Rêjîma Baas li Sûriyê diheje

Cankurd

11.11.2005

Sûriye ji sala 1963ê da, di bin destên partiya Albaas Alarabî Alîştîrakî da ye. 42 salin gelên sûrî ji azadiya ramiyarî, demokratî û mafên mirov bêpar mane, bi taybet jî gelê me yê Kurd, ku nêzîka % 17 ji teviya rûniştvanên sûrî ye.

Di van 42 salan da, bêkarî, belengazî û hejarî deh qatan ji berî destpêkirina deselatdariya Albaas bêtir bûye. Hem Mafiya aborî û hem jî ramanên têrorî ciyê xwe di nav civaka sûrî da girtine. Kuştin, lêdan, talankirin, dizîkarî, sextekarî û bedkariyên cûrecûre pir belav bûne. Çînên binî bêtir ji ber zorbaziya partiya Albaas dinalin. Ev jî egerek ji wan egeran bû, ku bi hezaran ciwanên kurd, çi mêr û çi afret, bi ber bayê PKK ketin û berê xwe dan çiyayên Kurdistanê, bi armanca, ku biçin tev li şerê çînî û xwînî yê PKK bibin. Em giş dizanin wê livê çi encam da.

Li Sûriyê, di bin zordariya Baasiyan da, du serhildanên xwînî çêbûn, yek di dema Hafêz Alasad da û yek jî di dema kurê wî Beşşar Alasad da. Di sala 1980ê da, ku jê re dibêjin serhildana îslamî ya Ixwan Muslimîn çêbû. Di wê serhildanê da bêtir ji 50.000 mirov hatin kuştin. Parek ne biçûk ji wan kuştiyan li bajêrê Hema bû. Li wî bajêrî jî gelek êlên Kurdan ji dema Eyûbiyan ve bi cih û war bûne. Malbatên wek Berazî, Silo, Qadir Axa, Zaîm û hinekên dî Kurdin. Du rêberên tewr mezin ên Ixwan Musilmîn jî hîngê Kurd bûn, yek ji wan mejiyê wan û niviskarê navdar Saîd Hewa û yê dî birêvebirê tevgera wan ê bi navê Ednan Saadidîn. Ji malbatên Silo û Berazî wezîr û serekwezîr jî pêda bûne û ji malbata Zaîm serekê komarê Husnî Zaîm hebû. Serhildana dî sala 2004ê di 12ê Avdarê da çêbû. Ew serhildanek neteweyî bû. Ya gelê Kurd bû. Ew li teviya herêma rojavayê Kurdistanê belav bû. Ji ber wê jî gelek Kurd hatin girtin, binzorkirin, lêdan û kuştin. Ji wê demê ve jî neyartiya deselatdariyê bi gelê Kurd re hîn ji berê mestir bûye. Mixabin hinek basikên tevgera neteweyî ya gelê Kurd di vê serhildanê da û paş têkçûna wê, bûn alîkarên dewletê û bê bi destxistina tiştekî berçav deselatdariya dewletê di herêma kurdî da ji nû ve hat bi cihkirin û ew serhildana pîroz wek “fîtne” hat bi navkirin. Kesekî wek Şêx M. Xeznewî, ku piştvaniya serhildanê kiribû, hat kuştin.

Serekê Sûriyê yê niha Dr. Beşşar Alasad di (34) saliya xwe da bû serekê komarê, ciyê bavê xwe bê hilbijartin girt. Ji bo rêbazkirina vê neqenciyê, destûrê dewletê di zikê saetekê da hat guhartin. Ev kes e dema bûye serek, soz bi devê xwe da gelên sûrî, ku ewê deriyê welêt bo bayê teze veke, rêformên aborî û ramiyarî çêbike, bedkariya karmendên dewletê tune bike û wê Sûriyê bigihîne qonaxek nû, ku tê da mafên mirov, azadiyên ramiyarî û azadiya aborî bên paristin. Ji van sozan ta niha tiştek bi cih ne hatiye. Ew “Behara Şamê“, ku demekê paş destpêkirina serekatiya Beşşar Alasd kintirîn behar bû di dûroka mirovatiyê da. Niha gelek rêber û pêşengên demokrat û kesên li mafên mirov xudan derdikevin girtîne, ji zû ve di zindanê da ne. Ji wan yek profêsorê aboriyê yê navdar e, Arêf Delîle, an jî andamên Encumana Gel in wek Riyad Sêf û Mamûn Humsî…

Di Lubnanê da, leşkerê sûrî gelek salan ma. Ew leşker li gor peymana “Altaêf” bo rawestandina cenga lubnanî derbas wir bû. Lê rast ev leşker bi karên nebaş di Lubnanê da rabû. Ew bû leşkerê talankirin û binvekirina gelê lubnanî. Bêtir ji 20 salan Sûriyan di Lubnanê da zordariya dewletê biribû û pir kesên ji vê yekê hosan bûbûn dane kuştinê. Gelê Lubnanê nema pêvegirêdana welatê xwe bi Sûriyê ve dipejirînand. Pir kesên, ku li ser vê yekê nivisandine an nerazîbûna xwe anîne zimên an dij bi hebûna leşkerî ya sûrî di Lubnanê da xebitîne, hatine windakirin, girtin û bersûckirin. Li vê dawiyê serekwezîrê lubnanî Refîq Herîrî, ku maldarek navdar bû, bizava xwe bo pêdakirina livek civakî, çandeyî û aborî-ramiyarî kir, dij bi hebûna Sûriyê di nav çavên gelê wî da. Ew li gel 22 kesên din bi livbaziyek têrorî ya kirêt hat kuştin. Berî kuştina wî Beşşar Alasad bi xwe gef û gurr dabûn wî û gotibûyê:”Ezê Lubanê di seriyê te da bişkînim.”

Encumana Hêminiya UNO biryarek bi hejmara 1559 derxist, ku hebûna leşkerî û îstîxbaratî ya sûrî li Lubanê nemîne û di warê kuştina serekwezîrê lubnanî Refîq Herîrî da lêkolînek fireh çêbibe. Ew kar dan dest dadkarê alman Detlef Mehlis, ku kesekî di van kar û baran jêhatî û zîrek e. Li ser rapora wî ya, ku ji 58 rûpelan e, gelek guman li ser Sûriyê pêdabûne. Mehlis di rapora xwe navên mezinên dewleta sûrî tîne zimên. Di wê ortê da wezîrê hindirî yê Sûriyê, ku berê deselatdarê rastîn ê Lubnanê bû, General Ghazî Kanaan jîna xwe ji dest bir. Kurê wî yê, ku li Amerîka dijî, daxwaznameyek bo lêkolînê li ser mirina bavê xwe daye dadgehê, ew guman dike, ku bavê wî jî hatiye kuştin. Di nav navên, ku Mehlis dixwaze wan bibe Lubnanê û jêpirînê li gel wan bike, zavayê Beşşar Alasad (Asif Shewket) heye û serekê îstîxbaratê Rustem Ghazalî, ku dibêjin ew Kurd e. Evana li gel birayê Alasad (Mahêr) du stûnên bi hêz in di rêjîma sûrî da. Heger evana bikevin, deselatdariya Alasad jar dibe.

Beşşar Alasad di axiftina xwe ya dawî da, roja 10.11.2005, da xuyakirin, ku ewê li gel Mehlis li gor biryarên UNO 1559 û 1636 kar bike, lê ew seriyê xwe naçemîne, ewê berxwedanê li hember Amerîka, Israîl û dewletên din bike, ew nahêle, ku kesek destê xwe deyne ser Sûriye, û di axiftina xwe da gef û gurr dan Lubnan û Saudî Arabistanê, piraniya hembervaniya sûrî wek ajan û sîxurên biyaniyan bi navkirin. Dr. Kamal Libwanî, ku yek ji demokratên nas e û li Amerîka li gel hinek berpirsên fermandariya amerîkî re rûniştibû, gava li fîrgeha Şamê peya bû, hate girtin. Berî wî jî Haytham Almalêh, ku berpirsekî xebatên mafên mirov e li Sûriyê dan ber dadgeha leşkerî. Mafparêz Anwer Albunnî, ku destûrek nû ji bo Sûriya paş Asad û paş Baas amade kiriye û tê da li ser mafê gelê Kurd jî rawestiye, ji trumbêlê hat avêtin û bi hovîtî li wî dan, birîndar kirin û li kenarê rê hêştin. Gef û gurr bo demokratên Kurd û Ereb ên li derveyî welêt roj bi roj bêtir dibin. Li hindir welêt komikên dij bi rêjîma Baas pirtir û hêzdartir dibin. Gelê sûrî, ku rewşa wî ber wêranî û heriftinê diçe, nema ditirse. Lê mixabin! Piraniya partiyên Kurdan bi hembervaniya erebî ya nijadparêz re li ser bingeha kêmtirîn maf ji bo Kurdan dixebitin, newêrin dev bavêjin rêjîmê û her dibêjin, ku dem nehatiye. Lê parek ji van partiyan jî dibêjin: Nema em seriyê xwe ji Baas re dadixînin. Evana bêtir maf ji Kurdan re dixwazin. Hinek komik jî roxandina rêjîma Baas dixwazin. Van du xêzên ji hev cihê roj bi roj diyartir û zelaltir dibin. Li aliyekî mamhoste Hemid Hac Derwêş seriyê dîlana sist û nerm dikişîne û ji aliyê dî ve Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye li gel hinek komikên Ereban têkiliyan li gel USA û EU çêdike û dibe alîgirê guhartinekê li Sûriyê. Li Washington, Brûssel, Berlin û Paris bo vê guhartinê civînên hembervaniya demokrat a sûrî çêbûne. Di van kongireyan da mafê gelê Kurd wek neteweyek serekîn di Sûriyê hatiye pejirandin.

Bêguman tevgera neteweyî ya parçeyên dî yên Kurdistanê dikare van herdu seriyên dîlana kurdî ya rojavayê Kurdistanê berhev bîne, gava platformek neteweyî ya kurdî ji bo rojavayê Kurdistanê çêbibe. Lê berî her tiştekî divê em tev bawer bikin, ku êdî keştiya Baas li Sûriyê jî hatiye kunkirin û bi binve diçe, hîvî di vê deselatdariyê da nemane û paş 42 salan ji têkilî û gengeşiyê bi vê rêjîmê re, êdî rûn bi ser dewê van Baasiyan nakeve. Heger ev bawerî li ba hemî basikên tevgera me ya rojavayê Kurdistanê çênebe, berhevhatina rastîn jî bi cih nayê.  yekbûna partiya Azadî ya nû pêda bûye û ser ji nû ve parçebûye vê rastiyê bi cih dike. Gelek roşenbîrên rojavayê Kurdistanê jî gihane vê rastiyê û niha jê re dixebitin.

Divê em qedera gelê xwe bi rêjîmek ve girê nedin, ku ber bi têkçûnê ve diçe.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s