Keçek bi navê Helebçe

Cankurd

2000

Ez hîna biçûk bûm,

Zar û pepûk bûm,

Ji ava jînê lêvên min şil nebûn,

Bi dîtina pêlên zireyê çavên min kil nebûn..

We ez dame ber jehrê,

Kirim berxê kêrê,

Ma hûn netirsîn ji Xwedê,

We şerm nekir ji dinê û mirovatiyê..?

Erê ! Ez hîna biçûk bûm,

Zarok û firîk bûm,

Min nizanî şer çiye,

Min nizanî neyar kiye..!

Çawa we ez kirim neyarê xwe,

We ez dam ber top û tivingên xwe,

We ez û berxikan bi hev re qelandin,

We çavên me bi kîmiya çirandin..

Û wêneyê min di bihareke rengîn de,

Li ber kaniyeke avzelal,

Li hemî cîhanê belav bû..

xençerek di dilên we de,

Helebçeya nemir di dîroka mirov de..

Tiliyên hemî zarokên dinê ber bi Bexdayê dirêj dibin:

Ev bajarê hovan û sultanên dev bi xwîn neyarê me ye”

“ Ev şarê har û talanker neyarê zarotiya me ye..”

vame ez dîsa hatime,

Ez namirim..Ez heme..

Pêjna min li her warekî mirov dijîn digere..

Ma hûnê çawa li qîrîna min guh bidêrin?

Hûnê çawa li çavên zarokekî bi ken binêrin?

Hovino! Vame ez, ez namirim,

Ez her heme..

Kes nebêjin mirov ji bîr dikin

û hovên mîna we dikarin navê min çal bikin,

Ez her heme,

Ez Helebçe me…

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s