Putîn û demokratîkirina Rûsiya

Cankurd

Pênc kesên namdar ji Welatê Urisan nameyek li cîhanê belav kirine û di gelek rojname û kovarên bi nav û deng da di bin navê (Foundation for Civil Liberties, New York) heft pirsan li ser Putîn û ramyariya wî ya wêran ji serakê amerîkî George W. Bush dikin.

Yek ji wan kesan Boris Berezovsky ye, ew serkêşê partiya Lîberal a Rûsiya ye, di dema fermandariya Boris Yelsîn da  ew cîgirê serakê encumena hêminiya netewî bû. Li gel wî xanim Elêna Bonner e, ku serokatiya weqfa Andrêy Saxarof e, navê Fladimiyêr Bokowskî jî di bin da heye, ku berê girtiyekî ramyarî bû, Rûslan Xabûlatov, yekemîn serakê parlemana Rûsî bû û Ivan Rûbkîn, ku serakê yekemîn Dûma ya dewletê bû û endamê encumena hêminiya netewî bû di dema Borîs Yelsîn da..

Ta çi redeye van kesana bi rastî haj vê yekê heye, ez nizanim..

Ev name çûyîna serakê rûsî Putîn bo Amerîka, ku ji ber civîna encumana giştî ya Netewên Yekbûyî ye û giraniya Rûsiya di ramyariya navnetewî da tîne zimên û tine bîra George Bush, ku wî berê baweriya xwe bi Putîn diyar kiriye û ew ji xwe re û ji Amerîka re wek dostekî dilsoz, zîrek, hêja, malbathez û welatpariz daye xuyakirinê û gotiye, ku ewê bi hev re bixebitin ji ber ku bo wan herdukan armancên hevpar, wek azadî, demokratî û mafên mirov hene…

Van kesên navdar dizanin, ku problemên Amerîka bi xwe hene, lê dîsa jî ji serakê wê hîvî dikin, ku gelê Rûsiya di bin zordariyê da nehêle û rastiya Putîn û rastiya deselatdariya wî ya hov bide ber çavan, gava tê serlêdana wî. Bi bîr û baweriya wan Amerîka dikare li ser wan problemên gelek kufitî û tevlihev jî raweste û çareser bike.

Wek ji vê nameyê tê xuyakirinê, roşenbîrên Uris ji polîtîka Putîn hîç ne dilxweşin. Dibêjin, ku saziya zagonî ya rûsî ji aliyê polîtîkê ve hatiye bi nav hev xistin, kesên ku ji aliyê dadgehan ve tên xwestin dikarin bi rêya deselatdaran xwe ji ber girtinê bidin aliyekî, xwe azad bikin û bedkariya xwe bigudînin. Gelê Uris jî ji ber va rewşa bêdadiyê ketiye tirsek mezin, xemwar û çavtirs e.

%50 ji histobarî û kar û barên dewletê bi keftelefta Putîn ketiye bin destê wan kesên, ku berê di KGB da xudan hêz û deselatdarî bûn.. Antîsemîtîzm û neyartiya li hember biyaniyan herroj firehtir û mezintir dibin, cewşa ezeziyê û xwepesindariya leşkerî gelek pêş ve çûye û dema berî derketina Naziyan li Almaniya tîne bîra mera û rewşek wek di salên berî cenga cîhanî ya duwemîn da li Rûsiya jî pêda dibe..

Di dema avêtina ser şanoxaneya Mosko di çileyê pêşîn ê 2002ê da, karbidestên ûris gazê mirovkuj, ku li cîhanê qedexe ye, di hêrişa xwe da bi kar anîne. Berî wê jî di hêrişên ser malên xelkê da, ku di Êlûna 1999ê da 249 kesên sivîl hatine kuştin. Diyar bûye, ku ev kar karê hêzên taybetên asayîşên bi dizî bûye.. Van hêrişên têrorî bi armanca başdîtin û rêbazkirina cenga dij bi gelê Çaçanistanê hatine kirin. Ta niha parlemana rûsî rê nade bo lêkolînek dirist li ser van livbaziyên têrorî…

Bi ser van bûyeran ve jî kesên, ku ev belavok belav kirine, tiliyên xwe ber bi Putîn û deselatdariya wî ve dirêj dikin û dibêjin, ku Putîn û hevalbendên wî bizav û kefteleftên xwe kirine û hîn jî dikin bo bindestkirina Mêdiyaya rûsî, tunekirina rojnamevanên rastego, bêhêzkirina parlemanê, kontrolkirina dadgehan, bêbihakirina hilbijartinan û wêrankirina destûra dewletê, ku bingeha demokratiyê, mafên mirov û azadiyê ye..

Putîn di vê nameyê da wek mirovekî dest bi xwîn, dij bi demokratiyê, wêrankerê azadiyan û hevalê bedkaran tê bi navkirin..Ew li gor gotina van kesan mirovkujekî mezin e, divê bite gunehkarkirin û pêwîste serakê amerîkî van nebaşiyan bide ber çavên wî gava ew hat Welatên Yekbûyî yên Amerîka (USA).

Wek em dibînin, niha gelek roşenbîrên europî û ji derveyî Europa gazincên xwe ji Amerîka dikin, ne ji Netewên Yekbûyî an ji saziyên navnetewî yên din. Ev jî kêlek nû  ye di ramyariya cîhanî da û rêkek nû pêda dike. Lê belê pirsa mezin eve:“Ta kijan pileyê wê deselatdariya amerîkî an jî roşenbîrên Newcon (kevinparizên nû) guh bidin daxwazên mirovhezan û dev ji liştên xwe yên netewî an çînî berdin?” Bersiva vê yekê wê ne asan be.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s