Nazo

Cankurd

(Di “Berxwedan” de, hejmara Eylül-Ekim 1986, R.47 hatiye belavkirin)

Mêvanên mala bavê Nazo dereng rabûn û çûn. Ji êvarê heya nîvê şevê rûniştin. Çay vexwarin, cixare kişandin û şor kirin. Çi şevek dirêj bû!

Raste, ku Nazo vê şevê kar nekiribû, xûşka wê a mezin Gulê karên malê kiribûn, lê dîsa jî serê wê giran bûbû. Bi destmalekê eniya xwe şidandibû. Diya wê a pîr, bavê wê ê dilxurt mîna cotkarekî jêhatî, ji ber agirî rabûn û çûn mezela din razin. Xûşka Nazo jî devê xwe ji hev vekir û çû maxa paşîn. Doşeka xwe rêxist, serê xwe danî ser balifê û nivîn kişande ser serê xwe û raza. Nazo xulîdank û taqima çayê ji ser sewkiyê rakir, li xûşka xwe a raketî nihêrî û gotê:

– Ma te derî kilît kir an ne?

Bi dengekî kurt û bilind xûşka wê got:

-erê min kilît kir. Bihêle ez razim.

Nazo, cihê razana xwe amade kir. Karên hindirî qedandin û ber bi çirê ve çû, ku vemirîne. Zeyta çirê kêm bûbû. Gava serê xwe pêşda bir, ku pifê bike, çavên wê li wêneyekî (resmekî) birayê wê ket. Li ser refika kevirî ya, ku bi qenewîçan xemilandî, bi çavên tijî hezkirin û sotin li wênê nihêrî, rakir da ber çavên xwe yên, ku mîna kaniyeke zelal tijî hêstir dibûn û dilopên hêstiran bi ser guliyên wê de dihatin xwarê..wêne kire destê xwe, cama ser wê û perwaza wê bi devzendên xwe paqij kir, tiliyên xwe di ser çavên wî re gerandin, tiliyên wê dilerizîn û dûman dihat ber çavên wê..di nava dûmanê re dît, ku ew destê xwe li ser çavên birayê xwe dixîne.. Li bin dareke sicê, birayê wê çavên xwe ji hev dike, bi destê wê digire û dibêje:

-Nazo!..ez diçim.

-kuve?

-Nizanim..Lê ezê herim, dûr herim.

-Çi heye? Bêje.. Bêje min çi bûye?

-Wê min bigrin..

-Çima? Cendirme çi ji te dixwazin?

-Dengê xwe pir raneke. Bila kes nizanibe, ku em li virin. Ezê herim, lê ezê ji te re nameyekê bişînim.

Û birayê wê mîna hespekî sipî, ku ji ber nêçîrvanan direvî, di nava dûmanê re dibezî û winda dibû…

Nazo wêneya birayê xwe danî ser refikê, çû maxa paşîn, ji nava qenewîçên xwe nameyek derxist, hat li ber agirê pixarê da ber çavên xwe û bêhn kir..Di nava rêzên wê re çavên xwe gerandin 6 hinek jê xwand;

-” Raste, ku tu panzdeh saliyî û ez bîst salî me, lê her dizanim, ku bê te min nedikarî tu caran xwe ji nav lepêb cendirman derxista. Ezê vegerim, te ji bîr nakim..Ezê ji te re rojên bên şîşeyekî bînê (bêhn) bişînim..

Nazo name xiste paşila xwe, li ber agirê pixarê rûnişt û bi maşeya hesinî pizotên agirî tevdan. Agir hinekî dijwartir dibû. Di nava alavê re çavên Nazo yên tijî hêstir li dîwarê pixarê yê reş dinihêrîn, te digot; wê tiştekî mezin di reşahiya dîwarê re dîtiye.

Teq-reqek li ber pencerê hat. Nazo guhên xwe dan ser pencerê, tenê xur-xura sîngê xûşka wê ya razayî ji hindir ve û guv-guva bayî ji derve dihat. Gava dengek ji derve hate guhên wê, ji cih hilgavt û bi lez çû ber pencerê, bang kir:

-Kîyî tu?

-Malê! Malê!.. wilo dengekî nerm ji derve hat.

-Kîyî tu? Xwe bide nasîn!.

-Ez rêwî me..

-Eger tu rêwîyî, çima tu nayî ber derî?

Nazo pencere vekir û destê xwe da ser şîşên hesinî yên mîna şîşên, ku li pencereyên zîndanan û serê xwe pêşve da. Çi bibîne ! Mirovekî qanat, por û rih bûne yek, bi cilên sitûr û giran, tiving li mil, li ber pencerê rawestiye, ji serî ta lingan şil bûye.. Ji wî pêve di vê tariya şevê de tiştekî din nîne..Lê ji dûr ve dengê şurikên avê tê guhan û zevîn (erd) jî şil bû…

Nazo deng li rêwî kir û got:

-Were ber derî !

Rêwî hate ber pencerê û bi dengekî nerm gote Nazê:

-şeva te xweş bit, Nazo!

-A te xweştir bit, kîyî tu?

-Ez şervanekî Hêzên Rizgariya Kurdistanim.

Nazo guhên xwe dide ser gotinên wî û pişt re dibêje:

-Ez dengê te nas dikim.

-Ke.ê! Ez Dîsemê Xizirim.

Nazo dibeze derî vedike û bang dike:

-Fermû, were hindir Dîsem.

-Na ez diherim, ez nikarim bimînim.

-Çima?

-Min xwest, ku ez nîşanekê ji birayê te bidim we.

-Xwezî !

şervanê ku di bin çekên xwe yên şil de mendû bûbû, ber bi Nazo hat, destmaleka sipî ji berîka xwe derxist û da dest wê. Nazo destmal ji hev kir, dît ku şîşeyeke bînê di nav de ye, ramûsî şîşe û got:

-Başe! Min baawer kir, ku birayê min gihaye HRK. Dilê min niha bê xeme, te ez vehesandim û xweşiyar kirim.

-Hevalên min xwestin, ku ez dilên we bi van axiftinan şa bikim.

-Bi rastî, me nizanî bû, ew kuve reviya û çû. Dema cendirme hatin zordarî li me gişan kirin.

-Niha tu dizanî, ku birayê te nehatiye girtin û ne jî bi dûrwelatan ve çûye.

Nazo careke din gote wî:

-Fermû, derbas be hindir.

-na, ez diherim, lê hêviya min ewe, ku tu ji dê û bbavê xwe re bêjî, û eger tu dixwazî tiştekî bo birayê xwe bêjî, ez guhdarim.

Nazo li wî nihêrî û got:

-Tu dikarî ji wî re hinek tişt bibî?

-Ez dikarî, lê min soz da wî, ku tiştekî malê nebim ji wî re.

Nazo bi dilgermî got:

-Çima hûn wilo dikin?

-Em naxwazin giraniya xwe bidin ser gel.

-Başe! Dê hema bêje wî, bila hişyar be û nekeve destên cendirman.

şervan keniya û got:

-Ez dibêjim dema te xweş biimîne.

Wiilo got, şûn ve vegeriya û di tariya şevê de winda bû.

Ji dûr ve dengên din dihatain:

-”Dîsem lezke !”

Dîsem li wan vedigerand:

-Ez têm..

Nazo derî girt, li şîşeya bînê nêhrî, ber bii refika kevirî ya ser pixarê ve çû û şîşe danî rex wêneya birayê xwe. Ber bi xûşka xwe ve çû, li ber seriyê wê rûnişt, destê xwe da ser milê wê û leqand:

-Gulê! Gulê!

Bi dilsarî Gulê lê vegerand:

-Çiye Nazo?

-Dîsemê Xizir hat û çû.

-Dîsem?

-Erê, Dîsem hat.

Gulê serê xwe ji ser balifê rakir û got:

-Çi dixwaze?

-Rabe, ez ji te re bêjim. Çavên xwe veke. Dîsem gote min, ku birayê min gihaye HRK.

-başe, ez ji berê ve dizanim.

Nazo şaş bû û nizanî bû çi bigota.

-te jii berê ve dizanî? Tu çawa dizanî?

Gulê destê xwe da ser piyê wê, têveda û got:

-Here, raze tu hêj piçûkî.

-Bi Xwedê tuyê bibêjî.

Gulê serê xwe dîsa danî ser balifê û got:

-Berî birayê me bireve bûbû endamê HRK.

-Lê weke ez dizanim, ew ji siyasetê dûr bû.

-Raste, lê her kurdekî paqij û dilsozê Kurdistanê be, dikare bibe dostê HRK û gava baş bimîne, ew dibe endamê vê saziyê.

-Min nizanî bû, ku birayê minê bêdeng şorişvane û deryayê bêpêl wilo bi zax û hêze. Min nedizanî, ku xûşka min jî sirdarê şorişvana ye.

-Niha tu dizanî..Dê bihêle ez razim.

-Divê ez bibêjim dê û bavê xwe.

-Ewan jî diizanin, lê tu caran nabêjin. Dê here keçê ! Sibê karê me heye.

Nazo j cihê xwe bazda, li resmê birayê xwe û li şîşeya bînê nêhrî, li pizotên agirî û ber bi pencerê ve çû. Bayekî bi gurmîn û hurmîn li derve hebû û jii dûr ve dengên gulleyanû berrikan dihatin. Dêmê wê geş dibû, lêvên wê ji keyfa dlerzîn û çavên wê tijî hêvî û jîn dibûn…

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s