Şivan û panpelîsk (*)

Cankurd- 1977

Li qeracên ber çiyayekî mezin,  pezekî ji mî û bizinan bo çêrê belav bûbû û şivanekî çil salî, ji belengaziyê porgewr û dêmzer bûbû, çerm qermiçî û dev bê didan ma bû, seriyê xwe yî tijî kul û xem dabû koka dareke merxê ya pîr, li deştên xwarê yên bi rengê kesk û gundên dûr ên hejar dinêrî.. Li aliyekî wî coyeke xurt ji ava zelal di nav geya û darên spîndarê re dixulxulî..

Şivanê dil bi xem bi xwe re li ser pêşeroja zarokê xwe yî du salî dipeyivî, digot:

-Ez nahêlim ew mîna min bibe şivan..Ez nahêlim ew jî mîna min ciwaniya xwe li çolan biborîne, dûrî bazar û karmendan..ezê wî fêr bikim, ew çawa rêya jînê di tariyê re ber bi ronahiyê ve biqelişîne..Ezê bikim, ku ew bibe pişthespê bextewarî û xweşiyariyê..Bila xulî li serê hejariyê be..

Hinekî berken bû, lê wek çawa ew li xwe hişyar bû, keserek kûr kişand û got:

– Min jîna xwe wenda kir…Ma ev jîne lo..?!

Carekê kuxiya û dest avêt tûrikê xwe, bilûra xwe ya kevnare, ku bi destê xwe çêkiribû, derxist û hemî kul û janên xwe di bilûrê re avêtin der. Dengê bilûra wî evqas xweşik û naz bû, ku teyr û tilûrên çolan jî li gel pez û sewalan, mîna mirovan pê dilxweş dibûn.. Ew dengê, ku bi bayê çiyan re bi ser gundên xwarê de diçû, her roj li wan çolan dihat bihîstin, lê roj bi roj ew xemgîntir û dilsojtir dibû. Şivanê çiya “Eyşa Ibê” bi bilûra xwe vedijand û di di hunera kurdî de ew her û her balatir dikir. Eyşa Ibê keçeka Kurd bû, li gel dildarê xwe reviya bû û li çiyan di hembêza wî de, berî ku bighînin daxaza xwe miribû.

Şivanê, ku ne dildar bû û ne jî hunermendekî salon û kêfxaneyan bû, bi bilûra xwe gelek navdar bû..

Piştî, ku pezê wî dema paşnîvro li dora dara wî civiya û mexelî, wî bilûr xiste tûrikê xwe, pal da û kete xeweke kûr.. Di ser wî û pezê wî re guvguva bayê hênik dihat.

Bi êvarê re ji wan qeracan hate xwarê û li pey wî lînglînga zengilêd beranan ji dûr ve dihat û li asoyê paş wî rengekî qirmizî rengda bû.  Hat mala xwe, zarokê xwe yî şirîn hembêz kir, hilda jor, çavêd wî maçî kirin, dest û çavêd xwe şuştin û çû nimêja xwe kir. Jina wî jî xwarina wî amade kir: Şorbeyeke nîskê, li gel pîvaz û nanê cehî.. Piştî xwarina şîva, li ser sewkiyeke ji hemî aliyan ve bi rîhanan hatiye xemilandin, xwe li ser mînderekê dirêj kir, li jina xwe ya ciwan, ku zarokê xwe dikir xewê, temaşa kir, dawî got:

– Min îro xewneke nenas “xerîb” dît..

Jinika ku zarok danî bû ser lingên xwe û dihejand bêliv ma û got:

– Tu û pezî li çolê xew dikin, min jî di ber karê malê de diwestim.De bêje min te çi xewn dît?

– Bi rastî gava mirov xewneke nebaş bibîne, divê wê ji xwe re bihêle, bo kesekî nebêje, tuf herdu aliyên xwe bike, neûzûbîllah bixwîne û ji Xwedê xwe tika bike, ku wî ji bûyerên nebaş biparêze..Melayê me wilo dibêje..Ne wilo ye?..

-Erê..lê belkî ev xewna te xêr be..

Şivanê me pişta xwe da balifan, rûnişt û got:

– Min di xew de dît, ku ez li binê zinarekî rûniştîme û puf bilûra xwe dikim..Ji nişka ve panpelîskeka sipî û xweşik ji qulkên bilûrê derket, di dora min re firiya û çû li ser qoçeke kevirên reş dahat..

– Subhanellah..Ev çi xewne?

– Ez dizanim ew qoça keviran jî li ku ye.

– Li kî derê ye?

Şivanê me stoyê xwe dirêj kir, devê xwe da ber guhê wê û got:

– Ew li ber ziyaretê ye..

– Mêro! Here nav wan keviran vede, dibe ku tu tiştekî bibînî.

– Çi bibînim?! Ma te got; koma zêran di bin de ye..?!

– Ez çi dizanim..? Dibe, ku Xwedê deriyekî li me veke û em ji vê belengaziyê rabin. Dibêjin, ku panpelîsk di xewnê de gellek başe, rûyê wê bi xêre.. Dibe jî, ku ew periyek be.. Salixa xêrê tîne.

– Kurê! Min ji panpelîsk û kevirên reş pê ve tiştek nedît û min berê bihîstî, ku kevirê reş nîşana mirinê ye..Kêla goristanê ye..

– Qey tu ditirsî bi şev biçî ber ziyaretê..

– Ma tirsîn şerme..? Welleh ez ditirsim, ku ez dest bavêjim wan keviran û ên gonê li min bidin û ji tirsa devê min xwar bibe..

– Qey tu ne mêrî..?!

Şivanê, ku xwe her û her mêr dizanî ji peyva paşîn gellek tûre bû..Xwe careke dî li ser piştê dirêj kir, di ber çavên wî re kurê wî di nav baxçeyekî mezin re, li pêş qesreke mîrnişînî, di pêş komeke mêrên girs de, mîna mîrekî dibore..

Ew ji ciyê xwe bi xurtî rabû, çû hindir maxê, tefşûyek, kebaniya wî jî bi lez û bez çû ji axurê fanûsek anî..Li jinikê nirî û got

– Fanûs nepêwîste..şewxa heye bese.

– Xwedê li gel te be.

Kurkê xwe avêt ser milên xwe û berê xwe da rêya ziyaretê…

**************

Roja dî, şivanê me wek her car li çiya, li binê zinareke bilind puf bilûra xwe dikir..

Ji aliyê rastê ve mirovekî bi şewlerekî fireh û devlingên zirav, bi komekî sipîk û şa’reke şikakî, di dest de tivingeke dudevkî, ku kevir ji ber solêd wî ên sor dipekiyan, ber bi wî ve hat û li pey wî tajiyekî reş î nêçîrê..

Nêçîrvan ji şivanê bilûrvan nêz bû, silav da û li tenişta wî rûnişt.. Şivan jî devê xwe ji bilûrê dûrxist û got:

-Ser seran û çavan..

– Bilûra te gellek bi sotine.. Eyşa Ibê dilê min her û her disojîne..

şivanê me seriyê xwe hejand û li tajiyê nêçîrvanî niriya, ku çawa di cî de ji westayî xwe dirêj kir.

Nêçîrvan ji wî pirs kir:

– Ma tu dizanî, kê strana Eyşê cara yekemîn straye.?

– Na welleh..

– De ji birayê xwe re piçekî bilûrke..

– Ser çavan bira… lê ezê ji te re pêşîn çîroka dihonî bibêjim.

-Bêj.

Şivanê me dest bi çîroka xwe kir û got:

– Diho ez li bin wê darê hanî raketim.. Min di xew de dît, ku panpelîskek ji bilûra min derket, di dor min re firiya û çû li ser qoçeke kevirên reş li ber ziyaretê dahat..Min xewna xwe ji kebaniya xwe re hewal da, wê guman kir, ku di bin wan keviran de kûzekî tijî zêr heye û panpelîskê ji min re nîşan aniye.. Ez bi şev çûm, min hemî kevir serbin kirin, zevînê bin qoçê tefşû kir, lê min tiştek nedît..Ez pir poşman vegeriyam mal..Bi ser de jî dilê min li çûyîn û hatinê ji tirsa ziyaretê û ên gonê lerizî bû..Tirsê hinava min birriya.

-Eger mirov guh bide jinan, wê seriyê xwe hinde caran bibe ber kuştinê..

– Bira! Van jin çiqas xwedî fantazîne, xewndarin û hêvîpirin?! Dibêje here zêr bîne..Ma ezê zêran ji ku bînim û çi bikim?!

– Her bawer bike, eger fermadarên herêmê bibihîsin, ku yek li zêran digere, wê poxa seriyê wî derxînin..Divê mirov tiştê wilo li ber kesekî nebêje..

şivanê ku dil hebû puf bilûra xwe bike, pizpizka wê xiste devê xwe, çavêd xwe damirandin û bilûrand. Dengê bilûra wî bi dilê nêçîrvan û pez û tajiyê bû, bi dilê geya û ewir û coyên avê bû…      Ji nişka, bê ku şivan bi xwe bibîne, panpelîskeke sipî û xweşik ji qulikên bilûra wî derket, wek çawa berê şivan di xewnê de dîtibû. Şivan ev car ew nedît, lê nêçîrvanê guhdar ew bi çavên xwe dît.. Panpelîsk di dora wan herdukan re firiya û ber bi zinarekî ve çû, ku di nav geya de bû, li ser wê zinarê dahat û winda bû. Nêçîrvan şaş û mat ma, devê xwe ji hev vekir, li zinarê niriya û bêdeng rabû ser xwe, li dora xwe niriya û dîsa rûnişt.

Nêçîrvan ji xwe re got:

– Xewna şivan rast bû..Gelo! Ev çi bû?.. Ez ji wî re nabêjim..Ezê bi şev bêm û zinarê ji cî bilivînim..Dibe tiştek di bin de hebe..

Destê xwe li milê şivên da, şivanê bilûrvan çavêd xwe vekirin.. Nêçîrvan gotê:

– Bira! Ezê herim..Rêya min dirêje û hîn min çi nêçîrî nekiriye.

– De bila..

– Bilûra te jî mîna xewna te baş bû..Emê careke din li hevdu rûnin û li ser Eyşa Ibê û li ser xewna te bipeyivin..

Ewan herdu ji cî rabûn, nêçîrvan xatirê xwe ji şivanê çiya xwast û bi rêket, tajiyê wî jî li pey..

Şivan ji xwe re got:

-Gelo! Çima mirûzê wî wilo hat guhartin.. Mala eşqê wêran be..Qey dilbera wî hat bîra wî..Dibe jî xemên wî pirin..Lo evên maldar çima wilo xempirin..?

Lê şivanê dilpak nizanî bû, ku nêçîrvan xewna wî bi rastînî dît û lewre mirûzê wî hat guhartin.

*****************

Li ber şewxa heyvê nêçîrvan bi alîkariya hinde dar û bivirekî, zinarê ku panpelîsk bi roj li ser rawestiye, ji cî livand, zinar tol bû, li kokên daran û li zinarên curecure ket û ber bi newalê ve hate xwarê. Di ciyê zinarê de hinek paçên kevin hebûn, ewan rakirin, çi bibîne?! Kûzekî kevnare di kortikekê de dixuye.. Nêçîrvan ew kûzik bi destên xwe yên, ku ji ber livandina zinarê birîn bûne, derxist û paçên, ku li ser devê kûz bûn çirandin.. Dît, ku ew kûzik tijî zêre.. Kûzikê xwe hilgirt û ber bi newalê ve beziya, pikinên daran li milên wî diketin, cilên wî dihatin çirîn û ji kêfxweşiya dilî êdî wî nizanibû çi digot..hişê wî tar û mar bû, li hev ket..Dengê kenînê wî bi ber newalê diket û deng vedida..Mîna pisîkeka goşt revandî lez dikir..li erdê diket, radibû, dilikumî, dipekî û direvî..

Ji wê rojê ve, çîroka “Dînê ku zêr dîtiye” li wan gundan belav bûbû..

Şivanê bilûrvan ji wê rojê ve, hercar ku li binê dareke merxê rûdinişt û bilûra xwe derdixist, di ber xwe de digot:

– Ji xêra Xwedê panpelîska min ya xewnê bû..

———————————————————-

(*) Min ev çîrok berê bi Erebî nivîsandiye.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s