Nanpij

Cankurd – 1977

Cimo deriê mala xwe vekir, hîn ezman mor bû û li derve tarî bû. Kolana ku ew têde dijiya hîn bê tevger û liv bû, heanî mela jî raza bûn û dest bi banga nimêjê nekiribûn..

Cimo destên xwe vegirtin, dêmê xwe ber bi ezmanan ve kir û li ber Xwedayê xwe geriya: “ –Xwedêwo! Tu min ji vî qumandarê zordar biparêzî !”.

Cimo wê rojê ne rizq ji xwedê xwast, ne saxî û ne jî tiştekî dî.. Xem û kula wî ya mezintirîn ew bû, ku qumandarê bajêr, serpolîsê bênamûs tahm nedida Cimê nanpij.

Cimo bi lez di kolana ber mala xwe re ber bi nanpijka xwe ya piçûk ve çû…

Berê ew gundî bû, li ba axan zevî kirê dikirin, ew û jinika xwe ve têde kar dikirin û nanê zikên xwe jê der dixistin. Pişt re gava jin nexweş ket, nema dikarî bi tenê xwe ew mala ku bi du zarowên piçûk biaboranda, loma daket bajarê Efrînê, li wir rengareng kar û xebat kirin, ta li dawiyê çend salan li nanpijkê nanpijî kir. Dema jiyê Cimo giha çil saliyê ew bû hevparê xwediyê nanpijkê û li dawiyê, ji ber ku du zarowên wî jî piçikî mezintir bûbûn û di nanpijkê de li gel wî kar dikirin, kanî bû teviya dikanê ji xwe re bikirriya, ew û herdu lawikên xwe bi hemû kar û barên nankirinê radibûn.

Rewşa Cimo baştir bû, navê wî derket û şora wî jî cî digirt..lê mixabin! Teresbavên polîsan û kotiyên veşartî rewşa Cimo wêran kiribûn. Berî ku nan derka, pêwîst bû, ku navên wan gişan di mejiyê xwe de bîna pêş û bi hewreçîvê “tebeşîr” li gor daxwaza heryekî ji wan xêzek an du li ser textikekî bikişanda, ku ji bîra neke; bo wan baştirîn nan bide aliyekî..

Ji berî derketina royê ve, mirov li pey hev rêz dibûn, ji deriyê nanpijkê ve heyanî aliyê kolanê yê dî. Jinên ku şîrmijên xwe li mal hêştine, lawên ku hatine bo nanê xwe berî çûyîna dibistanê bibin, mêrên ku hîn neçûne kar û xebatê an jî bêkarin..gelek ji wan dikuxîn û tifî aliyekî xwe dikirin, hina jî di ber xwe dikirin kumkum û gotinên xwe bi dizî ji hev ra digotin:

“Bavo! Çima em jî nemirovin?”

“ Bi Xwedê Cimo ditirse û nanê baştir dide cendirman.“

“ Ez ji berbangê ve li virim û kes berî min nehatibû, hîn jî nan bi dest min neketiye..!”

Yekî dî li wan vegerand:

“ Ma nebese hûn bihna nanê germ dikin? Êdî herin mal, hûn ji dîtina Cimo têr nebûn?..”

Jinek ciwan digot pîrekeka pêncî salî:

“ şîrmijê min bi tenê ye, ez ji şifaqê de hatme..”

Û wilo her roj van gotin û hin gotinên mîna van li guhên Cimo diketin û carina jî mirov bê tewat diman û gotinên nebaş bo wî davêtin..Gelek jî ji wan destvala vedigeriyan mal ji ber ku nan nedima. Standina ard û mazotê ji bo nanpijkê li gor fermanên deselatdaran bû û nankirin jî li gor fermanên deselatiyê bû..

“ Welleh, welleh! Hema bila rojekê nanê qumandarî kêm bibe, wê nanpijka min kilît bike.. Ez çii bkim lo? Rojekê nanê wî baş sor nebûbû, bi xwe hat û nan li ser çavên min xist û gote min:

“ Bila ev nan bo kurdên te be.. Bila bo kera be..”

Cimo wê sibê wilo digote dostekî xwe yê kevin…

“ De başe ! Çima tu giiliya wî nakî?” Dostê wî jê pirsiya.

“Ezê giliyê li ber kê bikim, bavo?! Hemî wek hevin, ji qazî de bigir ta dergevanê ber deriyê serayê.. Tu nikarî dengê xwe li ber wan bilind bikî.. Heger tu ne ji wan bî, gotina te bi du peran nake. Hema ez şorekê ikim, wê ard mazotê ji ser min bibirrin.” Cimo gote dostê xwe..

Dostê wî berken bû û got: “ Mera bo lişta (menfee’t) xwe ji keşe re dibê bavo..”

Cimo hinekî lii agirê etûnê niriya û pişt re got:

“ Belê..Gotinên bavan rastin, lê îro dem hatiye guhartin.. Mera nikane seriyê xwe tim û tim deyne..Ne wilo ye..?!”

Dostê wî keniya û bersiv da:

“ Cimo! Cimo..! Tuyê her baş bimînî..şîrê te vexwarî paktirîn şîr bû..Metirse û guh nede qumandarê keran..”

Cimo du nan sorkirî “birajtî” dan dest dostê xwe û got:

“ Ezê ji kê bitirsim? Lê divê ez çareyekê bibîniim û tola xwe ji qumandarê teres hilînim.”

Dostê wî got:

“ bijît! “ û rabû ser xwe, pişt re got:

“ Eger te alîkarî viyaa bêje min, ez ne bo nanê sor hatime..Tu têgihîşî?.”

Cimo destê wî girt û leqand û bersiv da:

“ Dizanim..Nan bo kurê xwe bibe, ewê rojekê bibe pêşmerge..”

Piştî dostê Cimo bi dûr ket, Cimo xwe da aliyekî û hizrên xwe kirin. Kurên wî jî agir vemirandin û dest bi paqijkirina nanpijkê kirin.

Roj derbas bûn û Cimo bêtir xemgîn bû, xembariya wî ji bo tolhildanê bû. Di xwe de hizr û gotiinên xwe dikirin, ka wê çawa tola xwe hilde û bela qumandarê teres ji ser xwe bide yan. Hetanî rojekê di mejiyê wî de quncikekî tarî vebrisî, çîk da û pilaneka kîbar û xweşik ji wî re pêkhanî.

Du jinên qumandarê teres hebûn, yek navsalî bû û ya dî ciwan bû. Bo her jinekê malek standibû û kêmtirîn kirrê bo wan herdu malan dida, hema ji beriya xwe tiştek nedida, teviya kirrê ji bertîl û kezebsotina xelkê derdixist. Te digot malên wî ziyaretin, belengazan û xwediyên karên piçûk, destekaran û xudan trumbêlan ji wan herdu malan re her tiştekî pêwîst ba dihanîn, mêwî, goşt, cil, diyarî û gelek pêdiviyên malan û bi taybetî bo xanima wî ya piçûk.. Lê kesekî nizanî bû bela wan ziyaretan çawa ji ser xwe bişû. Tenê Cimê pilanek dît û xwe jê re amade kir.

Destên xwe berbanga sibê re rakirin, ji kûrantiya dilê xwe de bang li Xwedayê xwe kir:

“ xwedêwo! Bi destê min bigir, ku ez bela vî jêmahîbê teres ji ser nanpijka xwe bişûm. Ne (Te) gotiye, ku (Tu) daxwaza sitembaran dipejirînî?..”

Ji nimêjê rabû, gelek kêfxweş û dilgerm, gote jina xwe:

“ Ez îro qumandarê bajêr serbin dikim.”

Jina wî ya nexweş tênegihîşt bo çi wî wilo got, hema di ber xwe de got:

“ Eger tu tiştekî bi seryê wî bînî, wê me tevan bidin kuştin..”

Bi lez û bez ji mal derket û dev da nanpijkê. Gava di kolanê re diç.û, silav bi germî dida wan kesên, ku di..ûn kar û xebatê. Mera dizanî, ku Cim xweşiyar û dilşade.

Li nanpijkê, herdu kurên wî dest bi histirana hevîrê kiribûn.Cimo gote wan:

“ Hema karê we sivik bû, bila yek ji we here bo min qazekê bîne.”

Kurêd wî seriyên xwe hejandin û karê xwe gudandin (berdewam kirin).

Cim û herdu kuran gelek çalak û sivik bûn, lê ji ber kar pir bû û ji germa nanpijkê xûdan ji her dereka wan di.û, cilên wan şil dibûn.. Hercar gava melayê camiyê dihat, ku nanê xwe bikirre, digote Cimê:

“ Ev nanpijka te bi min gelek xweşe..Ev dûjehê (cehenemê) tîne bîra mirovan..”

Ewqas kar pir bû û hindir germ bû jî, lê Cimo bi hizr û pilana xwe  ve mijûl bû: “ Ez nahêlim xûdana min heban biçe..”

Piştî ku kar kêm bû, kurê wî yê mezin çû qazek ji bazarê kirriya, qazeka ku berê serjêkirî, ji per rûtkirî û ji xûnê paqijkirî. Bavê wî zikê Qazê tijî birinc, gûz, pîvaz û îsot kir, rûn xiste ser û xiste etûna agirî û di ber xwe de keniya..

Gava qaz sor bû, ew derxist û bi şînahî û bedcanên sor xemiland, du sê nan dan dor wê û di nav zîvikê de pêça, bir û çû.. Bihna goştê qazê bi rê ve dûr diçû..

Cim çû mala qumandar, ba jina wî ya mezzin, li derî da û pirs kir:

“-Ma eve mala jina piçûke?.”

Jina mezin derî vekir, çi bibîne! Di teşta, ku li ser milê Cimê de, Qazeka di rûn de qewirandî bihn dide..Av bi devê wê ket û got:

“ – Na.. Eve ne mala wê mîntikê (qirdikê) ye..”

“ – Qumandar ji wê re ev qaz xwastibû.”

“ – Qumandar xwastibû? “

“ – Erê..”

“ – Ma çima tenê ji wê mîntikê re?.”

“ – Ez çi dizanim.?!”

“ – De ka bide min, baş bû, ku te mal şaş kir û tu hatî vir.. Niha ez dizanim, ku jinika wî ya piçûk çi dixu..”

“ – Xanim! Ez nikanim qazê bidim te, ji ber ku ne ji te re ye..”

Cim bi lez bi rê ket û çû. Jina qumandar bi xeyd derî girt. Cim bii lez çû mala jina piçûk û li derî da, derî vebû û jina qumandar derket. Cimê pirs kir:

“ – Ma ev mala jina mezine an ya piçûke?”

“ – Ma tu min mezin an piç.ûk dibînî?..”

“ – Bibore xanim! Ez bala xwe nadim jinan..”

“ – Çi heye? Ev çiye?”

“ – Eve qaza ku qumandar bo jina xwe ya mezin xwastibû?.”

“ – Çi ? Ev ne bo mine.?!”

“ – Na.. Eve bo jina wî ya mezine..”

“ – Bo wa caziyê qaz birajtî hinartiye?!.”

“ – Erê..”

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s