Nivîskarê mezin Arthur Miller çû ser dilovaniya xwe

“ Li derve gerdonek heye, hûn di ber da berpirs in”

Nivîskarê mezin Arthur Miller çû ser dilovaniya xwe

(1915-2005)

Cankurd

Roja 10.02.2005 li bajêrê Roxbury, ku dikeve wîlayeta Connecticut li Amerîka, nivîskarê navdar Arthur Miller paş 89 salan ji jiyanek bi xebat û kefteleft û paş nexweşiyek dirêj a xerçengê (Kanserê) çû ser dilovaniya Xwedê.

Arthur Miller di koka xwe da kurê koçkirekî austirîşî ye û di 17.10.1915ê da li taxa Manhattan / New York ji daiyk bûye. Li ber Erwin Piscator şagirdî kiriye û ji wî fêrbûye hezkirina şanoyê, ew pir bi Dostoyêvskî û Ibsên hikar bûye. Di şanoyên xwe da bêtir li ser bûyerên biçûk rojane rawestiye, û bi belavkirina “Mirina e’tarekî gerok” sala 1949ê wek şanonivîsekî nêvneteweyî hatiye bêlîkirin.

Arthur Miller xilata Pulitzer standiye û sala 1984ê nîşana John F. Kennedy ji ber xebata jîna xwe ya berhemdar girtiye.

Demek dirêj bûye serakê “PEN Club” a nêvneteweyî û pir li nivîskarên Europa ya Rojhilat a di bin destê komonîstan dab û xwedî derketiye û bi taybetî ewên, ku hatibûn bêmafkirin, nebedkirin, û zordarî li wan bûbû. Ew bi xwe jî di salên pêncî da paş, ku “Nêçîra sihirbazan” sala 1953ê derxistiye, hatiye bersûckirin. Sala 1957ê komîtiya nêçîrvaniya komonîstan, ku di bin saya ramanên Sênator McCarthy da, di kongirêsa amerîkî da pêda bûbû, hat tawanbarkirin bi du mehan binçavkirin û 500 Dollar diravdayîn.

Sala 1964ê paş çar sal ji jîna xwe li gel xanima amerîkî ya navdar Marliyn Monro derbas kirin, şanoya xwe ya bi nav û deng derxist. Têda Maggie mere xwe Quentin bi egera serxweşiya hergav û xwarin pir dermanan berdide. Miller carekê li ser jina xwe gotibû, ku ew bi şêweyekî nedîtî xwe bi xwe diherifîne.

Şanoyêd wî li gelek welatan hatin wergerandin û lîstin, ji wan: „Biha“, „Di eywana serekeşeyekî da”, “Yankee yê dawîn”, “Têkiliyên Mr. Peters” û “Cama şikestî”….

Di şanoyên xwe da li ser heriftina civakê, têkçûn û ji hevçûna malbata amerîkî û binveçûna îdiyalên amerîkî radiweste. Di “Hemî zarokên min” da (1947) Krîs (Cris) dibêje: “Li derve gerdonek heye û hûn di ber da berpirsin.” Arthur Miller bi xwe mirovekî moralist bû, jiyana xwe bi rexnekirin û herifandina civaka amerîkî û ya mirovî derbas kir.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s