Şahzadê berfanî (*)

(mîr)

Cankurd

Her roj, dema ez ji xew radibûm û min di pencereyê re dinêrî, dar û zinarên çiyayê Keloşkê yê, ku pişta xwe dida tava royê û siya xwe davêt ser çemê Efrîn, di nav şaleke sipî ya mijê sibê re, xweya dikirin. Li gundê me yê, ku seriyê xwe dabû ser qiracekî mîna balifê gewr û di ser milên wî re deşteke ji axa sor hebû, bi berbangê re hişyar dibû.

şivanan pezên xwe ber bi çolê ve dajotin, berxik û karikan, seg û golikan, qumrî û çivîkan li gel zarokên gund û lêdanên meşkên darî sazekî bênîşe bi hev dixistin.

Lê mixabin! Di roja, ku ez evro tînim bîra xwe, çiyayê Keloşkê mîna pîremêrekî, ku di kirasekî sipî de paldayî, xweya dikir. Te digot, qey gundiyan ji gund barkirine..ewqas bêdengî bû. Nivîneke berfanî di ser mal û xaniyan re hatibû rêxistin.. darên zeytûnê, ku li aliyekî gund li rêz ketibûn, kêlên goristana, ku li dawiya deştê û sergiyên, ku li ser rêya çemî, hemî di bin wê nivînê de hatibûn veşartin..

– “Berf bariye..berf bariye..

Dengê Fîdanê, kiça hevseyê me, hat guhên min. Ez bi lez ji xaniyê tarî derketim derve, lê berpijka bayekî sar li rûyê min da. Diya min ji binê hewşê ve bang kir:

– “Kuro! Dernekeve..sare…

Lê ne banga dayîka min, ne jî lêdana bayê wekî kêra tûj, kanîn ez vegerandima hindir.

Me zarokan gelek ji berfê hez dikir. Berfê jî ji gundê me pir hez dikir. Hersal di zivistanê de, pir caran dibû mêvanê me. Hinde caran jî bi rojan li wan deran dima, ta hêdî-hêdî jar dibû, dibû aveke sar û di co û cobaran re ber bi geliyan dilivlivî û winda dibû..dibû “bereket” bo zevînê.

Me ji berfê hez dikir, ji ber ku di hinek rojên berfê de em nema diçûn dibistana, ku li gundê jorîn bû. Em li ser bêderan, li paş gund dilîztin, me bi berfê li hev dixist û me berfa gelek paqij ji ser sinc û pîkinên daran berhev dikir, me dimsê rezan dixist ser wê û dixwar. Lê ji aliyekî dî ve, berfê pir zirar û ziyan digihand gundê me, hin caran cotaran digotin:

-”Mubarek ! Ev çi nifire dîsa bi ser me de hat?! ”.

Wê rojê, diviya bû, em bi suwarî biçin dibistanê. Bavpîrê min, ku sofiyekî dil û- rûpaqij bû, rojên berfê ez li paş xwe didam û bi kerê xwe yî pîr û piştxûz, ez dibirim dibistanê. Hinek şagirtên din kerê wan jî tune bû û ewan bi lingên xwe yên nîvtazî diçûn dibistanê. Lê me bihîst, ku mamhostayê me yê tenha ew li gund hebû, nexweş ketiye, ewê biçe bajêrê Ezazê, ku li wir doxtir hene, û dibe, ku hefteyekê an duhefteyan venegere. Bo me ev nûçe mîna cejn û dewatê bû..

Nîvro, dema berf hinekî kêmtir bû, em tev bi dilên şad ber bi pişmalan ve beziyan, gelek xort û kiç, di nav me de pevçûneke bi topaçên berfê wek hercar destpê kir.. Heryekî berf dixist kepira yê dî, lê hinekan jî bizav dikirin, ku tiliyên xwe yên sar bi misteke berfê re têxin paşelên germ ên kiçên nûgihayî.

Bejmêra min li gor deh salên min piçûk bû, lê fantaziyên hişê min pir bûn û min bi rastî hîç hez nedikir, ku em zarokên gundekî, wilo bi topaçên berfê an jî bi tiştekî din li hev bidin.. Ez aştîxwazekî dilnazik û piçûk bûm, lê heval û hogirên min, bo min digotin:

-”Tu tirsokî.. Dilê te yê kêrguh e..”

Bi rastî, ez ji pevçûnan û ji xûnrijandinê ditirsîm û hîn jî ditirsim.. Mirov dikarin bi terzekî din bi hev re bijîn, kar bikin û bibin têkilên hev û din.. Hinde caran bavê min ez li gel xwe dibirim nêçîrê, me xwe di hêvsînekê de vedizand û demekê bêdeng diman, ta refek qumriyên çolbir, cotek kew an jî kêrguhek dihat ser ava cobarê. Bavê min ê, ku di ciwaniya xwe de çûbû Misirê û li gel Ingilîzan dijî hêzên Hîtler ketibû cengê û lewma tivingdarekî baş bû, radiwestî ta wan av vedixwar û tivinga xwe dida milê xwe yê rastê, çavê xwe yê çepê dadimirand, nîşan dikir, destê xwe dida ser teltîkê û diguvaşt, gurmînek dihat û xuşirtiyek bi newalê diket. Em dibezîn ser avê, ku wan tilûrên hîn birîndar mane serjê bikin. Bi rastî ew serjêkirin ne karê min bû û ta roja îro ez nikanim seriyê çitekê jî bibirrim.. Hema berfa sipî ya, ku em pê dilîztin û bi hatina wê şa dibûn, ne sewal û tilûr tenê, lê mirov jî dikuştin, pir maxên ji kelpîç û daran bi ser seriyên belengaz û hejaran de diherifandin, zarowên piçûk jî di bin de çal dikirin.

Ez dûr nerim..û vegerim ser fantaziyên xwe yên, ku jîna min tal kirine û carinan seriyê min birine ber kêrê..

Piştî, ku du rojan li pey hev berf bariya, min ji hevlîskên xwe re pêşniyaz kir, ku em dev ji pevçûnan berdin û li ser tehtekî mezin, li aliyekî gund pûtekî berfanî bi hevre çê bikin. Hogir û hevalên min ên, ku hêzingiya dilê wan xort bû, ew pêşniyaz di demeke kurt de bi cih anîn. Pûtekî berfanî yê gir çê kirin, di dest de debanekî mîna Zulfîqarê, pişta xwe dabû xaniyan û ber bi goristana gund ve bi çavin, ku ji muhrikên şîn hatibûn tijîkirin, dinêrî. Sîngê wî bi kespik û zîvikên mîna nîşanên cengaweriyê hatibû xemilandin.

Melayê gundê me, dema bi ser me de hat û ew pûtê me dît, li me qîriya û got:

-” Ma we li dibistanê dihevojin pûtperestiyê?.. Ibrahîm (Eleyhîselam) di jiwaniya xwe de pûtên gelê xwe şikandin..Ev çi deme lo?!

Lê ji ber ku wî dizanî ew pût lîstikek zarokane, pir nexeyidî bû.

Keyê gundê me yê, ku li ser pişta xaniyê xwe berf li gel azepê xwe rêş dikir, bo wî got:

-”Mela..Mela..! dest li şahzadê zarokan nede.. Dibe ew xêrekê bo me bîne..”

şêxê me bi ser oxira xwe de diçû û di ber xwe de digot:

-”Xwedêyo! bo gelê min bibore.. Ewan nizanin...”

Piştî me karê xwe bir serî, em her kes, bi morantiya hêvarê re, ber bi malên xwe ve belav bûn, lê tiliyên dest û lingên me ji sermayê tevizî û şîn bûbûn, ne bi misdanê û ne jî bi pufkirinê germ dibûn.

Di wê şevê de tirseke mezin kete dilê min. Bi zûkî min ji ber pixêreka, ku tijî kizotên darên zaytûnê baz da û ez ketime nav nivînê, bi hêviya xeweke zûtir. Min wê şevê xewneke bi tirs dît.. Min dît, çawa bavê min sola xwe daniye ser leşê kêrguhekî bêhêz û seriyê wî bi kêra xwe jê dike.. Ta niha jî, piştî çil salî ji wê xewnê û wan salên tijî tehlî û tirşî, qîjîna wê kêrguhê di dilê min de maye, tev xûna min bûye..

Diya min bi berbangê re deng li min kir, got:

-”Kuro! Rabe here mizgeftê.. Fatîheyekê bo canên miriyan bixwêne..Bavpîrê te ji zûde çûye nimêjê.

Min newêrî xewna xwe bo dayîka xwe hewalda, ji ber ku bavpîrê min berê ji min re gotibû:

-”Gava te xewneke baş dît bo me hewalde, lê gava te xewneke nebaş dît bi herdu aliyên xwe ve tuf bike û bibêje: Xwedê min biparêze..û bo kesekî nebêje

Dayîka min di ber xwe de dilorand.. Lewre min ji wê pirskir:

-”Dayê! Ma kesek miriye?!”

”Kes bi e’celê Xwedê nemiriye.. Bavê Çemo hatiye kuştin.”

Bavê Çemo reviyekî ji ber Erebên, ku gundê wî standibûn baz da bû û hatibû li gundê me bi cî û war bûbû. Heft zarokên wî hebûn. Min paşê bihîst, ku ew bi debanekî tûj hatibû kuştin, seriyê wî mîna yê kêrguhê xewna min hatibû jêkirin.

Dadmend, qeralê herêmê û gelek cendirme hatin gundê me, hinek kes girtin û li hinekan dan..lê dema ewan tênegihîştin; kê Bavê Çemo kuştiye, bela xwe ji ser gund vekirin û ser ji nû ve çûn. Gundiyan jî ew term li seleceyeke darî dan, ew bi cileke mûhirî peçandin, li ser milên xwe bar kirin, birin li ser bêderan nimêja miriyan bi ser wî de kirin, di ber pûtê me re, şahzadê berfanî re, birin çalkirin.. Gava min li şahzadê me nihêrî, min dît, ku ew berken bûye.. Berkenekî, ku tirs xiste dilê min.

Li ser rêya vegerê ji goristanê, pîremêrekî bo jineke ciwan digot:

-”Ev pûtê zarokan ne bi xêre..”

Min jî bo hogirekî xwe bi dizî got:

-”Ez dizanim, kê ew mirov kuştiye..

-”Kê kuştiye?!

-”şahzadê berfanî ew kuştiye..”

Dostê min î sermezin keniya û xwe li ser berfê mîna fînokekî tolkir..

-”Law! Fantaziyên te çiqas mezinin?!..

Wî ji min bawer nekir û azarek da min, ku ez wê gotinê bo kesekî dî nekim, wê henekên xwe bi min bikin û bibêjin ev lawik dîn bûye..

şeva dî, xew nehat çavên min.. Ez bi dizîka çûm û min ji paş sincekê ve li pûtê berfanî temaşa kir.. Piştî demekê ew di cî de reş bû, liviya û şûna xwe berda, ber bi gund ve çû û debanê xwe di destê xwe de leqand.. Piştî çend soliqan qîrîneke kûr û dirêj hat û bihnekê şûn ve, hêlhêl û giriyê jinan hatin guhên min. Ez ji tirsa, ber bi mal ve reviyam, min bi lez û bez, xwe tev cilên xwe xiste bin nivînê û çavên xwe damirandin..

Di wê şevê de, mirovekî dî hatibû kuştin.. Ew berê carekê ji aliyê cendirman ve hatibû lêdan û birîn kirin, ji ber ku wî di şeva Nûrojê de agirekî mezin li nav gund vêxistibû, ku şivan û gavanên ji çolê vegeriyane, xwe li ber germ bikin.. Tew wî nizanî bû Nûroj hatiye.. Lê birînên, ku ev car li leşê wî bûn û bûn egera mirina wî, birînên debanekî tûj bûn, gelek xûn ji leşê wî çû bû û berfa, ku ew li ser dirêj bûbû, mîna soringê xweya dikir. Ji wê rojê pêve dilê min nediçû dimsoka berfê.

Cendirman dîsa zordarî li gundiyan kirin.. Lê ev car gelek kes reviya bûn çolê.. Desletdarê herêmê dixwast bizane, kê ev mirov kuştiye, lê kesekî nizanî ew kî ye.. Min dizanî, lê min newêrî bigota, ji ber ku kesekî ji min bawer nedikir..

Biryara deselatdar ew bû, ku gundî xwe bi xwe biparêzin.. Bi fermana serekê cendirman, keyê gundê me zincîrek ji parêzkaran li hawîr gund rêz kir.. Seriyê wî bi wê histobariyê bilind bû.. Lê tirsa wî ji ya hemiyan mezintir bû.. Hema dîsa jî roja din mirovek hat hat kuştin.. Ew jî gundparêzekî hejar bû, ku wî zikê xwe tijî nan nedikir û pareyên wî bo tivingekî tune bûn. Dîsa jî kuştîwar nehat nas kirin..

Di nav gundiyan de guman pir bûn, her yekî yê dî bersûc dikir.. Keyê gund bo yekî digot:

-”Kuştîwarê şevê tuyî..

Wî belengazî jî di ber xwe de digot:

-”Ev kar karê bav û bavpîrên te ye..

Paş çend rojan, royeke bi tav bi ser gundê me de hilat, penca ruhniya xwe bi tîrêjine zêrîn avêt ser çiya û baniya, gelî û qiracan germ kirin û berf ji hev ket.. Nîşan û kespikên şahzadê berfanî ketin goleke piçûk ji avê û li ber royê vebrisîn..

Ji wê rojê pêve, kesek li gundê me nehat kuştin, gundiyan tivingên xwe veşartin, cendirman zordariya xwe ji ser me rakir û zimanê keyê me li ser hejaran kin bû.. Zarokên gundê me jî ji wê rojê ve nema pût û hîman ji xwe re çê dikin.. û melayê me jî fatîhe bo canê şehîdan dixwand û pişt re destên xwe ber bi ezmanan vedikir û digot:

-”Xwedêyo! Tu me ji berfê û pûtên berfanî biparêzî..

Lê min jî êdî dizanî, ku di fantaziyê de gelek rastînî heye û di rastîniyê de tovek ji fantaziya zarokan heye.

——————————–

(*) Di Pêşbirka “ Lec” a kovara “ Roja Nû” de, ya ji bo kurteçîrokan sala 1998, vê çîrokê xilata duwemîn girtiye û di hejmara 56′ -1998 (Roja Nû) de belav bûye..lê mixabin! ta roja nivîsandina wê di vir de (nîsana 1999’ê) min ew xilat nedîtiye. Berê jî min ev çîrok bi erebî gelek ji zû de di “Rastî” de li Libnan’ê belav kiribû.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s