Zarokên Kurdan biparizin

Cankurd

Roja 09.07.2003 komikek zarokên kurd çû serlêdana balyozxana almanî li bajêrê Şamê, ku gilî û gazincên xwe bikin li ser hêrişa polis û îstîxbaratên sûrî, girtin û lêdan û devavêtina ser wan di roja rêçûna 25.06.2003 da, ku ji aliyê (4) partiyên kurdî ve hatibû li darxistin û ber bi baregeha UNSEF ve çû bûn. Di serlêdanê da zarokên kurd kopiyek ji nameya xwe, ya hîngê bo UNSEF amade kiribûn, dan karbidestên balyozxana almanî. Ev cara yekem e, ku kul û janên gelê me yê Kurd li rojavayê Kurdistanê ji aliyê dewletek europî ve bi vê terzê fermî tê guhdarkirin. Em Kurd ji ber vê yekê dewleta almanî supas dikin û hîvîdarin, ku Almaniya bi firehî li ser vê yekê raweste û ji kêşeya kurdî re li rojavayê Kurdistanê bibe palpişt, ji ber ku gava Kurd her bên pelixandin ewan bêtir berê xwe didin bo welatên biyanî û tên li Almaniya bi cîh û war dibin..Evana jî mirovin û mirov jî bi xwe re  asteng û probleman bo van welatan tînin.

Ji aliyekî dî ve kêşeya paristina mafê zarok û mafê netewan histobariyek navnetewî ye, parek ji wê dikeve ser milê Almaniya jî. Ji vê pê ve jî tiştekî wek vê pirsê kar û barê wan saziyan e, ku xwe wek piştvanên mafên mirov dibînin. Li Almaniya jî evan dikarin agahiyên dirist bi rêya balyozxaneyên welatê xwe li cîhanê bistînin.

Li bakurê Kurdistanê zarokê kurd tê turkkirin, li rojhilatê Kurdistanê zarokê kurd tê fêrkirin, ku niştê wî Iran e û li rojavayê Kurdistanê zarokê kurd ji mafê niştewariyê tê bêparkirin, ew ji dayika xwe dibe û wek mişextiyekî tê jimartin, lê gava mezin dibe wî dişînin leşkeriyê û “histobariya netewî” bo bi cîh bîne.. Ma evana koleyên Turk û Fars û Ereban in? !! Kî vê pîsîtiyê, bêdadiyê û hovîtiyê ji zarokên xwe re dipejirîne, ta Kurd jî bipejirînin?!

Roja 25.06.2003 gava zarokên kurd rêçûna xwe li Şamê kirine, çi tiving bi dest wan da tune bûn, ewan ne şeryar bûn û ne jî bi armanca roxandina sazmana malbata “Esed” ber bi UNESEF çû bûn. Wan mafê xwe yê niştewariyê, mafê xwe di zimanê dayikê da û mafê xwe wek hevwelatiyên sûrî bi şêweyek aştiyane xwastin û anîn ziman. Lê mixabin! Deselatdariya dîktator bi darê zorê, bi lêdan û bi girtinê û bi dijûnên tund û bi bêrûmetî hatin pêş zarokan, li ciyê ku gul û diyariyan bidin wan cilên wan di xwîna wan da sorkirin..

Gelo, bo sazmanek wilo çi tê gotin?!  Ma sazmanek wilo dibe wek “Pêşverû” an “Niştperwer” an jî “Demoqrat” bite hejmartin?  Em tev jî dizanin, ku her sazmanek li cîhanê bi şêweyekê ye ji van du şêweyan: Demoqrat û Dîktator.. Lê mixabin! hinek kes hene hîn jî dev ji vê sazmanê bernadin û tê da hîviya pêşkeftin û demoqratîkirina Sûriyê dibînin..

Di rewşek wek vê da pêwîste, ku tevgera netewiya kurdî li Sûriyê êdî xêzek sor di navbera xwe û vê sazmanê da bikişîne û tiştan bi navêd wan ên rastîn bi nav bike..

Ji tevgera me ya kurdistanî jî li her çar kenarên Kurdistanê tê xwastin, ku ji tevgera netewî ra li rojavayê Kurdistanê bibe piştvan û divê ew bi histobariyên xwe yên netewî rabe.

Gelê me yê Kurd li rojavayê Kurdistanê hîç kêmanî li hember xebata netewa xwe li parçeyên dî yên welatê xwe ne kir û nake, û niha jî ew pêdiviyê alîkarî û her terzekî piştgirtinê ye… Ev alîkarî dikare bi şêweyekî bangeşînî be, dikare bi şêweyekî diravî bo saziyên rojavayê Kurdistanê be û dikare bi şêweya piştvaniya kar û xebata wan saziyan li nav saziyên navnetewî be..

Raste, ku her parçeyek Kurdistanê niha bi kêşeya xwe ve gêro bûye, lê mera hin caran alîkariya birayê xwe yê biçûk jî dike.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s