û têkilî bi wan re xurt kirin. Destpêk bi rêya serhêzên leşkerî û piştî demekê bi rêya rojhilatnas û kurdnasan.

Turkan bi lez û bez ramyariya xwe ya, ku dijî kurdane guhartin, leşkerê xwe li gel hinek caşên kurd sala 1907´ê şiyandin herêma Sablaxê (Mehabadê) û gava dîtin, ku Uris dixwazin di Iranê de xwe bi cih bikin, sala 1909´ê pareka dî ji leşkerê xwe xistin rojhilata Kurdistanê. Lê bi rastî Ingilîzan li gel Urisan di meha tebaxê 1907´ê de peyman dana bûn, ku Imperatoriya Farisî di navbera xwe de par bikin, bakur bo Rusiya û başûr bo Ingilîzan û di nav herdu herêman de herêmeka bê alî hebe.

Di sala 1909´ê de Urisan piştgirtiya şahê Iranî kirin, bi mebesta derkirina Destûr-parêzan û ji wa demê ve hêzên xwe di Azerbeycanê û bakurê Iranê de bi cî kirin.

Mîrê kurd Ismaîlê şikakî Simko (1875‑1930) hebûna Urisan di Azerbeycanê de nepejirand û li dijî wan û dijî deselatiya farisî bi 3000 suwar şerkir û serî hilda.

Lê di bin hikarî û posîdeyên Roşenbîrê kurd ê navdar Ebdulrezzaq Bedirxan de bingeha ramyariya xwe guhart û bi şêweyekî dî li Urisan nihêrî. Hişyariya netewî û zordariya dijwar û nediristbûna têkiliyên serdestî yên, ku ji aliyê Uris, Turk û Farisan ve, di dema cenga cîhanî ya yekem de dij gelê Kurd pêkhatine û destazadbûna mîrnişînên kurdî, bûn sedemên şoriş û serhildanekî nû di rojhilatê Kurdistanê de.

Reva sermîriya Turkî ya nûjen di cenga Belqanê de (1911‑1912)´an, li gel xurtbûna komik û sazmanên ramyarî yên bakurê Kurdistanê, û bi taybetî civîna Gulanê ya sala 1912´ê, bo amadekirina serhildanekî netewî, derkirina Turkan ji welêt, avakirina sermîriyeka yekcar û daxweyakirina Kurdistanekî serbixwe, bo Simko palpişt û hêviyeka mezin bûn û hişyariya wî ya netewî xurttir kirin.

Wê demê, serhildan li Sêrtê, Xarzan, Botan, şêrwan, Iron, Xêzan, Xabûd, Mardîn, Nuseybîn, Mîdiyan, Cizrê, Silîvan, zaxo, staxêr, Suleymaniyê û Kerkokê çêbû û Kurdan hêriş birin ser deselatgeh û cebilxane yên Turkî. Bedirxaniyan hêvî dikirin, ku Kurdistan jî, mîna wîlayatên almanî bibe girêdayiyê Imperatoriya Rusî. sazmanên kurdî yên jêrzemînî neaşkere wek Irşad  (Rêşanîkirin) gelek xurt bûn.

Ingilîzan jî mîna Urisan bala xwe kişandin ser Kurdistanê û hêviya hembêzkirina tevgera netewa kurd kirin.

Leşkerê turk bi hovîtiyeka bê nîşe şorişa Kurdan pelixand, bi îşkencê, wêrankirin, kuştin û belavkirinê zora Kurdan bir, gelek Kurd wê demê bi serbilindî çûn ber kêndirên darvekirinê. Mela Resulê qehreman, li ber darvekirinê got; ku baweriya wî bi rizgariya gelê kurd ji zordestiya Turkî mezin e. Sermîriya Turkî belavkir, ku hinek tiliyên ji derve ve û bi taybetî yên Sawît begê, Kamil Bedirxan û Simko, li gel ên balyozxane ya Rusî di va serhildanê de hene, û bi şêweyekî mîrî li ba sermîriya Rusî dijî Simko û Evdilrezzaq Bedirxan protesto kir. Bersiva Urisan ew bû, ku serhildana Kurdan encama rewşa civakî û deselatiya jar a turkan e.

Wilo ji me re diyar dibe, Simko ne mîna, Guenther Deschner ê almanî dibîne ku; Simko ne mîna Roben Hood bû û ne jî pişthespekî (suwar) mîna yên çîrokên Karl May bû. Simko li ba Turkan, Farisan, Urisan û emê bibînin, ku li ba Ingilîzan jî mirovekî xwedî armancekî ramyarî û hêzeka netewî bû.

Mustefa paşa Yamulkî – li ser jîna Yamulkî vegere Al-Istîklal a erebî, hej. 18/1997 – roja 12.12.1921 nameyekê ji Suleymaniyê bo kurê xwe yê mezin Ebdulezîz Beg li ser têkiliya xwe bi Simko re dişîne, têde hevpeyvînek dirêj li gel Simko heye, emê careke dî vegerin ser wê hevpeyvînê, lê bersiva pirsa wî yekemîn wilo ye:

” Pirs : Tu çi hêvîdikî ji van livbaziyên, ku te di van herdu salên dawîî de li dijî sermîriya Iranî kirine?

Bersiv: Sermîriya îranî setemkarî û hêrişê tîne ser Kurdan, û min jî xebata xwe dikim, bo rizgarkirina wan ji deselatiya îranî, lewre min biryar da, ku – di sala çûyî de – ez şarê Urmiye û derdorên wê, û şarê Selmasê bistînim û îsal jî me şarê Sawblax (Mehabad) ji dest îraniyan derxist.” (Binêr Alaya Islam, hej. 2 / 1996 ya hevbendiya Xwendevanên musilman li Kurdistanê)

Simko di jîna xwe de, bi gelek buyerên herêmê hikar bû, û bi taybetî buyera kuştina birayê wî yê mezintir Cafer axa ji aliyê Moxtî şemsê, ku wê demê qeralê Azerbeycanê bû û kurê şahê Iranê bû. Cafer axa serekê êla şikak (şah Kak an şêx Kak) bû. şikak yek ji êlên Kurdistanê yên bi nav û deng e, di dema damezrandina komara Mehabadê de ev êl dora 40.000 mirov bû, di navbera bakurê Suleymaniyê û rojavayê Urmiyê de bi cî û war buye, salê sê mehan di kon û çadiran de rûdiniştin, ji malbatên va êlê dora 1500 mal li dorhêla Selmasê rûdinişin. şikak ji pênc parane: şikak, şikoftî, Mukrî, şawelî (şah welî) û Botan. Weke ku dîrokvan dibêjin, zimanê Mukriyan zimanê dewleta Mîdî bû, ya ku sala 550 berî zayîna Isa – Silava Xwedê lê be – hatiye roxandin û serbinkirin. Éla şikakan wan nexşên ser dîwarên bajarê Pirsîpolês ê, ku berî Zayînê bi 600 sal paytextê Exmîniyan bû û niha li bakurê şîrazê ye tîne bîra mirovan.

Li gor êlên kurdan yên din, mîna Celalî (25000 kes), Hirkî (20000 kes), Kilhor (12000 kes), Mîlanî (10000 kes), Begzade ( 5000 kes) û gelek komikên din ên, ku di wê demê de, wilo xurt bûn, tê dîtin, ku şikak mezintirîn hêza aborî û leşkerî ya rojhilata Kurdistanê bû.

Sala 1907’ê, ji ber ku şahê Iranê ji Kurdan ditirsiya, birayê Simko (Cafer axa) bi rêya karbidestên Tebrîzê vexwendiyê hevdîtinekê kir û li wir Cafer axa bi xinzî û nizimî hat kuştin.  Ev bûyer bû sedemek ji sedemên serhildana Simko, lê ne mîna ku hinek dîrokvan dibînin, ku tenê tolhildan û xwînrêtin di mejiyê Simko de hebûn. Simko, mîna mirovekî kurd ê berpirs, piştî kuştina Cafer axa, dît ku eger ew tola birayê xwe hilnede, wê di nava êl û malmezinên Kurdan de piçûk û kêm be.

Evdilrezzaq Bedirxan ê ku di maleka Kurda ya welatî de mezin bûbû û bi hozanvanên mîna Hacî Qadir Koy, Evdilrehîmê Hikarî û gelek kesên roşenbîr hikar bûbû, û bi taybetî roşenbîrên biyanî, ji ber zanîna wî bi zimanên Frensî û Rusî, mirovekî şareza bû û gelek kar û barên diplomasî jî kiribûn. Lewma mîna mirovekî jîr û çavvekirî li ba Simko hatibû naskirin, lê li ba Turkan mîna dijminekî serek bû di Kurdistanê de. Hevdîtina Simko û Evdilrezzaq Bedirxan, hevkariya (Zor û Zanînê) nîşan dide, ewan bo dijminên gelê me bûn sedema dijwariyê û tirsê.

Evdilrezzaq dostê bavê Simko bû û hikariya xwe jî li Simko ji zû de kiribû. Evdilrezzaq xebitiye, ku hikariya Urisan di Kurdistanê de xurt bibe, ku Kurd kanibin nîrê zordariya Turkî ji ser milên xwe bavêjin.

Dr. Celîlê Celîl tîne ziman, ku di salên 1912‑1913´an de Simko, li gel Evdilrezzaq Bedirxan Komeleyekî kurdî, bo hînkirinê (Gîhandî) li şarê Xoy avakiribû û gelek kurdên bi hêz û maldarên niyas têda cî girtibûn. Armanca komelê:

Avakirina dibistanan, derhînana govar û rojnameyan, danîna Elîf­bayeka kurdî ya nûjen û şiyandina ciwanên kurd bo, ku li Rusiya fêrbibin zanînên nûjen.” Serokê va komelê jî Evdilrezzaq bû.“

Xweya dike, ku Evdilrezzaq xwestiye têkilî û pêwendiyên Kurdan bi Urisan re çêbike. Lewma xebitiye, ku bi navê komelê ev têkilî xurt bibe. Wî didît, ku nivîsîna bi tîpên rûsî, wê fêrbûna zimanê rûsî, yê ku ji Kurdan re giringe, asan bike. Li ser va bingehê bi hinek rojhilatnasên Uris re peyivî bû, ji wan xwestibû, ku ewana  wergerandinê di nava çanda kurdî û ya Rusî de bikin û tora kurdî wergerînin zimanên europî yên din jî. Simko, bo komelê malê “ZEKAT” dicivand. Gava komelê dibistan vekirin, nûnerên Europaiyan bi dengekî bilind li dij rawestiyan, gelek gotinên pîs û dijûn li ser Simko derxistin nav gel, ji gelê kurd xwestin, ku kesek Zekatê nede Simko. Ajanên Turkiyê û Iranê bi  hev re    geriyan û bangeşiya dij Simko belavkirin, dikirin û dixebitîn, ku Kurdan li Simko rakin û gotin, ku Simko dixwaze Kurdên musilman bike filleh. Ajanên Europayê dîtin, ku vekirina dibistanên kurdî têkilî û pêwendiya bi welatekî biyanî re ye. Wan bi xwe jî pesna têkilî û pêwendiyên Dewleta Osmanî yên derve dikirin. Lê gelê me guh neda wan û dibistan vebû. Serekê hêzên Urisan, General Vîsiliofiskî û serhêzên din ên herêma Xoy û parêzkarê herêmê Mîr Emced û gelek malmezinên Kurdan vexwendiyê roja vekirinê bûn. Bo parastina 29 zarowên kurd ji Ciyarîk, Somay, Biradost û Xaydarê, ên ku bi cilên nûjen û kumên qewqazî yên sipî; Simko 40 suwar amadekir, telegram  di  wa rojê de gihan Tehran, Tebrîz û Istanbolê, ku Kurdan bajarê Xoy zeptkirin. Evdilrezzaq û Simko bo destpêka xwendinê li pêş gel axivîn, nameyek bi navê gelê kurd hinartin bo Qeyserê Rusî û bersiv ji aliyê wezîrê derve yê Rusî ve hat, têde vekirina dibistanê û xebata Simko spaskir. Evdilrezzaq Bedirxan jî gote Urisan; eger bizava Kurdan bi aşîtî negihîne çi armancan, ew amadeye bo serhildanekî gelêrî, ji bo serxwebûna Kurdistan. Ev têkiliya Simko û Evdilrezzaq ji demeka zû de ye. Bavê Simko, yê ku bi Evdilrezzaq re demekî li Istanbolê mabû, li gel wî hatibû girtin, surgunî Trîpolî (Tirablusê) bûbû û li wir jî bavê Simko di bin îşkencê de mir. Evdilrezzaq Bedirxan, ji destpêka sedsala bîstan ve, rolekî netewî yê mezin, mîna rêberekî navdar leyistiye û bi taybetî piştî “Destûr” a sala 1908’ê li Istanbolê. Lê li ba turkan her wekî çavdêrekî Rusî hatiye dîtin û gumankirin. Bi rêya wî jî têkiliya Simko bi serokê Aşûrî yê namdar Petrus Ilof re çêbuye.

Bê guman pilanekî Evdilrezzaq Bedirxan yê bo serxwebûnê hebuye û Simko jî ew dizanî û bi  hev re    bo bi cih anîna wê pilanê dixebitîn.

Berî ku cenga cîhanî ya yekem destpêbike, Urisan hêza xwe di bakur û rojavayê Iranê de pirtir kiribû, baweriya wan bi Evdilrezzaq û Simko re jî seda‑sed dijî xewn û daxwazên turkan bûn. Li ser va bingehê Simko bû berpirsê parêzgeha Sînorê , ya ku li Kator bû û têde cebilxana Rusî hebû. Rojhilatnas û dîplomatên Rusî yên mîna Çêrkov, Gordlîfskî û Hekîmovîç têkilî û pêwendî û bawerî di navbera Kurd û Urisan de peydakiribûn, çi bi nivîsên xwe û çi bi gotin û belavkirinên çandeyî yên li ser Kurdan.

Ji aliyê dî ve, şêx Taha jî yek ji kesên ku sireka mezin di jîn û xebata Simko de leystiye. Ew jî ji malbata şêx Ubeyd­ullah ê Nehrî ye. şêx Taha xebitiye, ku têkilî û pêwendiyên Kurdan bi Ingilîzan re hebin, û piştî cenga cîhanê ya yekemîn gelek caran li gel Ingilîzan rûniştiye û xwestiye, ku alî­kariya wî û Simko, bo damezrandina dewletekî kurdî bikin. şêx Taha jî, mîna Evdilrezzaq Bedirxan bo vekirina komelekî bi navê (Hogirî) li Rewandizê xebitiye.

Di rojên dawiyê ji sala 1912’ê, gava serokê leşkerê Turkî, derbas bûye rojhilata Kurdistanê, bi mebesta bi cih kirina Evdilrezzaq Bedirxan û şopandina wî, tirseka mezin ketiye dilê wî Turkî, ku ji bajarê Xoy biçe Katorê, ji ber ku leşkerê Simko di wê herêmê de xurt bû û gava ew bi şaşî bi ser mala Simko ve hatiye, li “Çiyarî‑ Kala”, nizanî bû çi bo Simko bibêje. Di cih de hêvîkir, ku wî bigihînin sînorê Turkiyê. Simko bi hişkî bi wî re axivî û ji turkan xwest, ku careka dî derbas nebin welatê wî.

Sir Edmonds ê îngilîzî dibêje, ku Di sala 1913’ê de, bi hikariya hebûna Uris û Turkan di Kurdistanê de, komîtiyeka sînorê hat peydakirin, sînor di nava Iran û dewleta osmanî de bi şêweyekî navnetewî biryarkir û bi wa rengî Kurdistan hat parvekirin. Ev parkirina jî bû sedemek bo jarkirina hemû tevgerên ramyarî yên kurdî di çerxa nû de.

Li Urmiyê, hindikiyeka filleh hebû, taxeka bajêr ji wan bû. Di dîrokê de, bi musilmanan re mîna hevserên sirûştî dijiyan û bazarvanî dikirin,heya ku hikarî û posîdeya Ingilîzan berî cenga cîhanî ya yekem  di herêmê de peyda bû. Ji wê demê ve Ingilîz xebitîn, ku di nava Asûriyan û Kurdan de dijminahiyê peyda bikin.

Mamoste Pêreş ji rojnameya Times a londonî wergirtiye, ku Serkarê berê yê wezareta Koloniyan ê îngilîz, di mafê serpêhatiya Asûriyan de gotiye, ku bo kêmkirina dayînên terazûnê (mîzaniyet) bi milyonan, Ingilîzan Asûrî mîna hêzên piştvan ji çekê xwe yî asimanî re bikaranîne. Hêzên wan di livbaziyan de xedar û jêhatî bûn, û heznekirina gel ji wan, ji ber şaşiyên wan bû. Lê diyare, ku ewana mîna acetekî di dest biyaniyan de hatine dîtin.

Ingilîzan her û her xwe mîna parêzvanekî fillehan di koloniyên xwe de didîtin û bi wî rengî maf didan xwe bo mêtina xêr û bêrên welatên dagîrkirî û hêrişkirina ser wan.

Zordariya Asûriyên, ku xwe kiribûn destikê kêrê ji Uris û şahê Iranî re, giha bû qonaxeka mezin. Dibêjin ku suwarên wan Kurd digirtin, rêz dikirin û ji wan dixwastin, ku bibezin. É ku 20 gavan bibeze wê sed Tomanan bistîne, ê ku 40 gavan bibeze, wê sêsed Tomanan bistîne, lê ê ku bêhtir bibeze, wê çarsed Tomanan bistîne. Gava mirovên kurd dibezîn, ku Tomanên xwe bistînin, seriyên wan dihatin birrîn û hesinekî, ku di agirê de sor bûye didan ser qirkên wan ên bê serî diman. Navê wê lîstikê kiribûn “Bezîna Kurdan”.

Di destpêka cenga cîhanî ya yekê de, hêzên Turkî yên Itîhadî di rojhilatê Kurdistanê de cih girtibûn û hinde êlên Kurdan jî bi aliyê xwe xistibûn. Armancên xwe yên ramyarî bi rêya cudahiya “mezhebî” ya, ku di nava Kurd û Farisan de bi cih anîbûn û hêzên xwe yên jar bi piştgirtina Kurdan xurt kiribûn. Lê pir dirêj nekir, piştî 5 mehan  Urisan heyanî Urmiyê ji dest wan girtin û fillehên, ku ji ber Turkan dinalîn, ji Urisan re bûn piştvan û çavdêrî ji wan re kirin. Urisan baweriya xwe bêhtir bi wan dikir, ne bi kurdên, ku piraniya wan musilman in. Simko û hinek dî hatin girtin û ewan şiyandin Georgia. Kurdan dijî va yekê serî hildan û çende êlên kurdî, bi hevkariya çavdêrekî alman, hêriş ser hêzên Rusî kirin û nehêştin, ku Uris pêşve bên. Berxwedana wan êlan 8 mehan dirêjkir. Ji ber vê yekê û ji ber ku li Hemedanê 10.000 serbazên kurd di nava 18.000 ên leşkerê Turkî de hebûn, Urisan pilana xwe beranberî Kurdan guhartin. Simko berdan û xwestin, ku bi wî re têkilî û pêwendiyê peyda bikin.

Di cengê de çi hêza netewî an oldarî bi serê xwe nema. Fillehên Urmiyê xwe dan rex biyaniyên mîna Ingilîz, Uris û Firansizan û gelek musilmanan xwe dan rex dewleta osmanî. Kolonyalîstên Europayê ne tenê fillehên herêmê bo xwe kiribûn millîs û pêşhêz, bi wan re gelek Afrîkî û Hinistanî jî anî bûn rojhilata  navîn, bi mebesta şikandina hêzên osmanî. Bi rêya Misyonê (Mission) dibistanên fillehan li Hekarî û Reşqoçanê vekirin, û ji aliyê Konsulê îngilîzî yê Wan’ê ve hatin xurtkirin û parastin. Misyonerên Emerîkî ji sala 1820’ê ve di Kurdistanê de bi cih bûbûn û ji xwe re , bi taybetî li Tebrîzê, li kesên olsist û “çav‑vekirî” digeriyan. Biyaniyan di nava musilman û fillehan de dîwarekî dijminahiyê peydakirin.

Berî wan misyonan, têkiliyên musilman û fillehan li Hekarê û Behdînan çi caran pîs nebûn. Wilo jî di dema şêx Ubeydullah Nehrî û şêx Evdilselam Barzanî de. Eve jî ji aliyê çend rojhilatnasên rojavayî ve hatiye bi cih kirin. Lê ji destpêka cenga cîhanî ya yekê ve fillehan ramiyariyeka ber bi Europa  û Rusiya ve bi rê ve birin. Osmaniyan jî ji hêla xwe ve, bi navê Islam û Xîlafetê kurdên Musilman dij wan tûj kirin. Ji aliyekî dî ve jî têkilî di nava Faris û Kurdan de ber bi nebaşiyê ve çûbû. Bi taybetî piştî kuştina Cafer axa birayê Simko.

Konsulê Emerîkî Gordon Paddock yê ku li Tebrîzê bû, piştgîrê karê misyonariyê bû. Têkiliya wî jî bi Simko re çêbû bû û bo wî 5000 Dollar ên zîvî anîbûn, ku Simko razî bike; bo rêdayîna misyona fillehî di Kurdistanê de. Ew li ser Simko wilo dibêje:

Simko mêrekî ciwan, baş û jîr bû, di derdoreka zorê de mezin  bûbû û kuştina birayê wî yê, ku bi deh salan ji wî mezintir bû, ji bîra wî nediçû.”

Payîza sala 1915’ê 25000 filleh ji herêma Hekarî ji ber hêrişên Turkan reviyan û ber bi Urmiyê ve hatin, di rêya xwe de, bi zora 5000 tivingên Rusî û 6000 pişthesp û peyan, mal û gundên Kurdan talan kirin. Lê gava ewan gihan Urmiyê, Urisan ji wan xwestin, ku dijî Turkan şer bikin. Misyonariya emerîkî ya, ku ewan xistibûn bin basikên xwe, rê da wan, bo parastina sûd û daxwazên emerîkî di herêmê de, ku li dij musilmanan şer bikin.

Hesen Erfa yê, ku wê demê serleşkerekî îranî bû û dijî Simko şerkiribû, dibêje, ku fillehan dixwestin, bi piştgirtina Uris û Emerîkan, û bi rêberiya serokê wan Mar şamon û Petrus axa, li Urmiyê û Salmasê dewletekê ji xwe re ava bikin. û wilo em têdigihînin, çuqas evana bi soz û pilanên biyaniyan hatibûn xapandin, ji ber ku ciyê ku dixwestin têde dewletekê bo xwe çêbikin Kurdistan e û çi caran wê Kurd bêdeng li hember bûyereka wilo nemînin. Simko heya wê demê li dora xwe temşa dikir û dizanî, ku wê Uris û Emerîkan li hember wî rawestin, eger ew nerazîbûna xwe nîşan bide. Lewma ew li hêviya guhartinekî hêzan bû û li benda rawestana cenga cîhanî mabû. Li ser bingeha va ramanê têkilî û pêwendiyên xwe bi Mar şamon re xurt kirin, ku nehêlibe biyanî Kurd û Asûriyan berdin hev û li dij hev û din bi kar bînin.

Di destpêka cengê de, sala 1914’ê Simko, Evdilrezzaq beg  û şêx Taha Nehrî li gel sermîriya qeyserî a Rusiya peymanek pêkhanîn û bi hev re soz û peymana xebatekî hevkar bo avakirina dewletekî kurdî dabûn. Ev peyman heyanî serketina şorişa Oktober a 1917’ê mabû, lê piştî serketina şorişê wan dît, ku rewşa teviya Rusiya ne amadeye, bo bi cih anîna wê peymanê, lewma serekên Kurdan vegeriyan Turkiyê. Evdilrezzaq Bedirxan di cih de hat girtin û li Mûsilê berî, ku tiştekî jê bipirsin hat darvekirin. Seyid Taha û Simko nehatin girtin û kanîbûn xwe ji kuştinê bidin aliyekî.

W. Eagleton ê emerîkî di nivîsara, ku li ser komara Mihabadê nivîsiye, dibêje, ku di dema cenga cîhanê ya yekê de rabûn û rûniştina ramyarî ya serekên Kurdan, ên oldar û yên êlperest û burciwaziyên bajaran û roşenbîran li hember bûyerên cîhanî, li ser bingeha sûd û berjewenda kesanî û cihderî bûne, an jî ji daxwazên xwerû, ku dibe li herêmeka fireh jî belav bûbûn, lê ji hev cudabûn û dijheviya bo serokatiyê, hêrişên êlan û komployên ramyarî û pevçûnên oldar û hinek tiştên mîna wan hikarî li wan dikirin, lê li ba çendekan ji wan pirs pirsa netewiya kurdî ya dirist bû.

Eve bi rastî heya niha jî di Kurdistanê de wilo ye, lê bêguman kesên, ku di wan nîrên navnetewî yên dijwar de bo pirsa Kurdistanekî serbixwe seriyên xwe erzan dane, pirsa kesanî ne ji ya netewî giringtir bû. Nimûneya van kesên welatparêz jî Evdilrezzaq Bedirxan bû.

Weke em dizanin, di dîrokê de, dijminahiyeka mezin û dirêj her di nava dewleta osmanî û qeyseriya Rusî de hebû. Lewre Urisan ji xwe re standina Kurdistanê ji dest Turkan, her kiribû armanc û ji bo wê armancê xebitiye. Di destpêka sala 1916’ê de leşkerên rusî pareke mezin ji Kurdistanê, heyanî Rojavayê Erzincanê û başûrê Rewandizê kirin bin destên xwe û xebatekî mezin nîşan dan, bo standina Mûsilê, bi rêya herêmên Barzaniyan û Xaneqînê, lê ji ber ku li Rusiya serhildana komonîst destpêkir, hêzên Rusî xwe ji Kurdistanê bê dil û bê mirûz vekişandin û di vegera xwe de qirkirinên bê nîşe dijî Kurdan kirin û bi taybetî li herêma Barzan û Rewandizê.

Basîl Nîkîtîn dibêje, ku di dawiya sala 1917’ê de mirovek hat baregeha wî ya konsulî li Urmiyê, ew mirov bi navê komela (Serxwebûna Kurdistanê) axivî û nameyek ji aliyê şêx Taha ve bo konsulê Rusî anî, bi mebesta hevkariyê dijî Turakn, ku Kurdistan bite rizgarkirin. Li gorî dîtina Basîl Nîkîtîn, şêx Taha yê ku ji zîndanên Rusiya ya Qeyserî reviya ye, kurê birayê şêx Evdilqadir e. şêx Taha heyanî 1917’ê li Istanbolê mabû, pişt re koçkir Mekkê, ba şahê Ereban Husên.Di sala 1925’ê de Turkan ew li bajarê Diyarbekirê bi dar ve kirin.

Berî rawestana cengê bi çend mehan. Di 25.02.1918’ê de Simko û Mar şamon li Koneşehir li hev rûniştin û wî xweş dizanî, ku gelê kurd bi wa rûniştinê neraziye:

Yek – ji ber ku Mar şamon teviya welatê Kurdan, yê di rêya wî de bû, û bi taybetî Mergewer û Tergewer, talan û wêran kiribû.

Du –  Ji ber ku ew dixwaze di Kurdistanê de dewletekî asûrî bo fillehan çêbike.

Lê xweya dibe, ku Simko ne ji dil de têkilî bi Mar şamon re çêkiribû.  Ew li gorî pilanekî xwe dilivî. Simko di wa hevdîtinê de Mar şamon da kuştin. şerek di navbera hêzên wî û yên fillehan de pêkhat, gelek ji fillehan hatin kuştin, ên mane jî reviyan Hemedanê û xwe xistin bin basikên Ingilîzan. Pişt re Ingilîzan ewan birin Iraqê, herêma Baqobê û li wir ji xwe re ewana kirin Millîsên Lîfî yên dijî şêx Mehmûdê Berzincî ajotin qadên cengê û bi wan gelek kuştin û wêranî di Kurdistanê de kirin.

Di 08.01.1918’ê serokê Emerîkî Willson li pêş kongires a emerîkî got, ku pêwîste bo hindikiyên netewî yên ne turk û di çarçiva imperatoriya osmanî de dijîn, bergeha standina mafên wan ên bêkêmanî di serxwebûnê de bite dayîn, bê ku kesek destê xwe têxîne di nav de an jî hikariya xwe li wan bike.

Ev banga Willson, bi hinde armancan bû:

Yek –  li hemberî banga şorişa Oktoberê ya bo mafê gelan bû.

Du – Ji bo tûjkirina pevçûna nava gelên dewleta osmanî bû, mîna Ereban, Kurdan û netewên din.

Sê –  Ji boyî xurtkirina hebûna emerîkî di herêma rojhilata navîn de.

Lê çiqas bibe, nebe, va bangê dilê Kurdan tijî hêvîkir, ku li dervey herêmê dewlet û mirov hene, wê alîkariya serxwebûna wan bikin, lê bi rastî, dîrok bo Kurdan roj bi roj tarîtir û reştir bû. Kuştina Mar şamon jî, li ba welatên fillehan nav û dengê Simko û yê tevgera kurdî jî pîskir, û em xweş dizanin, ku mayîna Mar şamon wê rewşa Kurdan pîstir û dijwartir bikira, û ji va yekê pêve jî, Mar şamon û Asûyriyên wî di Kurdistanê de gelek xwîn rêtibûn. Lê gava bangeşiya (Propaganda) neyar xurttir be, ew dikare hemû rastiyên dîrokî û bûyeran biguhêre û Kurdan her û her mîna hovan diyar bike.

Di 30.10.1918’ê de cenga cîhanî ya yekê rawesta. Leşkerê turkî ji Iran û Qafqasiya derket û li rojhilatê Kurdistanê valahiyeke ramyarî peyda  bû. Ji bêhtirî 200 serbazên Iranê çi hêz dî nebûn. Diyar dikir, ku Simko bi hêztirîn kes bû di herêmê de. Farisan dît, ku bi leşker û cengê nikanin tiştekî dij Simko bikin. Berpirsê Azerbeycanê pakêtekî “şîrone” li ser navê dapîra Simko bo wî şiyand, têde bombeyek hatibû veşartin. Gava teqiya birayekî Simko hat kuştin.

Simko biryara xwe da, ku bilive û wilo di destpêka 1919’ê de hêriş ser Urmiyê kir û bangeşiya Kurdistanekî serbixwe kir. Kurdên Hekarê jî alîkariya wî kirin û di demeke kin de hêzên wî li teviya rojhilatê Kurdistanê belav bûn.

Ajana îngilîzî Bill xanim ya, ku di başûrê Kurdistanê de gelekî dij Kurdan kar kiriye li ser şêx Taha dibêje; ku armanca şêx Taha ji hatina Bexdadê ewe, ku ” berpirsên Ingilîz avakirina Kurdistanekî di bin deselatiya îngilîzî de bipejirînin, û di wê Kurdistanê de hemû kurdên Iranê jî hebin.” û gava ji wî re hatiye şirovekirin, ku Ingilîz alîkariyeke wilo nadin wî û bi taybetî bo kurdên Iranê, gelek ji Ingilîzan dilsar bû û got,ku wê Kurdistana Iranê ji Iranê cuda bibe, eger Ingilîz alîkariyê bidin an nedin.

Sala 1919’ê Bill xanimê li ser Simko nivîsandiye, ku wî biryara xwe dayî, bi qasî neynûkekê ji malê fillehan, ewê ku di cengê de ji wan standiye, li wan venagerîne û dibêje, ku baregehê Simko di çiyayên bilind de ye û tu caran kesek di wir de nikare zora wî bibe. Bi bîr û baweriya Bill xanimê, dijminahiya Simko ji Iranê re, ewa ku Ingilîzan vêre peymanekî taybetî peydakiriye, bûye sedemek, ku Ingilîz çi alîkariyê nedine wî, bo yek‑kirina netewî di nava kurdên Iran û Turkiyê de. Bi ser vê yekê ve jî, Simko, li gorî dîtina Bill xanimê ditirse, ku Ingilîz tola fillehan ji wî vedin û lewma ew xwe nêzîkî Turkan dike.

Bill xanim dibêje, ku şêx Taha mirovekî hêzdar ê berçav bû, ji aliyê ramyarî û rewanî ve, di bakurê rojhilatê Kurdistanê de. Serhildana malbata wî sala 1880’ê li Urmiyê bo wî navekî mezin bû û dêrîna (mulk) wî jî pir bû. şêx Ubeydullah li Istanbolê li gel kurê Evdilqadir girtî bû, kurê wî Evdilqadir berpirsê partiya kurdî ya netewî bû. Kurê wî yê dî şêX Siddîq hêriş biribû ser fillehan û zordarî li wan kiribû. Kurê şêx Siddîq Şêx Taha di dema berî cenga cîhanê ya yekê de mêhvanê rûmetê yê Urisan bû, û wê demê di dilê Urisan de bû, ku wî bikin serokê sermîriya Kurdistanekî serbixwe, ya di bin deselatiya Urisan de. Di rewşekî wilo de şêx Taha kanî bû, têkiliyên xwe bi Almanan re jî biparêze. Gava Uris ji wî xeyidîn, mala wî li Nehrî hilweşandin, gava sala 1916’ê di sînorê re derbas bûne. Ew ji aliyê malbatî ve merivê Simko ye û bi wî dilxweşe. Herdu mêr, şêx Taha û Simko mirovin xwehej in û yên mîna wan li Kurdistanê pirrin û ewana li pey sûd û berjewendên xwe digerin û bi carekê pirsa fillehan li ba wan ne giringe.

Şêx Taha Di 5. Gulana 1919’ê de, bo musteşarê îngilîzî yê Kerkokê dinivîse, ku Simko ji Elîxanî qeralê bajarê Xoy heznake û dixweze wî ji wir derxîne. û gava qeralê giştî yê Tebrîzê daxwaza Simko nepejirand, Simko hêriş ser Urmiyê kir û Erşed El‑Melêk kir qeralê bajêr. Dibêjin, ku Simko teviya hêza leşkerî ya farisî di bajêr de (Dora 600 cendirme bû) qirkir û kesek ji wan cendirman sax berneda. Bi ser de jî komeka mezin ji misyonar û ajanên emerîkî kuşt.  Qeralê giştî yê Tebrîzê xwe nêzîkî netewperestên turk kir, ewên ku hinek serhêzên xwe bo navberiyê şiyandin Urmiyê û di wê demê de, qeralê giştî, yê ku guman kiribû; ewê zora Kurdan bibe, ji Sawblaxê ve (Mihabadê) hêriş kir. Destpêkê kanîbû bi hêzeka ji 300 cendirman ji Karandirîfê pêşve biçe, Lê Simko ewan şikandin û ji wan herêman bidûrxistin. Ji Mihabadê jî hêza farisî ber bi herêma Soldozê ve reviya. Simko da pey wan cendirman. Qeralê giştî ji Salmasê ve hêrişeka dî bi 2000 cendirman û suwarên Qozaq anî ser Kurdan, lê ew hêrişa jî hat şikandin û Kurdan çekên wan standin. Dema ku qeralê giştî dît, ew nikare zora Kurdan bibe, rabû careka dî serhêzên Turkan bi rovîtî şiyandin ba Simko.

şêx Taha dibîne, ku di nava Turkan û qeralê giştî yê Tebrîzê de peymanekî bi dizî heye.

Cîgirt ê nûnerê giştî yê îngilîzî li Raniyê nameyeke bi dizî bo serokê xwe yê li Suleymaniyê dişîne, têde dinivîse, ku Ingilîz bixwazin an nexwazin, navê Simko mezin dimîne û di teqreqên dijî Ingilîzan de, ji aliyê bangeşiyên dijî dewletê ve, mîna mirovekî namdar, navê wî tê lêvkirin.

Wilo Bill xanimê di mafê Simko û şêx Taha de li ba serokên xwe dipeyivî û ji berpirsên xwe re dinivîsî:

Xweya dike, ku daxwazên şêx Taha ji Ingilîzan evan bûn:

1. Derxistina fermana beratkirina giştî li Kurdistanê.

2. Divê vegerandina fillehan nava Kurdan û welatê wan Kurdan nexîne bin zordariya Ermeniyan an Nistoriyan (Asûriyan).

3. Divê sermîriya îngilîzî amadebe, bo alîkariyeke mîna ya bo Iraqê, ji gelê Kurdistanê re jî.

Bersiva cîgirtê qeralê îngilîzî ev bû:

“Sermîriya şahanî ya îngilîzî wê tola xwe ji Kurdan nehilîne, wê berata giştî bide, wê di nava Kurd û Ermeniyan de aşîtiyê peyda bike û wê di kongira aşîtiya navnetewî de berjewendiyên Kurdan ji ber çavan wenda neke.”

Lê bi rastî soz û peymanên Ingilîzan tev derew bûn û tenê dixwastin baregehên xwe di Kurdistanê de xurttir bikin.

Cîgirtê konsulê îngilîzî li Hemedanê bo wezîrê karbidestê îngilîzî li Tehranê û serkarê giştî yê ku li Bexdadê, di 18.08.1921’ê de dinivîse; ku wî ji jêderekî dirist bihîstiye, ku Simko nameyek bo êlên Kurdistana Iranê hinartiye, têde pêşniyaz kiriye, ku bo roxandina zordariya sermîriya farisî rabin û soz daye wan, ku dewletekî biyanî wê alîkariya wan bike, û êlên Kurdan jî bi pejirandina pêşniyaza wî mijûl in. Wê civîneka serekên êlan di demeke nêzîk de çêbibe. Ew ji berpirsên xwe yên îngilîzî dipirse, ka tiştekî dijî Simko bikin an ne. Wezîrê îngilîzî, ji cîgirtê konsul dixwaze, ku ew xwe bigihîne serekên êlên kurdî û wan ji Simko cuda bike.

Piştî rawestana cenga cîhanî ya yekê, kongira aşîtiyê ya Sévres çardeh xalikên bernameya serokê Emerîkî Willson biryar kir û li ser vê bingehê û li gorî bendên vê peymanê, gelê kurd bo serxwebûna xwe bizavkir.

Raste, ku rojhilatê Kurdistanê neketibû bin biryarên peymana Sévres, lê rabûnên gelê me li bakurê Kurdistanê û serhildana Şêx Mehmûdê Berzincî (Binêr Rewşen, hej.3, sal 1989) li Suleymaniyê, dijî kolonyalîstên îngilîzî, têhna xwe ya şorişîn dabûn teviya welatê me û hêviya standina mafê netewî li ba Simko xurtkirin.

Piştî peymana Sévres, Simko lêdaneke mezin li leşkerê farisî xist, ewa ku hêriş anîbû ser Mihabadê û ji 2000 serbaz bû. Faris reviyan û li şûn xwe du top ên Rusî yên giran, gelek çek û tivingan hêştin.

Di sala 1921’ê de bajarên Mehabad, Baneh, Marage û Miyawinduwab ketibûn bin alaya Simko. Hemû Kurdên bi şeref û namûs li gel wî bûn û çi deng ji yê serxwebûna Kurdistanê bilindtir tune bû. Heyanî 1922’ê serketinên Simko li pey hev dihatin û peymana Sévres ruh û xwîn berda bû damarên tevgera kurdî, ku civata navnetewî mafê gelê Kurd di serxwebûnê de pejirandiye û dadmend dîtiye.

Di 21.02.1921’ê de Riza Xan ê , ku berê serekê Kozakan bû, hêriş anî ser Tehranê, şah Ehmedê, ku jar bûbû bêhêz kir û bîzaveka mîna ya Mustefa Kemal paşa ajot, ku Iranê bi aborî û şaristaniya Europî ve girê bide. Yek ji armancên wî hilweşandina deselatiya êlan bû, bi rêya belavkirin û ji cîhilkirina serekên êl û malbatên wan û destdayîna ser hebûnên wan. Gelek êlên Kurd û Qalpaxî koçber kirin û ji cî û warên wan bidûrxistin. Gelek êlên koçeran jî bi darê zorê bi rûniştin dan. Bi destên fillehan, di Kurdistanê de zordariyeke hov pêkhanî û bi taybetî dijî kurdên, ku serekê wan Simko bû.

Di 19.08.1921’ê de serkarê giştî yê ku li Bexdadê, bo berpirsê ramyarî yê Suleymaniyê nameyekê dişîne, têde dibêje, ku Simko serokekî xwedî hêzeka serbixwe ye di herêma ku ewên teqreqan dijî Ingilîzan di Rewandizê û derdorên wê de dikin, jê tên û ew xwediyê erdên fillehan yên Urmiyê ye.

Di wan deman de, Simko bizava xwe dikir, ku dan û standinên xwe yên diplomasî fireh bike, ne tenê bi Ingilîz, Turkan û biyaniyên din re, di nava Kurdan de jî, bi serekên êlan re û bi hemû kesên, ku wî dikarî rê bo têkiliyê bi wan re bidîta. Di havîna 1921’ê de bo Babekir axa dinivîse, ku çi deselatiyên bi zor ji ya îngilîzî pêve di herêmê de nînin. Bolşevîk bi serbestî di bakurê Iranê de dilivin û pir pêda diçin (berdewam dikin). Iran jî ‑ mîna hêzekê‑ bê hebûne, û Turk bi nûneriya Mustefa Kemal, bi 20.000 mêr di Ankara de rûniştîne. Di herêmê de çi rehetî nîne.

Simko dizanî, ku armanca Turkan di Kurdistanê de, tûjkirina nava êlên Kurdan û sermîriya Iraqê ye û standina hemû hebûnên Kurdan bi rêya pac û talanê ye. Lewre wî digot, ku wan kesên hatine Kurdistanê û bi taybetî li Kanî Reş û Rewandizê ne penahberin, ewan ajanên Turkan in. Simko dizanî jî, ku li ba Ingilîzan, Turkan, Farisan û Urisan bawerî bi wî nîne, lewre digot: ” Ez dizanim, ku di têkiliya bi hukumetan re, navê min bi xiyanet û rovîtiyê ve girêdayî ye.”

Berpirsê ramyarî yê Suleymaniyê di wê salê de nameyeka bi dizî bo serkarê giştî yê Bexdadê dişîne, têde dibêje, ku Simko wilo bû:

Xortekî çalak û têwerkir e. Serpêkan bi cih kirin, ku mirov nikare pişta xwe bide wî, lê ji aliyekî dî ve, wî nikarî ew cihê xwe yê bilind bistanda eger ne wilo ba. Raste ku wî gelek serkeftin dijî sermîriya farisî pêkhanîne, lê xweya nake, ku wî serkeftinekî mezin bi cih aniye. bê guman ew têgihîştiye, ku serketina wî bi hêza êlî tenê, heyanî li hember sermîriyekî jar yê mîna Iranê jî ne asane.”

Ev berpirs dibîne, ku bê guman eger Ingilîz piştgirtina Simko bikin, wê bikare destê xwe deyne ser wê herêmê û dibe jî, ku rojavayê Rewandizê jî bistîne. Mebesta wî ewe, ku di nava Kurdên Simko û yên şêx Mehmûdê barzincî de dijheviyekê peyda bike.

Em dibînin, ku tu caran maf û azadiya Kurdan di dilê Ingilîzan de cî negirtibûn. Eger tiştekî wilo heba, wê wilo bi hişkî û dijminî li hember şorişa şêx Mehmûd nerawestiyana, wê welatê me bi peymana Sayks‑ Picot parçe parçe nekirana. Lê dîsa jî mîna îro baweriya hinek roşenbîrên kurd bi Impiryalîstan hebû.

Berî vê yekê jî, Ingilîzan nerindî û neqencî li dijî Kurdan kiribûn û bêbawerî li ba Kurdan peydakiribûn. Bi derewa vegerandina Asûriyan cî û warên wan, di Gulana 1920’ê de, Ingilîzan bi hezaran fillehên Asûrî birêxistin, bi mebesta standina Urmiyê ji destên Kurdan. Rêya ku hatibû pêşniyaz kirin, ji Akrê di nav herêma Barzaniyan a çiyayî re diçû Gewre û ji wir jî bi asanî ewan digihîştin rêya Urmiyê. Pilana Petrus axa, serokê Asûriyan, ew bû, ku herêma girên piçûk ên li ser sînorên Turkî‑ Iranî bistîne û ji wir ve, destê xwe deyne ser herêmên din. Va hêrişa, ku Ingilîzan hemû tişt jêre amade kiribûn, bû sedemek dî ji sedemên bêbaweriyê di nava Kurdan û Ingilîzan de.

Di 23.08.1922’ê de Riza Xan (pişt re bû şah) leşkerekî mezin şiyand Salmasê. Bi alîkariya leşkerê Turkî yê, ku berê dijî Iranê bû, zerarekî mezin gihand hêzên Simko.

Piştî vekişana Simko nav gundê Dêrê li bakurê Erbîlê (Hewlêr) Major Noel hêvî kir, ku hêzên kurdî yên şêx Mehmûdê Berzincî, şêx Tahayê Nehrî û Simko, bi pilanekî hevkariyê dijî leşkerê Turkî bajo. Lê di wê demê de, leşkerê Iranî, bi alîkariya hêzên Turkî herêmên Kurdî ji Dîlman heyanî Bane, yên ku Simko rizgarkiribûn ji dest Simko girtibûn. Simko û şêx Mehmûd Daxwaza Major Noel nepejirandin, hema şêx Taha bi ya Ingilîzan kir, hêriş ser Rewandizê kir, û zerarekî mezin gihîşt hêzên wî û pir Kurd hatin kuştin.

Di 14.12.1922’ê de, Simko dîsa xebata xwe kir, bi mebesta razîkirina Ingilîzan, boyî ku zora wî nebin û li hember şorişa kurdî nekevin şer. Simko telegramek ji Hewlêrê bo hukumdarê Ingilîzî hinart, ku qeder û pêşeroja Kurdan ketiye destên Ingilîzan. Simko dibîne, ku neraste eger Kurd bêyî ferman û biryara Ingilîzan tiştekî bikin, lê  divê ewan jî piçekî bi êş û kovana wî û ya Kurdan mijûl bibin û ji bo alîkarî û rizgarkirina welatê xwe ew xwe davêje bextê wan.

Di salên 1922‑1923 an de, alîkariyekî mezin di nava leşkerên Iranê û yên Turkiyê de, dijî Kurdan çêbû bû û wilo rewşa Simko ber bi zerarê ve çû. Serekê leşkerê Iranî General Ebdullah Tihmasip bi alîkariya êlên Azerbeycanê yên koçer kanîbû hêzên Simko hêdî hêdî ber bi sînorên Turkî ve bida. Hemû xebatên Simko, ku hêzên Kurdî ber hev û din bîne, wan bike yek û dijî leşkerên Turkan û farisan têxîne qadên şer jar û bi şûn ketin. Bîzava, ku bi rêya şêx Taha dihat kirin, bi mebesta standina alîkariyê ji Ingilîzan têkçû. Serketina Ataturk di peymana Lausanne de, lêdaneke mezin li teviya tevgera azadîxwaza Kurdistanê. Xweya bû, ku hêzên Europî dixwestin Ataturk di hêrêmê de, li gel Riza şah û Melêk Husên ê Ereban pêşve biçin, ji ber ku sûd û berjewendên Ingilîzan diparêztin û firehtir dikirin.

Di telegramekî dî de dibêje, ku ji Ingilîzan pêve kesek nîne, serxwebûna Kurdistanê bide Kurdan.

C.J. Edmonds, pişt hevdîtinekê bi Simko re, dinivîse, ku Simko, xwast ku bi Turkan re têkiliya xwe bibirre, ewên ku di destpêkê de ji wî hez dikirin û li dawiyê dij wî rawestiyan. Ew gelek şaş mabû, ji ber rawestana Ingilîzan, li hember Farisên, ku bi dirêjahiya Sînorê li gel Turkan kardikin. Simko got, ku ew hatiye bi hêviya piştgirtina Ingilîzan ji xebata wî re, bo pirsa azadkirina gelê kurd, ji ber ku ew dijî zordariya Turkan û Farisan e, wan dijminên Ingilîzan. û ji ber ku Ingilîzan ew bêhêvî kirin, diyar dike,ew ne boyî mafê penahiyê hatiye û ewê vegere welat û êlên xwe û bo armanca xwe bi tenê bixebite.

Gava Simko dît, ku Ingilîz çi caran guh nadin wî û gelê kurd, biryara xwe da bo çuyîna Suleymaniyê.

Sala 1923’ê Ismaîl axa Simko çû bajarê Suleymaniyê û li wir têkilî û dan û standinekî ramyarî û birayetî li gel şêx Mehmûdê Berzincî xurttir kir.

Sala 1925’ê Riza Xan deselatî li Iranê bi dest xwe ve anî û xwe kir şahînşah. Zordariya xwînî dijî Kurdan bû ramyariya dewletê û ji ber ku serhildana şêx Seîdê Pîranî li Diyarbekirê fireh bûbû, şahê dîktatur ji yekbûna kurdên Iran, Iraq û Turkiyê tirsiya bû, lewma hêvîdikir, ku bi darê zorê delîvê nede Simko bo hevgirêdana basikên tevgera şorişîn di hemû Kurdistanê de. şahê Iranê kuştina Simko ji xwe re kiribû armanceka giring û mezin.

Di çêriya pêşîn a sala 1926’ê, Simko bi hêzeka xwe ya mezin derbas bû herêmên kurdî yên ku di bin deselatiya Iraqê de. Sermîriya Iraqê nikarî bû ew ji herêma Rewandizê derxista, û heya Gulana 1928’ê di wir de liveka wî ya mezin û dijwar hebû. Di tebaxa 1927’ê de, nûnerê giştî yê ingilîzî li Bexdadê telegramek bo wezîrê dewleta ingilîzî yê berpirsê koloniyan hinartiye, têde dibêje, ku Kurd bizava pêkhanîna peymanekî kurdî bo avakirina dewleteka serbixwe dikin. Eger pilanên Rusî yên bo parçekirina dewleta farisî biserkevin. Eve jî bo me diyar dike, ku gotinên Eagleton di mafê Simko de nerastin; gava di nivîsara xwe de “Komara Mihabad” dibêje, ku Simko bo daxwazên xwe yên êlî dijî dewleta farisî bû, ne bo serxwebûna Kurdistanê.

Simko derbas bû bakurê Kurdistanê. Li wir jî hêzên Turkî hêriş ser hêzên wî kirin, lewre vegeriya başûrê Kurdistanê, dît ku Ingilîz, Iranî û Iraqiyan bi  hev re peymanekî dijî wî peydakirine û biryarek ji serekê wezareta Iraqî di 14. Tîrmeha 1927’ê de derket, têde hatiye, ku sermîriya Iraqî, berê û niha jî, ramyariya standina çekan ji hemû êlan bikar aniye û bikartîne. Bo hemû Iraqiyan hilgirtina çekan di hinek herêman de bê destûr qedexe ye, û van herêm hêdî hêdî hatin firehkirin, û bi rêya xurtkirina hêzên cihber bo pêşvedana va ramyariyê dikare armanca xwe bi cih bîne. Hema pirsa standina çekan ji êlan bi rêya hêrişên leşkerî, eve çi encamên baş nade. Sermîriya Iraqê bawer dike, ku pevçûnên Iraq û Iranê nehêlan, ku têkilî di navbera Iraq û Iranê de çêtir bibin. Tiştên ku ji tunebûna “Ittîfaqa rastîn” di nava berpirsên sînorê de peydabûne, hêştin, ku êl xurt bibin û komikên çekdar karên xwe yên bi zirar ên, ku sermîriya Iraqê ji ber dinale berdewam bikin.

Em dibînin, ku di pirsa kurdî de, ji berê zû ve, yekbûn û hevkariya hemû dijminên kurdane, li hember wan jî parçebûn û bê hevkarî mabûna hêz û serokên kurdane.

Gava şahînşahê Iranê dît, ku ew bi zorê nikare Kurdan bipelixîne, ramyariya xwe ya kurdistanî bi pilan û rovîtî guhart û qedr û buhayê Simko bi zimanxweşî xuyarkir û li ser bingeha va guhartinê, Kurdehmeqiya Cafer axa ya ku di dil û seriyê birayê wî de jî hebû, careka dî bû sedema roxandina şorişeka kurdî.

Simko gelek caran li gel serekên Farisan rûnişt û bi gotinên wan ên hingivîn hat xapandin. Meha Nîsanê ya 1930’î qeralê bajarê şino şiyand pey Simko, ku were bajêr, bo hevdîtinekê li gel şahînşah Riza Xan. Simko li gel hêzeka suwar a piçûk bû mêhvanê qeralê xayîn Serheng Saraxan ê, ku qedr û qîmeta mêhvanê xwe şanî kir. Lê Simko nizanî bû, ew dav û kemend bû, bi fermana şahê teres bû. Li gorî hinek serçavikan û jêderên dîrokî Simko di 21.Hizêrana 1930’î de li şino (Uşnewiyê) ji aliyê Farisan ve, bi xinizî û nemerdî hatiye kuştin. Nêzîkî 60 salî piştî vê bûyerê, Dr. Ebvdilrehman Qasimlo, serokê PDK-Iran li şarê Wien, bi kemend û daveke wilo xiniz, ji aliyê dewleta îranî ve, hat kuştin.

Di cî de Kurdan dest avêtin kêr û xenceran, Cafer Sultan Hemedanî banga şoriş û tolhildanê kir, lê pir dereng bû û dewleta xwînmij berê xwe ji kardijeyeka wilo re amade kiribû.

Piştî wan bûyeran Umer Xan ê, ku mîna dêwekî gir bû, diplomatekî niyas, çavvekirî û jêhatî bû, destê xwe da ser êla şikakan, lê ji ber ku di nava wî û Tahir Xan de, ew jî kurê Simko bû, her û her pevçûn hebû, wî nikarî bû rolekî mîna ya Simko bileysta.

Piştî kuştina Simko, gelê Kurd heyanî avabûna komara Mihabadê, mîna şêrekî birîndar û girtî hate qefeskirin.

Weke, ku em dizanin, di dema serhildana Simko de, li parê Kurdistanê yê bin destên Iraqê de, Şêx Mehmûdê Berzincî jî serî li Ingilîz û Ereban hilda bû û di sala 1925’ê de li bakurê Kurdistanê Şêx Seîdê Pîranî serî li Turkan hilda bû, û pişt re di sala 1927’ê de heyanî 1930, mîna ku Şêx Mehmûd û Simko berxwedan dikirin, wilo General Ihsan Nûrî paşa jî şer dikir.Divan salên dawiyê de jî, li Kurdistanê careka dî di dîrokê de rewş bi wî rengî bû. Gelo bo çi gelê me heya niha bi  hev re negihaştiye biryarekî netewî yê yekbuyî? bo çareserkirina va pirsa giring me divêt dîroka xwe bi ruhê lêkolînî û azad ji posîde û hikariyên derveyî bidin ber xwendin û tênihêrînê. Eve jî karê dîrokvanên xwedî tewat û zanîne. Lewma eger di va lêkolîna piçûk de, me hinek şaşî kiribin, hêviya me ewe, ku di pêşerojê de, ji aliyê dîrokvanan ve bêtin rastkirin.

****

Jêderên gotarê:

Bi Almanî:

1) A. S. Barzanî, Schutz der Kurden (Parastina Kurdan) I. Band, Wien 1985.

2) Ferdinand  Hennerbichler, Die für die Freiheit sterben (Ên ku bo azadiyê dimrin), Edition S, 1988, Österreich.

3) Günther Deschner, Die Kurden (Kurd), Straube, Wien 1989.

4) Hans Hauser, Kurdistan (Kurdistan), Langen Müller, München 1975.

5) Fadel Rasoul, Groβmachtpolitik und Freiheitskampf (Ramyariya destelatiya mezin û têkoşîna azadiyê), Junius, Wien 1988.

6) Fadel Khalil, Kurden heute (Kurd îro), Europaverlag, Wien 1985.

7) Zuhdi Al‑ Dahoodi, Die Kurden (Kurd), Umschau, Frankfurt 1987.

Bi Erebî:

1) Basel Nikitin, Kurd, Dar El‑ Weqaeh, Beyrût 1958.

2) Ezîz  El‑ Hac, El‑qediye El‑kurdiye (Pirsa kurdî), Beyrût 1984.

3) Edmon Xerîb, El‑ Hereke  El‑Qewmiye El‑ kurdiye (Tevgera netewiya kurdî), Beyrût 1973.

4) Wiliam Eagleton, Cimhuriyet Mehabad ( Komara Mehabad ),

Dar El‑ Talîá, Beyrût 1972.

5) Sir Edmonds, Kurd û Turk û Ereb, Bexdad, Dar El‑ Urobe 1971.

6) Pêreş, Iraq dewletekî  bi zorê ye (Iraq a State by Force), Kurdolociya, London 1986.

7) Cewad Mella, Kurdistan niştiman û gelekî bê Stan, London 1985.

8) Zinar Silopî, Fî sebîl Kurdistan (Bo Kurdistan), wergerana erebî, Dar El-Katêb, Beyrût 1987.

9) Çend bir ji dîroka Iraqê ya nêzîk, Miss Bill, wergerana Dr. Cafer El‑Xeyyat, Bexdad 1971.

10) Sir Edmonds, Kurd û Turk û Ereb, wergerandina Curcîs Fethellah, Bexdad 1971, Dar El‑Urobe.

11) Alay Islam, hej. 2 / 1996 Govara Xwendevanên Musilman li Kurdistanê.

Bi Kurdî:

1) Dr. Celîlê Celîl, Jiyana roşenbîrî û siyasî ya Kurdan (1919 ‑ 1920), Jîna nû, Uppsala (Sweden) 1985 Li gel hinde rapor û  nivîsên din.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s