Hişyar be..!

Cankurd

1987

(Di kovara DEM de, hejmar 9/1987 de hatiye belavkirin)

Her kesê hişdar dizane,

Pêş biharê tim zivistan ,

Ew kesê xort e dizane,

Jin bi dildarî û eşqan ,

ewê Kurd e dizane,

serxwebûn û serfirazî,

her bi dayîna şehîdan ..

Kes nebêjin: Em hejarin,

An belengazin û jarin,

bibêjin: Dijminan her tişt dizîne,

Em di tamara xewê de raketîne,

Hin ji me ve mirîne,

Hin çavên û navin, vemirîne..

Bo neyaran bûne sayên,

Bi guran re tim bezîne..

Yên dizî û talan li mala xwe kirîne,

Xêr di wana êdî nîne

Kes nebêjin: Em belavin,

tivingin, diravin, parçe bûne..

bibêjin: Em ji tirsa van neyaran,

Bûne hirçên nav  beyaran,

Tim ji nêçîrê revîne..

An li ber hespên suwaran milşikîne..

Ger tivinga xwe te danî,

Te serê xwe ne hilanî,

Wê ji bo te kes ne bêjît tu mirovî,

Her tu hovî,

Ta tu distînî welat û mafê xwe,

Derdixînî tox û ala milletê xwe..

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s