Şivanê piçûk (*)

Cankurd

Berbanga sibê bû, dengê melayê gund bi gelî û newalan diket, xumxuma meşkên dewî, wîçwîça çûk û ewtîna segan, li gel mehmeha karik û berxikan di nav gund re sîmfoniyeke ji yên Beethoven xweşiktir dilîstin..Şivanê piçûk Şêxo hîn di bin nivîna xwe de bû, li ser sewkiya ber malê, di xeweke kûr de bû..Dikir xurxur û hajê nebû, ku dema çûyîna ber pezî hatiye.

Royeke germ hêdî hêdî di nav morantiya asoyê re dihilat, mijê gelî û newalan belav dibû û diheliya..Şêxo her roj ev vejîna siroştê didît û pê dilşad dibû, lê diyar bû, ku ew îro naxwaze ji xew rabe..

Mamjina Şêxo ya, ku qelew û deng bilind bû, ji hindirê malê ve bang li wî kir:

– Şêxo..Şêxo..! Hey derd vêketo..! Rabe sibê ye..

Şêxo bi dizîka seriyê xwe di bin nivînê de livand, guh da ser dengên, ku li nav gund tên. Du kesan, mêrekî û jinekê bi hev re dipeyivîn:

Mêrik digot:

-Şivanê me Şêxo îro di xew de maye..

Jinikê digot:

-Welleh gunehe..Divê Şêxo jî biçe dibistanê.. Ma ev karê zarokane..Şêxo bûye deh duwande salî, hîn nizane navê xwe binivîse..

-Ma qey hemî nabin mamoste û mele..Bo ku jiyan bibore, pêwîste hinek wek min bibin cotkar û hinek jî mîna Şêxo bibin şivan.

-Ma ev kurê te ba, te ew bişanda ber pezî?

-Ez ya rast bibêjim?..Na wellah..

-Xwedê kesekî sêwî neke..Ez dixwazim rojekê bi apê wî deng bikim..Bila ev lawik jî çend salan here dibistanê..

Şêxo ji gotina jinikê gelek hez kir..Çavêd xwe misdan, xwe pisîkekî rakişand, di ber xwe de got:

-”Eşhedû en la îlahe îllelah..” û nivîn ji ser çavêd xwe avêjt, li dora  xwe niriya, dît ku dotmama wî ya panzde salî rûn ji ser dewê meşkê digire û dixîne zerikek qelakirî. Seriyê xwe dîsa danî ser balifê, ku xunav girtî û bê liv û bê deng ma.

Dotmama wî Fîdanê got:

-Qey te dil tune tu rabî?..Rabe binêr çendîn keçikan berxik û karkên xwe anîne..Ma tu dimînî, ta ewan bên te ji nav ciya rakin?!

-Ez dixwazim razim..

-Kuro! Berxik û karik birçî ne, rabe berî diya min ji hindir derdikeve, wê bi şivikan li te bide..Tu qey nizanî?!..

Şêxo careke dî seriyê xwe rakir, li qelfê keçikan temaşa kir, dît ku raste, wa berxik û karik civiyane, dûvêd xwe dileqînin, keyîkê dikin bi hev re dilîzin û dikin mikmik.. Dilê Şêxo bi wan ma û xwast xwe bavêje nav wan, biramûse wan hemiyan.. Şêxo gelek ji karik û berxika hez dikir û jîneke bê wan nedinasî bû..

Amojna Şêxo ya mîna xirarekî kayê bû, ji hindir derket û got:

-Rabe ser xwe, tembel..! Qey av di hêlkên te geriya ye?!.. ma tu nabînî va xelk li dor mala me rawestiye.. Karik û berxikên wan birçîne..

Şêxo sêwî bû, dê û bavê wî herdu mirî bûn, di şeveke berfê de xaniyê wan bi ser çavên wan de hilweşiya..Tenê Şêxo ji malbata, ku ji pênc kesan bû, sax ma û ji bin berfê hat rizgarkirn. Wê demê jiyê wî heft sal bûn..Lê ji wê rojê de jîna Şêxo bû dûjeh..Amojna wî gelek zordarî li wî dikir.. Melayê gund ji wê re digot:

-Xwedê teala dibêje mafê sêwiyan nexun..

Wê seriyê xwe dihejand, lê dev ji zordariya xwe bernedida.. Herwusa bû; ziman dirêj, devgenî, bi dest û lingan li wî dida, xwarina wî kêm dida û dema ew lawik di gemarê de dima, seriyê wî bi lez û bez li ber bayê sar ê sibê di teştekê de dişuşt û di ber wê îşkencê re bi lepên xwe yên mîna daran li pişta wî dida û gelek nifir û gotinên dijûn bo wî dikirin.. Hêrsê dilê wê hîn mezintir dibû, dema apê Şêxo ne li mal ba.. Zarokên wê, piştî panzde salan ji mêrkirinê, ji kiçekê pêve tune bûn û ew jî bûbû egera zoradriyeke bênîşe ji Şêxo yê sêwî re.. Ji berê de dibjin: “Xwedê kesekî sêwî neke..”.

Apê Şêxo ji nimêja berbangê vegeriya, dît ku Şêxo hîn li male.. Got:

-Kuro! Tu hîn li malî..!

Şêxo ji ber ku navê wî di kutikê fermî de nahtibû qelemkirin, kesek nedipirsî, ka çima ev lawik neçûye dibstanê û ji ber ku mamostayên gund ne ji xelkê herêmê bûn û têkiliya wan bi gundiyan re kêm bû, kesek li Şêxo nedipirsî..Keyê gund jî nedixwast bo Şêxo tiştekî bike, ji ber ku bo karik û berxikan şivanekî piçûk gerek bû.. Eger ew mezin bibe, wê ciyê şivanê pîr bigire.. Qedereke reş û tarî ji Şêxo re hatibû nivîsandin.. Ew carcaran ji xwe re li çolê dipirsî:

-Gelo! Çima mirin heye? Bo çi dê û bavê min, xûşk û birayê min koç kirin û ez bi tenê li şûn xwe hîştim? Ma Xwedê heye? Eger heye çima vê yekê dipejirîne? Çima wilo dike?…

Gava Şêxo dengê zarokên dibistanê ji dûr ve dibihîst; ewan sirûrdê sibê bi hev re dixûnin, girî diket çavên wî.. Ew baş tênedigihîşt hemî tiştên wan zarok dixûnin, ji ber ku xwandin tenê bi Erebî bû û jî şivanekî Kurd bû, piçûk bû û dibistan nebû para wî, lê dîsa jî ji dûr ve li gel zarokan rêzek an du rêz ji sirûda sibê dixwand:

Humateddiyarî Eleykum selam

Ebet en tezîlenifûsîl kîram..”

Ew ji zarokên gund têgihîştibû, ku ev sirûd dibêje:

Bo we silav ey welatparêzno! Hîç nefsên bilind seriyên xwe naçemînin..” an jî tiştekî mîna vê bû.. Ev gotin jî pir bi dilê wî, ji hez  dikir, ji ber ku wî jî xwe mirovekî serbilind didît.. Raste ew şivan bû, şivanê karik û berxikan, lê rojeke cejna qurbanê li gel apê xwe çû bû mizgeftê û li wir guhdariya melayê gund kiribû. Mela digot, ku piraniya pêximberan çû bûn ber pêz, şivantî kiribûn.. Mûsa gelek salan şivan û Muhemmed jî şivantî kiribû. Ev gotin gelek li xweşiya wî dihat, lê wî dizanî jî, ku kesê şivan xwandinê nizanin û nizanin çi li dibistanê tê gotin..Lewre dilê wî dihat girtin û xweya bû, ew xeyda, ku mîna zireyekê di dil wî de civiya ye, wê rojekê avbenda kevirî jî bipeqîne û wê gelek zirar û ziyanê bigihîne derdora xwe.

Di wê sibê de, av giha bû kenarên tewrî bilind, gotinên ku Şêxo di bin nivînê de bihîstine, qîrqîra amojna wî, henekê keçikan li ber dîwaran, dengê apê wî û tiqtîqa zarokên, ku ji malan derdiketin û ber bi dibistana dûr ve diçûn..Hemî van ayînên tev li hev û dîrokeke dirêj ji zordariyê, seriyê Şêxo çelqandin û benda, ku li di dilê wî êş û kelemên hindir wî digirtin, ji nişka ve peqiya. Şêxo got:

-Dilê min tuneye, ez herim ber pezî..

-Te çi got?!

-Ez jî dixwazim biçim dibistanê..

-Tu dixwazî biçî dibistanê.. Ma em van karik û berxikên xelkê çawa bikin?!

-Ev ne xema mine..Ez dixwazim herim dibistanê..Ez ta niha nizanim navê xwe binivîsim..

Gundiyan li Şêxo û apê wî temaşa kirin û bawer nekirn, ku sêwiyek wilo li hember xudanê xwe wilo bipijiqe û bibêje; ez vê û vê nakim, ezê vê bikim..

Apê Şêxo dizanî, ku mafê Şêxo heye û dizanî, ku ew li Şêxo zordariyê dike û bi taybetî jina wî bê wijdaniyê dike..Gotinên melayê gund hatin bîra wî:

-Eger tu nahêlî ev kurik biçî dibistanê, qe nebê bila ew heftê rojekê werê li ba min fêr bibe Qurana pîroz..

Apê Şêxo êdî nedizanî çi bike..Eger Şêxo rojekê nere ber karik û berxikan, divê ew bi xwe biçe, ji ber ku bê pareyên şivantiya Şêxo, ew nikane deynê xwe bide..Wî gelek pare av kirin “deyn kirin”, ta du gayan ji xwe re bikirre.. Bê cotkariyê ew nikane malbata xwe biaborîne.. Lê ewê ji dest jina xwe çi bike, eger ew ji Şêxo re erê bike?!..

Şêxo di ciyê xwe de hişk bû, mîna beneke kevirî, mîna sincekê an jî dareke maziyê..Apê wî jî dizanî, ku ew bêmafiyê li biraziyê xwe dike..Gundiyan jî bêdeng li wê şanowa ser sewkiyê temaşa dikir.

Amojna Şêxo got:

-Welleh Bîlleh eger ev kûçikê har neçe ber pêz, ezê ji vê malê herim..

Mêrê wê keniya û got:

-Xwezî..! Lê bi Xwedê tu naçî.. Tu her roj dibêjî, lê tu nakî.. De ez çi bikim?!..Ma dibe, ev lawik her wilo bê zanîn bimîne…?!

Dotmama Şêxo bi nermî gote bavê xwe:

-Bavo! Ezê herim ber berxik û karikan..

Diya wê qîriya:

-Kurê! Tu hoş nabî..?! Tuyê herî ber pêz û pismamê te yî delal wê here dibistanê, bibe xoce..?!

-Erê! Mafê wî ye..Te nehîşt ez jî biçim dibistanê..Tu çima wilo dikî?

-Qey tu jî dixwazî bibî xoce..? Ji roja ku dibistan li vî gundî vebûye, zimanê dot û keçan li ser dayîkan dirêj bûye..

Gundiyekî got:

– Bi a min be, her kesekê bi xwe biçe ber berxikên xwe, ta şivanê me jî bibe xoce..

Hemî keniyan, lê apê Şêxo bêdeng ma..ew di ser sewkiyê re çû û hat, li Şêxo û li dota xwe Fîdanê temaşa kir, destê xwe avêt şivika şivanan, ya ku Şêxo ji xwe re ji dareke Gêlberiyê birriya bû, xwe ji sewkiyê avêt xwarê û got:

-Ji îro pê ve, ne Şêxo û ne jî Fîdan, kesek nabe şivanê kariik û berxikan..ezê bibim şivan..

Li jina xwe niriya û got:

-Eger tu dixwazî ji vê melê biçî, biçe..Li hêviyê memîne, ku ez Şêxo bikim şivanê herheyî..

Dota wî bi çavên tijî hêstir li wî niriya û got:

-Bavo! Bihêle ez herim.. Ma ne karik û berxik her li dora gund diçêrin?!

-Na kiça min na..Bila kesek bo min nebêje: Te zarokên xwe kirin şivan..Ezê gayên xwe bifiroşim, deynê xwe bidim û ezê b xwe bibim şivanê gund..Divê hûn herdu jî biçin dibistana êvarê, ta hûn hinekî fêr bibin xwendinê..Ma qey emê her wilo nezan bijîn..?

Dota wî bi lez û bez tûrikê nanê şivên û zerika rûnê sar da dest bavê xwe û Şêxo jî beziya, ramûsî destê apê xwe û got:

-Ezê bixûnim, bibim xoce û hemî karan bikim, ta kesek ji vê malê nemîne şivan..

Apê wî jî ramûsî herdu çavên wî, hêstirên ser guliyên xwe paqij kirin û ji hewşa malê derket.. Jina wî ya qelew û demreş bûye bêdeng bi hindir malê çû û derî bi zerp li paş xwe girt.

Şêxo û dotmama xwe li hev niriyan, berken bûn û nema bwer dikirin, ku wê bi rastî biçin dibistanê…

————————————————-

(*) Ev çîrok sala 1977 bi zimanê erebî hatibû nivîsandin.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s