17 Oktober/ Şorişa ajanan bû? (*)

Cankurd

16 Oktober 2009

“Derbasbûna Lênîn nav Rûsiya bi serket, ew li gor daxazê kar dike”

(Ji têlegrameke îstîxbaratên alman bo deselatdariya qeyserî li Berlinê, roja 17.04.1917)

Kesek nikane bincil bike, ku şorişa 17 Oktober 1917 li Rûsiya yek ji mestirîn serbinkirinên dîrokî bû di jîna gel û netewan de, û hikariya wê li her derekê hebû, bêtir ji sed netewe, ji rojhilatê Rûsiya de heta bi rojavayê Europa ketin bin ala ya wê, û demeke dirêj jiya, ta roxandina sîstemê komonîst, berî bi dawîhatina sedsalekê ji mêjoya mirovî. Li Asiya, Afrîka û Latayn Amerîka hemî tevgerên azadiya gelan ketin bin hikariya wê şorişê, û demeke dirêj jî bo gelê me yê Kurd wê şorişê hîviyeke mezin a azadiyê dida milyonan ji xebatkar, roşenbîr, xwenekar, karkir û cotkaran…

Ji 17 Oktoberê ve Lênîn deselat girt û bi tundî û tûjî hêrişa xwe ya ramanî bir ser „Kapîtalîstên paşverû yên welatên Europa“, û di her belavokeke xwe de dihanî zimên, ku ewê piştvaniya komonîstên wan welatan bike, da deselata qeyser û şah û malxuran biroxînin û dergahê behişta komonîst ji gelan re vekin.

Hema belgeyên dîrokî û bi teybet belgeyên dayîn û standina pereyan ji bankên almanî, swîsrî û danmarkî, bi cîh dikin, ku têkiliyeke xort, bêtir ji dostaniya kesanî, di navbera hinek rêberên komonîst û ajanên qeyserî yên alman de hebûye, gelek pere û zêr ji kan û kaseyên wezareta derve ya alman û ji ya qeyserî bi ser wan de rijiyane, bê harîkariya ajan û dewleta alman, Lênîn û dora 100 peyrewên xwe yên Rûs tew nikanîn ji Swîs xwe bigihandana bajêrê Pêtrogradê li bakurê Rûsiya.

Bi ser ve jî, roja 04.11.1918ê, paş serketina şorişê bi salekê, li Berlinê sandiqeke giran li ser nerdewanekê ji nav lepên karmendekî Post dişimite, di nerdewanê re toll dibe û ji hev dişele. Di sandiqê de bi hezaran belavokên bi rûsî yên Bolşevîkên Lênîn belav dibin, têde hêriş ser kapîtalîst û şahan û kevinperestan tê kirin, lê ewana ji aliyê çapxaneya îstîxbaratên almanî ve hatibûn çapkirin, ne ji aliyê komonîstên almanî an rûsî ve…Wê bûyerê tevliheviyeke diplomasî di navbera Rûsiya û Almaniya de pêda kir, û herdu aliyan nedizanîn çewa ser wê rûreşiyê bipeçinin, ji ber ku guman li ba gelan çêbû, ku tiştekî bi dizî di navbera Lênîn û Berlinê de heye.

Belgeyên almanî bi cîh dikin, ku rojnameya komonîstan a tev navdar û fireh Pravda di Behara 1917ê de, ku ji wê ne kêmtir ji 80.000 hejmar belav dibû, bê harîkariya pere û çapxaneyên îstîxbaratên almanî nikanî bû wilo xort bibe. Tiştekî seyr e jî, ku îstîxbaratên almanî bo mezinên Berlînê bi serbilindî gota belavkirina 300.000 hejmar ji Pravda komonîstan dikirin, ne 80.000.

Yek ji wan belgeyan ew telegram a ajanên almanî ye, ku di 17ê Nîsana 1917ê de, bo deselatdariya qeyserî li Berlinê diçe, û têde derbasbûna Lênîn nav Rûsiya tîne zimên û dibêje ku Lênîn li gor daxwazên wan kar dike.

Ya dî ewe, ku Lênîn dema li Swîs bû, pir mejiyê xwe diwestand, da pilanekê bo vegera xwe û 100 peyrewên xwe nav Rûsiya pêda bike. Nedizanî çi bike. Bi rêya keştiyekê di zireyê navîn ê sipî re, ber bi Espaniya û zireyê bakur, û di wir re biçin zireya Baltîq, wê bikevin nav destên neyarên komonîzmê yên mezin, Ingilîz û Firensiyan. Bi firokekê di ser senger û bereyên leşkerî re bifire, ku di navbera Almaniya û Rûsiya de ne, wê firoka wî daxînin an lê bidin, evana an evana…Carina ji xwe re digot:“Ezê xwe wekî mirovekî şêt û dîn bikim, tûrikekê parsê bi piyê xwe xînim û di rê kevim, li ku hatim girtin ne xem e…“ Di wê navê de, piştvanî dîsa ji ajanê almanî Parvus de hat. Komonîstan û peyayên almanan hevdu dîtin, pilanek danîn, ku Lênîn bi tirêneke derî û pencereyên wê girtîne, di Almaniya re biçe Danmark, Swêd, Finnland û di wirê re xwe bigihîne Pêtrogradê. Nabe di rê de kesek ji wan ji tirênê peya bibe, xwarin û vexwarin wê di bin çavdêriya îstîxbarata almanî de bigihe destên wan. Ev pilan wilohate danîn, da kesek li Europa nebêje ku têkiliyeke bê navber ji aliyê Lênîn ve bi îstîxbarata almanî re çêbûye. Hem Lênîn û hem deselata qeyserî li Almaniya bi wê yekê dilxweşbûn.

Ew têkiliya di navbera „Şorişgêrên Rûsiya“ û Qeyserparêzên Almaniya“ de, li ser wê bingehê pêda bûye, ku neyarê neyarê min dostê min e. Lê belê danîna pilaneke fireh a bo pêdakirina tevliheviyê, bi navê „Şorişkirina Rûsiya“ bi armanca roxandina wê ,ne ji aliyê komonîstên Rûs ve hat, ew ji aliyê ajanê almanî yê navdar ve Alexander Helphand, ku bi navê „Parvus“ hatiye nasîn, wekî pilaneke bi binxistina leşkerên rûsî di cengê de, hatibû danîn. Hîn ji dema şorişa sala 1905 ve, di navbera Parvus, ê ku wekî Karl Marx’ek duwemîn dihate dîtin, û Leo Bronstein de, ku bi „Trotskî“ hatibû navkirin, têkilî û pêwendî çêbûye. Trotskî yek ji mejî û serhildêrên serekîn bû di nav Bolşevîkan de, pêş û paş şorişa Oktoberê . Wêneyê wan herduyan bi hev re ji sala 1905 de hîn heye, hîngê Parvus jî hatibû girtin û ew şandibûn Sîpîriya, paşê reviya bû û xwe gihandibû Almaniya.

Lênîn bi xwe şorişgêra navbilind, Rosa Luxemburg, cara yekê di mala Parvus de li bajêrê almanî München naskiri bû, eve jî xuyadike ku têkiliya wî bi şêweyekî ji şêweyan bi wî ajanî re ji zû ve hebû.

Qeyserê almanî, Wilhelmê II,  ku merivê qeyserê Rûsiya, Nîkolayê duwemîn bû, bizava xwe dikir bo rawestandina hêrişên leşkerên rûsî û standina wan welatên ku di navbera Almaniya û Rûsiya de bûn. Li wan welatan (Poloniya, Finnlanda, Okrayîna û komarên Baltîkî) gelan bo serxwebûn û azadiya neteweyî ketibûn xebat û keftelefteke mezin û ji dest herdu Împeratoriyên mezin (Almaniya û Rûsiya) rewşa wan wêran bûbû. Ew pilana Parvus di sala 1915ê de, ku paş destpêka cenga cîhanî ya yekê (Tebaxa 1914) bi demekê, hatibû pêşkêşkirin û li ser binyada pêwîstiya herifandina hindirê Rûsiya, bo jarkirina leşkerên wê hatibû danîn, kete seriyê Qeyserê almanî, û lew re bo piştvaniyeke bê wekanî erê kir, ne tenê ji komonîstên rûsî re, belku ji hemî hêzên siyasî yên serhildêr re, yên wan welatên ku dixwastin ji bindestiya Rûsiya derkevin, û wan gelên ku dixwastin xwe ji kolonyalên Firansa û Brîtaniya, li Afrîka û li welatên Ereb jî azad bikin.

Bi giştî, li gor belgeyên kaxedî yên kesek nikane bincil bike, di navbera serhildana Berfanbera 1917ê û 1921ê de dora 200 milyon Mark ên almanî (niha dora 100 Milyon Euro) ji dewleta almanî ketin berîkên Bolşevîkên rûsî…

Di navbera şorişa Berfanber a 1917 û ya Oktoberê de, nêzîka 75 milyon Euro (li gor nirxandina îro) ji kann û kaseyên almanî ketin destên rêberên komonîst li Rûsiya, bê guman hinek ji wan pereyan hatin dizîn û negihan Lênîn û rêhevalêd wî, hema wan pere ji bo piştvaniya herifandina hindirê Rûsiya bûn, ji bo propaganada komonîst bûn, dij bi cengê û dij bi deselata malbata Romanov bûn. Bi kurtî ewana di berdestiya qeyseriya almanî de bûn, û ligor daxwaza ajanên alman dihatin rêtin.

Parek ji pilana Parvus û ajanên dî yên almanî ew bû, ku karkir û reviyên ji leşkerê, û bi taybet yên li Pêtrograd, Moskow û li Okrayîna û Finnland, bavêjin ser kann û xezneyên xwarin û piştvaniya leşkerên rûsî, pireyan, keştîgehan û keştiyên leşkerî û yên bazarê biteqînin û bisotînin. Daxwaza têrorkirina hinek mezinên dewletê, sandîkatan û partiyên kevneperest jî hebû. Komonîstan ev pilan bend bi bend, û gav bi gav, bi cîh anîn.

Di meha Gulanê 1915 de, Lênîn û Parvus li bajêrê Zürich li Swîs hatin ba hev û heta dagirkirina rojhilatê Poloniya, Litauen, Kurland û hinek parçeyên rojavayê Rûsiya, ji aliyê leşkerên almanî ve, di payîza 1915ê de, gelek pere û zêr bo tûjkirina „Bangeşiya komonîstî“ di Rûsiya de, ji Lênîn û hevalêd wî re hatin amadekirin.

Paş salekê hêrişên leşkerên rûsî giş hatin şikandin û Rûsiya nêzîka milyonek mirovên xwe di cengê de winda kir, eve jî bê harîkariya xort a ku di navbera komonîstên Rûsiya û îstîxbarata almanî de çênedibû. Ew harîkarî bo egera jarkirina qeyserê rûsî Nîkolayê II, û rê bo serhildana Pêtrogradê di Berfanbera 1917ê de vekir. Qeyser hate girtin û deselatdariyeke kurtedemî avabû, azadiya rojnamevanî, civat û rêveçûnan, pêda bû, hema bo Qeyserê alman ev serketin ne bes bû. Li gor azarên „nesîhetên“ ajanan, û bi taybet Parvus, ê ku kesekî di partiya wî ya Sosyal-Demokrat de jê heznedikir, û roşenbîrên wekî Maxim Gorkî yê navdar berê carekê ew wekî „Dizê berheman“ bi navkiribû, diviya bû merivên ku ajanên dilsozin bigihin deselata rûsî, ewana jî wekî dihate gotin Bolşevîk bûn, Lênîn û rêhevalêd wî bûn, da careke dî Rûsiya nikanibe ziyanê bigihîne Almaniya.

Di Tîrmeha 1917ê de, Bolşevîkan bizava serbinkirineke bi darê zorê kirin, hema ew bi serneket, gelek mezin ên wan hatin girtin û biçavkirin, lê serokê wan Lênîn, hîngê xwe li Finnlanda veşartibû, Finnlanda hîn ji Rûsiya aza nebû bû.

Ji ber dudiliya deselata kurtedemî û gelek şaşiyên mezinên wê, kolana rûsî û bi taybet li Pêtrograd û Moskow, bêtir ber bi çepîtiyê ve çû, propagana bolşevîkî ya bi piştvaniya îstîxbarata almanî xort bû, di wê yekê de sireke mezin lîst. Lênîn hat Pêtrogradê û daxwaza tunekirina deselatê û teviya rêç û şopên malbata Romanov kir. Di 16-17 Oktoberê de partîzanan teviya 13 wezîran girtin, lê hîngê serekê wezîran Alexander Kerensky ji Pêtrogradê derketibû.

Lênîn deselatî stand, malabata Romanov hate qirkirin, têkiliya di navbera Almaniya û Rûsiya de ji berê baştir bûn, heta hêrişa leşkerên Naziyan ser Rûsiya di bin rêberiya Adolf Hitler de, paş destpêka cenga cîhanî ya duwê, ku sala 1939 dest pêkiribû, agirê sengera rojhilatî hate tepisandin, ewê ku qeyser Wilhelmê II dixwast vemirîne, da herdu destên xwe ji sengera rojavayî re, li hember Firansa û Brîtaniya vala bike. Bi harîkariya pilana Parvus û dostên komonîstên Rûsiya, destên wî vala bûn bo gudandina cengê bi neyarên dî re…û li hindirê Almaniya zarzar û nalîna komonîstên alman bû ji dest hêrişên Qeyserparêzan.

Gelo, ma Kurd jî wê rojekê belgeyên li ser têkiliya serekên xwe bi îstîxbaratên neyaran re derxînin ber ronahiyê, bi taybet ewên ku tika ji neyaran dikirin, da piştvaniya wan bikin bo binvekirina hembervanên xwe yên kurd?

———————————————————–

(*) Jêdera gotarê lêkolîneke dirêj û balkêş e, ku ji aliyê kovara „Der Spiegel“ a almanî ve, di hejmar 50-2009 de hatiye lêkirin [Binêr rûpel 34-51]

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s