4 Kurtejiyan

Li hev hûnandineke bi Kurmancî

4 Kurtejiyan ên Mehoyê Simo, Reshoyê Çarderî, Siyamendê Hermayî û Evdalê Sormasî

Cankurd

——————————————————-

Mehoyê Simo

Ji dayik bû,

Wekî min û te bû…

Bi dest  û serî  û du çavan bû…

Di deh saliyê de

çû ber pêz…bû şivan…

Sî û pênc salan

li çolê…li çiya û li ber avan…

Rojekê dilşa nebû

bi rûniştina li tenişta xanimekê

…û li dawiyê jî demekê bû gavan…

Mirin bi zûkî hat, li rojek Nîsanê…

wekî tavek baranê…

Lehiya mirinê ew da ber xwe û ber bi gorê ve bir

Niha du kêlên piçûk dîdarin ku ew hatibû ser vê zevînê

û di taldê zinarekê de mir…

Kes nedizanî ew jî  jîndar bû

Kes nedizanî ew mirovekî xudan can bû…

Ez çi li ser kurtejiyana wî  binivîsim naye bawerkirin…

Ew mirovekî dil tijî bû,

bi dildarî û hezkirin…

Kurtejiyana Mehoyê Simo defterek dagirtî bû

bi mirovheziyê

Lê ji ber ku li ber xwe mirov nedidîtin,

ew hezkirina xwe dabû bizin û miyê…

**************

Reşoyê Çarderî

Hîn di zikê dayika xwe da çavbirçî bû

Hîn di zarotiyê de çav li malê xelkê bû

Di ewîltiya xwe de serserî bû

…û gava mestir bû

Karê wî lawazî û dizî bû….

Reşoyê Çarderî mirovekî weha bû

Bo gundê xwe,

Bo xelkê xwe,

…û bo teviya êlê serêş û bela bû..

Lê belê ew bû maldar

Wî naskir « Çawîş » û « Muxtar »…

Bûn mêvanên wî serşar û serdar…

Li dawiyê Reşoyê Çarderî

serî danî, mir û gemirî…

Dêrîna wî ya pir û pir

lawan li hev parve kir

Ew hemî  mal firotin,

heban û erzan…

heban û erzan…

Lawan pereyên xwe xistin qumarê

Bo karê nebaş,

Bo pîsîtiyê,

û bo gemarê…

Kurtejiyana Reşo defterek reş bû…

Ya zarokêd wî hîn ji wê reştir…

Ew marekî piçûk bû,

lê jehra li şûn xwe hêştî

hîn ya marekî mestir…

*********

Siyamendê  Hermayî

Siyamend xortekî dil tijî jîn bû

Lawekî hêja yê bê kîn û bê nevîn bû…

Herdem alîkar û hevalê hejaran…

Herdem li ber kar û mijaran…

Siyamend ji ber hejariyê bar kir û çû

Da ji xwe re bigere li jînek nû…

û kanibe rojekê bide qelenê hezkiriya xwe…

Ew giha weltekî dûr…Nizanim nav çî ye!

belê nav çibe jî, ew her nenasî û dûrî ye…

Siyamend li wir bû gemarkêş

Destek li paş û destek li pêş…

Bi meh û salan quruş dan ser hev

Li dawiyê, quruşên xwe jimartin

û deftera xwe da hev…

Dilê wî her hebû li keçek gundê wî

Keçek belengaz û paqij mîna wî…

Pere hinartin bo dayîka wê

û bi zûkî stand destê wê…

Dayîkê gote Siyamend:

„ Lê belê, ez dota xwe bernadim ji gund.“

Hogiran gotin Siyamendê Hermayî:

„Tu xudanê seriyekî valayî.

Li vir hene keçên çelengtir

Tu dikarî bistînî, gelek erzantir…“

Siyamend gote wan:

„Birano, ez keçek gundê xwe nadim bi van tevan

„ Ez gupikek baxê Kurdistanê nadim bi cîhan.“

Siyamend wilo got û kete rêya vegerê

Mixabin!

Sed car mixabin!

Tew nedizanî ku ew ketiye xefka Qederê

Ew li ser rêya gundê xwe bi destê leşkerê hate kuştin

û wan diyariyên bo destgirtiya xwe

bi xwe re anî bûn

di nav berfê da

li şûn xwe hêştin…

berşê bûn…

Kurtejiyana Siyamend wekî ya  zêrê zer e

û çêroka evîndariya wî

li ser zimanan her digere…

*********

Evdalê Sormasî

Dibên Evdal mirovekî karbelaş bû

Herdem rûtehl û zarnexaş bû

Pir lezok û livok,

Çavsor û qjjqijok

Piraniya zarotiya xwe mabû birçî û xasî

Ji ber wê yekê,

nav lêkirin Evdalê Sormasî…

Bi dest neket karek li gundê wî

Ma kî guh dide lawekî hejar û sêwî?

Evdal ji gund bar kir,

çû bajêr…

Dibên li wir heye gelek xêr…

Rojekê li vir, rojekê li wir

Evdal debara xwe bi xwe dikir…

Kete dibistanê û bû şagird

Ji her şêweyekî zanîn hilgird

Ji nişka va ew bû şorişger

Bo wî pêda bûn basik û per…

Evdal di sê salan da hilkişî jor

di demek kin da bû rêber…

Kesek li cîhanê tune, ku heznake ji masiyê sor

Ew  roya asîmanê ye,

ew  şêrê Efrîka ye,

bo gelên bindest ewe keskesor…

Evdal leşkerek pêda kir

û bi ser gundê xwe da anî

Mal bi mal,  ew gund herifand, wêran kir

û tola xwe ji gundê xwe yê guh neda bû wî

hilanî…

Kurtejiyana Evdal weha bû

Navê wî li cîhanê belav bû

Wekî rêberekî navgiran, ku ala xwe ya heftrengî rakirî

û berî her tiştekî gundê xwe wêran kirî…

*********

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s