Têror di dema niho da

Cankurd

2002

Ji 11ê September a 2001ê ve gelek rexne li Welatên Yekbûyî yên Amerîka (USA) tê kirin, ku ew ji xwe ra mijarên Demokratiyê, mafên mirov û aşîtiyê, li gor normên xwe yên netewî û li gor lişt û berjewendiyên xwe yên netewî bi kar tîne û êdî ew “Paxa Americana” wek “Paxa Romana” ya Imperatoriya Romanan pêda kiriye.. û bi rastî jî ev rexne bi piranî di ciyê xwe da ne û mera dikare wan bi cih bike, lê bêguman ew lêdana ji xafil ve, ku cara yekemîn e wilo Amerîka di kehrkî da tê daxdan û bizdan bûye egera va ramyariya tûj û hêrişkar..û bo têgihîştina vê mijarê bi terzekî baştir divê mera piçekî li ser têrorê bi gelemperî û têrora di dema niho bi taybetî raweste.

Têrorkirina mirovan ji bo armancin ramyarî, weku şêweyeke siyasetê, di dîrokê da pir kevin e û wek em dizanin gelek padişah û qeral bi têrorkirinê hatin kuştin û deselatiya ramyarî ji dest wan derket.. Di dîroka Islamê da jî hinde xelîfeyên giring hatin têrorkirin û deselatiya wan bi wê şêweyê hat roxandin. Çêroka “El-Heşaşîn” di vî warî da pir bi nav û deng e. Wan bi çareyên têrorê teviya rojhilata navîn di destpêka dema dewleta Eyûbî da xistin nav tirsê û gelek bedkariyên mezin kirin, ku êdî navê wan ta roja îro ciyekî bilind di nav tevgerên têrorîst da distîne..

Lê belê di dewleta Urisan da, dema ku Keyserên wan bi zordariyeke hov teviya gelên Rûsiyayê xistin rewşeke hejariya kuşter, li her derekê belengazî, zêwirî û nexweşî pêda bûn, hinek kesan ev rewş minê ne kirin û ji ber tunebûna aceteke din  bo guhartinê dest bi têrorkirina “Neyarê çînbilind” kirin û di wê demê da navê “Narodnîkî” wek tevgereke têrorîst li cîhanê belav bû. Ji wê demê ve ta bi derketina RAF, ETA, IRA û hinek komikên cûre-cûre yên Filistiniyan, têror wek pêşmêrên “kesên bêdeng” dihat nasîn. Stratîciya têrorîstan her ew bû, ku nameyekê bigihînin gelan û dewletan, da guhartinên çînî an netewî an ramyarî li welatekî bi cih bên.. Di wê stratîciyê da > Têrorkirin > şerê Gerîlla > serhildana gel, armancin li pey hev hatin danîn..Têrorkirina Siyasetmendê îtalî Aldo Moro, xudan fîrm û maldarê alman Hans Martin Schleier û serakê misrî Anwer El-Sadat, ku dixwast li gel dewleta Israîlê aştiyê pêda bike, wek nameyên xwînî û tûj hatin dîtin..

Di bîst salên dawiya sedsala 20ê da guhartineke stratîcîk a bingehîn di karê têrorîstan da çê bû, ji dijwariyeke “hindirwelêt” bû dijwariyeke “cîhanî” an “Navneteweyî”… Têrorê xwe wek enîhilmiştekî li hember sazmana, ku li dar e,  da xuyakirinê. Berê têrorîstan xwe bêtir wek navnîşana cîhana sêyemîn a binzorkirî didan diyarkirin, Mesagên xwe bi terzekî xwînî belav dikirin û wek “Propaganda kiryar” didan hewaldanê. Armanca bilind ew bû, ku komikên gel ên bêtir bindest ber bi cengeke reşnîzamî “grillayî” têvebidin an jî piştgirtinê ji daxwazên têrorîstan re bikin. Hinek tevgerên grîllayî jî carcar vedigeriyan kiryarên têrorîst, gava ewan diketin tengiyan an jî kesekî guh nedida daxwaz û livbaziyên wan. Lê belê têrorkirin her di bin kontrola wan da bû û wek aceteke tektîkî bi kar dihat, ne wek stratîciyeke dirêj. Li gel kiryarên têrorî hinde daxwazên aborî, diravî an ramyarî dihatin lêvkirin, û dihat diyarkirin, ku neyarê bi hêz e, bi asanî tê birînkirin û hêrişkirin. Armanca din jî ew bû, ku neyar çewtiyên mezin bike, xwîna xelkê birijîne an hinek mal û xaniyan hilweşîne an bavê ser hinek herêman, da ew wek hovekî bite diyarkirin û bêtir bibe armanc ji her kesekî re, ku ji deselatiya li dar ne xweşnûd e.

Di van salên paşîn da  têror ji livbaziyeke netewî bûye mijareke navnetewî ya pir balkêş. Ne tenê wezaretên hindirî, saziyên  agahîcivandinê an jî polîs pê gêro dibin, êdî ew bûye karekî giring û mezin ji bo wezaretên derve, leşkeriyê û serakên dewletan û UN jî. Têrorîstên, ku tev li van livbaziyên dawîn bûne ji gelek nijad û welatan hatine, em dibînin, ku ne tenê filistînî an yemenî ne. Weku çawa Komonîzm ji kar û xebatin piçûk hilkişiya bû hêzeke hembervan di cîhanê da û pozberiya Kapîtalîzmê kir û giha wê kunaxê, ku Mao Tsi Tong bi dengbilindî got: “Imperyalîzm pilingekî ji kaxezê ye.”, wilo jî tê xuyakirin, ku pilaneke dirêj heye, da ev têror ji rewşa “Message=Name” bigihe kunaxa cengeke fireh dij bi bingehên aborî, diravî û ramanî yên saziya rojavayî “Imperyalîzmê” di cîhanê da.

Bi 11ê September a 2001ê re, ku lêdaneke tûj û xwînî bû, û mezintirîn livbaziyên têrorîstî yên dûrokê bû, diyar bû, ku têrorîst ketine rewşa hêrişên xwînîtir û gelek bi êş dij bi sazmana li dar e..Ew li ciyekî ji aliyê Media ve bêtir tê berçavkirin didin, ne tenê wilo, ewan dixwazin bêtir ziyanên aborî û mirovî bigihînin neyarê xwe. Kuştina bi hezaran mirov wek li New York û Balî çêbûye li ba wan serkeftineke mezin e, û bizava xwe dikin, ku hikariya nefsî pir kûr û mezin be, divê rêç û şopên nebaş li şûn xwe bihêle, teviya gelên, ku dewletên wan ji xwe re neyar dibînin di xwînê da bigevizînin, terazûna ramyarî di cîhanê da bileqînin û bazarên diravî ser û bin bikin. Wek em dizanin, lêdana 11ê Septemberê ziyaneke bi gelek Bilyonan pere gihande sazmana maldar di cîhanê da, Lêdana li ciyên torîstan li Balî li gel armanca çavtirsandinê û xwenîşandanê, bi armanceke aborî jî hat kirin, ku ziyana diravî pir mezin be. Lê belê hinek livbaziyên din ên, ku ne mezin in, dij bi mirovin europî yên sivîl di nimêjgeheke cihoyî da, an jî li Yemenê dij bi keştiya firensî ya petrolê, wek “dersên fêrkirinê” ji Europiyan re hatin pêşber kirin. Hema armanc îro ne tenê balyozxane û kesên diplomatin, weku berê li Afrîka balyozxaneyên amerîkî hatin bombekirin an jî li Saudî Erebistanê gava avahiyên leşkerî yên amerîkî hatin hilweşandin, niha her tiştekî amerîkî, ta mirovên bêsûc û hîç ne li gel ramyariya dewleta xwe ne, evana jî wek armancên têrorkirinê hatine jimartin û ji bo vê yekê jî bi terzekî “îdeolocî / olî” tê peyivîn, tevî ku tunekirina jîna mirovên ne şeryar û ne çekdar di olê da hîç naye pejirandin, kuştina kesekî bêsûc wek kuştina teviya mirovatiyê tê jimartin.

Berê dihatin gotin, ku “di livbaziyeke têrorî da gava têrorîst ziyanekê ne bînin, ew bi xwe serketin e”, lê niha dibêjin: “Divê livbaziyên têrorkirinê ziyaneke mezintir bigihînin neyar, ku di biryara xwe ya ramyarî da şaş bibe û wek dêwê, ku lêdanek ji nişka ve li serî ketiye, vir da û wê da bilolije, nizanibe çi bike.”

Diyare, ku “Cenga dij bi Têrorê” bû egera roxandina deselatiya Talîban li Afganistan û mayîna general Perwîz Muşerref wek serakê Pakistanê, tevî ku Talîban berê bi harîkariya Amerîka hatin ser trata ramyarî û tevî ku Amerîka bi carekê ji hatina Muşerref ser deselatiyê ne xweşnûd bû. Hema wan kesên, ku Amerîka wek berpirsên bilind ên hêrişên New York û Washingtonê dinasîn, ta roja îro ne hatine girtin, ne Usama Bin Ladenê saudî, Ne Dr. Eymen Zewahîrî yê misrî û ne jî Mele Omerê efganî. Amerîka piştên hemî welatên cîhanê dan ber dîwêr û gotê: “Ewê ne bi me re dijminê me ye” û gelek zagonên xwe û yên navnetewî dan çirandinê û xistin bin solan.. Tê gotin, ku cîhan piştî 11 September a 2001 ê ne cîhana berê ye.. Amerîka di têkiliyên xwe da li gel dostên xwe jî, wek Almaniya, Fransa û hinekên din, nema wek berê dilive, dide û distîne..bi zimanekî tûjtir, bi gumanek mezintir û gelek ters û bi hêrs bi wan re dipeyive.. Eve jî şaşbûn û tev li hev bûn e..Amerîka di dema dawîn da li hespê cengê suwar bûye û di warê navnetewî da bi hêrs dixebite.. Wek diyar dike, têrorîstan ev armanc dabûn ber çavêd xwe û ji pilana wan e, ku tevliheviyekê têxînin têkiliyên navnetewî, da Amerîka ya ji xwe re wek neyar Nr. 1 dizanin, bigihînin rewşeke ne baş.

Ev terzê şerkirinê yê nû, ku têrorîst pê dilivin roj bi roj, bo wan ciwanan û kesên dij bi “Imperyalîzmê” dicivîne, wan xurttir dike, û wê rexnevanan li hember sazmana maldar a, ku bi serkêşiya Amerîka ye, bêtir pêda dike. Wek em dibînin, çandeyeke xwînî û nevînî ya req û bi taybetiyên nû li cîhanê belav dibe û  têrora cîhanî dibe yek ji mezintirîn pozberên, ku xwe li hember hevjiyana mirovî hildidin. Bi tunekirina sazmana Talîban dawiya têrorê ne hat û bi girtin an kuştina berpirsên bûyerên 11ê Sep. 2001ê têror ji ortê ranabe, ev kîn û nevîn û neyartiya req zû tev nabe.

Bê guman em Kurd –wek netewek azadîxwaz û aştîxwaz– vê çanda xwînî hîç minê nakin û tevgera xwe ya netewî ji vê rêya çewt û xwar bi xebatek demokrat û aştîxwaz ji hikariya vê çanda ne aştiyane diparêzin. Di tevgera netewa Kurd da delîve bo van kiryarên kirêt û mirovkujan nîne û nikanin ciyê xwe di civata kurdî ya sîngfireh da bigirin.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s