Di nêv hiş û dil da

Cankurd

2002

Heyveke buharê ya çardeşevî

Çavê xwe bi ewrekî reş Kilda

Dilê min î jar

Wekî girtiyekî pîr

Di zindana dûriyê da

Dîsa bû hespekî kumêt

Li nav zincîr û merbenda

Seriyê xwe, ji bo azadiya xwe

… di tariya jînê da hilda

Dilê min î har

Nema tê girtin

bi tewl û qeyda

Ew bû stêrkek asîmanî

Ji dûr ve rijiya û pêl da

Evîna min li buraqê suwar bû

Dêmê xwe da bi cîhanên pêjinî ve

Bi welatên dûr ve

Ber bi kewkebên di jor da..

Dilê min î har

Vegeriya welatê dê û bavan

Di dawiya temenê min da

Geriya li nav hemî deşt û çiyan

Li nav teviya newal û sirtan

Hîç warekî xweşiktir ne dît

Ji geliyê Tîra, ji çiyayê Keloşkê

…. û wan darên merxê ku di nav da

Ji wan avên dixulxulin

…di tenişta gundê min da..

Bihna sicê, hat bîra min vê sibê

Ez bi xwe re birim zemanekî kevin

Ku pêlikên zeriyan dirêj dibûn bi ser piştên wan da

…û her ewîlekî Kurdan, xencerek di ber navê da

Li dîlana gundê me,

Li ser bêderên di paş malan da

Keç û lawan mil di mil da

Xerîbo!

Çi demek xar û vîç

Çi bahozek tund hat

Bi ser kon û wargehê min da

Çi qederek reş û nedîd

Hat bi ser rûyê min da

Li derdora xwe dinêrim

…û guh didêrim

Ne bilûra şivanekî li çolana

Ne stranek Kurmanciya kevin li zozana

Ne bihna nanek sêlê, ku agir di bin da

Ne qebqeba kewê zinarê

Ne h’êlika girêdayî li pîkinê çinarê

Ne xumxuma meşkên buharê

Ne telmeyekî germeşîrê bizinan

…û ne ava Kanîsarkê, goşiyek tiriyê Şî di nav da.

Xerîbo !

Hestiyên min di vê gorê de zer bûn

…û bilbilên aza di xefk û davên neyarî werbûn

Heywax li min!

Çi rewş e li vê dûriyê

Çi tehlejîn e di vir da

Çi kul û janin?

Rîş û şopên xwe kêşane di eniya min da

….û rohniya, ku ez pê digerîm

Basikê, ku ez pê difirîm

Bû guleke zer bûyî

Bû mûmeke li ber bad û bahozan vemirî..

…û hêviyên min cifilîn di sîngê min da

Xerîbo !

Ger ez mirim bila nebêjin ew ji me dûrket

û em ji bîr kirin

Pir kesên wek wî ji nav me bar kirin

Û rêya vegerê winda kirin

Na..na..

Welatê min, bûye balif û nivîna min

Welatê min bûye egera mayîna min

Welatê min ji min cuda nabe

…û dilê min jî ta roja çalkirinê jê vena be

…û jê têr nabe

û hûn, zarokên gundê min

Cotkar û mamhostayê min

Hevser û hogirên xortaniya min

Hûn her dijîn, wek xûna di damarên min da

Wek hozanek Feqiyê Teyran

Wek kilamek Cemîl Horî,

Her di nav hiş û dil da

Di nav hiş û dil da…

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s