Mirina bê dil (*)

Cankurd – 1999

Hene mirov di zikê dayîka xwe de dimirin û hene mirov di zarotî, an ewîltî û xortaniya xwe de dimirin, tên kuştin, darvekirin an jî nexweş dikevin û jîna xwe ji dest didin. Li welatê me Kurdistan, wek li hinde welatên din jî mirov ji ber darê zordariyê tên jarkirin, birçîkirin û bêhêzkirin ta ewan dimirin. Dibe jî, ku gewdeyên wan di zîndanan de bên wêrankirin an jî gulleyan berdidinê û wan dikujin..Lê mirov jî hene van hemî tepik û davan, kemend û çalikên, ku li ber wan tên kolan, derbas dikin û jîneke dirêj dijîn, bê ku ewan seriyên xwe li ber şahê mirinê biçemînin, ta malbat û kesên derdora wan ji wan dilteng dibin, hiş di seriyên wan de kêm dibe, gewdeyê wan jar û westiya dimîne, hestiyên wan zer dibin û hêdî hêdî ewan bi xwe di navbera heftê û heştê saliyê de koç dikin ser dilovaniya Xwedê, bin axa gorê û wek çawa Kurd dibêjin: “Axa miriyan sare”, ewan zû tên ji bîr kirin û ciyê wan li ser rûyê zevînê bo hinde piştên din vala dibe.

Li gundekî ji gundên Çiyayê Kurdan, gundekî bilind di nav çiyan de, hene mirov bêhtir ji sed salî dijîn. Ev jî -wek dibêjin- dayîna Xwedayê me yê gewrebane. Van renge mirov jî kêmin û xwedî serpêk û dîrokên dirêjin. Yek ji wan bi navê Heydo bû, ku wî bi xwe nizanî bû, ka jiyê wî sed û bîst sal bû an sed û bîst û pênc bû. Dibe, ku berê, berî mirinê bi gelek salan dihat bîra wî, lê bi rastî, ne wî û ne jî kesekî din di gundê wî de dizanî; ev mirov çend saliye.. Ne bo wî û ne jî bo kesekî din ev pirs giring bû, lê gelek kesan hêvî dikirin, ku ewan jî wek wî dirêj bijîn û ciyê xwe li ser rûyê zevînê zû ji dest bernedin.

Rojekê ji rojên Xwedê, Heydo nexweş ket. Malbata wî, ku ji neviyên wî û zarokên neviya bû û têde kur û kiçên wî ji zû ve miribûn an jî gelek pîr xweya dikirin, bi nexweşiya wî dilşad bûn. Du jinekên malbatê, ku jiyên wan bêhtir bûn ji çil salî ji hev ra digotin:

“- Niha evê ji nav me rabe.. Ev nebû bimire..”

“- Ma kesek mîna vî di van gundan de maye..?!”

“- Bese me berdestiya vî termê nexweş kir..”

“- Bi Xwedê ez hîna zarok bûm, ev wilo pîr bû..”

“-Erê ! Binêr van çend pişt ji wî pêda bûne û hîn jî ew dijî..”

Pîremêrê nexweş gava dijûnên wan jinan dibihîstin, ji Xwedayê xwe hêvî dikir, ku jîna wan vemirîne û seriyê wî ji gotinên wan ên mîna kêrên tûj vehesîne.

Ji aliyekî ve, ew gelek jar bûbû, ji aliyekî ve ew mirovekî belengaz û hejar bû, bo kurên xwe çi dêrîn û hebûn peyda nekiribûn û ji aliyekî ve  wî jîna xwe tev li wî gundî û derdorên gund derbas kiribû.. Bi ser van hemî kulan de, dijûn û zordariya jinên neviyan li ser milên wî.. Lê çiqas jîn tehl û tirş be, mirov naxwaze zû dev jê berde..Dilê Heydo jî tune bû, lê nexweşiya wî vê carê ne henek bû. şahê mirinê rêya xwe bi gund xist û hat hindir malê. Heydo çavên xwe girtin û dest ji ber xwe berdan..

Jinan kir wêl wêl û dengê girî bilind bû, lê bi rastî wan ji dil de nedigiriya.. Giriyê ser miriyan ji serohatên civata me ye û divê jin bigrîn..Li Hindistanê berê jin bi ganî li gel termên mêrên xwe dihatin sotandin, ma li ba me Kurdan rojekê an duduwan jin giriyane, ev kêmaniye?..Mela dibêjin: “-Giriyê li ser miriyan ne ji ola me ye, naye pejirandin.”, lê bi rastî ev giriyê her kesekî bi ser xwe de ye, ji ber êş û kelema xwe ye..

Mêrên gund beziyan û civiyan, bi ser Heydo de selewat xwandin, xaseyê nivîna wî çirandin û jinan av bo şuştina leşê wî germ kirin û bînxweşk xistin di avê de.. Melayê gund jî dest bi xwendina Ayatên pîroz kir..Wek her car li ser pêriyên bihiştê xwand û hêvî xiste dilan.

Piştî demekê, ku şîniyeke rasterast çê bû, Heydo lingêd xwe livandin, çavêd xwe vekirin û li dora xwe zêwirand..Çi bibîne?! hemî digrîn û amadebûna şuştina termê wî dikin.

“-Ne û’zû bîllah.. Ev çiye?..” Gelekan kir qîreqîr û hêlehêl û ji ser wî reviyan.

Heydo nemir, lê tirseke mezin ketibû dilê wî jî.. Li dora xwe temaşa kir, seriyê xwe hejand û di ber xwe de dest bi xwendina hinek dua’yan kir. Neviyên wî jî bi dilsarî ji dora wî belav bûn.

Ew şev li gund bi çîrokên miriyan û vejîna eşabên paqij û li ser kukum û evdalên Xwedê derbas bû.. Li çolê nêwîna guran bi bayekê zîz re bi ser gund ve hat.. Zarok zû ketin nav ciyan û nivînên xwe di ser seriyên xwe ra pêçandin.. Jinan jî bi ser mêrên xwe de kirin kumkum.

Piştî berbanga sibê û derketina gundiyên dil bi tirs ji mizgeftê, rojeke germ û bi tav bi ser gundê xemgîn ve hilat..şivan û gavanan pez û naxirên xwe dan ber xwe û birin çolê..Jinan dest bi karên maliştinê kirin..hinekan nanê sêlê yê bînxweş pijandin, hinekan meşkên dewî li dar xistin û hinekan jî mîna her roj li ber dîwaran dest bi guftegotinên li ser filan û bêvanî kirin. Zarok jî ber bi dibistanê ve çûn..

Ji nişka ve qîrînek bilind ji mala Heydo ve hat guhan. Mêr û jin û zarok bi hev ra beziyan..Çi bibînin? Bûkek ji kurjinên Heydo li kabên xwe dixîne û diqîre:

“- Apê Heydo dîsa mir..!”

Çend mêr bi hev re beziyan hindirê malê û dengê: “Ellahu Ekber..Xwedê mezintire” hat bihîstin.. Melayê gund jî beziya û dema dît, ku apê Heydo îcar rast miriye, got: “ Inna lîllahî we înna îleyhî racîû’n..Emê yên Xwedêne û em bo wî vedigerin.” Xelkê  gund êdî zanî bû, ku Heydo îcar rast mir.

Mîna roja çûyî, dîsa her tişt bo çalkirina Heydo hat amade kirin. Hinek ji mêran çûn ji wî re gorê bikolin, hinekên din beziyan kutikan bînin, ku termê wî li gor rêbaza Xwedê bişûn û hinekên din jî ber bi gundên nêz ve çûn, ku salixê bidin nas û merivên malbatê. Jinan jî dest bi amadekirina xwarin û tirşika miriyan kir. Ji serohatên me ye, ku li şîniyê û şahiyê em alîkariya hev û din bikin..Ev jî di civata me Kurdan de gelekî hêja ye.

Bûkekê ji bûkên malê du qazik reş û mezin li agir dan û çend kundirên qişê hûr kirin û bo kelandinê xistin herdu qazikan.

Mela jî wek roja çûyî, vê carê jî, gewdê Heydo ji şuştinê re amade kir.. Lê mixabin! Berî, ku tirşik bikele û ava kelî ya şuştinê bigihe leşê Heydo an jî kesek ji gundên nêz ve bigihe wir, Heydo careke dî tiliyên xwe livandin û çavêd xwe ji nişka ve vekirin..

“-Heydo nemiriye..Heydo nemiriye…!” Mela kir qîrîn, dilê wî kir kutkut û bi derve de baz da..

Dest li bûkên malbatê dîsa sar bûn..gundî ji nû ve ber bi malên xwe ve çûn.. Yekî ji hevrêyê xwe re got:

“-Xwedê dizane hîn rizqê Heydo li vê dinê maye..”

“- Welleh ez dibêm; şahê mirinê E’zraîl pîr bûye û va du carin ji diho ve şaş dike..”

“- Bira! Estexfîrullah..Tu çi dibêjî? Gava mirina mirovekî bê ew dimire..Ne sae’tekê pêş da û ne sae’tekê şûn da..”

Dora Heydo vala bû, kesek ji gundiyan di hindir da nema, tu dibêjî qey hemî ji wî xeyidîn, ji ber ku ew namire.. Wan çend kesên, ku gora wî dikolan tevir û bêrên xwe avêtin, cilên xwe ji axa gorê dawşandin û pir poşman vegeriyan gund. Yekî ji wan av reşand ber dilên wan û got:

“-Gelo! Çima hûn xwe dixeydînin? Mirina vî merivî hatiye û wê bimire..Me gora wî jî kola..Hema piçekî bila tewata we hebe lo..!”

Yekî din got:

“- Bi Xwedê ! Bo min Heydo mir nemir ne giringe..Heydo îro nemir wê sibê bimire.. Ma zirara wî li kê heye?! Lê min ji xwe re digot; emê îro tirşika kundiran bixun..”

Bûka malbatê, ku du qazikên tirşika kundiran li agir dabûn, hêrs bû û nema xwe girt.. “Xwedê me ji jina xeyidî bixefirîne, hîngê ew ne wijdane ne dîne..”

Bûkê dest avêt kêra, ku pê kundir hûr kiriye, ber bi Heydo ve beziya, kêr bi dest xwe ve hejand û gote Heydo yê, ku li ser piştê dirêj bûye û bê livîne:

“-Bêje! Tu çima namirî hi..?! Ma ne bese ji te re hi..? Em henekên te ne..hi? Ma tu nabînî min du qazik tirşikê kundiran li agir dane, hi..?! Tu hîn çi dixwazî..hi..?..”

Heydo bi guçlên çavan li wê temaşa kir..keserek kûr kişand û çavêd xwe dane hev û nema careke dî vekirin..

Mirina Heydo bê dilê wî bû..lê çi bike?! Bûkê du qazik tirşika kundiran bo xatirê koçkirina wî li agir dane.. Mirin her bê dilê mirove, lê carina mirov rê lê nabîne û destan ji ber xwe berdide..Heydo jî mirovekî ji van mirovan bû, bo xatirê du qazik kundiran dest ji jînê berda..Xwedê dilovaniya xwe li wî bike…Rêya mirinê rêya me tevaye, lê wê çêtir be, ku mirina me ji ber xatirê kundiran be.

—————————————-

(*) Ev çîrok rast e, ne ji fantasiyê ye û ji dev jineke kurd hatiye bihîstin.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s