Ger tu nebî

Cankurd

1999

Ger tu nebî, ez tune me..

Lê tu hebî, min jî heme..

Ger tu hebî, ez agirim

Mîna kewê li nav çiya,

Azad û xort ez difirim..

Ez difirim..

Ger tu nebî ma ez çi me?

Ez çi kesim..

Ger tu nebî ez bê kesim..

Ez bê kesim..

Ger tu hebî, ez jîrime,

Mîna çiya bi hêzime..

Lê tu nebî, her bi kulim,

Min her nexweş û bê dilim..

Ger tu nebî, ma ez çime?

Ger tu nebî kengê heme..?!

Ez yê te me, tu yê min î,

Tu kaniya avê min î,

Tu rohniya çira min î

Tu hindiva çavê min î..

Ger tu hebî neyar çine?

Bo me ser e, bo wan bine..

Lê tu nebî, ez kole me

Bindestime, ez lalime..

Ger tu hebî aza me ez,

Berjor diçim bi lez û bez,

Mîna çiya bi dar û rez,

Bi berhem û xweşî me ez..

Ger tu nebî her tar û mar,

Mîna kelayek bê dîwar,

Hêriş dikin ser min neyar,

Talan dikin ew şûn û war..

Ger tu hebî ezim Ferat

Ger tu hebî xweş e xebat,

Lê tu nebî nîne welat,

Ger tu nebî nîne felat..

Ger tu hebî em nakevin,

Em naşkin, em narevin,

Dê Kurd hemî bi ser kevin,

Ji tariyê wê derkevin..

Wê pêşkevin..

Wê pêşkevin..Wê pêşkevin…

Gula min

2003

Gula min ji nav axa sor a deshta Dudêriya ye

keçeka Kurd e,

ciwan û bejin di hev da

Coyekî biçûk e, aveka Kanîsarekê di nav da..

Dixulxule ji sîngê Keloshkê

û tenbûreke Adîkê bi dest da…

Di ezmanê gula min re ewirên sipî dilivlivin

û bilbil xwe davêjin bi ser da….

Gula min li vê cîhana bêbext nenas û tenha ye,

..û rewsha hejar û bindestan her weha ye..

Lê ji her aliyekî van desht û çiyan va,

..û ji van Kurdên Rojava

ewîl û xort dikevin li çarexên wê

dimirin di ber da..

Gula min dareke bilind a tûyê ye

Li ber ashê mezin

di devê rê da..

Masîvan masiyên xwe di beniya ra dikin

Nimêjkar nimêja xwe dikin

Shivan pezên xwe dicivînin û telme çêdikin

di siya wê da..

Gula min bi nav û deng e,

Baxê geliyê Tîran e, shox û sheng e

Wekî Shehrezad a efsaneyên kevin

dihatin gotin li ber pixêrekên gunda..

Belê evên ji gulan heznakin

Nizanin ew kî ye, ji ku hatiye

Dibêjin: Me navê wê ne bihîstiye…

Lew re ew bi navê Gulê bû û her wilo mayî,

Li vê cîhana bêmirovatiyê,

xêrnexwaziyê

Wekî straneke kevnare ya çiyayî…

Gula min dijî di rêzikên helbestan,

ku têne vehandin ji ber sohtîna di hinav û dilê min da…

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s