Li Ewrûpa aştî, li Turkiyê pevçûn ?!

Cankurd

11.04.2006

Roja 24ê Avdarê 2006, sê kesên rûpêçayî di bin ala Baskiyan û di bin navê ETA de, di têlêvisiyona ETB de, nûçeya rawestandina livbaziyên çekdarî bo herdeman belav kirin. Hem gelê Baskland û hem jî gelên dî yên Espaniya û cîhanê bi wê yekê dilşad bûn û xelkê hevdu bi dilxweşî li ber têlêvisiyonan hembêz kirin. Josê Luis Rodriguerz Zapatero yê sosyalîst, ku serekê wezîran e li welêt, got ku êdî dem hatiye; hemî hêzên ramiyarî bi hev re di rêya aştiyê de biçin.

Hîn di dema dîktator Franko de, ETA bizava xwe ya çekdarî û bi şêweyekî têrorî dike, bo avakirina dewletek baskî ya serbixwe, ku di nav de herêma baskî ya li Fransa jî hebe. Ew bizav bi serneket û gelên Espaniya ziyanek mezin a diravî, aborî û ramiyarî dîtin, û xûna gelek mirovên neşervan û biyanî jî hate rêtin. Ziyanek mezin giha şaxê siyahetê li Espaniya.

Paş rawestandina livbaziyên RAF a almanî, Birîgadên Sor li Italiya, IRA ya Irland, ev biryara ETA jî aştiya li Ewrûpa bi hêztir dike. Bo çi wilo van tevgerên çekdar ji holê radibin? Ji ber ku dewletên pêşkeftî dadikevin koka probleman û wan çareser dikin, ji ber narevin û ser wan napeçinin.

ETA ji zû ve çend caran livbaziyên xwe yên çekdarî rawestandin, lê dîsa jî lê vegeriya, hema ev car hîvî mezin e, ku carek dî ew li wan karan venegere.

Niha bêtir ji 1000 endamên wê girtî ne û di nav wan de gelek rêber û kadrowên pêşkeftî hene. Tevgera ramiyarî ya piştvan ji ETA re “Batasûna” hatiye qedexekirin û serekê wê Anoldo Otegî wek endamekî ETA li ber dadgehê hatiye gumankirin û 400.000 Euro wek kefalet bo berdana wî ji zindanê hatine dayîn.

ETA ji aliyê kadrowan, pereyan û piştvaniya ji gel ve ketiye tengahiyê, û ji aliyê dî ve sosyalîstên Espaniya bo rûniştinê li gel wan û bo dayîna bêtir maf ji Baskiyan re, piştgirtina parlamentê standine. Zapatero soz dide, ku mafên Baskland di xwedmuxtariyê de firehtir bike, weku niha li îqlîmê Kataloniya heye.

Ev ramiyariya nû ya sosyalîstên Espaniya wê egerên hilgavtin û serhildana gelê baskî ji hole rake.

Li Turkiyê ne wilo ye, dewleta Turkan ta niha yek gav ber bi gelê Kurd û nûneriyên wî yên ramiyarî ve neavêtiye, ew nikane ji serpêça xwe ya nijadperest a Tûranî derkeve û wek civakên pêşkeftî neteweya Kurd bipejirîne. Bi hezaran gund hatine wêrankirin û kavilkirin, bêtir ji 40.000 mirov hatiye kuştin û bi hezaran di zindanê de ketin bin zor û sîtem û leşwêraniyê…Turkiyê bi xwe jî ziyanek diravî, aborî û ramiyarî ya gelek mezin ji ber vê helwestê dîtiye, lê hîn jî fermandariya ramiyarî ya Tayib Erdogan ji qamçeya leşkerê ditirse, û tevî ku partiya wî di parlamentê de hêza tev mezin e, dîsa jî di kêşeya kurdî de nikane bibe xudanê gavek pêşkeftî.

Lew re li Ewrûpa aştî pêşve diçe û bi hêz dibe û li Turkiyê û Kurdistanê pevçûn û ceng û hevkujî her digude û girêkên kufitî naverisin.

Avakarê saziya “Elcîhad” li Misirê gotara berpirsê duwemînê “Elqaîde” ji hev dike:

“Zewahîrî derewvanekî mezin e û ew pareke ji lîska hêminiya Sûdanî”

Şêx Seyid Imam kurê Evdilezîz Elşerîf, ku feqe û avakarê saziya “Elcîhad” e li Misirê, di para yekemîn a belgeya xwe ya nû de bo pirtûka “Ettebrîe”, ku pareke ji nivîsên “Li xwe vegerê”, ewên ji serhevkirina ramanên “Elqaîde” ye, li ser kesê duwemînê va saziya têrorî dibêje, ku ew derewkarekî mezin e…

Ew div a nivîsa xwe ya balkêş de dinivîse, ku Zewahîrî bi xwe bow î gotiye, ku têkiliya wî bi Istîxbarata Sûdanî re hebûye, wî di demekê de 100.000 Dollar ji wan biriye, da ew li Misirê hinek 10 karên têrorî bike.

Ew dibêje, ku ew amadeye bo diraza “Duaa” ya “Elmubahele”. Elmubahele dirazeke, ku herdu aliyên mijarekê li ber Xwedê digerin, ku ez nifirîna xwe li yê derew bike. Musilman pir ji vê rûbirûketina, ku sondek têde heye ditirsin, û tenha gava ewana piştrast û bi xwe bawer bin banga bo vê dirazê dikin.

Zewahîrî berê hatina vî şêxî nav kar û kefteleftên têrorî wekî serketineke mezin ji xwe re û ji baweriyên xwe re dida belavkirin, hema gava şêx li xwe hişyar bûye û nivîsin tersî yên xwe nivîsîne, êdî Zewahîrî li ser wî gotiye, ku ev şêwenivîsa şêx di bin çavên CIA û Mosada Israîlî de hatine nivîsîn. Bo zelalkirina vê yekê şêx dîsa bang li Zewahîrî dike, ku ew diraza “Mubahele” li ber çav û guhên cîhanê bipejirîne. Ew dibêje, ku baweriyên wî yên wî ne û mebesta wî ji va xebata nû rohnîkirina bingehên Islamê ye, ku ew têrorê napejirîne…

Bi ser van herdu xalan de jî, şêx hevalê xwe yê berê Zewahîrî, wek kesekî ku dîdariya bê maf “şehadetuzor” dike, û eve jî kirineke pir nebaşe di hemî olên asîmanî de…Şêx dibêje, ku Zewahîrî bi zûkî reviya, gava Amerîkî ketin Afganistanê sala 2001, û yek ji wan kesan bû, ku lihevhatin bi Hêrişkaran re xwestibû…

Şêx Seyid Imam kurê Evdilezîz Eşşerîf, ku yek ji mejiyên Islamiyane li Misirê, bi va nivîsa xwe ya nû lêdaneke mezin li tevna “Elqaîde” dixîne û Zewahîrî wekî kuşterekî, ku bûye egera derbasbûna Amerîka nav Afganistanê dide xuyakirin, û ziyaneke mezin gihandiye tevgera Islamî li Misirê, pir hevalêd wî bi egera ramanên wî hatine girtin û kuştin, û ew bi xwe reviyaye û tenha ziyan û zirar li pey xwe hêştiye…

Bo bêtir agahî binêr (Bi Erebî):

http://www.azzaman.com/index.asp?fname=2008\12\12-05\799.htm&storytitle=

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s