Shivan Perwer

Cankurd

Bonn, 30.04.2002

Şivan Perwer di stranên xwe de xwe bi (Hozanê Kurdistan), (Dengê Kurdistan) û (Perwer Şivan) navdike. Bi rastî jî ew Dengê Kurdistan e, Kurdistan a ji xew hişyarbûyî, ji temara dirêj, ji tunebûnê, ji bindestî û koletiyê û ji paşvemayînê.. Eger ev dengê Kurdistanê neba, wê hîn pir mirovên me çavgirtî, nezan û newêrek bimana..Bi dîtina min, kasêta Şivan a yekemîn teviya bakurê Kurdistanê, ku di bin mij û dûmanê sibê de hatibû pêçan, ji kok û damaran ve, ji binemaxê ve hejand, êdî dema raketin û dest ji ber xwe berdanê nema, rabin! Hişyar bin! Li ser rêya azadî, serxwebûn û civateke nûjen biholin, zor û setemê nepejirînin, li hember neyarên jînê, neyarê Kurd û Kurdistanê seriyên xwe neçemînin û bibêjin: Em vê koletiyê minê nakin, em ji kesekî re xwe kêm nakin, em aştîxwazin, em serfirazin..û eger pêwîst bû, destan bavêjin rext û tivingan, çi jin û çi mêr, wek piling û şêr, dakevin qad û tratên şer bo mafên xwe yên mirovî û çandeyî, bo jîneke hêjatir û bo welatekî azad û serbixwe…

Ev name, da ku li teviya Kurdistanê wek agirê bi dexl û geniman keve, jê re saziyeke pir bi hêz, mezin û fireh, têgihîştî û xudan pir pere pêwîst bû, di nav zincîrên zindanan re, di nav mayîn û têlên histirî yên serhed û sînoran re, di nav tang û top û qamçeyên neyaran re, di nav çem û çiya û pevçûnên êl û partiyan re, ev name bi dengê Perwer Şivan re, ne te li penahiyê û metroplên Europa belav bû, belê ew giha Qersê, Wanê, Efrînê, Cizîra Botan, Dihok, çiyayê Hemrîn, Şino, Seqez, Bûkan, û Loristanê, ew kete ser lêvên keç û lawanên Şikakan, bû fişeka tivinga pêşmergeyên Barzan, bû qelemê niviskarên Suleymaniyê, bû hêviya Kurdên Elegezê û koçkiriyên li Qirxiziya û Kazaxistanê..Ew bû hêza pişt û piyêd karkiran li Lubnanê…Ma hêzeke Kurdî ya ji Perwer Şivan xurttir hebû?!

Di salên 1976 – 1977 de,  hîngê ez gelek caran hatibûm girtin û binzorkirin, dost û hevalan xwe ji min dûr dikirin, da zenga min negihîne rezên wan jî, rewşa min a diravî jî nebaş bû, ez û xanima xwe hîn di ser mala bavê xwe de li bajêrê Helebê rûniştibûn, ji ber ku gava ez dihatim girtin diviya bû xanima min û herdu zarokên min Dara û Bêrîvan bêtir xemgîn nebin, lew re bavê min, tevî ku xûşk û birayên min jî hebûn, serkohiya xwe li wan jî dikir..Rewşeke wêran bû.. Hîngê bayê şorişa kurdî jî li jêriya Kurdistanê ketibû, basikên neteweya me dîsa di cengeke dirêj û xûnî de şikestibûn û cîhana zordar pişta xwe ji me guhartibû, guhêd xwe ji me re şima kiribûn..

Di wê demê de hogirekî min î berê, ku çû bû Turkiyê bo xwendinê, hat serlêdana min, da ku li ser rewşa min, tiştekî  bo hinde dostên li Europa binivîse, û bi xwe re kasêta yekemîn a Perwer Şivan anî bû..Gote min: „- Ez dizanim rewşa te wêran e, lê gava tu vê kasêtê bibihîsî, wê rêç û şopên hemî îşkence û lêdan û tengiyên zindanan ji mejiyê te birevin. „ û bi rastî min ew kasêt wek hêviyeke mezin, ne tenê bo xwe, belku bo teviya gelê Kurd dît.

Min bi teviya mejî û hîsên xwe guhdariya wê kasêtê kir, dayik û bavê min, jin û zarok û xûşk û birayên min jî. Perwer Şivan bêhêviya, ku mala me xetimandibû, dilêd me tengijandibû, bi dengekî bilind, çirand..Bi stranên xwe yên nûjen, bi gotinên xwe yên, ku wek baraneke xurt bi ser zeviyên tî de dibare, Perwer Şivan em ji rewşeke wêran rakirin û gihandin deraxê mirovên bi hêvî..

Ew kasêt wek agirekî ramanî û çandeyî li teviya herêma Kurdaxê û Helebê bi zûkî belav bû..Birayê xanima min hîngê xudan studioyekî wênekêşiyê bû..Ji wê rojê pê ve, karekî mezin ji wî re çê bû, ji sibê ta bi êvarê ji Kurdan re wêneyên Perwer Şivan pirdikirin û amade dikirin..Ez dikarim bibêjim, ku teviya gelê me li rojavayê Kurdistanê bû dildarê Perwer Şivan û pir hunermendan dest pêkirin, ku wek Şivan rihên xwe dirêj bikin, cil û bergêd kurdî di ber xwe kin û stranêd wî bistirên. Ew hişyariya nû bû egera, ku bi sedhezaran ciwanên Kurd bi ser PKK de çûn û bûn heval û piştvanên wê partiyê, ji ber ku wan dizanî ku Perwer Şivan yek ji stûnên wê partiyê ye.. Em tev jî dizanin, ku partiyekî daxwaza serxwebûnê, dadmendiya civakî û şerê çekdarî bike di nav gelê me de bi zûkî ciwanên xûngerm bi ser xwe ve tîne, lê Perwer Şivan teviya gelê me kir ciwanekî xûngerm û avêt qada şerê neteweyî bo azadî û serxwebûnê..

Ez di 09.09.1997ê de hatim Almaniya û di 10.09.1997ê de çûm serlêdana Perwer Şivan li bajêrê köln. Min ji wî re kasêtek tijî helbest û silav bi xw re bir..Bi min re jî biraderekî hunermend hebû, ku bi reqs û konçekiya kevnare namdar bû.. Piştî em li ser mijara Folklorê peyivîn, em çûn ser mijara ramyarî û min ji Perwer Şivan xwast, ku li ser PKK bipeyive. Perwer Şivan got:

„ PKK, em li vir van sê–çar kes in, ev e jî belavoka me ya, ku em dixwazin wergerînin bo Kurdî û Almanî..Merivên me ne pirr in, lê baweriya me xort e.. Ez dixwazim tu alîkariya me di rêya serxwebûnê de bikî, tev li vê xebata pîroz bibî„..

Perwer Şivan li ser sira hunermend di şorişê de peyivî, li ser pêwîstiya şerê neteweyî û ruhê şorişgeriyê di nav gelê me de. Got:“ Divê em li çandeya xwe ya neteweyî, li Folklora xwe, li cil û bergên xwe û li gelê xwe yî hejar û bindest xudan derkevin..“

Hîn di wê demê de, Perwer Şivan ji min re wek mirovekî têgihîştî, niştperwer û rênas hat dîtin..îro Perwer Şivan yek ji kesên tewr têgihîştî ye di kêşeya kurdî de, ew histobariya xwe ya hunerî û neteweyî bi zanabûn û hostayî dike..bê guman..

Min jî ji wî re jiyana hunermendê polonî yê mezin Şopan anî zimên, di welatê xwe de nema dikarî dengê xwe bilind bike, lew re koç kir çû Parîsê û di weseka xwe de nivisand: „Eger ez mirim, dilê min derxînin û bishînin welatê min Poloniya, di axa welatê min de veşêrin“…Perwer Şivan bersiv da: „ Ez jî amade me bo di ber welatê xwe de her tiştekî bidim.“

Ji wê rojê ve guhê min li Şivan e, me gelek caran hevdu dît, wî xebata xwe li komeleyên PKK bo şevan, bo hînkirina hunermendên ciwan û bo bilindkirina dengê neteweya Kurd dikir, min jî gor kanîna xwe xebata bo zimanê Kurdî û nivisandina bi Kurdî dikir.. Li Newrozan, li rêçûnan, li her derekê, ku tê de pêwîstî bi xwepêşandanê heba, Perwer Şivan li pêşiyê bû, di seriyê dîlana xebatê de, bi folklora kurdî, bi cil û bergên kurdî, bi zarê kurdî û bi tenbûra kurdî, daketibû meydana têkoşînê..Perwer Şivan gelek roj û şevên tarî jî dîtin, ji dest nezanan û xinizan, ji ber zordariya hinek bêvacan, ji ber gef û gurrên nandoz û serhişkan, di pir şevan de Perwer Şivan pêrgî nerindiya, hêrişan û zordariyan hat, neyar û rengeneyaran li pey wî bûn, dij bi wî bûn, li hember wî bûn, lê ew Dengê Kurdistan bûn, seriyê xwe neçemand û ji ya xwe nema..

Perwer Şivan ne tenê di nav Kurdan de, di qada strana gelêrî û şorişî de, li gelek welatan, di nav pir neteweyan de, wek nîşaneke bilind a têkoşîna bo azadiyê û serxwebûnê tê dîtin.

Carekê me ji Instîtuta Kurdî re li bajêrê Bonnê şevek dirist kiribû, Perwer Şivan jî hat li wir hinde stranên xwe stran, bê egerek diyar, ji nişka ve peyayêd PKK hêriş ser xelkê şevê kirin, li gelek kesan dan û xwastin zirareke mezin bigihînin Perwer Şivan, lê Kurdan di ber wî de berxwedaneke hêja kirin, ew parastin. Di wê navê de, ez li ba Perwer Şivan bûm, di paş perdeyê de, min ji wî re camek çayê biribû û em dipeyivîn. Perwer Şivan gote min:“ Cankurd! Evana  ne bi serê xwe ne..Ev kar ne yê Kurdan e..Evana bela xwe ji min venakin ji ber ku ez bûme mitek di çavên dîktator û hovan de..“

Ez çûm ba berpirsê PKK yê li wir bû û min ji wî xwast, ku hêrişa xwe rawestînin, wî merivî got: „ Her bawer bike, ev kêmanî ne bi dilê min e, lê ferman û biryar ji jor ve hatine, ez çi bikim?!“

Erê ez çi bikim?!  Ez bi herdu aliyan re dirêj peyivîm, me Şivan ji wir derxist û me soz kir, ku bi şev dereng em li mala me bên ba hev û li ser vê mijarê bipeyivin. Perwer Şivan ne hat..Ew soz bi cih nehat..Roja din gava min Perwer Şivan li Instîtutê dît, min jê pirs kir: Bo çi tu nehat?! Gote min, ku berpirsê Instîtutê Yekta û hinek kesên din tirsiyane, ku ev soz xefk û dav be bo lêdana Şivan.. Xwedê dizane, ez nizanim, lê baş tê bîra min, ku Perwer Şivan bi xwe her li gel dialogê bû, û digot: „Bira, evana nezanin..“

Perwer Şivan pêrgî gelek hêriş û gef û gurran hat û ta niha jî neyar li pey wî ye, dixwaze konsert û şevêd wî hilweşîne, lê gelê Kurd dizane, ku hunermendê wan ê tev bilind dengê neteweya wan e, lew re pilan û lîsk û bizavên neyaran û rengemaran badilhewa diçin..

Perwer Şivan bo azadiyê, bo berhevhatinê, bo xwenasînê, bo ravekirin û bilindkirina kêşeya kurdî, bo parastina zar û folklora kurdî, bo nirxdayîna mezinên Kurdistanê, bo hembêzkirina hemî hêz û ramanên gelê xwe di van sî salên dawî de bûye sîwana hunera neteweyî û li ser navê xwe, navê (Dengê Kurdistan) bi kar û xebata xwe ya hêja tomar kir.

Ji vê bêtir ez tiştekî nabêjim..

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s