Rûreshiya apê E’zîz

Cankurd

1987

Apê E’zîz mirovekî ber bi pîrbûnê ve diçe, porsipî û çavbeloqî ye, lê piçekî qelew û zikwerimî ye. Baweriya apê E’zîz bi serketina bindestên cîhanê heye, lê çi demê wê bi serkevin, ew jî mîna me nizane. Roj derbas dibin, şev diborin û mirov dibîne, ku Apê Ezîz her li hêviya şorişeka mezine, ku gundiyên bê ax, karker, birçî û bêmal, bi hev re dakevin bajaran, karxanan bistînin, rêyên hesinî daşkînin, dîwanxaneyan bi dest xwe ve bînin, bazaran talan bikin û zikên zarokên xwe yên birçî carekê tijî şîr, goşt û şîre “şîrone” bikin. Meraqa Apê E’zîz kevnare, di dilê wî de bûye doz û armanceka jînê û gellek caran di ber çavên wî re alên sor bala difirîn û ciyên xwe li ser qonaxên mîrî yên bilind digirtin û li ber bayî dipirpirîn..Lê gava mirov ji Apê E’zîz dipirse, gelo! Wê çi demê şoriş destpê bike, seriyê xwe dixe nava herdu lepên xwe yên mezin, ji herdu aliyan ve diguvişe û dibêje:

– “Hîn zû ye…” û ji ciyê xwe radibe, bi dereka dî ve diçe, nizane ku ve, lê namîne, ku bi wî re bêtir bite peyivîn.

Rojekê min ew di mal de girt, karekî wî jî bi min hebû, loma nikanî xwe ji nav davên min derxista, xwe bo pirsa min amade kir, gava ez jê pirsîm:

-Çima zû ye, Apê E’zîz?

Bihnek li cigara xwe xist û got:

-Roja serhildanê nehatiye, dijminê koledar û mêtinger xurte..Niha xebata xwe ya îdeolocî bikin, belavokan derxînin, rojnameyên rûpelmezin ên bi sernivîsên sor li nava gundî û karkeran belav bikin, li ser liştên wan binivîsin, ta ewan hişyar bibin û bizanin, çi ji wan re baştire.

Apê E’zîz berê ne wilo bû, ez wî ji zarotiya xwe ve nas dikim, xweş tê bîra min, ku ew berî niha bi sî salî, tivingeka polonî ya li milê wî bû, rexta fîşekan li newqê bû, ketibû serê dîlanê, kilameka ewîlan digot:      Ez merîkî şoîme, begciyê tirî h’umsî me

Dijminê van axa me, rêberê karkira me..

…û gava kilama wî radibû, bi xortan re devê tivinga xwe berjor dikir û diteqand..wê demê bihna şorişgeriyê ji wî dihat.

Wê çaxê apê E’zîz endamê “Berxwedana gelêrî” bû, ewa ku sermîriya Sûrî avakiribû, bi mebesta ku li hember hêrişên leşkeriya tirkî raweste, ji ber ku tirkan ta yekbûna Sûriyê bi Misirê re, hergav gef û gur didan Sûriyê.

Rojekê Apê E’zîz hatibû mala me, ku bavê min ji wî re tivinga wî ji hev bişelîne û paqij bike, ji ber ku bavê min di ciwaniya xwe de li ba Ingilîzan serbaz bû û li Misirê di cenga dij Hitler de demekê berxwedan nîşan dabû, û bi ser de jî bi Ingilîzan re li petrolê çend salan geriya bû, çavên wî vekirî bûn û bi tiving û debançeyan “deban:sîlah” xweş dizanî. Bavê min guh nedida karê ramyarî, lê tivingan bala wî pir kişandibûn ser xwe. Apê E’zîz ji bavê min pirsî:

-Mehmed ! Çima te tivinga “Berxwedana gelêrî” hilgirtî?

Bavê min got:

– Ez ditirsim, ku Tirk dar û rezên me zep bikin, bi ser de jî ez gelekî ji leşkeriyê, ji tivingê û cengaweriyê hez dikim.

-Ji van pê ve?

-wek çi ?

Apê E’zîz dizanî, ku bavê min dûrî siyasetê ye, loma wî dixwast; bavê min bike hevalê xwe, xwe ber bi wî ve da û gotê:

– Ez..Ez mêrîkî şoîme, ez komonîstim. Beg û axan me ji xwe re kirine kole û rêncber..

Bavê min hêşt ew gotina xwe bibe serî, pişt re got:

– Ez dizanim.

-Gava Tirk hêriş bikin, wê tiving û debanan bidin axan, wê me bidin bin zordariyeka mezin.

Bavê min î bi tewat got:

-Ez vê nizanim.

Apê E’zîz bi paçekî zêtkirî tivinga xwe dibrîsand. Bi nermî gote bavê min:

-Mehmed! Em dixwazin tu bibî hevalê me, tu jî bibî komonîst. Ez dizanim, ku tu ji mêrxasî û lehengiyê hez dikî. Emê te bişînin Tirkiyê û emê te di sînorê re derbas bikin.

-Bo çi?

-Divê yek here, nava Kurdan, li wir gotin û axaftinên dij leşkeriya tirk belav bike.

Bavê min keniya û ji wî pirsî:

-Ma çima ên wek we li wir tunene?

-Hene, hema jarin û bîr û baweriya wan bi şer û cengê li hember dewleta tirk nîne.

-Çima?

-Ez rewşa Tirkiyê baş nizanim û hevalên me jî pir li ser napeyivin. Lê ez dibînim, em Kurd xwe bi xwe, divê tiştekî bikin. Em Kurdan hişyar bikin û dakevin cengê dij bi Tirkiyê û leşkerên welatên koledar û kapîtalîst.

Bavê min keniya, çi pirs an bersiv din lêv nekirin, tivinga wî careka dî bi hev xist, du caran bi wê lîst, pişt re du fişek xistin bardanka wê, da ber rûyê xwe û di pencerê re nîşan serteşiyekî kir, yê li hember gund bû, û teqand, dengekî pir bi hêz jê hat, li nêzîka serteşiyê kulxan ji erdê rabû, gote min:

-Were.

Ez ber bi wî ve çûm, tiving da dest min û bi min re nîşan serrast kir û bi çavê xwe ez fermûyî kirim, ku debanê arkim, min tiliya xwe da ser teltîkê wê û guvaşt, zumpinî bi ber guhê min ket, devê tivingê berjor bû û xuşirtiya fişekê bi ber newalê ket. Bavê min keniya û got:

-Kuro! Tu fêr nabî..

Wê demê min zanî bû, ku bavê min ji gotinên Apê E’zîz re ne valaye û her meraqa wî tiving bû.

Apê E’zîz mal bi mal digeriya, li her derekê çêra kurdên bakurê Kurdistanê dikir, digot:

-Çima evan razane, temirîne, mirîne?!.

Dem hat guhartin, çavên me li Kurdayetiyê vebûn, me belavokên kurdî û ên bi E’rebî yên li ser Kurdan bo Apê E’zîz dibirin, seriyê xwe dihejand, dileqand û digot:

-Ev çi Kurmanciye?

-Çima?

Apê E’zîz henekên xwe bi me dikirin, digot:

-Partiya me ya komonîst bo hemû gelan dixebite, ma ev çi Kurde, çi E’rebe? Ma em tev ne birane?

Apê E’zîz ê ku berê dixwast Kurd bi xwe ji xwe re tiştekî bikin, êdî ji zimanê Kurdî jî dilteng dibû, hinde caran jî digote me:

-Hûn kevinperestin, dijî Lîlînin “Lenîn” û her kesê îro bo Kurdistaneka serbixwe bixebite e’hmeqe “bêvace” û dijminê karkerane.

Roja şikestina tevgera kurdî li başûrê Kurdistanê, Apê E’zîz dengê teypê bilind kiribû, ew kuve diçû teyp dihanî ser axiftineka Radioyê Moskova: “Revoyên cudakerên Kurd di sînora Iranê re ji ber leşkerê Iraqê direvin.” Di ber me re derbas dibû, dikenî, kêfxweş dibû, te digot; qey ew ne Kurde û çi xema wî nîne, ku gelê me tev bite kuştin û wenda kirin.

Rojekê em çûne mala wî, ku li ser Kurdayetiyê û koçbera nûjen ya piştî têkçûna şorişa Kurdistana başûr bipeyivn, ew zor kêfxweş bû, dilê wî di dinyayê hilnehat, ji me re doşek û balîf danîn, hejîr û tirî anîn, pişt re çayê jî anî û li hember me mîna axayekî rûnişt. Min got:

-Tevgera Kurdî di va dema dawiyê de ketibû şaşiyên mezin.

Devê wî ji hev bû, piraniya didanên wî xweya bûn, weke roviyekî li me temaşa kir û got:

-Min negot?!..

Ew bi hatina me şa bûbû, nizanî bû me çawa bêtir li ba xwe bihêle. Hevalekî me got

-Em dixwazin tevgera xwe serrast bikin, rêyeke çep ji gelê xwe re diyar bikin..

Dêmê Apê E’zîz qermiçî, çavên xwe ji me guhartin û êdî nedixwast bi me re bêtir bipeyive. Li ber rabûna me got:

– Ma çima hûn partiya me baş nabînin, ku hûn dev ji tevgera xwe ya genî bernadin?

Hevalekî xûngerm li wî vegerand:

-Dema hûn baweriya xwe bi tivingê û bi mafê gelê Kurd bînin, emê bibin hevalên we.

Dilsariya ku di navbera me de kêmtir bû, lê Apê E’zîz ya dilê xwe  bo me nedigot, xwe ji me diparast û hinde caran, gava min pirs jê dikir:

-Wê rewşa gelê Kurd çawa bibe?

Bersiva min bi dirêjî dida, ji wan bersivan tê bîra min, ku wî serketina gelê me bi hilgavtin û şorişeka bakurê Kurdistanê ve girê dida.

Sal çûn û qederê em ji hev bi dûr xistin, êdî min nizanî bû çi bi seriyê Apê E’zîz hat û wî nizanî ez ku ve çûm. Rojekê ez li ber ava (Rhein), li ser kevirekî rûniştî bûm, bi dest min de rojnameya (Berxwedan) hebû, min çavên xwe di axavên hêrişên HRK de digerandin, dixwast zanîba çi bûyer taze li bakurê Kurdistanê pêk hatine û çawa şorişa ku em giş li hêviyê bi salan mane destpêkirî, ha min dît, pêjna Apê E’zîz di pêş min re derbas bû. Ew gelek hatibû guhartin, lê dîsa jî min ew nas kir û hemû gotinên wî ji zarotiya min de bo min gotine, di mejiyê min re beziyan û li hev civiyan. Ez ji cî hilgavtim, min dengek lê kir, ew di cî de li min zîvirî, min delîve nedayê, hema min ew hembêz kir, ez çûme rûyên wî û bi dîtina mirovekî welatê xwe şa bûm. Piştre em li çayxanekê rûniştin, me pir pirs û gazinc kirin, em demekê bi axiftinên xweyî mijûl bûn, lê çavên wî her li rojnameyê bûn, rojnameya ku sernivîsa wê bi rengê sor..Dawiyê ji min pirs kir; ka ew Çi rojnameye, kî derdixe û çi têde heye. Min bersivên wî danê, dawiyê min pirs kir:

-Tu şorişa bakurê Kurdistanê çawa dibînî, Apê E’zîz?

Weke berê keniya û got:

– Kuro! Hûn pir nezanin. Evên ku dest bi şer kirine ( û wî ji bîr kir ku şerê Tirkê faşist dij bi gelê me her hebû) mirovin ne rastiyarin, nizanin ku bi seriyê xwe yê nijadperest dinya hemî dibin ber deriyê cengeka atomî, ku ne mirovatiyê û ne jî şînahiyê dihêle.. Evan dixwazin agirekî mezin dadin, ku welatên Emerîka yên Yekbûyî û ( bi dizî got) hevalbendên me Sovyêt berdine hev û din, bo xewneke netewî ya piçûk. Gelo! Em naxwazin îro Tirkiye li xwe rakin..Kuro! Hîn zûye..

Demeka dirêj ji min re li ser dijwariya cenga atomî ya ku “ çirîska agirê wê li Kurdistanê vêketî” axivî û kir, ku hema-hema wê leşkerên C.C.C.P. û ên U.S.A. li ser axa Kurdistanê bigihînin hev û din û dawiya dinyaya me bînin. Em bi dilsariyekê ji hev cuda bûn û nema ji wê rojê ve em diçin ba hevdu.

Iro, piştî sê sal di ser wê bûyerê re derbas bûn, min ji xwe re di binê çiyayekî de, di şikeftekê de ciyekî bo xwe û bo defter û nivîna xwe amade kiriye, ji tirsa teqîna cenga atomî newêrim herim çi deran, Lê heya niha, cenga atomî – bi hemda Xwedê – destpê nekiriye û wa çirîska ku li bakurê Kurdistanê leşkerên Rojhilat û yên Rojava nexistine qirkên hevdu.. Ez nizanim, dibe zû be..Hîn zû be û hîn ewan ji hev nexeyidîne, de bila em hişyar bin, dengê xwe nekin, ta dinyaya me bi xêr bijît..

Ev rûreşiya Apê E’zîz hem henek û hem giriyê min tîne, bo min heneke, ku Apê E’zîz her rojekê me bi gotineke dij serhildana Kurdan dixapîne û giriyê min tê, ji ber ku di rûreşiya van salên dirêj de, bi hezaran belengaz û rêncber bi Apê E’zîz tên xapandin..

-Gelo! Me niha ew çi dibêje?!.. Ez nizanim.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s