Min ê çi bigota?

Cankurd

Li ser girtina hinek serek û kadro yên hembervaniya demokrat a sûrî, û ji wan jî hinek rêberên tevgera kurdî, wekî herdu hêjayan (Mişaal Temo û Mihemed Mûsa Mihemed), hem ji aliyê saziyên mafên mirov ve û hem jî ji aliyê gelek kes û nasan ve, çi Kurd û çi biyanî hate nivîsandin…Hinek xebat û kefteleftên li kolanan û li ber balyozxaneyên sûrî jî li derveyî welêt çêbû. Min ji wan gotar û belavokan gelek civandin û dan ser hev, û ji kek Mişaal Temo re faylekî taybet amade kir û di malpera (peyam.eu) de belav kir, min hinek name jî bo dost û nasên xwe yên biyanî jî hinartin, û dilnexweşiya xwe li ser van girtinan anî zimên, lê ji wê pê ve min karekî dî nekir…

Bo Rêveçûna Berlînê jî min xwe amade kiribû, ku ez herim, lê mixabin di wê rojê de birayekî Kurd, ku doktor e ji 700 km bêtir hate ba min, da ez bi wî re biçim şahiyeke ji bo generalekî alman ê pir alîkariya Kurdan kiriye, ez neçûm wê rêçûnê, lê mixabin, sed car mixabin! Wekî agahî gihane min, ew rêçûn baş nehatibû amadekirin û kêm mirov hatibûn… Partiyên me yên rojava Kurdistanê di ber vê yekê de berpirs in, lê gelê me jî bi histobariya xwe ya neteweyî di warê piştvaniyê de bo xebatkarên li hindir welêt tên girtin û binzorkirin, baş ranebû.

Wek nîşanekê, ku ez nevîna va siyaseta çewt a rêcîma malbata Esed dikim, rabû min porê seriyê xwe kur kir, ku di bendîgehên sûrî de porkurkirin nîşana nizimkirina mirovan bi kar tê…Min bi xwe, wekî kesekî, ku berê pir caran hatibûm girtin û binzorkirin, porkurkirin di zindanê wekî nîşanekê bo nizimkirina mirovan didît û dilê min ji ber wê ditengijî, lew re niha di azadiyê de, min makîne xiste destê xwe û porê xwe bi tevayî rakir, tevî ku di wê rojê de, sozekî min li gel  hinde kesên biyanî yên giring hebû. Gava ewan ji min pirsiyane, ev çiye? Min ji wan re şîrove kir, ku tenha wilo min dikanî nevîna xwe li hember deselatdarên zorbaz bînim zimên…

Bi  hîviya, ku kek Mişaal Temo, hêja Mihemed Mûsa Mihemed, Fida Hûranî, Riyad Seyf, Telal Mihemed, Akram Albunni, Telal Ebo Dan, Elî Abdullah…û hemî girtiyên dî vê yekê mîna piştvaniyekê ji xwe re bijmêrin.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s