Axiftina Serakê nemir Mele Mustefa Barzanî

Wergerandina ji Erebî bo Kurdiya bakur: Cankurd

[Li Konfirenseke hevpar a berpirsên partiyê û serekhêzên pêşmergan ] 15.04.1967

Jêder: Hebîb Muhemmed Kerîm – Li ser kelepora niştimanî ya Barzaniyê nemir- Çapxaneya Xebat-1991

Sergotina wergêr

Hîç ne asan e, ku mera wergerandineke sedased ji Erebî bo Kurdî bike, lê dîsa jî min bizava xwe kir, ku ez van axiftina giranbiha bo xûşk û birayên, ku bi Erebî nizanin, werbigerînim bo Kurmanciya bakur, da ewan jî di vê meha, ku tê da sedsaliya ji dayik bûna serakê nemir da, gotineke wî ya giring bixwênin…Dibe ku hinek wêje ne sedased wek di metnê erebî da bin, lê ji xwe ew axiftin di dema xwe da bi Kurdî bûye…Ta ji min hat, min wateyên vê axiftinê nasîn û ez dixwazim wan bêjeyên serakê me yê nemir bo we pêşkêş bikim.

Gorbehiştê mezin Mele Mustefa Barzanî di vê axiftinê da, wek her gundiyekî kurdê çiyayî rast û dirist  dipeyive, bê peyvên mezin ên akadêmiyan an serokan, lê ew bi asanî bo heval û hogirên xwe yên dilsoz, bo pêşmergeyên xwe yên qehreman axiftina xwe li ser biratiyê, berdestiya gel, ji hev hezkirinê û fedekariya ji bo kêşeya netewî dike, û wek diyar dibe; ew weseka xwetêkoşînî dike, û ji wan hêvî dike, ku jîna xwe wek wî di ber gelê xwe yê binzor da bi tevayî bidin.

[Cankurd]

Birayên xweşewîst…

Assalamû Eleykum

Ez gelek serbilindim bi kurên gelê me, ku pêrgî zehmetî û êşên giran hatine di va dema dirêj da ji vêketina şorişa me da û ta va roja me. Ewên ku germî û sarî, girtin û mirin û şwêranî dîtine. Wan mêranî, berxwedan û wêrekî ciyê şanaziyê ne bo me tevan û ciyê pêxweşiyê ne ji dûroka gelê me re di dema xwe ya niho da û di paşeroja wî da.

Ewê ku ta niha bi cih hatiye şanazî û dilşadî ye û seriyên me bilind dike. Ew qehremanî, xîret û wêrekî ya ku gelê Kurd diyar kiriye û wan qehremaniyên bi rûmet, ku Kurdan di vê şorişê da kirine, tevî kêmbûna kanînên wî û tevî we xinizî û zor û sîtema, ku bi ser da hatine, ew li ber xwe dide û di ber xwe têkoşînê dike, em wek vê li çi derê û li ba çi netewan ji Kurdistanê pê ve nabînin.

Ewê ku bi seriyê gelê Kurd hatiye, tenê dora % 4 ji xelkê li der ve pê bihîstiye, lê gava şorişek li derve çêbibe û tenê

çar karên qehremanî bên kirin, ewan wekî sedî tên diyarkirinê ji ber ku kes hene alîkariya wan bikin û bo wan çareyên bangeşîniyê hene û kes hene piştvaniya wan bikin û li gel wan rawestin, lê tiştê li Kurdistanê bûye, bê alîkarî û piştvanî ji kesekî ve çêbûye, û bi çekên kêmbiha li hember hêzek mezin a zorbaz û sîtemkar.

Berxwedan û tewat û bargiraniya, ku gelê Kurd di van salan da diyar kiriye, bi seriyê gelên dî ne hatiye, û eve ji me re ciyê serbilindî û şanaziyê bi gelê me ye, ji ber ku ewê bi ser gelê me da hatiye ji kanîna mirovan mezintir e.

Wek min gelek carin din gotiye, ez li vir jî dîsa dubare dikim, ku ev şanazî ne tenê bo ewên tiving li mil, lê belê bo teviya cotkarên Kurd e û bo teviya jin û zarok û ciwan û pîremirovên Kurd e, ji ber ku ku wan giş tev li şorişê û van karên qehreman8 bûne û pêrgî tehlî, êş, xişim û bobelatan hatîne.

Birayên xweşewîst…

Di her şorişekê û her tevgerekê da li vê cîhanê, ku bo berdestiya netewekê çêdibe, pêwîst e kar û bar bi dest wan berpirsan da be, ku berdestiya gel li ba wan di ciyê pêşîn da

ye û bi neykirina xwe û ji bîrkirina bercewendî û daxwazên xwe yên kesanî dixebitin, û her karekî, ku tê da bercewendiya gel heye, dikin tevî ku ew kar dij bi bercewendî û dilxwaziyên wan ên xweyî bin… û ewê ez dixwazim we niha pê agahdar bikim, hîç wek rexneyê bo kesekî ji nav xwe nebînin, û ez naxwazim hûn guman bikin, ku ez kesekî rexne nakim…

Di van xalikên, ku ez bînim zimên da, ez xwe jî rexne dikim gava karin min ziyanê bigihînin şorişê û ziyanê bo wê û bo gel bînin…

Divê hemî histobariyêd xwe û çawa bi cîhanîna wan zor bi diqet bizanin, û her berpirsekî di şorişê da bo bercewendiya şorişê kar nake û xwe nade ber histobariyên xwe, hîngê ew dibe neyarê me û ew dibe berdestekî dilsozê neyarên gelê me…

Divê em têbigihînin gel çi dixwaze, em tgihînin hevkarî û hevgirtinê, û em wateyên Kurdayetî û netewayetiyê binasin.

Berpirsê dev ji bercewendiyên şorişê bo bercewendiyên xwe yên kesanî berde, an ewê bo tijîkirina berîkên xwe û bo bi destxistina hodeya diravî kar dike, an jî bo  sermeziniya vala…Kesê wusa nabe wek Kurd bite jimartin û ew nikane berdestiya şorişê bike.

Bo nimûne: Eger komîtiyek herêmî ya partî li vir hat avakirin û yek li wir, û eva yekem têkçûn bo ya dî xwast, tenha ku bê gotin; ev baş e û ya dî têkçû ye, an jî serhêzek binxistina serhêzekî dî bixwaze, da bê gotin ew baştir e û serkeftîtir e, ev ne hişmendî ye û ne ji hîsê netewî ye û têkiliya wê bi jîna partînî û şorişîn tune ye. Netewayetî û partîniya şorişîn a rast ewe, ku em bi hev re alîkarî û hevkariyê bo bercewendiya gelê xwe bikin.

Goriyên me gihan 2000 şehîd û dibe bêtir bin, evana giyanên xwe yên paqij di ber vê netewê û vî niştî da û bo mafên me yên ji dest hatine girtin dan, û wek min gelek caran gotiye; ew xelasiya me ye ji van sîtemkariyên her mayîne, da ku ji me re mafê raydayînê di vê rûdanê da hebe. Da mafê bi karanîna hişên me û bi destxistina zanînê û sergeranê “îdarekirinê” û xwendinê, û bi destxistina her kar û barekî bi welatê me ve girêdayî bo me jî hebe, da ku ji me re mafê biryarstandinê hebe û mafê neykirinê û mafê em bikaribin wek her mirovekî bê êşkişandin û zordarî bijîn û gava hêrişek bi ser me da bê,

bo me destin bi hebin, ne hêlin kes zora me bibe û bi qirkên me bigire, me bê bihin bike…

Eve, û ez tika ji we tevan dikim, ku hûn bi hev re, bi dil in sade, alîkariya hev bikin, û we ji wan bedkariyan biparizin, ewên ku di nav me da û di nav rên me da ji me ra bibin neyarin mezin, û eger em wek bira û bi dilsozî û wefadarî alîkariya hev bikin û bo bercewendiya giştî têkoşînê bikin, û eger hemî bercewendiya Kurdistan û şorişê deynin ser bercewendiyên xwe yên taybet, wê hêzek nikanibe mafên me daqirtîne û wê kesek nikanibe bavêje ser gelê me.

Birayê min…

Malê dinyayê ne ewqas biha ye, ku em bo wî rûmeta xwe ya netewî û niştimanî ji dest bidin, û divê xwarina xweş û bi rûn, û doşeka nerm bercewendiya gelê me ji bîra me nebin.

Binêrin li milyonerên kurd ji xudan samanên mezin, ku alîkarî bo şorişa gelê xwe ne dane, li wan binêrin çawa nebed û qerêjin di çavên tevan da! Saman rûmetê nîne,

mal û saman eger bo bercewendiya gel ne hatin dayîn dibin jêdera serjêrî û rûreşiyê.

Me hîç ne bihîstiye, ku rojekê dûrokê pesna mirovekî daye ji ber ku xwarinek xweş dixwar û li ser doşekek nerm radiket. Tenê ewên, ku zehmetî dîtine, kul û êş bo nişt û gelê xwe dîtine û bê westan xebitîne, bo rakirina sîtemê ji ser xwe hatine bi navkirin. Erê, tenê bi rûmetê,

hevkariyê, biratiyê û harîkariyê di nav we da, hûn dikarin bibin ciyê serbilindiyê bo tevan.

Min berê gelek got û li pêş we dîsa jî dubare dikim; ewê ji tevan cîhnizimtir, ez berdestê wî me, ez ne serakê kesekî me û ez naxwazim bibim serakê kesekî…lê ez dixwazim bibim birayekî we, berdestiya we bikim û hûn bibin bira û piştegîr ji min re û em tev bibin kurên vê netewê û berdestiya wê bikin, û em nefsên xwe ji xweheziyê, ezeziya vala û çavlêyên ne dadmend daweşînin, em jîr bin û haj xwe bikin ji neyarê xwe.

Divê em rastîniya xwe ji bîr nekin û bila di ser me re lawazî û fêlbazî derbas nebin, ne bi hatina parçeyek kaxedê, ne bi peyvekê û ne jî bi derewekê.

Pêşverûtî ewe, ku em bo zanîn, hişmendî, mirovatî û nefspaqijiyê bixebitin, û em bi bi bawerî, dilsozî û dilpakî berdestiya gel bikin, ewê bi vî alî ve kar neke, kî dibe bila be, ez wî pêşverû nabînim, û ewê çavêd wî li mal û namûsa xelkê ne, ewê davêje ser wan û zordariyê li wan dike û rizabûna Xwedê û ya xelkê winda dike, hîç nabe ji mirovan bite jimartin.

Birayên xweşewîst…

Ez tika ji we dikim, ey lawên hêja yên gelê me, hûn piştgîriya partiya xwe roj bi roj bikin û bi hêztir bikin, rêk û pêktir bikin û bêtir jê re alîkar bin, çiku gava saziyên partiyê baş û bi hêz bin û livbaziyêd wê bi diqet bin, wê hêzêd me bêtir xort bin û rewşa gel wê çêtir be. Wateya partî saziyên gel in, hêzên me û hemî encumenên dî, ku parekin ji gel.

Hîç şorişek bê rêberiya partiyek sazend bi ser nakeve, û gava ez dibêjim partî, mebesta min ew partîyê dilsozê gel û bercewendiyên wî ye û mebesta min ne ew komik e, ku li (Mawet) zordarî û îtemê li gel dike û xwe bi partî navdike.

Wilo ye eger em ji şorişa xwe ra serketinê dixwazin, divê em tev, ez, hêzên me yên çekdat û gel, piştgîriya vê partiyê xwe bi dilsozî bikin.

Nabe em serokatiyê û mezinahiyê bidin ber çavêd xwe…kî xudan jêhatinên pêwîst e û wan jêhatiyan di berdestiya gel ke, gel ji xwe wî ji xwe re serak dibîne, û eger kanîna min, bo nimûne, ne bes e bo sergerana (10) pêşmergan û min xwast ez bibim fermandarê fesîlekê an seriyekê, ne bo tiştekî, tenê bo ku navê min bêtir bibirîse, ew serokatî wê wek rûniştina li ser pîkinekî gevşê hişk be, bi zûkî dê bişke û ezê bikevim xarê û stûyê min jî wê ji ber wê yekê bişike.

Qehremanî û berdestiya rastîn, ewe ku tu her karekî bi te hatiye pesartin, bi wefadarî û fedekarî bikî û berdestiya gel li ber çavên te be.

Niyeta qenc û berdestiya rastîn egereke bo serketina şorişê, ezezî û nîfaq eger di nav me da hebin, ew berdestiyeke em ji neyarî re pêşkêş dikin û neyartiyeke em bo xwe û bo gelê xwe dikin.

Her yekê ji we histobariyekê ji xelkê hildigire, divê ji pêrewên xwe bêtir êşê hilgire, û eger yek ji wan birşî bû, divê xwarina xwe bide wî, ji ber ku yê mezin barê yê biçûktir radike… û eger min xwe bi serek navkir, şerm e bo min ez têr û tijî bim û ez li pêş xwe yekî ji min biçûktir heye

ji nêza dinale, hema eger ez ji nêza re mirim û min yekî hejar ji birçîbûnê rizgar kir, ew bo min rûmetek mezin e.

Mirovatî ewe, ku tu xweşiyariya xwe bo ewên binzorkirî û belengazan gorî bikî, û em nikanin berdestiya gelê xwe bikin, eger li ba me alîkarî û rûhê fedekarî û qurbaniyê tune be…

Divê hûn baş bizanin, ku em bi çekan tenê bi ser nakevin, ne bi standina pare û ne jî bi avêtina ser ên din û bi kuştin û ziyanpêgihandina wan, emê bi serkevin dema dilên me ji hev re paqij bin, û dema li ba mezin û biçûkan ji hev re hîsên hezkirin û rêzgirtinê hebin.

Em bi ser dikevin dema her Kurdek başî û nebaşiya birayê xwe yê Kurd wek başî û nebaşiya xwe binase û em ji hev re rastiyar bin, û ez li gel te bim, alîkarê te bim gava pêwîstiya te bi min hebe û gava ez birçî bûm, tu ji nanê xwe bidî min,

tu piştvaniya min bikî gava hawara min giha te û ez alîkariya te bikim gava hawara te bigihe min. Divê em ezeziyê deynin alîyekî… Tu kurê vî gelî yî û ez jî kurê vî gelî me, ez bo vî gelî dixebitim û tu jî bo vî gelî dixebitî.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s