Gulîn û axayê çiyayê Lalo (*)

Cankurd – 1987

Sivistan hatibû, sar û hişk û her kurba bû, berf bi rojan dihate xarê, bilindtirî gazekê li ber derî û dergehan bilind bûbû. Kesekî ji kolan û gedûkan nedimala, hertim dibarî û nepêwîst bû, ku bê rakirin, ji ber ku kesek ji mala xwe der nediket. Di ber pixaran de gundiyan xwe cûm kiribûn, ji serma û ji ber teniya çirayên zeytê û ji ber dûmana şivên ter piraniya wan bi kuxikê ketibûn. Xwarina wan ji malê bû û nema dihat bîra wan hişînayî û fêkî çawane, bi hinarên bi dar ve, bi hejîr û mûjên hişkirî, bi topaçên qîme û keşk û mastê girtî şevên xwe yên dirêj diborandin. Lê ne her yekî zikê xwe ji van xêr û bêran tijî dikir, hinde gundî hebûn, ji dims û nanê sêlê, ji mastê kemandî û pîvazê pêve xwarin nedixwarin, carcaran jî roja xwe bi şorbenîskê an jî bi serzêrê ( kolikê ) derbas dikirin. Gulîn jî yekî ji van belengazan bû, teviya jîna xwe, weke bavê xwe azepî ji mala axayê gund re kiribû. Ew û jinika xwe ve, bê zaro û bê pisîk û kûçik di mal da bûn, tenê kerekî wan ê jar hebû, nola wan bi şev û roj li ser xwarinekê bû, rewşa wan piçekî ji ya wî kerî baştir bû, kerê wan tenê kayê dixwar û teviya zivistanê nizanî cihe an geya çiye. Lê ew jî nola wan di wa maxê de bû, bihna hewrê ku lihêm girtî, bihna rêx û mîzê, bihna dûmanê pixarê û kêsê, bihna teniya çirayê û bihna mirinê ketibû bêvlên wî. Weke wan jî herdem li kar û baran bû, hema rojekê vehes nedidît, lê di wa sivistanê de, piçekî vehesiya bû, di aliyekî maxê de bi tenê xwe, kayê dicût û dicût, çi tamzara wê jî nema bû.

Gulîn û jinika xwe henek bi hevdu dikirin, lê bi rastî wan nizanî kêfxweşî çiye û ji ber ku zarowên wan tune bûn, herdu dilên wan çelmisî bûn û dilên wan bi zarowên xelkê diman. Gava xasiya wî dihat  û li rewşa wan dipirsî, Gulîn digotê: ‑ Em nikanin pisîkekê xwedî bikin, ma emê zarowan çawa mezin bikin ?!. Lê bi rastî, di kûraniya dilê xwe de disojî û nikanî ew êş bi der da.

Jindayka wî jî dizanî, ku rewşa gelek gundiyan wek a Gulîne, belengaz û birçîne, tazî û rûtin, loma li ba wan nedima, hema di wa rojê de li ser stûyê xwe vedigeriya gundê xwe.

Kesek nedihat û ne diçû, ji ber ku Gulîn ji ber belengaziyê nikanî bû bi mafê mêhvaniyê jî derketa. Tenê xasiya wî dihat ba wan, lê di zivistaneka wilo bêtar de rê û kolan hatibûn girtin, ew jî nikarî bû bihata. Wilo bêdengî û valahiyê perdeyên xwe berda bûn ser wan. Carcaran kerê ku zik ji ba dagirtî, xwe ji bayê wek pizotê agirî vedihesand,  gava dengê tira kerî bi ber maxê diket, dibû tîqtîqa jinikê. Jinikê digote Gulîn: ‑ Niha wê kayê xilas be, guhên me yê vehesin, ewê geber be.

Bi rastî, pir neçû, kayê nema…Ker bê êm û xwarin ma. Ji Gulîn ra xem û kulek çêbû, ji teviya êş û kulên wî yên hene mezintir bû, ji ber ku mirina kerê, wê mala wî wêran bike, mirovekî nola Gulîn herroj li kar û baran, bê zaro dibe, lê bê ker nabe. Ji berê de ew mirovekî xembar bû, lê xema kerê da ser hemû xemên din. Mirina kerê birçî di ber çavên wî ra çû û hat, û carekê di xew de dît, çawa gur û keftar çermê kerê wî diçirînin û tenê hestiyên şikestî dihêlin. Gulîn gote jina xwe, piştî pir hizrên xwe kirin: ‑ Ker birçiye û me tiştek li mal nîne. Em çawa bikin ?!

Jinika wî jî weke wî xembar bû û dilê wê bo kerî dihat sohtin. Gote mêrê xwe: ‑ Jiyê min bû bîst û heya niha me zaro nînin. Dibêjin ku li Helebê dixtor hene bo anîna zarowan. Gava kerê me vê zivistanê jî nemire, ezê buharê xweş têr êm û geya bikim, emê pişt re bifroşin û herin ser doxtir.

Gulîn bi gotina wê kêfxweş bû, lê wê çi bersiv nedan pirsa wî, loma got: ‑ Başe ! ezê herim ba axayê xwe, ku ji kerê xwe ra hinde kayê bistînim. Ew rabû ser xwe, ku here, jinikê gotê: ‑ kanî debançeya ku axê dayî te ?

‑ Bo çi ?!

‑ Vê şevê bê deban “sîlah” mirov nikare ji mal derkeve, min bihîst ku gur ji nêza hêriş ser gund dikin.

‑ Ma gurê min çi bikin?! ji hestiya pêve min tiştek nîne..bêhişê! Ewan li goşt digerin, li goşt..ne li hestiyan.

Gulîn çiwalekî telîzî avêt ser milê xwe, şûjinek û nexekî qenabê xiste beriya xwe û ji mal derket, dengê wî li derve dihat:ya Xwedê ! Tu raziqî.

Jinikê deriyê darî girt û darekî sitûr da paş.

…………

Gulîn li mala axayê xwe şevkûrkî bû, ji ronahiya (loksê ) nikarî bû çavên xwe vekirana, piştî silavê û serî xarkirinê, gote axayê xwe yê qelew û sermezin:

‑ Axayê min î camêr û bênîşe ! vane sî û pênc salin ez li ber deriyê we me, min bi te û te bi Xwedê !

Mêhvanên ku li dora axayê gund li hev nêriyan û seriyên xwe ber bi axê ve badan û guhdariya wî kirin, ka ewê çi bêje..!. Axayê ku çiwal li ser milê gulîn dîtibû, zanî bû ku Gulîn bo kayê hatiye û kayê jî li ba axê pir û pire, xwast ku xwe ciwamêr diyar bike, loma gote Gulîn:

‑ Ma te çi xwastî, min nedayî te ?! Min jî sî û pênc salan siya xwe li te vegirtî, di saya min de tu dijî, Gulîno ! Ez tune bama, tu û ên weke te wê niha ji nêza borbor bimana, wê tu bibirana leşkeriyê û belkî tu venegeriya, ma te jî ji bîr kir?! Ka bêje tu çi dixwazî ?!

Gulîn dilşa bû, û bê tirs û fedî bû, got:

‑ Kerê min bê kayê maye, û tirsa mine ew ji nêza bimire.

‑ Kuro ! Di va zivistana har û gergîn de, mirov ji nêza dimirin, ma kerê te ji wan çêtire. ?!

‑ Hema çiwalekî kayê, axê min ! Ez bi gorî !

Axayê ku ew mirova li pêş xwe gelek piçûk didît, li mêhvanan niriya û xwast ciwanmêriya xwe li pêş wan diyar bike, got: Here ! Here ji kayê têra xwe bibe .

Gulîn berken bû, seriyê xwe jêra xar kir û gotê :

‑ “Ezê ji bin barê vê camêriyê derkevim, axam !” û di cî de zivirî, ji hundir derket û ber bi axura mala axê ve çû.

Gava Gulîn kayê dixist çiwalê xwe, rovîtiyeka mezin bi hişê wî lîst, ji xwe ra got:

‑ “Ma wê axa ji kuve zanibe, min çiqas kayê bir. Ezê çiwalê xwe dagirim.?” û bi herdu lingan kete çiwalê xwe, nola rovikên çêlan gava tijî goşt û birinc dikin, wilo çiwal dagirt, devê çiwalê xwe bi zora didan û destan girêda û bi hinthinta hilda ser pişta xwe ji axurê derket. Gava bi rê da, di ser berfê ra û di tariyê da vedigerî mal, ji xwe ra got:

‑ Dibê here têra xwe bibe, bi Xwedê min têra heft keran jî bir.

Gulîn giha mal, xûdana xwe malişt, bi alîkariya jinikê kayê gihand pêş kerê xwe, hinek xist afirê bo ker bixu û çiwal danî aliyekî, rûken û dilşad hate hêla dî, li ber pixara agirê rûnişt, bi jinika xwe ra kete henek û kenînê.

şev dereng bû, jina wî berxew “xulmaş” bû, wî milê wê hejand, gotê:

‑ Rabe ! Tu xew dikî..

Kebaniya wî rabû, çû doşeka hiriyê danî, çarşef di ser ra rêxist, balîf û nivîn anî û xwe xiste di nav da. Gulîn jî li ber pizotên ku pîr û bê tehn mane rûniştî ma û hizrên xwe kirin, hêvî û daxazên dilî rêstin. Kerê wî yê ku kayê dicût, carekê kire firfir û guhên xwe leqandin. Bala Gulîn dîsa çû ser kerî, hate bîra wî ku wî pir kayê anî mal û hema hema wek diziyê bû, destên xwe vegirtin û bang li Xwedayê xwe kir, got:

‑ Biborîne ! Xwedayê min ! Min ji axayê xwe kayê dizî. Wî ji min re got here têra xwe bibe, min hema bi dest û lingan çiwal dagirt û weke dizekî hilda ser pişta xwe. Eger wî an kesekî dî bidîta min wilo pir kayê birî, wê ez bidama bin lêdanê û ezê mîna dizekî riswa bikirama.

Lê piştî wan berger û xwerexnekirinê, keniya û got:

‑ Ma çima ez xwe şaş dibînim ? Ma ne axa jî her ji me didize ? Wî çi caran mafê me bi tevî nedaye me  û eger ew tiştekî bide me, dû ra çavên me di karên xwe de derdixîne. Na…na..bila ew bidize,  lê dizî ne karê mêrane…Ne karê me kurdaye..Bi Xwedê ! Min tenê  çiwalek anî.. Ha vaye, li vire…Çiwaleke…

Li paş pişta wî bû tîqtîqa kebaniyê, kenekî bê çare zora wê bir, û teviya bejna wê di bin nivînê de hejiya, dengê wê mîna hîzekî nîvçe dew û diçelqe bi ber guhên Gulîn ket.

Gulîn piçekî li xwe poşman bû, ku gazin û hizr û bergerên xwe bi dengbilindî gotin, li paş xwe niriya û pirsî:

‑ Tu çima wilo dikenî, lê !

Kebaniya wî nivîn ji ser çavên xwe avêt û got:

‑ Axê çi bo te got ?!

‑ Tiştek negot…

‑ Niha te got..

‑ Welleh û bîlleh tu dîn bûyî, keçê ! Ma ewê çi bêje ?! Wî gote min: “Here ! Here têra xwe kayê bibe.” Axa tenê ev got.

Jinika wî di nav ciyan de rûnişt û got:

‑ Dîno ! wî henekên xwe bi te kirin .

‑ Çawa ?!

Ew hinekî şaş ma û guhên xwe dan ser axaftina jinê:

‑ Gote te, here têra xwe bibe, çima negot, here têra kerê xwe bibe?!

Gulîn germ û qiz bû, bihna wî teng bû û nema soliqa wî derdikeve, çav lê sor bûn, di hişê wî re ker vir de wê de dibeziyan, dizirzirîn û pehîn davêtin…Got:erê! Welleh, wî ji min re got:”Here têra xwe kayê bibe..Ma ez kerim?! Ma kayê xwarina mine..? Çima wilo b min got?..”

Qafê seriyê wî tengijî, ji cî hilgavt, berve qulîna maxê çû, dest avêt nav çiwalekê ku ard, debançeyeke loqî jê derxist, puf ser wê kir, ku toz jê here, xiste ber nava xwe, derî vekir û bi zerp li pey xwe girt. Jina wî ji nav ciyan weke mirovekê ku mar dîtî veciniqî, bazda û xasî bi derve de beziya, lê Gulîn wenda bûbû.

Xwedê kir, ku debançe ya wî neteqiya, wê şevê axayê çiyayê Lalo wê bi destê Gulîn bihata kuştin, Gulînê ku piraniya jîna xwe di tariya wê maxê de, di birçîbûn û belengaziyê de, di kar û barên mala axê de bihortiye, wê bihata darvekirin.

Lê bi rastî, ji wê rojê pêve, axayê  Çiyayê Lalo dizane, ku henek û ken bi ên nola Gulîn nayin kirin û ji wê çaxê ve, nema ew deban û debançeyan dide dest ên mîna Gulîn, ji ber ku ew dizane wê rojekê biteqin..

———————————————————–

(*) Kurtiya vê çîrokê min ji dev hêja “Cotkar” bihîstiye.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s