Rostemê Zal -1

Rostem  I

Ji berhemên Albert Socin û Eugen Prym (*)

Cankurd (Tîpguhastin)

[Niviskarê vê parçeyê hêja di serî da gotiye, ku wî pir giranî di nivisandina metnê Rostem da dîtiye, demekê dev jê berdaye û paşê dîsa lê vegeriyaye, lew re dubarekî di hin deran û hinek çewtî, weku wî bi xwe gotiye, derketine holê.]

————————————————————————————————–

Go carek ji cara, reh’met li dêy babêd gohdara, go Zilxetê (Zelxê) li Solmê bû, Hemze li Mekkê û Medînê bû, Keyxisra (Xişra) paşa, paşayê Îranê bû, Rostem fêrisê wî bû, pêncî pênc fêris (li) ser textê Îranê rûnişti bûn, bêjim te kî bû, kî ne bû, navê wan bêjim:

Rostem bû kurê Zalê, Zalê kurê Qarê bû, Qar kurê Samê bû, Sam kurê Pîrî bû, Pîr kurê Nelima bû, Nelima kurê Qawiya (Kawa) bû, Qawiya kurê Qeyteran bû, Qeyteran kurê Qamêran (Kamran)[Di vir da zincîra bavikan wilo jî hatiye: Xantûzî, Xan Qubad, Gêve û Gohderz, Feremes, Feremes Êxnîk].. Qamêran ji neviyê Adem bû (Kamêran nevî Adem bû). Gurgî kurê Meladî bû, Fêders zavayê Rostemî bû, Bêjan xwarza ê Rostemî bû, Gurnîs birayê Rostemî bû, Kasimê (Qasimê) kun (kût) xwaher, Feremesê (Feremezê) xînc (meqlûb) bû, dîwana efresayî kafira (Tûranê) bû. Navêd hakimêt wî navêd bajara bûn (navê hakimê wî bajarê bû).

Got hat qaqanê (xaqanê) Çînî, hat pîlabendê (polabendê) hindî (bû), hat Çikepîsê berberî, hat Çikepîsê kaşanî, hat Selmanê sindî, hat Pîranê vay sermalê xweyî bû, Pîranî Kendekanî, Hemêtat Cemşîş (Cemşîr) Cemşar fêrisê di Efresayî bûn [ Eva dîwanê Efresayî bûn].

Rojeg (rojek) rabû Rostem, li çil û çar mehtera xorî, li Rexşa Belek [Navê hespê Rostem e] vepelijî (vepelişî), mexes û gulweşîn kir, zîn avête ser piştê (zînê Mêrose), tang û baletangêd wî şidandin, rikêbêd yaldûzî pê ve kirin, şeş gaze çingala ber qelûsa zînî ra kirin, ligavê zêrî da ser, gulifk û kotik jê berdan, gehîp û dirkerk tê deynan. Rostem rabû ji pê ve, bejn û bala xwe ma fikirî hev zêrî hev kumzêrî ser êk û du wergirtin, tîr û kevan ber pişta xwe ra kirin, îna keşerî (qeşerî) bi stûyê xwe (ve) dakêşa, hungustîra fetixî (fethî) kire tiliya xwe, Elmasê hindî avête pişta xwe, çekmanûyê zer pê xwe da kêşa, kotiya (qutiya) dohnê senedûkî (seledûkî), milxamê silêmanî avête delxanê da, pê xwe kire rikêbê, suwar bû. Dez (dest) avêde (avête) gurzê giran, hezar û êk xûnkarî (xunkarî) deyna ser milê xwe, destê çepê avêt ruma heşde gaz(î), deyna ser milê xwe, rikêbe li Rexşa Belek da. Ji akarê (erdê) Îranê derket, çû, rabû nêçîrê.

Nêçîrê xwe kir heta nîro (nîvro), kir ewrekî biharê lê peyda bû, taviyek baranê bi ser da hat. Ji ber baranê şil û şepîrze (melbûk) bû, cavê xwe li dinyayê gêra, ji dûr (ve) qesrek spî dîd (dît), evî rikêbê Rexşê Belek şidandin, çû ber vê qesrê, hindî fetkirî çarexî qesrê ne kulakek lê heye, ne pencerek lê heye, ne dergahek lê heye, çeko (weku) hêkekê ev qesra vê deynadî. Ji wêrê fekirî li ber çiyayekî dîd şikeftek, rikêbê Rexşê Belek şidandin, kire xar, çû gehîşte ber wê şikeftê. Ew bi xwe, bi Rexşê xwe va, bi gurzê xwe va, bi suwarî çû di şikeftê va. Li şikeftê peya bû şille (şile) û şepîrzeye ji ber baranê. Ew peya bû, li dor şikeftê gerha, kiloxê dara înadin (înandin), destê xwe lêdan, agirek bo xwe helkir, cilkê xwe zoha kirîn, malhaziriyek şîva xwe xwar, fincanê qawê (qahwê) vexwar, kalûnek (qalûnek) tûtinê kêşa, serê xwe deyna, nivîst heta subehî hişyar ne bû. Subehî rabû, pê xwe kir rikêbê, li Rexşê Belek suwar bû, des (dest) avêt gurzê giran, hilîna deyna ser milê xwe. Wekî ji qesrê (şikeftê) derket, serê wî hora bû (rakirî bû), serê wî li derê qesrê (şikeftê) ket, wekî fetkirît rêzek dudana wê li ser derê qesrê (şikeftê), rêzek dudana wê li bin derê qesrê (şikeftê), ecêbek serê Rostem girt. Go: “ Eve ne qesr e. Dorvedora qesrê gerha, fetkirît eve cihê guha, eve cihê çava, eve cihê defîne (difnê).” Meeceb mayî Rostem. Go: “Eve kiloxay e, ez vê çûyîm tê da.” Rostem rabûy, hespê xwe da ber rikêbê, cilawê xwe bi terefê Îranê (da) berdan (badan), hespê xwe da ber rikêbe, kire xar, gehîşte mal, peya bû. Mehterêd wî ji pêş ve derketin, cilwa wî girt, Rostem pey kir, gaza Rostem pîroz kir, çengek zêra ser serî wî (ra) hilavêtin, hespê wî bir, ser afirî girêda, tegarek kuncî spî kir, dênan ser afirê hespê wî.

Rostem rabûy riya xwe girt, çû dîwana maqûla, pisyar ji xelkê mezin kir extiyar, Go: “H’al û hewalê min filan e, şikeftê eve bû.

Go: “Şevê dî ev roke jê derketin (derketim), fetkirim rêzek dudana wê li serî wek wê li binî.”

Go: “Aya Rostem me ne dîtiye, ne bi dorê me ye, bapîrkê te Qarîgaugo (Kargango) ew mezin e, herê pisyar jê bike. Hêdî Rostem vegera hate mal.”

Got deyka xwe: “Dayê!.”

Go: “Ha day gorî.”

Go: “Bapîrkê min Qarîgaugo li kê derê ye?.”

Go: “Eyho eyho, dêy gorî, evro hefd (heft) roja me bîra wî ne hat, me ji bîr kiriye, wê li pişt heft menzila, wê deynadî kolaçekê.”

Rabû dergah vekir, çû pişt hefd (heft) menzila, fetkirî bapîrkê wî wê muhera (bêhêz) bû. Kerasek qerêj wê li ber, nûzenûzek jê têt. Rostem degî (dengî) li xulama kir. Me (wan) mencelek avê germ kir(in), cilkêd Qarîgaugo ji ber kirin, laşê wî taze û naze şuşt(in), qerêja hef (heft) salî ji laşê wî bir, serî wî qenc (qeş) teraşî, mûjilankê çava qusandin, nînokêt wî ê desta qusandin, nînokêt pêya jê qusandin, wê neqlê rabûyî destek cilkêt paqiş kirne ber wî.

Gotê:“Hey lawê qenc, te ev qenciya di gel min kir, bêna min hat.

Gotê:“Ya babo, ma tu me nas nakî?”

Go:“Tu Kî?”

Go:“Ez neviyê te Rostem im.”

Gotê:“Ha kurê min.”

Gotê:“Mergê (ruhê) min te, careka dî ez seg, me dîd (dît) navê Rostemî li mala min derket, vê neqlê bila mirina min heq bid (bit).

Gotê:“Ya babo.”

Go:“Ha kurê min.”

Gotê:“Ez duhî çûme nêçîrê, baran ser min da hat, ez çûm min (min) dîd qesrek, çarexî qesrê gerham, mi ne dîd (dît) ne kulakek ne pencerek ne dergahek..” Go:“Xudanê di wê qesrê di kê derê da [Li kê derê da] ne bû.”

Gotê:“Kurê min, ew qesra dêwê balafiran e, ew bi sehera jor da, têr êd (êt) qesrê da.”

Go:“Ez wê derê çûm, mi (min) dîd şikefta li ber çiyayî.” Go:“Ez bi Rexşê xwe ve, bi gurzayê xwe ve, ez mam di çikeftê ve, şevê dî mam tê ve. Bi Subehyê ez suwar bûm, serê min ser devê qesrê ket, fetkirîm rêzek dudana wê li serî, êg (êk) wê li binî, wez (û ez) zivirîm dor şikeftê, eve cihê guha, eve cihê çava, eve cihê defînê, eve çitov kiloxe ye, ez çûme tê va?”

Got:“Eyho kurê min, new me û hinde bû (ewqas bû) ji ber aşûta berfê ber leye (lehye, lêmişt e), baranê vemehî, sê cara hinde bû, bila ew kiloxeyê bapîrkê te yê Samê Nelim e, dêwê Mazinderanê serê wî bi şîrekî (şûrekî) firandiye.”

Go:“Wey eve çi dibid (dibit) li dinyayê, pa me hêf li xelkê hene, xelkê çu hêf li me nînin.” Go: “Wee’daw bid bi nan û nemakê Hemzey, gora Samê Nelime, pi (bi) serê Keyxisra paşa wee’daw bit. Jin û malê min heram bit, ax û avê Îranê li min heram bit, ez rûnanim, biçim heyfa bapîrêkê xwe Samê Nelima vekim.”

Go:“Kurê min, h’edê te nîne (ne wek te ye), Mazindera nîne, ew fikrê te dê te bi awira çava tikuşin (dikujin)”. Got:“Kurê min, tu berê wa nîne, wekî tu bibî qalûnek titûnê, tu binê qalûna wan nagirî, wekî tu bibî fincanek jehrê, te vexun, serê wan pi (bi) te germa nabid (nabit), tu bibî firekek (gumek) avê, te vexun dîhna (tîhna) wan pi( bi) te naşkêt.”

Got:“Ya babo, tu bo çi van rêya li me tikî (dikî)?”

Gotê:“Kurê min, ma qîmeta te çend e?”

Go:“Qiweta min wextê biçî pi(bi) ser ferê di mermerî mêvanka (çoga) xwe li ser vedim, li bin dest û pê min de ti(di)helin.”

Go:“Pa kurê min, here nav rezê min, kehniyek wê li nîva rezî, des (dest) limêjê xwe bigire, ser wan ferşê di mermerî nimêja xwe bike [Di vir de Rostem musilman tê xuyakirin, tevî ku ew berî Islamê jiya bû, eve jî diyar dike, ku çêrokbêj nezan e an jî ji dev nezanekî girtiye], heke çogê te têd biçin xwarê, tu fêrisî, dê vêca tê gerî (tuyê karibî tiştekî bikî).”

Rostem rabû çû nav rezî, destlimêja xwe girt, ser wan ferşê di mermerî rawesta minimêjê (nimêjê), çogê xwe li ser ferşê di mermerî veda sergilol bî (bû), kete xwarê. Careke dî li ser rawesta li ser veda, sergilol bî (bû), kete xwarê. Cara siyê (sêyê) li ser rawesta, Şahname jê dibêjin şiqûlêd qahîla (ji qewlêd qaîla) Rostem bayê fêrisiyê lêda, kirmê serê wî livî, evî sê reng girtin, zer bû, sor (sohr) bû, spî bî (bû) şibyeta kevya befrê lêhat. Sê reh li enya wî hebû(n), hersê li ber êk û du stûr bûn, şibêtî sê gira bikevin sê nuhala. Rostem çogê di xwe deynan ser ferşê di mermerî, ev ferê di mermerî dibûm (dibûn) vehelhan. Rostem rabû vegerha hate nig bapîrkê xwe.

Got:“Ha kurê min.”

Go:“Babo çi bo te bêjim?! Axir ferşê di mermerî bim (bin) pêd (pêyêd) min vehilhan.”

Gotê:“Kurê min, ez her neşême te di herdî çî axir dêye kuştin (ez her neşême te, tu her diçî têye kuştin?!).”

Go:“De here.”

Ew jig (jî) hate mal, god (got):Dayê, hilo bo min kesm û keda bipêje, dê çim bi dinyaê ve dîv (dûv) da’weyek vê ketî pê çîm vê nîvda’wayê diçim safîkim (safî bikim).

Deyka wî rabû, hevranek (arvanek) avêt şikevê da. Ji temamî vî hevramî hind şekir, hind gezo, hindê givîn têkil kirin, bo wî kirin hevîr, kirin savîk, kirin kesm û kade, boy (bo wî) pextin, ew rabû wê şevê alîk (bi) xwe da Rexşê bimbarek.

Subehî rabû seharê, Rexşa Belekê kêşa derê, digel çil û çar mehtera (xizmetkaran) xurî, il (li) Rexşa Belek vepaliştin, mexese kir, gulweşîn kir, zînê merosa ser piştê rakuta, tang û baletangê wî şidandin, rikêbêt altozî pê ve kirin, şeşgazî çingale ber qelûza (qelpûza) zînî ra kirin. Qebûrê tîra ber qelpûza zînî ra kirin, ligavê zêrî da ser, gulîfkê qotek jê berdan, gihip (gihmî) û dukar tê deynan. Rostem rabûyî ji pê va başnû (bejin û) balayê xwe fekirî, hev (ev) zerî he (ev) kumzerî ser êk û du vegirtin, başnû beyan (bavl û beyan = Manto û kum) avêt serê xwe, qeftek (xeftek) tîra ber pişta xwe ra kirin, kemera xîretê avêt pişta xwe, bazbendê (bezm û xemaîl) xêrê avêt milê xwe, hungustîra feth’î kire tiliya xwe, îna keşerî bi stoyê xwe da kêşa, almasê Hindî avêt pişta xwe, metalê pilayî avêt paş pîlê xwe, çemkanan û zêr pê xwe va dakêşa, kotya serê dûkî, melhemê silêmanî avête delganê da, pê xwe bi rikêbê deynat, destê rastê avêt gurzê giran, hezar û êk xunkarî destê çepê avêt ruma heşde gaz, dêna ser milê xwe, rikêbek ê (li) Rexşê Belek da, ji akarê (erdê) Îranê derket, berê xwe da vegerê (xêrê), pişta xwe da mewtana. Çû serê meydanê, birayê Gurnîs, xwarzê wî Bêjan, herduka wê li serê meydanê bo xwe goyanê ti(di)kin, bezîn hefin pêşiyê [ev pevek naye fêhmkirin!!]

Go:“Ya keko, dê kî ve çî?”

Go:“Kek-xulam, diçim dinyaê ve nîvda’wayek wê ketî pêşiya me, dê çîm safîkim (safîkin).”

Evan gotê:“Keko xalo, em dê di gel te ên (bên).”

Gotê:“Kek-xulam, bira-xulam, ez diçime vî edrî (erdî) ê xelkê bi awira çava dikujin. Ez diçime wê derê, ê xelkê bi dudana ti(di)kujin.”

Gurnîz gotê: »Ma ez ne birayê te me? Ma ez ne ji wî babê me ê tu jê bû? Tu mi (di)tirsînî?”

Bêjan gotê:“Xalo, ma ez ne xwarzê te me, tu mi (di)tirsînî? Biraw Allah eman Allah, em dê di gel te ên (bên). Naxwe jê ra pê va (ji vir û pê va) em dê digel te êyîn (tên).”

Go:„De werin, dam (da em) biçîn.“

Gotê:“Hûn ê biçûk in, we dinya ne dîtiye.”

Go:“Ma em şte (ji te) çêtir in?.”

Ew rabûn aujotin (ajotin) ber wî ketin. Bi rê da çûn heta nîvroj. Avek bi dez (bi dest) ne ket ew vexun, zadek bixun, cî nîne lê peya bibin. Ajotin heta êvarî, deh konaga (qonaxa) bêtir çûn, çûn dîtin rezekî li nîva rê da, avek xweş wê tê da, fêqiyê zehf wê di wî rezî da. Peya bûn li wî rezî, li ser wê kehniyê.

Rostem gotê:“Hûn berê avê vexun.” Wan berê avê vexwar.

Birayê wî, xwarzayê wî go:“Xwe ji ber destê min bidim (bidin) paş.”

Ewa xwe da kenarekê. Çengek avê vexwar, çenga duyê kehnî bire binî, çengê siyê kehnî xelas kir. Li wî rezî gerhan, çend fêqî jêkir, înad ser kehniyê, fêqî xwe xwar, şîva xwe xwar, qehweyek vexwar, qalûnek tûtinê kêşa, xewa fêresiyê dilê Rostemî girt.

Rostem gotê:“Xwarza, bira.“ Gotê:“Hûn dişên nobê li min bigirin?“

Go:“Herê, em şîyin (dikarin) nobê li te bigirin.“

Go:“Ev reza bê xudî nine.” Gotê:“Dinyaye ayhaye (Heyhaye).Tengaviyek li we biqewimit, barek vê li we derê.”

Go:“Hûn şên herdu vê hilgirin?”

Gotê:“Xalo, binve, te dil pê nebid (bila di dilê te da nemîne).”

Gotê:“Heke dinya ye tengavî li we biqewimit hûn herdu vî barî hil(ne)girin li sîngê min bidin, ez dê hêşar bim. Heke ez hêşar ne bûm li textê enya mi (min) bidin, ez dê hêşar bim.”

Ew nivîst, serê xwe deyna li ber rexekî rezî, pêt (pêyêd) wî derketin li binê rezî, ti(di) xew çû nivîst. Herduka rûniştin balgî serî, wekî fetkirin binê piya (pêya) nabînin, çûne binê piya serê wî nabînin, tegbîra xwe kir(in).

Herduka got: “Êk ji me li balgî serî rûnişt, êg (êk) ji me binê piya.” Wextê Bêjan çû binê piya, Gurnîs rûnişt balgî serî, noba xwe girt heta subehî. Pa Rostem hêşar ne bû. Bêjan fikirî bi nava rezî tûhûrkek (darek hûrik a  tûyê) dîd (dît) li wê derê, werîsek pê wer nayêt, bela kire, bi reh ve hilkêşa, bi destê xwe lêda, pêjinî kirê, darek çîvek (çovek) bi destê xwe ve girt.

Nebêje, ew rezê sê kafiran e, hersê biran e, mala wan wêt li şikeftekê li çiyayî. Rojekê du bira çîne (çûne) nêçîrê, birayek têt nav rezî avê dibid (dibit), fêqî dibid, bo birayêd xwe şîvê hazir ti(di)kit heta birayêt wî êvarî ji nêçîrê tên. Wê rojê herdu birayêd mezin çûne nêçîrê, birayê piçûk rewia (reviya) xwe li gergedanê (kerka) xwe kir, hat kesta (qesta) rezî kir, dê êd (êt) nav rezî fêqî avê bibit, da haziriyê bo birayêt xwe bikit. Wextê hat riya xwe girt, qesta rezî kir, fetkirît tofanek wê ji wê ve têt.

Gurnîs gote Bêjan, gotê:“Çiye xalo?”.

Gotê:“Ef (ev) çitov kafir e ji wê ve têt?”.

Gotê:“Ya xalo, tu berê xwe bidê, dê çi pi (bi) serê wî înim (bînim)!” Bêjan sertanê rezî bazda.

Gotê:“Ya kafir, heke te av divêt diçim bo te avê tînim, heke te fêqî divêt diçim fêqî bo te înim. Xalê min vê li nav rezî rûniştî da hêşar bid (bit).”

Gotê:“Ya kafir, ya Ereb, xwe ji riya min vede, tu (du) xal bo mi (min) li dinyaê hene, fêqiyê min bixwî, ava min vexwî, tu bêjî min newê nav rezî da?” Bêjan ne kirî ne merdî, xwe hilavêt ev e’kaze (çûv) li destê wî, li serê wî da, ho li xwe zivirî, li patekê quta, ho zivirî, nav milê wî quta. Kafir sews kir (hiş ji serî bir), avête xwarê.

Kafir gotê:“Aman li bextê te û li bextê xalê te, min ne kuje, destûr ya min bide de ez biçim ve.”

Gotê:“Hilo kafir.” Pê wî hilgirt, avêt ser gergedanî, suwar kir.

Gote kafir:“Birayê Ella, carek dî bêjî ez diçim nav rezî ez dê rehêt pişta te piçînim (bişkînim).”

Gotê:“We’daw bit, çend hûn li hîrê ne, êdî nayim nav rezî heta hûnê ne hêra ne.”

Ew gotê:“Hindî xalê min nav rezî nivistî bit, hûnê bên, dê rehêt pişta we dê piçînim.”

Kafir riya girt, gehîşte mal. Ewî peya bû, nivîst, lê bû ta, mam (ma) bê şîv, mam (ma) bê agir, mam (ma) bê av. Herdu birayêt wî êvarî ji nêçîrê hatin.

Gotê:„Bira, derdê te çiye?“

Gotê:„Gelî bira, ez çûme bi rê va, ez çûm nîva rê tayê ez girtim, serê min êşa, janê serê min girt.“

Gotê birayê navî (orte): „Çûyî bi rê va Erebekî ku reş vê pix kiriye, ji tirsa da lê bû ta.

Gotê:„Kuro, te çawa ne, te sor in, te sipî ne, çi tebana te (germbûna te)? Ma te ne dîtiye heyho li te ne hatiye.“ [Niviskar bi xwe dibêje, ku ev pevek naye fêhmkirin]

Birayê wî (yê) navî god (got) birayê mezin, got:“Keko, tu sube here nêçîrê, ez diçim nav rezî avê fêqî bo te înim, şîvê çêkim.“

Wê şevê çende nêçîre kirî, evan şîva xwe xwar, nivistin. Subehê rabûn, birayê mezin çû nêçîrê, birayê navî li gergedanê xwe suwar bû, revya xwe înat, hat qesta rezî kir.

Gurnîs gote Bêjan, go: „Kafirê te dîsa hat rezî.“

Gotê: „Xalo, eve ne ew kafir e, êkî dî ye.”

Kafir hate qesda razî kir. Bêjan ji rezî derket, hat pêşiyê.

Gotê: “Kafir, vê neqlê tu piçi (bo çi) hatî? Ma min ew tayê înadî te ji te çû?

Gotê:“Wey gidî Ereb, ef (ev) ta te înadî birayê min?”

Gotê:“Herê kafir, min ta îna birayê te, ta mirîne deynim lêvê te, veger paş da here, Erebo pêşilko, xwe ji riya min vede dê te kime birnût, kime difna xwe.”

Gote kafir:“Biray-Ella, aman Ella, tu ji vêrê pê ve bêy, dê rehêt pişta te kitînim.

Bêjan çû ji pêş ve, gote kafir:“Dê vegerhe.”

Kafir gotê:“Wey gidî, ez seg bim ser dinyayê, tu li rezê min deynî (dakevî), fêqiyê min bixwî, ava min vexwî, rehêt pişta te kitînim.

Carekê Bêjan gehîştê, ewî xwe hilavêt, ewî ef (ev) dare li nav çavê kafirî quta. Kafir zivirî, li parsûya quta, kafir zivirî, li petyê quta, kafir di gergedanê da avête xwarê, xencera xwe kêşa, bezî ser kafirî dê kafirî serjêket.

Gotê: “Kafir, min tu kirî sedeqa serê xalê xwe, belê de here carekê dî berê xwe nedî rezî, hindî xalê min nivistiye nav rezî heta em biçin, paşê rezî ve, serê we bixwît.”

Kafir suwar kir, pêşûpaş bî (bû) [berê wî bi paş ve], çû lig (li nig) birayê xwe. Darek hilgirt, hate birayê xwe.

Gotê: “Xweş h’alo, derew te kirî.“ Da ber darê.

Gotê:„Te ne gote min fêrisek vî di rê da ta înadye min?!”

Gotê:“Keko, aman û dexîl, xwe bigire, tu ji min vebe, da birayê me ê dî jig (jî) da vê şerbetê vexut. (da li wî jî bidin).”

Ew nivistin, herduka bî (bû) nalnala wan. Birayê wan ji nêçîrê hat.

Gotê: “Ya bira, vê neqlê te çiye, çi li te hatiye? »

Go:« Ya keko, ez çûme bi rê va da çime (biçime) nav rezî, ew tayê hatî birayê min, ew taye hate min. »

Gotê:«Peya bira.« Go:« Pa wekî ta hatiye te, ta hatiye birayê te, pa vê neqlê pa em dirabîn, kî dê avê dêt (bidêt) we, kî dê fêqî dêt (bidêt) we, mirovê taw (tayê girtî) bit divêt avê vexut, divêt fêqî bixut. »

Got:« Subehî em dê rabîn têgda diçîn li nav rezî, hûnê rûnin nav rezî, ez diçime nêçîrê, hûn wê derê nav rezî rûnin, fêqî bixun, avê vexun, axir heta çend rojî heta tayê ji we biçît. »

Gotê:« Qenc e ».

Wekî rabûn subehî suwar bûn hersêka, birayê mezin suwar bû li ber wan ket. Ew bi gar (tenê) çû, birayê dî herduka hêdî hêdî tên, birayê mezin kire gar bi rikêbê da, qesda rezî kir. Gavekê fekirîn, Gurnîs, Bêjan suwar rê da hate li xarê. Suwarek berê hat, herdukyê dî li dû wî hatîn.

Wextê dîd (dît) Gurnîs gote Bêjan, go:« Ya Bêjan, pa suwarê te vêt hatin, qesda rezî kir(in). »

Gotê: »Gurnîs. » Go:« Evê ha li pêşiyê têt, ew ta ne hatiyê, ewê ta herdu ê li dumahîkê. Ew herdu ne ê min ta înadiye. »

Hatin berê xwe da(n) rezî. Bêjan derked (derket) ji rezî, çû pêşiya kafirî.

Gotê:“Hey gidî kafir, vê neqlê tu piçi (bo çi) hatî?.“

Gotê:„Wey gidî, pêşilko, ev ta de (te) înad birayêt min?.“

Gotê:“Hey posê (pîsê) gidî, ya kafir, min ta înadiye birayê te, dê tamirînê înim lêvê te. Xalê min Rostem vê li nav rezî tu dê hişyar kî.

Go:“Hey mergê (canê) te û xalê te ber min bikevît.” Gote kafir.

Evî Bêjan xwe hilavêt ev dara li nav çavê kafirî da. Karêt (milêd) wî bîn (bûn) wekî çûva. Dar firî ji destê wî. Kafir li xwe ne ket şikê, bezî çû darik dî hilkand (hilkişand), ew jig (jî) li nav çavê kafirî da, ew jig (jî) pê va hûr bû. Kafir rehêt enya xwe nakirîn (Nûkirin), kurîşk gazî Gurnîs kir, Gurnîs hat harê wî, herduka kafirî dane ber sîngê hespê xwe. Bêgem kirîn, li wê rezî geran, herdu bezîn, xwe avêtine ser sîngê Rostem. Rostem hişyar bû.

Gotê:“Wehweh (waxwax), ev çiye?

Gotê:„Ev kafir, zora me hemberî ne bû.”

Rostem rabû rûnişt, carekê destê xwe avêt zilayek li serê kafirî da, zirênî jê hat, dengê sufre-toqatê jê hat, serê wî çû du sae’ta dûrî rezî. Kafir kete ti (di) rezî da, rê zep kir, (ên dî) dîtin revîn.

Rostem rabû, şîrê (şûrê) xwe kêşa, bi dû wan kafira ket, gehîştê bi rê va, êk serê wî birrî, ê dî jig (jî) berda dûv, gehîştê li ber derê şikeftê. Kafir xwe avête e’drê (erdê), aman û dexîl ji Rostemî xwast. Rostemî rabû nalçayek (nalek) ji sola hespê wî kêşa, tiliya xwe li gohê wî da, gohê wî sumt kir (sunt kir = kun kir). Ev nala bada, kire gohê kafirî, yexsîr (destegîr) kir, înade rezî.

Gotê:“Ya kafir, mi divêd (divêt) ber mi bikevî, biçîn bajêrê Mazinderanê nîşa min bidî. »

Go:“Dê ez xwe binyê (pêkevê) te me, ez Mazinderanî me.”

Rostem suwar bû, ew û Bêjan, Gurnîs, kafir, bi rê ket berê (ber) ve çiyayî kir, dîd bajêrê Mazinderanê, got:“Eve ye bajêrê Mazinderanê.”

Pa fetkirit bajêrê Mazinderanê gellek mezin e.

Bêjan gotê:“Xalo, tu dê çawe vî bajêrî distînî?.”

Go:“Ez nizanim.”

Bêjan got:“Ez tegbîrê il (li) te bikim.”

Go:“De bêje Bêjan.”

Bêjan gotê:“Xalo.” Go:“Çekêt xwe, cilêt xwe û Rexşê xwe bihêle li hêra, tu here bajêrî bicesisîne, birêne (binêre) çawa distînî.”

Gotê:“Bêjan dê bi xeberê te kim.”

Rostem rabû, çek û cilê xwe hemiye êxistin, hêlan li wê derê. Gurnîs, Bêjan, xulam, Rexşê Belek, hemî hêlan li wê derê, riya xwe girt, qalûna xwe têkir, agir dêna ser, qalûna xwe kêşa, qesda bajêrî kir, çû bajêrî, gehîşte bajêrî, jina dîd (dît), biçûka dîd, mezina dîd, li ber çavê wan bî (bû) jûje (jûjî).

Go:“Hey gidî jûje.”  Yarî pê kirin, da(n) ber berra (berrika), piçûka bi dûv ketin, mezina bi dûv ketin, da(n) ber berra, da(n) ber tepa sera. “Wey gidî jûje tu lçî (li çî) tigerî (digerî)?”

Go:“Ez li mala dêwê Mazinderanê digerhim.”

Yekî gotê:“Kulmal, ha ha ha ew qesraaa dêwê Mazinderanê ye.

Gavek avêt êre, gavek avêt pişt pirê, axir leze li xwe kir, çû gehîşte qesrê, çû nav dergahê qesrê, xulam gotê:“Jûje, dê kî ve çî (biçî)?.”

Go:“Ez diçim salel (sale bi erebî) li dîwanê.”

Xulama gotê:“Vegere.” Go:“De herê xweşh’al û derê Odeyê vekirî.”

Çingilê xulama girt her êkî palek pê rana, riya xwe vekir, çû ber derê dîwanê.

Gotê:“Selam elêk.”

Ho fetkirin eve jûjeyek. Gotê:“Ne elêk, ne selam, ne reh’met û lena (bo me) bereket, eve çitov jûje ye ho mêr ser. »

Dêwê Mazinderanê gotê:«Jûje, tu ji kî ve têyî ?. »

Gotê:«Ez jûjeyê Îranê me. «

Got:«Tu jûjeyê Îranêyî ?. «

Got:“Belê.”

Go:“Tu li çî tigerhî (digerhî)?.”

Go:“Ez benî, ez hatime nik te xulamiya te bikim.“

Gotê:„Jûje, tu dê çi xulamiya mi kî (bikî), tu pi (bi) kêr çi têyî?.“

Gotê:„Ez benî, min qesda Xwedê (û) ya te ve kirî. „

Gotê:„Jûje, tu pi (bi) kêr nayî; qalûn û bazkê min helgirî, tu pi (bi) kêr nayî; avê bidî des (dest) min.“

Gotê:„Ez benî, qetîî (helbed) xilmatekê bo te bikim, da nanekê nik te bixum.“

Go:„Hay gidî jûje, heft kafir li vî tayî (li vî terefî) vê li dîwana vî rûnîştin, kerbêt vî vebûn, dege (denge) li kafirekî kir, go:„De rabe kafir, çingilê vî jûjeyî bigre, li taqê bide, bipeqîne, da çu terez dî nebêjin dê çîne xulamiya dêwê Mazinderanê kin (bikin).“

Kafir rabû, dez (dest) avêt çingilê jûjeyî, hir ve dileqînit wê ve dileqînit neşêd vî jûjeyî ji e’drê (erdê) bilivînit. Dêwê Mazinderanê gotê:“Kafir, te xwe li çi girtiye?.“

Go:„Ez benî eve sindan e, çovê di e’drê ra.”

Jûje rabî (rabû) gazî kir, go:“Destûr ya min bidit, dêwê Mazinderanê, ez çingilê vî kafirî bigrim li taqê bidim, pê ve biperçiqînim.”

Gotê:“Jûje, min destûrya ta dayîye

Jûje des (dest) avêt cingilê kafirî, çingilê kafirî helgirt, bada li taqê qesrê da, pê va perçiqand. Dengê xwe lêke (li êke) dî kir, kafireg(k) dî rabû, ew jik (jî) dez (dest) avêt jûjeyî, kir ne kir jûje nelivand.

Jûje gotê:»Tu destûrya mi lê bidî, eve bikim hevalê ê dî. »

Axir go jûje:»Destê te bo te.“

Jûje rabû, çingilê wî girt. Ew jik (jî) avêt li taqê de ew jik (jî) peqand. Axir rabûne her heft kafir, her heft kafir kuştin li dîwanê de, zehmê dêwê Mazinderanê girt.

Gotê:“Jûje were destê min, me tu kirî xulamê xwe. »

Jûje bezî destî. Paj (paş) ve hat li ber temena (supasî) kir, wextê rabû, çî sufra nanî bo (wî) înat, jûje gehîştê, zilayek li serê wî da firrand, her çî dêniya girarê bo înat jûje serê wî firrand, ê çavîşê wî gehîştê serê wî firrand, ê qehweçî qehwe înat jûje gehîştê serê wî firrand. Xizmetkarêt wî jûjeyî birhandin (birrîn), hemî kuştin, jûje ma pi (bi) tinê ber xizmeta wî. Xizmetê wî hemî pêktînit ji hemî şola, şîvê înat şîva xwe xwar, qehwe gera (gerand), qehwe vexwar, qalûna tutunê kêşa.

Dîwan verevî (belav bû),(dêwê) Mazinderanê çû salil ket, çû serayê nig jina xwe nivist. Wê şevê pi (bi) xewna xwe dîd (dît) Rostem hat bajêrê wî xerab kir ewî kuştî. Subehî rabûyî rûnişd (rûnişt) di dîwanê, qeherî, kerbe bû.

Xelkê dîwanê gotê:»Ya paşa tu bo çî ev roke ho kerbe bûyî ?. »

Gotê:«Şevê dî mi pi(bi) xewna xwe dîd (dît) Rostem had (hat) bajêrê min xerab kir, ez wê kuştî.»

Gotê:»Pa me navê Rostem ne bihîstiye.»

Go:»Pisyar jûjeyî bike

Gazî jûje kir. Gotê:»Ya jûje.»

Gotê:«Ez benî

Gotê:«Rostem Îranê heye ?.»

Go:»Belê ez benî. Rostem wê li Îranê hey

Go:«Rostem çend e?»

Gotê:“Rostem ew jik (jî) ji tematê min e. Wekî Rostem bête bajêrê me tu tişeyî (dişêyî) nobê lê bigrî?“

Go:“Belê ez benî.“ Go:“Wekî bête bajêrê te çi hedê wî, babê wî ye, ez çingilê wî bigrim pi (bi) saxî bo te bînim.“

Go:“Emferî (eferîn) jûje.“ Gotê:“Jûje ev şeve biçî nobê li bajêrî bigrî.

Go:„Ji kî terefî?.“

Go:“Ji terefa rojavayê.“

Go:“Belê ez benî.”

Wî şevşîva xwe xwar, jûje rabû, nanek helgirt, lepê xwe li girarê da, dêna ser wî nanî, ew nane têg werkir.

Gotê:“Jûje, eve bo çiye?”

Gotê:“Ez benî wextê biçim nobê nîva şevê luqmayek hose (ho bo paşevî) bixum, da xewa min divê rabît.”

Jûje rabî (rabû) ev nane kir danga (dehmana) e’baya xwe, nivîna xwe bir, çû dergahê rojavahê deynat (deynand). Ew rabû çû lig (li nig) piçûka, ev nane û ev girare dênade (dênande) ber wan, riya xwe girt, cilê xwe kirîn ber xwe, li hespê xwe suwar bû, gurzayê xwe înat, çû li ba dergahê roelatê (rojhelatê), gurzayê deynat, hefd (heft) mexal li ser êk xerab kirin, riya xwe girt, çû lik (li nig) piçûka, çek û cilê xwe êxistin, hate mal. Dîtra şevê hefd mexalê dî xerab kirin, çarexê bajêr gerha, her şev hefd mexal xerab kirin, bajêr kambax kir. Bî (bû) hawar. Xelkê Rexşê Rostem dîd (dît), li bajêrî bû hawar.

Go:“Rostem vê li ber çiyayî şikeftek tîra. Şevê tê pê bajêrî xerab kit, bi rojê vê li wêrê.”

Çûne hawarê.

Heçî Gurnîs bû Rexşê Rostem suwar bû, Bêjan darek bi destê xwe girt. Dêwê Mazinderanê go:“Jûje hespê min çêke.” Hespê wî çêkir, suwar bû, gurzeya xwe bir çû hawarê. Jûje derket li dû wî diçît.

Keça dêwê Mazinderanê gazî kire Rostem, gote:”Çiye?.”

Go:”Were nik min.”

Riya xwe girt çû nik keçikê. Gote Rostem:“Tu biçi (bo çi) hatî?.„

Go:“Eve çend roje kes nizanî ez Rostem im.”

Go:“Tu piçi (bo çi) hatî?.”

Go:“Ez hatim babê te bikujim.“

Go:„Babê min dê te bi vî şîrî (şûrî) kujim (kujî).“

Go:„Xulî bi serê te, stoyê babê min ew begûranê mufriqî (menderûnê pirinc), heke şîrê (şûrê) te birrî, tu dê babê min kujî, naxwe babê min dê te kujît.“

Ewî şîrê xwe helgirt, li wî begûranê mufriqî da, şîrê wî bî (bû) du ker.

Ew gotê:„Ya Rostem.“ Go: “Ez şîrê (şûrê) babê xwe bidim te, tu babê min pê bikujî, tu dê min bi xwe (re) (bibî)?.“

Go:„Herê.“

Go:„De were bicemhe (xwe xûz bike) ez bêm ser pişta te, şîrî (şûrî) vê hilavistî (mue’leq e), bo te bînim xwarê.” Rostem cemha, kecûg (keçik) rabû piya, xwe deyna li ser pişta Rostem, hefd paresû ji paresûyêd Rostem ewî (wê) şikandin, hestî ve sax lê pelixandin.

Go:“Ya Rostem pa wekî piyayekî min çû(m) ser pişta te, min tu kuştî, pa tu dê çawa babê min kujî?. Belê de rabe tu were ser pişta min, şîrî (şûrî) bîne xwarê.”

Keçik cemha, Rostem pê xwe deyna li ser piştê. Herdu qewetê xwe li ser berdan, keçik rakir, Rostem şîr (şûr) îna xwarê. Ev şîre (şûre) deynat begûranê mufreqî, kire du qat. Rostem şîr (şûr) kire bin kefşê (ebayê) xwe, riya xwe girt, çû hawarê birayê wî Gurnîs, xwarza ê wî Bêjan, kelex (laşe) wê êxistin erdê, xwîn bi cobara çît. Destê xwe li Gurnîs hejnad, Gurnîs hat, çek û cilê xwe êxistin, Rostem wergirtin. Rostem rabû, li Rexşa (Rexşê) Belek vepeleşî, mexes û gulweşîn kir, tang û baletang lê şidandin, rikêbê deltozî pê va kirin, ligavê zêrî da ser, gulîf û kutag (kutan) jê berdan, gehîp û dukep tê deynan, qebûrê tîra ber piştê ra kirin (kir). Ew rabû ji pê ve, bejn û balayê xwe ma fikirî, hef (heft) zerî hef (heft) kumzerî li ser êk û du wergirtin, îna qeşerî bi stoyê xwe da kêşa, gustîra feth’î kire tiliya xwe, pê xwe kire rikêbê, Rexşê Belek ajot, çû ber kepê dêwê Mazinderanê rawesta.

Gotê:“Hey gidî jûje, eve tuyî Rostem?.”

Gotê:“Tu kûrê jar du (ji herdu) çava, ma tu nizanî ez Rostem im ?.»

Ewî gotê:«Gidî Rostem, karê xwe bike, da li dûr û heta bigejim (te) » [Niviskar di vir da bi xwe dibêje, ku ev hevok naye fêhmkirin.].

Ewî gotê:“Ya kafir bi ray (rûy) Allah, aman Allah, bi nan û nimakê Hemzey, pi (bi) serê Keyxisra paşa, bi gora Samê Nelima, ez hatim h’êfa Samê Nelima şte (ji te) vekim.”

Gotê:“Gidî jûje, derbê xwe deyne.”

Gotê:“Ya kafir, heçî rêza me malê sahib, qeraniyê rêza me nîne, em berê derbê xwe deynin, tu berê derbê xwe deyne. Heke tu min bikujî da ez bê îmam (îman) bim, heke tu min bikujî da ez wecekî (rûyekî) bo Zalê pîr Keyxisra paşa ser textê Îranê bigrim.”

Kafir rabû ser rikêbe, gurzayê meresank (giran) hilîna ber perêt esmana, zûrezûr (awîs) jê hat, şibêtê kûçkê sa rewîn (rewî). Talpêt (terpêd) qerêjê jê rabûn, toz û e’cacê girtî serêt kêriya, baranek emranî lê barî. Ader hate hejanê, behir hate liqyanê, hûta lehenga serê(d) xwe ji behra deranî, kevra berê pist (berêd pût) xwe werandin, milyaketa ji ezmana lingê xwe ji ber hilkêşa, ewî ev gurze deynade. Rostemî mitalê pilayî ser stoyê xwe dekelînat dênade ser serê xwe, gurzayê kafirî ji ezmana hate xwarê, (li paş) piştê Rostemî bi erdê ket, hef (heft) kumzerî kirne xelek stoyê Rostem înan xwarê, bayê Nîsanê lêda, dunya zelal bû, ev toz û e’cac betal bû(n). Rostem rabû, rikêbekê Rexşê Belek da, ewî nef (zêt) di xwe da, go: “Ey ez Rostem im. Rostem kurê Zalê ye, Zal kurê Qarê ye, Qar kurê Samê ye, Sam kurê Pîrî ye, Pîr kurê Nelima, Nelima kurê Gawiyaxî, Gawiyayî kurê Qeyteran, Qeyteran kurê Qamêran, Qamêran ji nevî Adem. »

Go:“Hey dost, hey dost, bi bevr (bevl) û beyan, bi hukmê şahê Îran, gemertîlo ejgesto (kembertîlo eşkesto) ber miyan. [Niviskar bi xwe dinivîse, ku ev pevek naye fêhmkirin.], bi hukmê şahî Mazinderan, ewî pê xwe bi rikêbê şidand, hat ber kepê dêwê Mazinderanê, li bayê bezî, ev şîre (şûre) avêt, li şîlka serê wî da, heta bejinî kire du qat.»

Kafir gotê:“Ya Rostem bo çi derbê xwe deynanî?.”

Go:“Ya kafir derbê me derbek e, zerbê me zerbek e, dê meydanek bide hespê xwe.”

Wekî kafir dicemha kare kete wê rexê, êk kete vê rexê.

Go:“Subhan ji Rebbê a’lemê.”

Go: “Kiloxayê bapîrkê min Samê Nelima şikeftek bû, eve bû du şikeft, êk bo dewara, êk bo mirova, da karwan û bazirgan têda biêwirin (bihêwirin).

Ewî ji wêrê kire xar, qîrek li eskerê wî kir, da ber gurza, kunfeyekûn kirin, xelas kirin, birhandin.

Gazî kir:„Aman dexîl Rostem. Mêr (nêr) xelas bûn, mane jin.“ Rostem serê xwe betal kir, gazî kir Bêjan, Gurnîs. Gurnîs hat, Bêjan hinda bû.

Gote Gurnîs:“Ka Bêjan?.”

Go:“Heta nuha li hêre bû. Ew rabû keleg (Kelex) vedan.“

Gazî kir:“Bêjan, Bêjan.”

Bêjan ciwaba wî da, go: “ a…”,

Çingilê wî girt ji bin kelexa îna derê.

Go:“Ya xalo, te ez nuha ne îna (înama) derê, ez dimirim bee’cim, ruhê di min nedima.

Bêjan bir ser avê şuşt. Riya xwe girt, çû bajêrî, mala dêwê Mazinderanê, batmiş kir, bar kir. Keça dêwê Mazinderanê bo xwe înad, gohêd dêwê Mazinderanê jêkirin, riya xwe girt, suwar bû, vegerha hat, hate şikeftê, xûşka kafira bo Bêjanî înat, keça dêwê Mazinderanê bo xwe înat. Pê da bî (da bû) rikêbê ba (va), hate mal. Şivanek dîd (dît).

Go:“Here mizgînî bibe bo Zalê pîr, Kêxişra paşa; Rostemî hat, dêwê Mazinderanê kuşt, kiça dêwê Mazinderanê bo xwe înat.”

Mizgînî bire bajêrî, bajêrê Îranê suwar bûn, fêris û palewan hatin, ji pêşê Rostemî va hatin, kire cedîd (tirad), kire şehyane, riya xwe girtin, çûne mal. Rostem peya kir, zêr ser serê wî ve hilavêtin, dawed (dewat) şehyane bo Rostemî kir, jina wî mar kir bi dawat û şehyane, kire şeqlobeqlo, da nav aqilo qoz qelfendî, şorbe bi tiloxê, behare li Bosilê (Mûsilê), kerkête hatiye il (li) ber kujulkê asê kirin, hîkaye çû bi deştê, da (dayka) wî û bab çûn bihiştê. Heçî ne bihîst bijîd (bijît), hat û ji wê ve, rehmet li dêy û babêd gohdara, êd me jig (jî) vê ra.

_______________________________________________________

Jêder:

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s