Rostem II

Rostem II

[Ji berhemên Albert Socin û Eugen Prym]

Cankurd (Tîpguhastin)

[Niviskarê vê parçeyê hêja di serî da gotiye, ku wî pir giranî di nivisandina metnê Rostem da dîtiye, demekê dev jê berdaye û paşê dîsa lê vegeriyaye, lew re dubarekî di hin deran û hinek çewtî, weku wî bi xwe gotiye, derketine holê.]

Go carek ji cara, rehmet li dêy babê gohdara, go wekî ji nû roja Rostem bû, mezin bû, bî (bû) xortê lav (law), çû nig babê xwe, go:“Babo, hespeg(k) bide min dez (da ez) lê suwar bim.”

Gotê:“Kurê min, de here tewîlê, hezar û du menegî wê li tewîlê da, bo xwe êkî jê bigre.”

Çû bo xwe êkî ji hemiya girt, îna derê, tazenaze ji tozê weşand, ebayê xwe avête ser piştê, destê xwe avêt ser pişta wî dê suwar bid. Wekî destî xwe avêt ser pişta wî, pişta wî şikest.

Go: “Eve çawane? Mi ji hezar û du menegî êg (êk) bijart, min destê xwe deyna ser piştê, pişta wî şikest. Vê carê ez dê bi rêzê kihêla çim (biçim), heçî destê min hilgirt dê min jig (jî) hilgirt.”

Çû li ber rêzê, sekinî, heçî destê xwe deyna ser piştê, pişta wî şikest. Pênsed êxistin erdê. Mehterçî hat pêşiya wî, go:“Yaman û dexîl ya Rostem, te Îran mie’zel kir, eve kêr te nayin, sebrê (bi sebrê) xwe ragire belkî Rebbê a’lemê hespeg(k) bidit te, da tu lê suwar bibî.”

Rostem lav e hayj (haj) dinyaê nîne. Çû mal. Sê çar roja navbênê çû(n), şevek hat mal nivist ti (di) xew çû, milyaketek hat li ser wî sekinî, gotê : «Ya Rostem, Rebbî a’lemê hespeg(k) wî ştere (ji te re) xuliqî, heker ew pê te ji erdê ranakit, çu dewar li ser dinyaê nînin da tu lê suwar bibî (bivî). »

Wekî rabû ser xwe Rostem fekirî şev e, careg(k) dî nivist, wekî ti (di) xew çû, milyakat hate ser, gotê Rostem : »Rabe ser xwe, carek il (li) fecra subehê da here ber gevenda behrê, ji xwe re çalekî bikole, hindeg(k) qelaşî (qirş û pelaş) bavêje ser xwe û rûne bi (li) wê derê. Gavekê tu dê fekirî mehîneg(k) dê derkevit ji wê behrê, destê xwe ne avêje wê mehînê, bila biçit ji xwe re biçêrit, tu ji cihê xwe nelive, pajî (paşî) wî bihnekî pêl dê kevim (kevin) behrê, behir dibit du qat, hespek dê ji nav derkevit, ew hespe çawan e, belek e mînayê pilingan e, punyek sohr e (sor e), punyek spî ye, punyeg(k) reş e. Wekî te dîd derket, tu navê xwe û navê babê xwe jê re bêje, hesp pi (bi) xwe dê êt li ber te sekinit. »

Rostem ji hindav da rabû. Wekî rabû fetkirî (hêj) şev e.

Go: « Babo, ev e xewn e. » Careg(k) dî nivist hêj ew şev e ti (di) xew çû. Gava di xew çû milyaket hate ser, go:“Rostem rabe ser xwe, eve ne xewn e, ez qesûdê (resûlê) Allah tea’la ne (me).” Rostem rabû [Di vir da jî: qelûna xwe dagirt…] xew lê heram bû, qelûnê xwe dagirt, qelûna xwe kêşa, wekî fekirî dinya zelal bû, her rabû ser xwe, ji bajêrî derket, ew ber guvanda (gevenda) behrê (çû), çalik (çalikek) bo xwe kola, pûş û pelaş avête ser xwe. Dinya zelal bû, tav derket, fekirî behir bû şeq, mehîneg(k) jê derket, mala babê mehînê Xwedê ava bikit, hêg li ser pişta wî (wê) disekinit. God (got):Hema eve ye.” Her rabû destê xwe avêt stoyê mehînê û girt. Wekî mehîn tê fekirî eve însan e, rabû ser paşiya xwe, herdu destê xwe avêtin ser herdu milên Rostem. Rostem fekirî, go:“Ev mehîne vêd şerî dikit (bikit).” Destê xwe avêt neftanga (navtenga) mehînê şidand, avête erdê, her çar pê wî (wê) kirin zikê wî (wê) da, kire kormig(k), avêd(t) wê derê, çû dîsa çalka xwe da rûnişt, gavek tê fekirî pêlêd behrê bilind bû(n), behir bû du şeq. Reqşê (Rexşê) Belek derket, her ji hindav da rabû, navê xwe û navê babê xwe ne îna, hema destê xwe avêt stoyê hespê girt. Hesp tê fekirî eve insan e, her rabû ser xwe herdu destê xwe avêt(in) ser milê Rostem, Rostem jî destê xwe avêtin neftanga wî, bî (bû) xirenî xavan, şereg(k) xweş kir. Rostem neşya li hespê (hespê li) erdê bidit, ew subehî bî (bû) heta nîro dagereha.

Rostem got: “Ya Rebbî nimêja nîvro li min çû, nimêja êvarî li min neçit.” Got: “Ez Rostemê Zalê bim.” Wekî got: “Ez Rostemê Zalê bim.” Hespê herdu destê xwe ji ser milê Rostem hilînand, deynan erdê.

Gotê:“Ya Rostem, wekî te navê xwe û navê babê xwe sae’ta ewwil te bo min gotibiya, wê gavê ez dê derkevim, ez dê li ber te sekinim, çinku Rebbê a’lemê eştere (ez ji te re) xulqat kirîme.”

Go: “Pa min nezanî.” Rabû pijbînka xwe vekir, avête stoyê Rexşî, kêşa, miqdarekî hatin, Rebbê a’lemê ziman da Rexşê Belek.

Rexşê gote Rostem, go: “ Çu dibêjî ya Rekşê Belek?.”

Îna gotê: “Miradek te li dilê min da hêla.” Go: “Çu Mirada min dilê te hêla?.”

Go: “Eva ha diya min bû, an te qenc kuştî biya (bûya) an te sax kirî bûya, hindî u’mrê me î dê bi devê xwe çerî bûya.”

Go: “Heke min izin şte (ji te) hebit ya Rekşê Belek ez diçim şe kim.”

Îna gotê: “Ya Rostem ne tu Rostemê Zalê bû, rebbê a’lemê ez vê bo te xulqat kirî, heke ne ji fihêta dinyaê biya, ez dê pi(bi) xwe heme, dê li dûv da êm, bîsta min berde û here sax bike.”

Rostem Reqşê (Rexşê) berda, hat qotiya nijdeyî, edarê dermanê sea’d vê têda. Her wê gavê îna (înan) derê, dest û pê mehînê ji zikî kêşa, zikê mehînê dirû(t), dermanê sea’dê avêtê, li ser sekinî heta sae’t temam bû, mehîn sax bû, rabû ser xwe.

Rexşê gazî kirî:“Dayê.” Go:“Here ez û tu jig (jî) xelaz bûn, here ew meskenê min di (li) behrê da ew jig (jî) bo te, meskenê te jig (jî) bo te.”

Mehîn çû xwe avêd (avêt) behrê da. Rostem hat Rekşê xwe kêşa, hate mal, Rekşê xwe girêda, çû nig babê xwe, go: “Babo!.”

Go: “ Çu dibêjî bab xulam!.” .

Got: “ Me divêt tu jineg (jinek) bidî min daz (da ez) il (li) hespê xwe bikim.”

Go: “ Kurê min de here menzila jina, ji xwe re jinek bibijêre û bîne li hespê xwe bike.”

Rostem çû menzila jina, ji hezar û du jina wî êg (êk) bo xwe jê girt, îna derê, danî ser pişta hespê. Heç wekî hêkekî, tu (çû) deyna ser pişta hepek (hespê) Rexşê Belek tematî çiyayî Cûdî tê heye, zîn avêt kur babê xudanî, çû nig babê xwe.

Go: “ Babo.”

Go: “ çi dibêjî?.”

Go: “ Jinek bide min daz (da ez) il (li) hespê xwe bikim.”

Go: “ Kurê min, ma tu ne çûyî menzila jina ?»

Go : « Belê babo, ez çûm, min jinek îna derê, kêr hespê min ne hat. »

Go: “ Kurê min, ma hespê te şkêderê e (ji kê derê ye)?“

Go: “ Babo, hespê min behrî ye.”

Go: “De here, babê bapîrkê te ew jî hespê wî behrî bû. Ew jî fêrisekî bi xedar bû, zînê wî û çekê wî û dawedozê wî hemû wê li menzila heye. Here bîne derê.”

Wekî çû fekirî çiye, go: “Li wê derê deynandî.”

Destê xwe avêtê, derêxist, daweşand tazenaze danî ser pişta Rekşê Belek. Wekî tu (çû) fekirî subhanê ji ezemeta Xwedê, serrac (Zînkar) ew zîna bo pişta wî Rekşî çêkiriye. Zîn ser pişta Rekşê Belek danî, rikêb teniştê ve kirin. Tang û baletangê wî şidandin, hesp hêla li wê derê.

Go: “ Babo, destek çek bide min.”

Go: “ Kurê min, de here ew menzila ha, derî veke, çekê bapîrkê te Samê Nelima, here bo xwe bîne derê.”

Çû dergah vekir, çekê bapîrkê xwe înan derê, deynan li wê derê, çû gurzê bapîrkê xwe înan (îna) derê taze naze îna, hespê xwe mexes û gulweşîn kir, zînê merose ser piştê rakita, rikêbêd aldozî (yaldozî) teniştê ve kirin, ligavê zêrî da ser, tang û baletangê xwe şidand, wekî Rostem bejn û balayê xwe fekirî, hef (heft) zêrî kumzerî wergirt, mitalê pîlayî kêşa milê xwe, înan qeşerî avête hefka xwe, kevana yangî avête milê xwe, almasê hindî avête pişta xwe, qebûra tîra ber pişta xwe ra kir, gustîra xîretê avête tila xwe, bazbendê fethî avête pîlê xwe, qotiya nijdeyî ader avête di alganî da, destê xwe avêt gurzê giran, hezar û êk xûnkarî bi destê rastê hilgirt, destê çepê da ber, xela ketine arda, çirîkên (jirîkên) çû bî (bû) esmana, milyekate lingê xwe ji ber hilkêşa, behir hate leqiyanê, adir hate hejanê, baranê emrî lê barî, xût (h’ût) û nehing serê xwe ji behrê deranî, melekê ruha lê tifeqî, bayê Nîsanê di goha (guha) werbû (lêda), toz û ecac lê girtî serêd kêriya, Rostem pê (pêyê) xwe rikêbê da îna, ji textê Iranê derket, meydanekê Rexşê Beleg(k) da, ji aqarê Îranê derket, li aqarê Tûraniya, nêçîra xwe kir. Gavekê tê fekirî, kafireg(k) ji wê ve hat, go: “Vayî gidî kafirî mizawêr.”

Go:“Hedê te û babê te ye û pi (bi) ser aqarê me nêçîr û rave bikî?”

Îna gotê:“Gidî ma tu kûrey (kûrî), tu  Rexşê Rostem nasnakî?”

Go: “ Ma tuyî Rostem?”

Gotê: “ Herê ezim Rostem.”

Kafirê(î) gote Rostem: “Derbê xwe deyne, heker (heke) nexwe, ruha te hinda.”

Rostem gote kafirî mizawer:„Ew ne qewlê me sahib qeranî ye, em berê derbê xwe deynin, de derbê xwe deyne, heker te ez kuştim da ez bi îmam bim, heker te ez ne kuştim, da ez wecekê bi Keyxisra paşa li ser textê Îranê bigerim.“

Wekî Rostem wa gote, kafir enêrî, rabû ser rikêba, go: „ Bi nar û nûr, bi lat û toza bi dêr.“ Maleşeng hilavête ber perêd esmana, zurazur ji xilakê di gurzî hatin. Ev gurza hate Rostemê (Rostemî). Rostem zêrî û kumzerî kêşa ser xwe. Mertalê pîlayî da ber, ev gurza jor da hat bi tasa mitalê pîlay ket, gurz vebehî bi erdê ket. Bayê Nîsanê lêda, toz û e’jaj safî bû. Kafirî gote Rostem: “ Ma hêş (hêj) tu mayî?.”

Rostem gotê: “Ma mirî ji mala babê te mirî bûn? Te ev toz û e’jaja bi me werkir.”

Wekî Rostem rabû ser rikêbe, gurza maleşeng hilavête ber perêd esmana, xelekê di gurza heç wekî kuçka dirawin (dirabin). Paloxtên agirî pi (bi) ser kafirî da hatin, Allahû Agber (Ekber), li gurzî hingaft, ji qewlê Şahname jê dibêjit kafir ji gergedanî avête xwarê. Rostem pê xwe ji rikêbê îna derê, elmasê hindî avête stoyê wî kafirî, pêlêd xwînê li ser êg du ta bûn, Şahname jê dibêjit wekî hefd (heft) aş hebûna dê li pêla xwîna wî kafirî digerin heta xwîna wî kafirî betal bû. Rostem il (li) ser pêya bû, herdu gohêd wî kafirî jêkirin, danîn ser pişta Reqşê. Rostem vegera hate mal. Îranî hatin pêjve (pêş ve), xeza lê pîroz kir(in), zêr li ser serê wî reşandin. Rostem guhik bir dîwana Keyxusra paşa. Pazde fêris rûniştin ser, qasî mexfûreg(k) ji ber wan zêde bû.

——————————————————————

Jêder:

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s