Hevpeyvîna kovara „El-Mecelle„ bi Serok Mesûd Barzanî re

Wergerandin ji Erebî: Cankurd

El-Mecelle Jimar (1018) 15-21. 8. 1999

Mesûd Barzanî ji „ El-Mecelle„ re, li ser pêwendiyên tevgera kurdî bi çend serwer û serokên Ereb re diaxive.*

Xizmetkarê herdu cihên rûmet û pîroz helwesta Siû’dî Erebistan teqez kir bi gelê Îraqî re. Û padishah Feysel di derfetin dijwar de alîkariyene mezin bo kurdan pêşkêş kir.

Ebdilnasir hevdîtin bi Mela Mustefa re li Qahêrê çêkir. Û Erefat ez rizgar kirim, piştî bizava kuştina min li Viyêna.

Hiwarî Bomdyên sedema telama me ye, li sala 1975 an.

Sedam Husên wêrek bû di morkirina Adarê de.

Padişah Husên du caran hevdîtin bi Mele Mustefa re çêkir, û Miryod El-Tel berborî şand Kurdistan.

Hevpeyvîn li Kurdistana Îraqê

Salih El-Qelab

Serokê Partiya Demoqrata Kurdistan Mesûd Barzanî li ser pêywendiyên bavê xwe Mela Mustefayê Barzanî bi çend serwer û serokên Ereb re diaxive; destpêk ji serokê Misrê ya kevintir Cemal Ebdilnasir û dawîbûn bi serokê Îraqê Sedam Husên re.

Axaftinek di navbera bîranîna û tomarkirina helwestan, ji wan helwestan, rihmetî padişah Fêysel kurê Ebdilezîz Al-Siû’d alîkarîn binirx pêşkêşî gelê Kurd kirin di pêvajoyeke çetintirîn pêvajo ya ku tê re borî, û xizmetkarê herdu cihên rûmet û pîroz padişah Fehid teqez kir ku Siûdî Erebistan yê bimîne bi gelê Îraqî, û yê bimîne ligel Îraq û yekîtya Îraqê. Axaftina ku taybet ji kovara „El-Mecelle „ re rêwaneke ronîkirin û sknandinin bilez di çatin sereke de. Di wa çatan de padişah Fehid û padişah Feysel, padişah Husên û Cemal Ebdilnasir û serok Hafiz El-Esed û serokê Filestînê Yasir Erefat û serokê Cezaêrê yê borî Hiwarî Bomidyên, serokê Tûnisê El-Hebîb Borqêbe. Her wisa di axaftinê de xeberdanin divê ku bibin riyine gelemperî pehin û bîranînin dirêj, aniha deqa hevpeyvînê:

* Kî bû yekemîn serokê Ereba yê riya fêmkirinê bi tevgera kurdî re vekir ji destpêkê de?

– Yekemîn Serokê Ereb, li gorî agahiyên min ku pêwendî bi tevgera kurdî re danîne rihmetî serok Cemal Ebdilnasir bû, ew pêwendiyan cihê xwe pêhtir girtin piştî vegera bavê min mule Mustefa ji Moskoyê di sala 1958 an, vegera xwe bo Îraq di Misrê re bû, û hevdîtin bi serok Ebdilnasir re li Qahêrê çêkir. Di wê hevdîtinê de pêwendî xurt bûn û berdewam bûn ta mirina serok Ebdilnasir di sala 1970.

* Xuristiya wa pêwendiya çawa bûn?

– Alîkarîk caneyî (manewî) bû; di riya axaftinên ku Cemal Ebdilnasir dikirin, û gotarên ku Mihemed Hesenên Heykel  di rojnameya El-Ehram de dinivsandin,  teva – di sînorin  çemberkirî de- ji ber mafê gelê kurd ve berparêz dikir. Di êrîşa mezin sala 1963 an de, ya li ser gelê kurd, Ebdilnasir li dijî rawestî; di wê salê de hemû dewletên herêmê xwe dan serhev; Îraq û Êran û Tirkiyê, û mixabin Sûriyê jî li dijî gelê kurd, lê Ebdilnasir aşkere li dijî van dewletan rawestiya.

Ewî Hikumeta Îraqê çend caran şîret kir ku fêmkirinê bi tevgera kurdî re çêbike, û tu roj ji rojan piştgirî neda şerê dijî gelê kurd, her wisa neyîna mafê gelê kurd jî nekir, tevî ku di asteyin sînorkirî de bû, lê di wê derfetê de tiştekî mezin bû.

* Ji xeynî hevdîtina sala 1958 an, ya tu li ser axiviye, tu hevdîtinên dîtir di nav bera Mela Mustefa û Ebdilnasir de çêbûn, û ma di navbera wan de gihîştinhev di riya berboriyan berdewam bûn?

– Hevdîtina sala 1958 an di navbera Ebdilnasir û Mela Mustefa de dubare nebû, lê gihîştinhev di riya berboriyan de berdewam bûn, wekî nimûne, mamhoste Celal El-Talbanî di sala 1963 an de hevdîtin ligel serok Cemal Ebdilnasir çêkir, pêre hebû Fuad Arif û Şewket Ekrawî yê

ku nûnertiya tevgera kurdî dikir li Qahêrayê di wê demê de.

* Ma Misrê di koçebira (çerxa) Ebdilnasir de, alîkariya leşkerî, an diravî pêşkêşî kurda dikir?

– Misrê tu alîkarî leşkerî yan diravî ji tevgera kurdî re pêşkêş nekir. Lê dema nûnerê me di destpêka salên şêstî de, li Misrê bû hin alîkarî diravî distan, ji bo mesrûfa bîrûwa li wir.

* Ma Misrê di wê demê de alîkariya we nedikir, di çarçova ragihandinê?

– Belê, û îzgeyek kurdî li Qahêrê di sala 1957 an de vekir.

* Ma ew berî yekîtiyê û berî şorişa temûzê bû?

– Belê.

* Merema te ku ew bixwe programek bû di çarçewa yezga Misrî de?

– Belê, ew programek bû di çarçewa yezga Misrê de, û ew ji bo gelê kurd bû jî.

* Ma tu ne bawerî ku ew helwesta Ebdilnasir girtî wekî qerez bû ji şahê Îran re, yan ji rêjîma melekî li Îraqê?

– Ez bawerim ku qerez bû ji teva re, û Ebdilnasir dostê gelê kurd bû, û bi mafên wî re bû, û dilşewitiyê wî bû, lê ta çi sînorî, ta çi dûrbûnê ez nizanim, û helbetê di eynî demê de dijîtiya rêjîmên borî li Îraq û Sûriyê û Tirkyê û Iranê dikir.

* Kî hat Kurdistana Îraqê wekî nûner ji ber Ebdilnasir ve?

– Dema ku Emîn Hiweydî balyozxanê Misrê bû li Bexda, gihîştin hev li gel tevgera kurdî, her wisa ligorî Hesen Sebrî El-Xolî. Xên jî vê jî, hin xeberdarên alavên ragihandina Misrê yên ku dihatin Kurdistanê name bixwe re tanîn.

* Piştî avakirina Cimhuriyeta Yekbûyî Erebî, û piştî Sûriyê bû perçê dîtir ji va Cimhuriyetê , ma tu gihîştin hev di navbera we û Ebdilnasir de, dema ku li Şamê dihat dîtin çêbûn?

– Ew hevdîtina ku min bîska çûyî xeber dayî, ya ku pêkhatî di sala 1958 an, di navbera Ebdilnasir û Barzanî piştî yekîtiyê bû, û ew hevdîtin li Qahêrayê pêkhat ne li Şamê.

* Lê te hevdîtin bi Ebdilnasir re çêkir?

– Mixabin na.

Ma we ew pêwendiya berdewam kir, gava Sadat bû serok li Misrê?

– Belê, gihîştin hev di navbera mule Mustefa û Sadat de hebûn, nûner ji ber me ve, ji wan birayê Samî Ebdilrehman çûn Qahêrê û hevdîtin bi Sadat re çêkirin, û name ji Barzanî dan wî û hin berpirsyarên Misrê.

* Ligorî serok Hisnî Mubarek, ma pêwendî berdewam bûn?

– Min bixwe çend name ji serok Hisnî Mubarek re şandin, û pêwendî pêş ve çûn bi Misrê re di çerxa serok Mubarek de, hin berboriyên fêrmî çûn Qahêrayê, lê li min divê ez nîşan bikim ku piştî sala 1975 an hema wek qitbûnek di navbera

me û Misrê de çêbû, û birayên Misrê nehazir bûn ku pêşewaziya tu berpirsyarê tevgera kurdî bikin, û va rewşa berdewam bû ta piştî şerê kendavê yê duwem.

Serok Hafêz El-Esed

* Li gorî serok El-Esed?

– Rastî li min divê di vê babetê de bi dademendî biaxivim. Serok El-Esed deriyê Sûriyê di sala 1976 an li pêş me vekir, dema ku hat pêşberî me astengek kuştwar piştî peymana Cezaîrê ya navdar di navbera Îraq û şahê Îran de. Min li dawiya sala 1976 an serdanek li Şamê xist, di wê demê de xwîn ji me dihat bi egera tevn û beştkera mezin ya hatibû rêsandin li dijî gelê kurd di sala 1975 an. Ew pêwendî ta roja îro man, û ji dîrokê re dibêjim ku serok El-Esed rêza me ta dortirîn sînor girt, û dan û standinek birayetî û rêzgirtî bi me re kir.

* Ma hevdîtinên te bi serok El-Esed re berdewamin?

– Belê, hevdîtinên min bi serok El-Esed re berdewamin, û ji sala 1976 an de dora şeş caran min ew dîtiye, her carê ez diçûm Şamê min ew didît.

* Li gorî serwerên Sûrî yên borî, berî hatina serok El-Esed bo deselatê. Ma pêwendiyên we bi wan re xweş bûn?

– Nexêr, wekî hûn dizanin hêzine Sûrî, bi serkêşeya Fehid El-Şaê’r hevbeş bû li rex hêzên Îraqî li dijî me di sala 1963 an.

* Tê gotin ku we alîkariya Sûriyê girt di riya rêvebirê parastinê yê borî Ebdilkerîm El-Cindî di dema serokê Sûrî yê kevintir Nûredîn El-Etasî. Ma ev yeka ha rast e?

– Na, ne rast e, divê hin name gihabin me, lê me tu alîkarî di wê koçebirê de negirt, û bi çi rengî ji rengan.

Padişah Husên

* Ma di navbera we û padişah Husên de hevdîtin hebûn, û di çi demê de?

– Bavê min mule Mustefa pêhtirî du hevdîtina bi padişah Husên re çêkir, her wisa birayê min î rihmetî Idrîs dor çar caran hevdîtin pêre çêkir.

* Ew hevdîtinan li ku pêk hatin?

– Li Eman û li Tehranê û li hin paytextên Ewropî pêk hatin. Idrîs hevdîtin carekê li Emanê, û carekê li Londinê, û carekê yan li Êranê, an li Siwêysrayê, nema karim bînim bîra xwe.

* Ligorî hevdîtinên mule Mustefa, li ku pêk hatin?

–   Mela Mustefa hevdîtin du caran bi padişah Husên re çêkir, ew pêwendiya dest pê bûn di destpêka şêstî de, piştî şorişa Êlûnê. Bi rastî padişah Husên ta sînoreke mezin berketiyê doza kurdî bû, û di demeke gelek derûn êş de alîkarîk  diravî ji me re pêşkêş kir, tevî ku ew alîkariya bixwe nîşanî bû, lê nîşankiriyeke wê mezin hebû. Û ew pêwendiyên xurt bi padişah Husên re berdewam man ta mir, Xwedê rihma xwe lê bike, tê bîra min ku di salên heftiyî de şandyarek ji dîwana padişahî rêkir ba me li Kurdistan, ew mamoste Meryod El-Tel bû.

* Gihîştinheva dawî di navbera padişah Husên û we de kengî bû?

– Bi têlê (telîfon) bi min axivî di sala 1996 an, ew axaftina dora katjimarekê bi temamî bû.

* Di wê têlnameyê de li ser çi hûn axivîn?

– Ew axaftin piştî bazdana Husên Kamêl  bo Urdin bû.

* Ma gelo axaftina we li ser Îraqê bû?

– Axaftin bo Îraq û duwaroja Îraq bû, wekî diyare ku padişah Husên di wê demê de pêlana Fêdraliya Îraqî pêşkêş kiribû,  loma têl vekir, da ku nirînên min jî li ser wa pêlanê bistîne.

* Ma merema te, Fêdraliya Sinî, Şêî’, Kurdî ye?

– Belê, axaftin li ser wa babetê çêbû.

* Ma helwestên we di vê babetê de çi bûn?

– Min jêre got, em rêzgirtineke payebilind ji nirînên wî re digrin, û gelê Kurd tucarî başiyên wî ji bîr nake, her wisa em pêwendiyên wî bi bavê min re ji bîr nakin, û min jêre teqez kir ku wê rola Urdinê mezin be li gorî çi çareyê girêdayî bi duwaroja Îraqê, min jêre got ku va babeta girintirîne, lema wê bihewciyî giftûgoyeke pire mende be, ewî jî nirîna xwe berda ser ya min.

* Lê ma çima tu neçû Emanê, ji bo giftûgoya va babetê bi padişah Husên re?

– Rastî mijola min bi derfetên me yên hundir  nehêtin, wekî tu zanê erê hundir li Kurdistanê destpêkir û ji ber wê min nikarîbû navçe berda.

* Ma te tu vexwendin ji padişah Husên bo serdana Emanê negirtin?

– Xwedê rihma xwe lêbike di bilindtirîn pileya nezaket (nazik) de bû, ez vexwendim bo serdana Emanê, lê pir mixabin derfetên hundirî nehêştin ku ez wa vexwendinê pêk bînim.

* Ew gîştihevna bi padişah Ebullahê Duwem re berdewam bûn?

– Belê, piştî mirina padişah Husên me berboriyek (girop) şand bo sersaxiyê pêşkêş bike, û ji bo nûkirina hewasa berdewamiya pêwendiyên dîrokî yên di navbera Urdinê û tevgera kurdî de.

Padişah Ebdullah dilxweş bû bi va destpêkirinê, û vexwendina ku rihmetî bavê wî ji min re rêkiribû dubare kir, û rastî ez bi dilgermî dixwazim va vexwendinê di nêzîktirîn fersend de bi ci bînim.

Pêwendî ligel Siûdiyê

* Lê pêwendiyên we bi Siûdî Erebistan re çine, ma we hevdîtin bi xizmetkarê herdu cihên rûmet û pîroz, padişah Fehid re çêkir?

– Min hevdîtin pêre çêkir di sala 1993 an li Cedayê, ez di nav berboriya Niştimanî Îraqî de bûm, û me jê guhdariyek pire mende, li ser alîkariya mezin ya ku Siûdî Erebistan pêşkêşî Îraqê kiribû çerxa cenga Îraq û Îranê, bi rastî hewasa xweyî mezin li ser duweroja Îraqê û li ser yekîtiya wî, û amadebûna Siûdî Erebistan bo rakirina êş û azara li ser gelê Îraqî.

Rastî ev cara yekemîn bû ku min xizmetkarê herdu cihên rûmet û pîroz dît, lê baweriyek xurt ligel pêda kir, bi dilsozî û hewasa xwe li ser Îraq û gelê Îraqê.

* Li gorî pêwendiyên we bi Siûdî Erebistan re, ma hîn berdewamin?

– Belê bi teqez, Siûdî Erebistan dewleteke bingehîne li herêmê û giraniya wê û rola wê ya bandor heye, em zor

hewesdarin bo berdewamiya pêwendiya vêre û em wê agahdar dikin li ser hemû tiştê girêdayî bi duwaroja Îraqê û çareserkirina doza kurdî.

* Ma kengî pêwendiyên we ligel Siûdî Erebistan re destpêkirin?

– Pêwendî kevin û xurt û cîgirtî bûn bi rihmetî padişah Feysel re, û rastî ewî alîkarîn mirovatî mezin û girîng ji me re pêşkêş kirin. Ji layê me, tucarî emê nikaribin wa alîkariya ji bîr bikin.

* Ma gîştinhev, di navbera padişah Feysel û Mela Mustefa de hebûn?

– Belê, û pêwendîn cîgirtî û baş û berdewam bûn.

Pêwendî li gel Mexrib

* Li gorî Mexriba roava, tu pêwendiyên we bi Hesenê Duwem re hebûn?

– Li gor zanebûna min, mixabin hîç tu pêwendî tunebûn.

* Ma we tu bizav di va warî de nekirin?

– Bi rastî me bizav nekir.

* Ma hûn nizanin ku rola Mexribê di siyaseta Erebî û Cîhanî de heye?

– Em vê yekê dizanin, ew jî teqeze; ku em meraq dikin ku pêwendiya ligel Mexribê deynin, lê belkîm me şopa ku têre dest bi pêwendiya bikin nedîtiye.

Pêwendî ligel Cezaîrê

* Gelo pêwendiyên we ligel serokê Cezaêrê Hiwarî Bomdyên hebûn?

– Rihma Xwedê lê be, lê gelê kurd bîranîn xweyî tehl bi Hiwarî Bomdyên û giropê wî re hene.

* Çima ew bîranînên tehl?

– Ji ber ku endizyarê, xwedî rola herî mezin bû di peymana sala 1975 an bû, di navbera şahê Îranê yê kevin û Îraqê binavçîtiya Kîsincir, û ew peymana ya ku divêt bû neyê girêdan li ser erdê Cezaîrê, ewa ku Hiwarî Bomdyên roleke mezin tê de lîst, ku li gor gelê Kurd xişm û bela bû.

* Ma di pêre we bizav nekir ku hûn rewşê sersaz bikin bi Cezaîrê re?

– Ezê ne dorî rastiyê bim, ger ez bibêjim, Kurd bi hemû nirînên xwe, û bi tevayê rêkxirawên xwe hest dibûn bi êş ji Bomdyên û Cezaîrê ta dortirîn sînor.

* Ma ev li ser Elî Binbîlla dimeşe?

– Na, tucarî, gerek bû ku berî demakî min hevdîtin pêre çêkiriba, lê bûyerek binav çêbû, ewê nehêşt hevdîtin çêbe, lê gîştinheva me pêre berdewamin.

* Ew çi bûyer bû?

– Divêt bû bihata dewleteke Ewropî bo em hev bibînin, lê bûyerek engirî (inif) li balafirxanekê çêbû kir ku neyê.

* Ji bo vekirina rûpeleke nû, ma te pîroznamak ji Ebdilezîz Boteflîqe re neşand, piştî serketina wî li helbijartinên dawî?

– Rastî min tu nameyên wisa neşandin, û ez bawerim ku ezê newêrek bim nameyek wiha birêkim, ji ber ku ew wezîrê derve yê Cezaîrê bû dema peymana sala 1975 a, hat girêdan, ew bixwe endizyarê wa peymanê bû, û ji min bawer bike ku gelê kurd ne mum kine bipijrîne ku ez nameyeke pîroziyê jê re birêkim.

Pêwendî li gel Tûnis

* Lê tiştê girêdayî bi Tonisê ve, ma pêwendiyên we bi serokê kevin El-Hebîb Borqêbe re hebûn?

– Belê, hevdîtinin bi El-Hebîb Borqêbe re çêbûn, lê ne bi bavê min Mela Mustefa Barzanî re, lê bi nûnerê me yê kevin li Qahêrê Şewket Ekrawî yê ku nameyek ji serokê Tûnisê yê kevin re bir û bersiva nameyê ji Barzanî re anî, ez bawerim ev hevdîtina yan li sala 1965 an yan di sala 1966 an de çêbû.

* Ma pêwendî berdewam bûn?

– Na, berdewam nebûn.

Rêxistina Rizgarî ya Filistînî

* Kengî pêwendiyên we bi serokê Filestînê Yasir Erefat re destpêbûn?

– Pêwendî bi Bavê Emar re pêwendîn kevnin, û tu qurş neketinê, ew berdewam bûn , û em bi hêvînê berdewam bin heta heta. Bavê Emar li gel me bû di zortirîn nîr û zehmetirîn derfet de.

* Kengî wa pêwendiya dest pêkir, ma hevdîtin bi mule Mustefa re çêkir?

– Mixabin, hevdîtinek wiha çênebû, tevî bizavên meyî berdewam, sedema wê jî ku birayên me li Bexda li dijî wê hevdîtinê bûn.

* Li gorî te, te hevdîtinê pêre kiriye?

– Belê.

* Ma li ku bû ew hevdîtina?

– Cara yekem min li Bexda hevdîtin pêre çêkir, pêre gîştin hev bi têlê û nameyan berdewam bûn di navbera me de, û ji agahdariyê re dema bizava kuştina min li Viyêna hatî kirin di sala 1979 an, destpêkirin ji wî de; ku alîkarekî xwe û pasportek ji min re şand, û ji min re cihekî amnet amade kir, belkîm ne ji wa alîkariya bi nirx ba ya ku ez ji bîr nakim, zehmetîn mezin pêrgî min bihatana.

* Ji layê siyasî ve helwestên Filestînî çi bûn?

– Helwesta Filestînî ji berê de û ta niha bi mafên gelê kurd re ye.

Pêwendî li gel Yemen

* Pêwendiyên we li gel Yemenê hebûn?

– Pêwendiyên me bi Yemena başûr re hebûn, ew pêwendiyan di çerxa Ebdilfetah Ismaîl dest pê bûn, pêre berdewam bûn di dema Salim Rebî´i Elî, û di çerxa Elî Nasir Mihemed, û rastî pêwendiyên min ta roja îro berdewamin bi Elî Nasir Mihemed re.

* Û bi serok Elî Ebdulla Salih re, pêwendiyên we hene?

– Na.

Seddam Husên

* Te hevdemiya hemû serokên Îraqî kir, Ebdilkerîm Qasim û Ebdilselam Arif û Ebdilrehman Arif û Ehmed Hesen El-Bekir pêre Sedam Husên, kîjan ji wan, bi baweriya te ku di  dema wî de fersenda çareserkirina doza kurdî hebû?

– Ez bawerim ku Ebdilkerîm Qasim cihêyî ji yên din bû, ji ber ku pir pêşkêşî kurda û Îraqê kir.

* Li gorî serok Sedam Husên. Ma girêdanên te yên taybet pêre hene?

– Divê em rastiyan wek heye bi bîr bînin, piştî vegera Partiya Ba´is destlat kirt di sala 1968 an, rêjîma li Bexda hemû şêwe teqîkirin ji bo şorişa kurdî kûr (tune) bike, li vir ez bawerim ku leşgervan mîna: Ehmed Hesen El-Bekir û Salih Mihdî Emaş û Herdan El-Tekrîtî yên tûjtir bûn. Di wê demê de baskê sîvîl di partiyê (P. Ba´s) hîn rewş  bi dest xwe ne xistibûn, lê pêre û piştî beravêtina êrîşa leşkerî li ser me, biryar kete destên baskê sîvîl bi serokatiya Seddam Husên, û Seddam Husên roleke mezin lîst di gîştinheva peymana yazdehê adarê sala 1970 î.

Dema giftûgo li ser peymanê çêdibûn, Seddam Husên zor çîk (wêrek) bû, di nirînên û helwestên xwe de, û rastî ne ji çîkîtiya Sedam Husên ba, ewên dîtir li ser peymanê mor nedikirin, divê vê rastiyê em bi bîr bînin. Lê ligorî tiştê pê re çêbûye,  ev tiştekî dîtire.

* Ligorî çerxa padişahî, pêwendiyên wî bi we re çawa bûn?

– Ingilîz bi xwe problêm bûn di çerxa paşeyî de, û rastî kurda dilxweşiyek bê hempa bi padişah Feyselê yekem anî, gava deselat li Îraqê bi dest xwe xist. Problêma me di wê demê de bi Ingilîz re û bi destyar (tembîvan) Ebdil Îlah û  serok wezîr Nûrî El-Seîd re bû.

* (Hevpeyvîn ji Erebî wegeriye kurdî.)

••••••••••••

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s