Ibin Teymiye – (1240-1307 Zayînî) (661-728 koçî)

Ibin Teymiye (1-2)

Cankurd –    November 14, 2009

Ji dev Ebî Hureyre, Xwedê jê razî be, hatiye ku  Xwedê di seriyê her sedsalekê de yekî dişîne, ku ji vê neteweyê re ola wê serrast bike.

(Ji Hedîsên cenabê pêxember, hem Ebo Dawûd bi senedekî dirist aniye zimên û hem jî Elh’akêm.)

Di dûroka Musilmanan de, navê Ibin Teymiye, wek mezintirîn şêxê olê têye dîtin, lew re ew bi “Şeyxulîslam” hatiye navkirin, û heta roja dawîn a vê olê, wê Şeyxulîslam Ibin Teymiye wekî bilindtirîn jêderê zanîna Islamê bimîne. Ev zanayê navdayî, wêrek, jêhatî, ku bêtir ji 100 kesên tev zana di cîhana Îslamê de, ta roja îro wî ji xwe re wekî “Şêxê mezin” dibînin, û gelek pesindariya wî dikin, ji xelkê Heranê bû, û Heran li bakurê Kurdistanê ye…

Em di va gotara taybet de, ku ji du paran e, li ser jîn û berhem û baweriyên vî zanayî radiwestin.

Bêguman, dema ku Ibin Teymiye têde ji dayîk bûye û jiyaye, demeke pir wêran bû di dûroka gelên Musilman de. Di wê rewşê de, bergeh li ber çi neteweyê bo paristina xwe tenê tune bû, pêdiviya hemî gelên Rojhilata Navîn bi hev hebû, da xwe ji qirkirin û talankirin û tunekirinê riha bikin. Diviya bû, ku ewan mil bi mil, di cengên berxwedan û kosaniyê de, li hember dawîtirîn hêrişên hêrişkarên Asiya, Mongol û Teteran (1095-1270 Z.) rawestin. Wan hêrişkar, wekî colên gurên çile, zikbirçî û dev bi xûn, bi ser bajêr û kelehên wan de hatibûn…Ji aliyê Europa ve jî, li hember wan hêrişên Xaçperestan (1250-1382 Z.), ku wekî pêlên qitrana kelandî bi ser welatên Kurd û Ereban de hatibûn…

Bi ser ve jî, Musilman di nav xwe de, ketibûn bin deselatiya Memalîkan (1250-1382 Z.) li Misir û Şamê, û gelek mîrnişînên piçûk û bêhêz ji bin sîwana Xîlafeta Îslamî derketibûn, hinekan ji wan jî, bo paristina deselat û malbata xwe, ji Rom û Teter û Mongolan re bûbûn binbasik û davêtin ser hev.

Em dizanin, ku Teter û Mongolan ziyaneke çandeyî ya bêwekanî gihandin şaristaniya mirovî li Navendên Rojhilata Navîn ên wekî Baxdad, Şam û Rihayê, û em dizanin ku Xaçperestan rêç û şopên xûnî yên tew ji bîr nabin, li şûn xwe hêştin, ji Antakiya de ta bi Iskenderiye, û bi taybet li Quds  a rûmetdar…Dûroknas ên Musilman û ên ne Musilman yekrayin, ku Selahdîn ê kurd, bi hişmendî û şîretên şêwirdarên xwe, bi wêrekî û cengewariya suwarên xwe yên lehengî, û bi fedekariya xwe ya bêwekanî, kanî bû Xaçperest bişkanda…Hans Hauser, nivîskar ê alman dibêje ku serkeftina Selahdînê Eyûbî di şergeha Hittîn de, li nêzîka zireya mirî (Beh’ir Elmeyyêt), rûyê cîhanê guhart û nekêmtir giring e, di dûroka mirovatiyê de, ji serketina leşkerên Sovyêt û şikestina leşkerên Hitlerî di Stalîngeradê de, dema Cenga Cîhanî ya Duwemîn.

Bêguman kîna Xaçperestan li ser ola Îslamê, li gel rewşa hejariyê, ya ku paş gelek cengên navxweyî li Europa pêda bûye, bûn egerên serekîn ên hêrişên Xaçperestan li ser Rojhilata Navîn, hema bo hêrişên Teter û Mongol û êlên dî, ji Rojhilat ve, hîç egerin olî an çandeyî tune bûn, tenha bo talankariyê û binvekirina gel û êlên biyanî hêrişên wan ên hovane çê bûn.

Di rewşeke wilo de, tûjkirina şirovekirinên olî hîngê, ji herdu aliyan ve, çi Xaçperest û çi Musilman, siya xwe avêtin ser pareke mezin ji dûroka herêmê û ji Europa, heta axiftina  Papazê Vatîkan, Bênêdîktê Şanzdemîn, di zanîngeha Regensburgê de, li Almaniya  di 12.09.2006 de, û serlêdana wî pişt re bo Türkiyê, di 28.11.2006 Z. de.

Ji ber çavan naye windakirin, ku berî wê serlêdanê bi 911 salan pêş de, bi axiftina Papazê Filehan, Arbanê Duwemîn, di 26.11.1095 Z. de, li bajêrê Klîrmont li Fransa, Hêrişa yekemîn a Xaçperestan dest pêkir. Hîngê wî papazî daxwaz kir, ku heme cengên navxweyî yên Filehan rawestin, bi armanca avêtina ser Musilmanên “Gawir ên  ku Qudsa pîroz gemar kirine!”, bi ser ve jî Papaz soz da, ku ew gunahên heme kesên tev li cengên xaçperestî bibin, sîl bike û dêra katolîkî ji wan re dibe xalam “parêzkar”.

Pêtrûsê evdal di Nîsana 1097ê Z. de ber bi bajêrê Nîqiya ve milyonek hêrişvan bir, ew bi destê xwe ve anî û xist bin deslata Bîzentiyan û rêveçûna xwe ya xûnî pêş ve gudand, di 20.10.1906ê Z. de giha Antakiya. Ew bajarê ku bûbû navendeke şaristanî, ji aliyê Filehan ve hate tar û mar kirin, û hovtirîn kuştin têde çêbûn, 100.000 Musilman û Filehên rojhilatî û Ciho hatin serjêkirin, paş ku namûsa jinan û lawan hatin şikandin.

Teviya cîhana Musilman lerizî, û tirsê dilê mirovan girt, lew re ji bajêr û gund û kelehan bi xarê ve reviyan, û ji ber wê yekê ve jî, berxwedan û kosaniya Musilmanan di Quds a rûmetdar de pir mezin bû, tevî ku damekirina bajêr demekê dirêj kir. Hem dûroknasên Musilman û hem jî yên Fileh û Ciho, ji wan jî Ibin El-Ethîr, William ê Sorî, Ann Komenîn, dota Qeyserê Roma, û Robertê evdal û gelek xaçperest jî dîdarin dûrokî ne, ku serjêkirina zarokên Musilmanan wekî lîsk û kêfxweşiyê dihate dîtin, destavêtina namûsên keç û jin û lawan di nav govdeyên serrjêkirî de, gelek roj û şevan çêbû, û ev hovîtî li ber çavên keşîş û evdal û xaçhilgêran dihate kirin, belku wan hovîtiyên leşkerê xwe wekî karin pîroz didîtin û dinirxandin.

Ji aliyekî dî ve, hêrişên Mongol û Teteran, ên wekî reşbayekî bi hêz, bi ser herêmê de hatin, bi hovîtiya xwe ne kêmtir bûn ji hêrişên Xaçperestan. Ewana ji welatên Turkistan û Mongolistanê di ser Xurasan û Hemedan û Azerbeycanê re wekî pêlên zireyê, ku di rojeke babilind de dilivin, hatin, di rêya xwe de, ber bi rojava ve, çi li Hindistan û Secistan û Kermanê, û çi li welatên dî, mirovatî vemirandin. Ne tenê êl û nijad û kesên ku ji xwe re biyanî û neyar didîtin, belku hinek gelên Turk jî qirdikin. Mirovên ku xwe ji nav destên wan bi revê azadkirin, ji welatên xwe derketin û ber bi çiya ve bazdan.

Dûroknasên wekî Ibin El-Ethîr, Ibin Kethîr, Gîbon ê ku li ser têkçûna Împeratoriya Roma nivîsandiye û gelek kesên ku li ser dûroka Rojhilata Navîn û kesayetiyên wê yên dûrokî rawestîne, li ser wan hêrişên hovane yekrayin, ku ewana wekî erdhejînekê bûn, û bo teviya mirovatiyê ziyanên mezin ên çandeyî û aborî anîn. Dema Teteran Bexdad, paytextê xîlafeta îslamî, di sala (1235ê Z.) de standine, xelîfeyê Ebbasî Elmustee’sêm kuştine, bajar talan kirine û sotandine, rengê çemê Dîcle reş bû, ji ber ku wan piraniya pirtûkên bajêr avêtin avê. Di sala 1238ê de gava gihan bajêrê Helebê, li bakurê Sûriyê, û bi harîkariya Filehên bajêr, keleha wê ya hêzdar standin, Fileh di Dergahê Bab Toma re bi xaçên xwe derbas bûn nav bajêr, pesindariya ola Îsawî kirin û gotinên nebaş bo Îslamê gotin, mey û bengî bi ser dîwar û dergahên mizgeftên Musilmanan de reşandin, û xelk binzor kirin, ku seriyên xwe ji xaçan re biçemînin, hema gelê bajêr ev yeke nepejirand û li wan rabûn, serî hildan, ewana binzor kirin, ku vegerine bazara dêra Meryem…

Di rewşeke wilo de, Îbin Teymiye jî, wekî zanayekî Îslamê li welatê Şamê, li hember Teteran derket Cîhadê û bangên wî yên tûj bo şikandina hêrişên filehî û teterî navdarin. Baş hatiye bi cîhkirin, ku Îbin Teymiye ne tenê bangewazî li ser menberên mizgeftan kiriye, da gelên Musilman li hember hêrişkaran mal û ol û canê xwe biparizin, ew bi xwe jî diçû şergehan û bi wêrekî dikete têkoşîn û pevçûnên xûnî, wekî li şergeha Şeqhebê, ya ku sala 1279ê çêbûye û Musilman têde bi serketine, û Teter bi binketine û reviyane. Li hember hovîtiya “Heşaşan: Giyayîyan” jî hem hişk û req rawestiye û hem jî bi wan re di sala 1283ê de ketiye pevçûnên xûnî, û gelek ji wan li ser destê wî vegeriyane ser rêya “Sunne”, û dev ji wan talankarî û hovbaziyên xwe berdane.

Gelên Turk, Teter û Mongolan, bi xwe re ne talankirin, herifandin û sotandin anîn Rojhilat Navîn, wan bi xwe re “YASA” jî anîn. Ew Yasa ya wan a nenivîsandî, ji bavpîr û pêşseran ve mabû. Di Yasa ya wan de, gelek fermanên kuştinê hebûn. Gava yekî di ava nistî de bimîza dihate kuştin, gava bidîta ku kesek ji destgîran direve û wî negire, ew dihate kuştin, ewê ku tiştek bixwara û ji wê xwarinê parek neda ên li gel xwe, dihate kuştin…û gelek ferman ên teng û tûj ên wilo. Di bazaran de, hêrişkarên rojhilatî bêdilovanî bûn, û masiyê wan ê mezin yê piçûk dixwar, û lew re gelên ku wan xistine bin destên xwe, tev belengaz bûn û nema mirov li hember wê bi tewat dibin…

Bi ser de jî, ava çemê Dîcle bilind bû û Bexdad, ku mestirîn navneda çandeyî ya cîhana îslamî bû, tar û mar bû…û di sala 1280ê de kulî hêriş ser bax û zevîn û mêwedarên welatê Şamê kir, rewşa gundiyan ji ber wê yekê wêran bû, birçîbûn “Xela” çêbû, û tevliheviyeke mezin di bazaran pêda bû.

Ibin Teymiye di demeke bahozên siyasî- civakî, ramanî û aborî de hat, demeke dirêj jî ji temenê xwe di zindanên welatên Şam û Misir de derbas kir, jîna xwe bi wêrekiyeke bê wekanî, bi hişmendiya zanyarekî pir giranbiha û bi xebatên herheyî, teva kir. Îro li teviya cîhana îslamî û li zanîngehên wekî (Sorbon) berhemên wî di ol û civak û siyasetê de, dibine bingeha lêkolînin gelek rêkûpêk li ser ola Îslamê. Ew xudanê bêtir ji (580) name, pirtûk, lêkolîn û defetran e. Bi taybet “Fetwa” yên wî, ku bêtir ji 37 cîld in, û hinek pirtûkên wî yên dî, wekî “Elû’bodiyye: Koletî”, “Raas il Huseyn: Seriyê Huseyn” û “Elwesiyye Elkubra: Weseka tev mezin” di cîhana zanîna olî de pir navdar in. Paş nivîsandina pirtûka wî “Nakokiya ol û hiş nîne” bi sedan sal, ev mijar dibe mijara serekîn û benda pêşîn a lihevhatinê di (diyaloga Vatîkan û zanayên Îslamê) de, ku sala 2007 Z. li Roma destpê kiriye.

Îbin Teymiye kî ye?

Ibin Teymiye: Ehmed kurê Evdilhelîm kurê Evdiselam kurê Evdullah kurê Elxidir kurê Mihemmed kurê Teymiye, Bavê Qasim ê Heranî ye. Bavê wî jî bi navê (Heranî) navdar bû. Li ser egera bi navkirina “Teymiye” hinde çêrokên cihê-cihê hene, hema zanayê olî û dûrokî Ibin Elneccar gotiye, ku bavpîrê Ibin Teymiye Mihemmed kurê Xidir dayîka wî bi “Teymiye” navdikir.

Bavê Ibin Teymiye zanayekî jêhatî bû, li ber bavê xwe fêrbû bû zanînên xwe yên olî, û di jimaryariyê “Matematîk” de jîr bû. Ew li şûna bavê xwe (Bavpîrê Ibin Teymiye) bûbû şêx û qeral û xutbexundê Heranê, di sala 1246ê de ji dest hêrişên Teteran binzor bû, ku dev ji mal û bajêr û xelkê xwe berde. Wî koç kir Şamê, li wir di “Mizgefta mezin” de, danişgeheke taybet ji wî re hebû, melexaneyeke wî ya bi navê “Darulhedîs ê Essukeriye” li taxa  Qessaa’ hebû, mala wî jî li wê taxê bû, û di sala 1249ê de koça xwe ya dawî kir, û di goristana Essofiye de hate çalkirin.

Hinek lêkolînerên Ereb bizava xwe kirine, ku nijadê Ibin Teymiye bigihînin êleke erebî, hema şêx Ebû Zehre –Xwedê dilovaniya xwe bi ser de bîne– di pirtûka xwe de li ser Îbin Teymiye, dibêje ku nîşana “ne Erebbûna Ibin Teymiye”, ewe ku Ereb neseba xwe bi êlê ve girê didin û neseba Ibin Teymiye bi bajêrê Heranê ve hatiye girêdan, ew bi El-Heranî têye nasîn, Heran ne navê êleke erebî ye. Pişt re dibêje, ku rabûn û rûniştina wî, wêrekî û hişkbûna wî di ber maf de, diyar dikin, ku ew “Kurd” bû, ne “Ereb” bû.  Hema bingeha gotina lêkolîner Zuhêr Eş-Şawîş tew nîne, gava ew Ibin Teymiye wekî Erebekî Numeyrî dide nasîn.

Di nav merivên Ibin Teymiye de hinek zanayên dî yên navdar û nivîskar li Heranê hebûn, ji wan jî Mecdiddîn Ebûl Berekat ê Heranî, ku sala 1169 Z. ji dayîk bûbû û sala 1231ê koç kiribû.

Dayîka Ibin Teymiye jî ji Heranê bû, ku navê wê Sitî, dota Evdirehman Evdûsê Heranî bû, û dora 70 salî jiya bû, dawî li Şamê sala 1295ê Z. koç kiribû.

Ibin Teymiye sala  1240 Z. li Heranê ji dayîk bûye, û tê gotin, ku roja jidayîkbûna wî rast roja jidayîkbûna hezretî pêxember Muhemmed –Selewat û silav lê bin– hatiye, ku di 12ê Rebîû’l Ewwel de bû. Di sala 1307 Z. de jî koç kiriye –Xwedê dilovaniya xwe li wî bike û di saya xwe de, roja ku sî ji ya wî pêve nîne, biparize-.

*********************

Di birrê pêşîn ê vê gotarê de, me li ser pêşdem û navdema jiyana zanayê mezin, Şeyxulîslam Îbin Teymiyê hinek agahî bi kurtî anîn zimên, û di vir de emê li ser kesayetî, xwendin, brehem û ramanên qehremanê Kurd rawestin.

Îbin Teymiyê di sala 1240 ê Zayînî de, li Heranê, ku dikeve navbera Dîcle û Ferat, ji dayîk bûye, û hîn ew şeş salî bû, bavê wî ji ber hêrişên mezin ên Tetaran ber bi welatê Şamê ve bar kir. Tê gotin, ku bavê wî, yê ku zanayekî olî yê navdar bû, gelek pirtûk bi xwe re rakiribûn, lê tevî ku Tetaran rê li wan û li rêwiyên dî digirtin, û mirov talan dikirin, dikuştin, jin û zarokên wan ji xwe re dibirin û pirtûk disotandin, tiştek bi serê wan di rê revê de nehat. Xwedê tea’la Kurê Teymiyê parist, da bibe mestirîn zanayê ola Îslamê di dûrokê de.

Malbata Îbin Teymiyê, wekî me berê aniye zimên, Malbateke zanîn û olparêziyê bû. Şêx Ehmed kurê Mihemedê Heranî, ku di sala 1324ê Zayînî de koç kiriye diyarê dilovaniyê, destnivîsên malbata Teymiyê di bingehên Fiqhê de civandin û dan ser hev. Pirtûka wê di wê mijarê de, ku bi Erebî ye û navê “Elmiswedde fî Usûl Elfîqh” ji me re diyar dike; çendîn ev malbat di berdestiya zanîna olê de bû û têgihîştî bû di warên zanînê yên cihê-cihê de.

Di cîhana îslamî de, gelek zanayên olê, şah û şahzadeyan, qeral û deselatdaran, dara malbata xwe pêdakirine, û koka wê gihandine malbata cenabê pêxember. Li hemî welatên musilmanan ev terzê pevgirêdanê heye, û bo wan malbatan dibêjin „Seyda“ an „Esyad“ an „Seyyid“. Em tev dizanin ku malbata cenabê pêxember „erebî“ ye, lê wan malbat tew ne Ereb in…Kurê Teymiyê wilo nekiriye û negotiye ku ew ji malbateke wilo ye, eve jî nîşaneke dî ye, ku malbata wî Kurd e, ne Ereb e.

Li gor nivîsên gelek dûroknasan, Îbin (Kurê) Teymiyê di gelek warên zanîn û huneran de wekî kesekî pir jêhatî, jîr û wekî pêşmêrekî dihate dîtin. Ew piçekî di helwêstên xwe de hişk bû, û seriyê xwe ji çi zorbazan re danexist. Dibêjin ku pita wî wilo wêrek û req bû di helwêstên xwe de. Carina Kurê Teymiyê digot: “Wê neyar ên min bi min çi bikin? Behişt û baxê min di sîngê min de ne, ez ku ve biçim ewan ji min verê nabin. Zindana min xelweta ‘tenahiya’ min e, kuştina min şehîdbûn e, û derkirina min ji niştê min geşt e  (siyah’et e)”.

Di zindanê de jî digot: “Girtî ewe, yê ku dilê wî ji Xwedayê wî hatiye girtin, û destegîr ‘esîr’ jê ewe, yê ku bi ber bayê dilê xwe ketiye.”

Ma kî dikane mirovekî wilo xudan baweriyeke mekin binzor bike?

Kurê Teymiyê, ku li ber gelek şêxên Kurd û Ereb xwendiye û pir bi bavê xwe jî hikar bûye, bi pesindarî navê şêxê Êzdî yê tev navdar, U’dey kurê Musafirê Hekarî, di nameyeke xwe de tîne zimên û nameyeke taybet bo peyrewên wî dişîne. Wî bi „Şêxê nasyaran“ dide navkirin û yek ji nêztirîn şêxên xwe yên ji “Ehlisunne” dijimêre. Em dizanin ku navên hinek şêxên wî kurdî ne, wekî şêx Mûsayê Zolî, Yehya yê Seyrefî yê Heranî, Zeyneb dota Mekkî yê Heranî, Ebû Ferecê Heranî, Ebû Bekirê Heroyî…Bo naskirina giş şêxên ku Kurê Teymiyê li ber wan rûniştiye û fêr bûye, pêwîste lêkolîner vegere nameya wî, ya ku bi “Mecmûe’tul Erbeî’n H’edîthen” hatiye navkirin. Ew di pirtûkxaneya zankoya Amerîkî ya Beyrûtê de, di bin jimare Aa 1247 M 297.08 de hatiye çapkirin û Erşîvkirin. Wekî tê gotin hikariya 200 şêxên zanîna olî li Kurê Teymiyê heye, û ew bi xwe jî gelek pesindariyê bo Elbuxarî dike û dibêje: “Ez hezdikim ku Elbuxarî di navbera min û hedîsên cenbaê pêximber de be.” Bi wateya ku baweriya wî bi lêkolînên Elbuxarî heye.

Bêguman, ew keti bû bin hikariya kesên dî yên wekî Ibin Elcewzî, ku bi sedan pirtûk û nameyên wî hebûn, û şêxên ku berî dema wî, an di dema lawaniya wî de, navdar bûbûn, wekî Ibin E’sakêr, Ibin Elethîr, Ibin Esselah’, Elizz bin Ebdiselam û Ennewewî û hinekên dî.

Kurê Teymiyê, di sê waran de xudan rêçên mezin e:

-Warê Zanînê

-Warê Rêformê “Îslah’ê”

-Warê Cîhadê

Lew re hikariya wî li gelek şagirdên wî hebû, ji wan jî hinek gihane bilindtirîn pilayên zanîna olî di cîhana îslamî de, ji wan:

Îbin Elqeyyêm Elcuziye, Ebû Ebdullah Ezzehebî (Turkmen e), Elh’fêz Îbin Kethîr, Ebûlebbas Îbin Qadiye (Qadî Elcebel), Umer Elwerdî, Şemseddîn Elmeqdîsî û gelek ên din, ku ji wan hene xudanên pir pirtûkên hêja ne.

Kurê Teymiyê, diyarî, pere û her tiştekî ku bihna “Reşwetê” jê ditê, ji deselatdaran nedibir û tola xwe ya kesanî ji kesekî hilnedida. Zanayên Misirê ji fetwayeke wî pir nevîn kir û li ba (Essultan Ennasêr) gilî û gazincên xwe dij wî kirin.

Sultan gotê: Ez van dikujim.

Kurê Teymiyê bersivek wilo dayê: “Na nekuje, gava tu wan bikujî, tu hinekên wekî wan nabînî.” Sultan gotê: “Van bizava xwe kirin, ku te bikujin. Ne carekê, gelek caran.”

Zanayê mezin dîsa jî ji ya xwe danehat û got: “Ewê ez êşandime, ew azad e. Yê Xwedê û pêxemberê wî êşandiye, wê Xwedê tola xwe ji wî hilde, ez bo nefsa xwe tiştekî naxwazim.”

Dibêjin ku gava Qazanê Tetet leşkerê xwe yê mezin bi ser Şamê de ajotiye, Kurê Teymiyê derket û çû di rêya wî de rawestiya û bi dengekî bilind bi rêya wergêrekî gotineke mîna vê gote Qazan:”Te Musilman bi musilmantiyeke sexte xapandin, bav û bavpîrên te gawir bûn, lê dîsa jî tiştê te aniye seriyê me wan ne anî bûn seriyê me, wan soz dan û bi sozên xwe re wefadar bûn, hema te soz da me lê te soza xwe bi cîh ne anî.” Qazanê teter û hêrişbaz li hember xwe kesekî wilo wêrek berê nedîtibû, lew re  bi kesayetiya Kurê Teymiyê hikar bû, dilê wî neşikand û ew bi camêrî ji ba xwe bi rêkir.

Kurê Teymiyê di pirtûk û name û fetwayên xwe de, li ser gelek mijaran rawestiye, wekî xuya dibe wî bi Turkî û Îbrî jî dizanî, û pir baş li ser baweriyên Cihotiyê, Filetiyê, û Îslamê  dizanî, li ser Kerramiyê, Şîîtiyê, Îsmaîliyê, Nuseyriyê “Elewîtiyê”, Qederiyê, Cehmiyê û Mu’tezîle pirtûk ên bi nav û deng li şûn xwe hêştine.

Esseyyûtî, ku lêkolînerekî zana û jêhatî bû, ji zanînên Kurê Teymiyê, di felsefê de, matmayî mabû.

Ezzehebî li ser Kurê Teymiyê nivîsandiye:”Min destnivîsin Şeyxulîslam Teqiyêddîn, bavê Ebbas, Ehmed kurê Teymiyê civandin, min dît ku ewana hezar pirtûk in, pişt re min hinek dî jî dîtin.

Ibin Elqeyyêm Elcewziye, li ser gelek pirtûkên wî yên tefsîrê “şirovekirina Quranê” radiweste û wan yek û yek dide qelemkirinê. Di vî warî de, têgihîştina Kurê Teymiyê wekî kesekî bê wekanî ye. Piraniya lêkolînerên olî û dûrokî yên cîhana îslamî, ji Ibin Elqeyyêm de bigir ta bi şêx Mahmûd Ebo Zehre, di sedsala bîstê de, pirtûka Kurê Teymiyê, ya li ser tunebûna pevçûn û qewxiyê di navbera hiş û Quranê de radiwestin û pir baş dinirxînin, ku bi Erebî navê wê “Der o tea’rud elneqil wel e’qil” e.  Hema carekê min li ba mamhoste Mihemmed Salêh Gaborî gota wê pirtûkê kir, wî gote min ku Kurê Teymiyê di hilbijartina vî sernavî de bi serneketiye, ji ber ku hişê mirov nikane her tiştekî di Quranê de hatiye bipejirîne “Neqil tişteke û e’qil tiştekî hinde caran tersî wê ye”.  Mebesta mamhoste Gaborî, ewe ku di warê Mû’cîzatên quranî de hişê mirov tênagihe, ji ber ku tenha çarçiveke maddî ya hişê mirovî heye, têde dikane bilive û bipîve, zagonan pêda bike û li gor wan biryaran bide…Zanayê Fîzîk û jimaryariyê Elbert Einstein jî  gilî û gazincên xwe li ser tengemejiya mirovî kirine…

Kurê Teymiyê li ser “Logîkê pîvanî” yê Arîstotalîs pirtûkek nivîsandiye, bi hûrlêkolînî li ser mijar û rêbaza jêkêşanî “Istîqraî” nivîsandiye û rexneyên xwe anîne zimên. Ev pirtûka Kurê Teymiyê, ku ji 587 rûpelane, di sala 1949 Z. ji aliyê hêja Ebdussemed Şerefiddîn ve li Bombay / Hindistanê hatiye belavkirin. Pirtûkeke dî ya Kurê Teymiyê bi navê “Neqdulmentêq” di warê felsefê de hatiye lêkirin, û li Misirê ji aliyê Mihemmed Hamêd Elfeqî ve, li ba çapxaneya Essunne Elmuhemmediye , li Qahîre, hatiye çapkirin.

Li ser Sofîtiyê, Filetiyê û Şîîtiyê, û li ser “Gorperestan” gelek pirtûkên Kurê Teymiyê, yên bi nav û deng hene, ku em nikanin wan di gotareke wilo kurt de yekûyek bînin zimên. Niha li Eurpoa jî hinde pirtûkên wî bi zimanên Firensî, Îngilîzî û Almanî têne wergerandin û wekî me berê gotibû li zankoya Sorbon nivîsên Kurê Teymiyê bilind tên nirxandin û xwendin. Xwendevanên zanînên olî yên Musilman, hinde pirtûkên Kurê Teymiyê, yê ku piraniya wan di zindanan de nivîsandibûn an jî di rewşa hêrişên tund û tûj ên gelek aliyan de, bêtir dixwênin û jê hezdikin. Ji wan jî: Koletî “Elu’boddiye”, “Seriyê Husên: Raas el Husên”, “Weseka mezin: Elwessiye Elkubra” û “ û berhevoka fetwayên wî, ku 37 cild in…

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s