Welatê hîmên biçûk

Cankurd

2003

[Azadîxwaz]:

Bi salan di zindanê da ma

…û di dilê wî yê xemgîn da hesretek ma,

Ku kewê wî yê di qefesê da

divê her li tenishta wî ba…!

[Ashtîxwaz]:

Di xwepêshdanên bo ashtiyê da

her li rêzên pêsh bû

Ji bo maf  û azadiyên mirov

di civatê da serkêsh bû

Lê di nav malbata xwe da cinawer û hov bû…!

[Sheyxê me]:

Di axiftin û xutbeya înê da

rêberê xwedawend bû

Tirsa pût û hîman

her ji lêdana wî bû

Lê di danishgeh û mizgeftê da

tenê ew hîm bû…!

[Rêber]:

Di çêrok û efsaneyan da

ew Rustemê Zal bû

Di sherê devkî da

ew bavê kal bû

Lê di rojeke rastesher da

ew yekser zimanlal bû…!

[……..]:

Di her warekî jînê da

Feylesûfê „Axirzeman“ bû

Di dayîna fermanên kushtinê da

Qeyserê Romê, û Nûsherwan bû

Lê gava ketiye davka neyarî

bo wî ne ash û ne arvan bû… !

[Jina bedew]:

Wek wê hîç jineka xûshik li cîhanê tune bû

Navê wê yê shîrîn, her li ser zimanê me bû

Lê gava devê xwe ji hev dikir

Gotinêd wê ji ziblê kerê me bû… !

[Hunermendê hozanvan]:

Gelek hozanvanên bi nav û deng,

Li ber wî shagird bûn

Gava derdiket pêsh guhdaran,

Li ber wî kulîlk û find bûn

Lê gava ristek dixand

Peyvêd wî wekî qamçeyên qalind bûn… !

[Rexnekar]:

Karek ji xwe ra ne dît, ew bû rexnekar

Zimanekî dirêj, wekî kêra koshkar

Kî çi bêje çewt e, ya wî rastir e

Bi erzankirina xelkê dibe maldar…!

[Evîn]:

Tenha yek evîndar li cîhanê heye

Ew Memê Alanê me ye

Boyî Zînê kete gorê

Lew evîndarî li pey wî tune ye…!

[Jîn]:

Hene rokê dijîn, hene sedsalekê

Mirov tên vê dinê, tenê bo carekê

Mirin wek shêrekî rawestiye,

Kes nabîne lê çarekê…!

[Kurdistan]:

Neyarên dûr, welat kirin çar par

Ewên nêzîk, talan kirin yekcar

Parek bû yê Turkan, parek bû yê Farsan

Du par jî ketin destên Ereban

Tishtek nema bidin bo Kurdan…!

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s