Rojhilata Navîn di nav bahozê da

Cankurd

15.10.2004

Ji roja 11.09.2001 da, ku sazia Alqaîde ya Usama Bin Ladên bi 4 balafirên sîvîl hêriş ser New York û Washingtonê kiriye, herdu burcên bilind ên Navenda Bazirganiya Cîhanî anîne xwarê, aliyekî Pêntagon herifandiye û bêtir ji 3000 mirov kuştine, Amerîka ketiye “Cenga dij bi Têrorê”, ku qada wê hemî cîhan e. Paşku Amerîka hêriş bir ser Afganisatnê û rêcîma Talîban ji ortê rakir, pînika serekîna têrorîstan tar û mar kir, dest avêt Iraqê û bi cengek nedîd rêcîma Baasê xwînî jî di sê hefteyan da ji ortê rakir. Lê ev ne dawiya cengê ye û Amerîka, ku xwe wek Superhêz di cîhanê da dinase, ji ya xwe namîne.

Ji aliyê dî ve,  hemî neyarên Amerîka, ji dewlet û sazî û komikên têrorîst, xwe dane hev û hêzên xwe dicivînin ser hev, da li hember ramyariya amerîkî rawestin. Komikên têrorîst wek mêsoran, tevî ku hatine jarkirin û ji ser hev hatine belavkirin, gava ku mirov malika wan hildiweşîne ewan har dibin û bi zûkî û bê westan hêriş dikin û ziyanê digihînin mirov, wilo li her derekê bi bombeyan, bi serjêkirina mirovan û tirsandina cîhanê, dixwazin Amerîka û hevalbendên wê ji her aliyekî ve birîndar bikin.

Weku li Afganistanê Amerîka di cenga leşkerî da bi zûkî bi ser ket, lê belê hêminî ta niha çênebûye, wilo li Iraqê jî cenga leşkerî bi zûkî wek “qediyayî” hat diyarkirin, lê belê hêminî û aramî pêda nebûye û hişdarên amerîkî û Ingilîzî ji hev dipirsin, ka rêya cîbecîkirina hêminiyê di Iraqê da çiye.

Rewşa Iraqê li gel rewşa Filistînê, û bi ser da jî mayîna leşkerê sûrî di Libnanê da û cenga dij bi têrorê li Saudî Arabistanê, û çaresernekirina kêşeya kurdî, bi taybetî jî mijara Kerûkê, herêma Rojhilata Navîn xistine nav çarkoşeyek agirî û bahozek tund ji astengiyan.

Raste ku Amerîka li gel acetên cengê bo Rojhilata Navîn projeyekî xwe bo demokratîkirina herêmê amade kiriye û bizava xwe dike, ku wê projeyê bi cih bîne û berî her derekê di Iraqê da, lê belê gava ew van problemên serekîn ên herêmê çareser neke, ew temenê cenga li hember têrorê dirêjtir dike û projeya xwe ya demokratîkirinê jî li arê dide.

Li Ewrûpa û Japonê rewş bi terzekî dî bû û demek dî bû.. Hema li Rojhilata Navîn van astengên di rêya hêminî û aramiyê da pir tevliheviyê pêda dikin.

Em binêrin li Libnanê: Gava leşkerê sûrî ji wir derkeve, wê deselatdariya sûrî bizavêd xwe bike dîsa di wir da tevlihevî pêda bibe, ji ber ku ew dikare bi hêzêd Libnanê yên ramyarî û yên leşkerî baş bilîze, li hember wê yekê Israîl ranaweste û ew jî ji aliyê xwe va wê dest bavêje nav Libnanê û ne dûr e ku cengek olî ya duwê li wir bi hev keve.

Li Iraqê (û li Kerkûkê): Gava ku amerîka çarexên dara di Iraqê da çandiye çêneke û bi dest xwe ve nîne, û bi taybetî Iran û Sûriyê, wê têror li wir her hebe û eve jî bo gelên Iraqê û bo projeya demokratîkirina Iraqê serêşiyek mezin e. Ji aliyekî va Türkiye bi gelek şêweyan bizavêd xwe dike, ku dest û dûvikên xwe di wir da bi kar bîne, bilivîne, da ji xwe re parekê ji qezenca diravî û aborî bistîne û jîna gelê Kurd wêran bike, wan ji Kerkûkê bi dûrxîne. Lê gava hêzên kurdî li hember vê yekê derkevin, û ewan li hemberê derketine, wê roj bi roj ev qazik germtir bibe û ava ku têda bikele. Ev mijar neyê ser maseya gengeşiyê, wê birînek mezin li projeyên amerîkî di herêmê da veke.

Di çavpêketinê da roja 05.10.2004 bi şaxnasekî amerîkî yê polîtîka Rojhilata Navîn re, ku bi terzekî fermî 11 kes ji “Syrian Democratic Coalition – SDC”  bi wî re rûniştin, me dît, ku bîr û baweriyên me herdu aliyan di van herdu mijaran da nêzîk hev in.

Niha eger li Amerîka Demokrat bên ser textê deselatdariyê wê hinek guhartin di teviya pêvaçûya stratîcî ya amerîkî da çêbibe, lê di Rojhilata Navîn da van astengên di rêya aştiya nav gelan da bimînin. Amerîka binzor dibe, ku wan çareser bike û wek diyar dibe di nofirkên serekîn ên stratîciya amerîkî da ji hev cihêbûnek mezin di navbera Rêpublîkanan û Demokratan da tune ye. Amerîka nema dikare xwe ji nav civila Rojhilata Navîn bi şûn ve bikişîne, û di rastiyê da mayîna wê di nav bahoza herêmê da parek ji stratîciya amerîkî bi xwe ye. Ji ber petrola herêmê, ciyê wê yê stratîcî û rêyêd wê yên avî û ji ber ku ew bazarek fireh e, Amerîka ku xwe wek Superhêza mestir di cîhanê da dibîne nahêle kes pariyê ber devê wê ji dest wê birevîne û herêmê bi dest xwe ve bîne. Xewnên Tirkan jî li ser herêmê pirrin, lê kes bi devê wan şorbê venaxuwe.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s