Segê bazarvan (*)

Cankurd – 1986

Dem havîn bû, bêderêd gênim û cihe li paş gundê Hebo axa hatibûn dûz kirin. Hinde ji wan li ba dibûn, toz û kulxana bêderan bi bayê sernîvro re, bi ser newalekî ve diçûn. Liv û tevgerî li nava malan hebûn. Hinde mirovan çiwalên gênim li pişta xwe bar kiribûn, di bin de hêdî hêdî diçûn û li ser pişta xaniyekî ji xaniyêd Hebo axa gêr dikirin. Hinde mirovên din jî barê Traktorekê hil didan û werîs dikirin. Hinde jinêd gundiyan jî av bi seriyan, ji binê gund ve, di kaşekî re ber bi malan ve dibirin.

Tenê Hebo axa li bin darek tûyê li hember gundê xwe yê zîrek, li ser doşekekê û çend balîfên sipî palda bû û li nêzîka wî segê wî yê gir Topo yê sermezin, guhdirêj, tok di histo de, weke peyayekî hişyar rûniştî bû.

Hebo axa mirovekî zor qelew bû, zikê wî weke defeka kirîfan pêşve çû bû. Seriyê wî weke kêlekekî hilîskirî xweya dikir. Porê wî qir bû, jiyê wî giha bû dora pêncî saliya wî, lê lêvêd wî ne mîna yêd gundiya bûn, ewan hîna tijî xûn bûn, çavêd wî nola yêd dûbirakekî pîr di binê biriyên hêgîn de bi şûn ve çû bûn û gewdeyê wî yê gir sama xirarekî di siya darê merxê de xweya dikir, lê di miltanê wî yê sipî û di şewlerê wî yê reş re, mera dizanî ku ew mirove. Ji dûr ve hilkişa sîngê wî dihat bihîstin.

Bayekî hênik ji aliyê rojava de bi ser wî de hat, xewa wî nehatibû, lê li ber wa bayê nazik di bêdengiyê û tenahiyê de çavêd wî li tiştekî ranedibûn..Te digot; ew di temareke kûr de ye.

Girrinî bi segê axê ket. Axê di ber xwe de gotê: Hoooş ! Seg di cî

de bêdeng ma û seriyê xwe daxist.

Dengê du mêran ji nêz ve hat: – “Selamo eleykum..”

Axê seriyê xwe rakir, çavêd xwe gerandin, di nav tîrêjên royê re bejmêrêd wan dîtin, ewan ber bi wî ve hatin, careka dî silav dan û rawestin. Hebo axa xwe rast kir, çarmêrkî rûnişt û di ber xwe de got: “- Eleykum selam.”

Hêdîka bişkojên miltanê xwe bi hev xistin, carekê seriyê xwe bi jor da kir û got:

– Fermû rûnin…

Herdu mêr bi cilên bajarvanî bûn, jiyêd wan nava sihî û çil saliyê bûn, girêfatêd wan jî hebûn, lê mera dizanî, ku ewan kurdên çiyayîne, destêd wan yêd mîna qurmikêd zeytûnê, dêmêd wan yêd li ber tava royê birajtî û ziwa bûne û çavêd wan yêd ronahî têde vemirî, kurdîtî û gundîtiya wan nîşan didan. Herdu mirov di nava seg û axê de rûniştin, lê xweya bû, ku tirsa wan netenê ji axê hebû, lê ji segê wî yê bêdostanî jî, ewê ku her amade bû bo hêrişê.

Axê destekî xwe avêt bin balifêd xwe, qutiya tutûn ji wir derxist û avête pêş wan û di nava xwe û dilê xwe de hizrêd xwe kirin:

“-Evan ne tehsîldarin (Xûkbir) û ne jî mamhosta ne, van cilkêd xweşik yên li van bo çi ne?..Ezê bizanim, ka evan li vir çi dikin..Lê tenê tiştekî ez niha dizanim; herdu kurdên gundîne..”

Herdu mêrikan cigare ji xwe re pêçan, yekî ji wan qutî bi edeb da dest axê û got:

“-Spas axe..”

Dilê axê lêdaneke mezin lêda..”Evan dizanin, ez kîme û ez çi me..”.

Axê xwe li ser aliyekî dirêj kir, piyê xwe yê rastê da ser balifan, seriyê xwe yê giran jî da ser kefa destê xwe û zikê wî yê bilind yê ber bi wan ve bû, hilhat û dahat..

“-Hûn ji kune oşlim?”

“-Em ji Kêla ne axe..”

“-Ji Kêla?”

“-Erê axe..”

“-Law ! Min got qey hûn endizyarin, mamoste an jî tehsîldarin.. Lê min zû nas kir, ku hûn Kurd in û ji van gundêd me ne..”

“-Axe ! Em her roj diçin bajaran, ji bazarekê diçin ya dî, tevkariya me bi E’reban re heye..”

“- Hi !?..”

“-şewlerê Kurdan hinekî ne bi dilê wane..”

Çavêd axê tijî çîk û kizotê agirî bûn..

“-Kuro ! Ma Ereban e’gal û kirasêd xwe davêjin?”

“-Hinde ji wan davêjin û cilkêd nûjen ji xwe re digrin.”

Axê destê xwe avêt qutiyê, ku cigarekê bipêçe, yekî ji wan dest avêt berîka xwe û pakêteke sor û sipî derxist, devê wê vekir û fermûyê axê kir:

“- Fermû axe.”

Axê cigarek ji pakêtê derxist, xiste nav tiliyêd xwe, pembûyê wê guvaşt, da ber pozê xwe û kire nav lêvêd xwe. Mêrikê dî hesteyekî nûjen da ber cigara axê, vêxist û got:

“-Saxî be axe.”

Axê bihnek lêda, dûman bi ser wan de berda, pakêt ji dest mêrik bir, da ber çavêd xwe û pirs kir:

“-Navê vê çîye oşlim?”

“-Malboro ye.”

“-Ev malê kîderê ye?”

“-Çi zanim. Ji derve tê.”

Axê di dilê xwe de hizrêd xwe kirin: “-Evan çi kesin? Karê van çîye? Pereyêd van hene..? an derewvanin?!..”

Lê tewata dilê axê mezin bû, hêşt ku ewan ji ber xwe hinde tiştan bibêjin.

Yekî got:

“-Axe ! Em diçin gundê we, lê berî çûyînê, wê baş be; eger tu me bihevojî û rastir şanî me bidî..”

Axê dît, ku ewan hewcedarên wî ne, serî li wî mezintir bû, xwe bêtir giran kir, got:

“-Oşlim ! Ez ji nava gund hatime vir, ji ber du tiştan: yek – Ez ji toz û tolaza bêderan bi dûrkevim û ya dî jî ji dest pirs û daxwazên gundiyan vehesim.”

“-Axe ! Pirsa me ne daxwazeke mezine. Tenê em pêdiviyên (hewcedarên) şîreta we ne. Berê pêş da bavêd me dihatin û şîreta we digirtin.”

Van şorêd dawiyê hinekî dilê axê nerm kirin, ji nû ve rûnişt, du bihnên dirêj li cigarê dan û got:

“-Li ber vê bayê hênik, xewa mirovan ditê..Ez dê bibêjim û bersiva we bidim, ka pirsa we çîye?”

“-Em gênim û cihe dikirrin û difiroşin..Ma hûn nizanin genimê kê heye û yê kê başe? Çiwalek bi çi tê firotin?..”

Niha axe têgihîşt, ku herdu mêrik bazarvanin. Di xwe de reş bû, pişt re got:

“-Oşlim! Ma pereyêd we hene?”

“-Na welleh, lê em ji bazarvanêd Helebê û yêd Efrînê avdikin (deyndikin), em dizanin çawa li hev bînin.”

Dilê axê lêdanên mezintir lê didan.

“-Ma qezenca we jê dibe?”

“-Hema hema.”

“-Kuro ! Hûn jî bazarvanin..?”

“-Çima ne ?!”

Axê tiliya xwe da ser eniya xwe û hizrêd xwe kirin: “-Ev çi deme? Hinde bûn xwedî traktor hinde bûn mamoste û hinde jî bûn bazargan..hema piçekî dî, wê me bixun..”

Yekî ji wan hizrêd wî birrîn. Got:

“-Ma genimê we jî bo firotinê nîne, axa ?.”

Tebata axê êdî nema..xweş xeyidî, çavêd xwe li wî sipî kirin.

“-Na, na..genimê me ne bo firotinê ye..Li gundê me jî nizanim yê kê heye..Te got; ez li vir rênîşandarê we me..?”

Herdu mêran têgihîştin, ku Hebo axa ji wan xeyidî, xatirê xwe xwastin, rabûn û çûn..Hêdî hêdî ber bi gundê axê ve û di paş sincekê da wenda bûn.

Axê piştî, ku cigara xwe rakir û dûvikê wê di axa sor de vemirand, destê xwe avêt filîsekî axî û çerpand ser nava kûçikê bêguneh Topo û bi dengekî ketî û tijî xeyd gotê:

“-Tu çi li vira daqurimiye..çima tu jî narê bazareka xwe nakê?”

Segê, ku di xafil de filîsê axê li newqê ketiye, kir kûz kûz û ber bi newalê ve reviya…ji wê rojê ve segê Hebo axa bû: Segê Bazargan.

—————————————————————

(*) Di kovara DEM hejmar 8 de hatiye belavkirin – 1986

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s