Kesayetî di çêrok û pêjiniyê de

Cankurd

20.12.2006

Di her karekî çêrokî, efsaneyî û şanoyî de, kesayetî hene, ku ciyê xwe di wî karî de, li ser daxwaza nivîsevan an çêrokbêj digirin û sira xwe ya sereke an jî ne sereke dilîzin. Kesayetî di pêjiniyê, çêrokê û şanoyê de mirov e, an sewalek e, firindek e, an jî tiştek e. Dibe ku bajarek an gundek weka kesaniyekê bite diyarkirin û jimartin. Hikariya kesyayetiyê di bûyeran de û ya bûyeran di kesyetiyê de li hev dibin. Di bin wê posîdeyê de tên guhartin û çêrokê / şanoyê / efsaneyê didin ber pêla xwe û dibin serî. Mirov ji wan kesayetiyan hezdike an jî nevîna “kurh”a wan dike.

Di efsaneya nemir a bi navê “Hezar şev û şevek” de, lehengê sereke jinek çêrokbêj e, Şehrezad e, di destana “Mem û Zînê” de ciwanmêrek “Mem” û keçek “Zîn” dibin hevparên lehengiya çêrokî, di romana “Masîvan û zireyê” ya Hemingway de, pîremêrek e, lê li ba Edgar Allen Po, di “Pisîka reş” de pisîk in.

Dema hikariya kesayetiyê di berhemê de mezin be, wek pîremêr di “Masîvan û zireyê” de, ew bi kesaniyek sereke [Major an jî main character] tê bi navkirin, lê wan kesaniyên dî yên kêm hikariya wan di rêçûna bêyeran de heye, bi kesayetiyên alîkar an kêmsir [Minor character] tên bi navkirin.

Gava di nefs û rewştên kesayetiyê de, di rêçûna berhemê de guhartin çêbibin, ku bi wan re bûyerên çêrokê / şanoyê / efsaneyê bên guhartin, hîngê ew kesanî

Bi kesaniyek “Jîndar” an “Livok” [Dynamic character] tê nasîn, lê gava kesanî di rêçûna berhemê de her wek xwe bimîne, çi guhartin di nefs û rewştên wê çênebin, hîngê ew kesanî wek “Xwegirt” an “Naliv” [Static character] tê nasîn.

Kesanî carina xudan girêkên kufitî ye, tev li hev e, û di rêçûna berhemê de dorpêçayî ye, lew re ew bi kesayetiyek “Gilok” [Round Character] tê bi navkirin, lê gava ew kesanî vekirî be, hindik rewştên wî yên naskirî hebin, hîngê bi kesaniyek “Vekirî” an “Asan” [Flat Character] tê bi navkirin.

Kesayetiya pêşengî di karekî wêjevanî de, ku teviya bûyeran bi wî ve tên girêdan, bi “Leheng” [Hero or Protagonist] tê naskirin, ev kesanî wek kesaniyek “Sereke” an “Pêşeng” jî [Title character] tê bi navkirin, gava navê wê kesaniyê bibe sernavê berhemê, weku di Spartakûs di filmê Spartakûs de an jî wek Hamlet û Othello li ba Shakespeare. Ew kesanî dibe asan be û dibe gilok be jî, Ji xwe peyvên “Hero” di zimanê Ingilîzî de ciyê peyva Grîkî “Protector” girtiye. Protector ew kese, ku ji dayik û bavekî ne wek hev pêda bûye. Yek ji wan dimir e û yê dî her dijî, kesekî namir e, an “Xwedayî“ye. Ew kesanî her bi rewştên şehzadeyî, rûmetdarî û mêranî ye, wek yên dayik û bavê xwe ye, pêşeng û serwer e, ku xwendevan / temaşevan / guhdar hezdike; zarokên wî jî wek wê kesaniyê  leheng û rûmetdar bin.  Lê hinde caran ev “Leheng”, weku çêrokbêjê li ba Edgar Allan Poe, di „The Tell-Tale Heart“ de, mirovkuj e, ew maldarê wek “Çavê Şeytên – Evil Eye” dikuje û binax dike, bê ku kesekî li xwe hişyar bike. Bêguman kesekî wilo wek lehengekî rûmetdar naye jimartin û pejirandin. Peyva “Protagonist” ji peyva Girîkî a ku bi wateya “lîskvanê sereke” an “Ewê dest bi pevçûnê dike” ye hatiye. Ev wêje “Protagonist” bêtir nêvneteweyîtir e ji “Hero”, û kesê wek çêrokbêjê brehema Edgar Allan Poe, ku me aniye zimên, tevî ku şêtbûna wî her bêtir dibe û ew maldar dikuje, wek Protagonist tê dîtin. Bi xwe ew livbaziya wî tamzariyekê dide çêrokê, bê wê karî hewaldana wê çêrokê bê eger dibe. Li hemberê her Lehengekî û bi taybet di trajîdiyan de, ku li dawiyê tishtekî nebaş bi seriyê leheng tê, hembervanekî bi hêz heye, wek Qumsî Beko di Memê Alan de. Gava em herdu kesaniyan: Memê Alan û Qumsî Beko bedin ber hev, emê ciyawaziyek xuya di navbera wan herduwan de bibînin. Qumsî Beko wek “Şeytan” [Villian] [Anatagonist] li ba Ehmedê Xanî dilîze, lê ew wek rovî ye [fox], ne mêrxas e. Kesaniya Iago di şanoya Othello de jî wek “Şeytan” an wek “Rovî” sira xwe dilîze. Gava kesaniya Protagonist di berhemê de tê guhartin, wek ji me re Odîpûs li ba Sofoklês an Othello li ba Shakespeare, êdî ewan ciyê xwe yê civakî jî winda dikin, ji rûmetdariya xwe tên xarê, lê bi rastî çêrokbêj guhartinê naxîne kesaniya AnatagonistHembervanê Leheng” û di rêçûna çêrokî de wî nake kesekî rûmetdar û ciyê wî di civakê de bilind nake, ku bibe nimûneyek baş a mirovayetiyê. Ji jor ve kesayetiyek tê xarê lê ji jêr ve kesayetî hilnakişin jor û bilindahiyê.

Mêrxasê trajîdiya, wek Macbeth li ba Shakespeare, paş ku padişahê xwe dikuje, ji aliyê nas û dostên xwe ve tê bi tênê hêştin û bi ser de jî jina wî ji destê wî diçe, bi tenê xwe li hember gelek neyarên xwe dimîne… Hema lehengê komîdiya klasîkî tersî wê yekê, di nav civatek geş û şad de, digihe armanca xwe, bi evîn û xweşiyarî çêrok / şano / mijar diçe serî. Leheng [Protagonîst] li dawiyê dîlbera xwe distîne û bi hezkirin û dilşadî hembêz dike, sêrvan “Temaşavan” û guhdar jî bi hîvî û dilşadî belav dibin…

Leheng [Protagonîst] dibe ku wek golikekî “Bull” be û dibe jî wek roviyekî  “Fox” be.  Lehengê gulikî hêzdar e û bi zora milên xwe digihe armanca xwe, neyraan binzor dike, wan dişkîne, û bi hêza xwe, di berhema wêjevanî de, kesaniya xwe dide nasîn, avakirin û pejirandin. Di mîtolociya Girîkî de Hêrkulês, di Incîlê de Şemşon, di efsaneya erebî de Enter Bin Sheddad û di filmên sedsala borî de kesaniya Arnold Schwarzenegger, vê yekê diyar dikin, tevî ku Delîle bi zûkî Şemşon dixapîne û raza “sirra” hêzdarî û jarbûna wî dinase û wî dide girtinê û ji ber wê yekê çêroka Şemşon dibe trajîdiyek dûrokî ya navdar… Hezkirina temaşevanan ji hêzdariya gulik “Bull” hêla ku kesekî wek Arnold Schwarzenegger bi asanî wek qeralê wîlayetek amerîkî ya giring û mezin “California” du caran li pey hev bita hilbijartin.

Lehengê [Protagonîst] ê bi “Rovî” [Fox] tê nasîn, bi zîrekî û lawazî astengiyan ji rêya xwe dide alî. Di mîtolociya Grîkî ya kevnare de kesaniya Odîsûs tê bîra me. Ewê ku dêwê bi çavekî Sayklob bi bindixîne, û “Hespê Troya” yê darî çêdike, ku di zikê wî de şervanêd Girîkî xwe vedişêrin, û bi wê yekê dergahê bajêrê Troya ji hindir ve vedikin û bajêr ji dest xelkê Troya derdixînin, tar û mar dikin. Di Incîlê de pêxember Suleymanê ciho, ku dadmendiyê di navbera du jinan de dike, herdu dibêjin ku ewana dayika zarowekî ne. Şherlok Holmes bi şêweyekî baş kesaniya “Rovî” tîne bîra me. Ew bi zanatî, hişmendî û hunerek nedîtî, di her romanekê de kuşteran dinase û wan dide girtin.

Di hinek romanan/Şanowan de carina leheng [Protagonîst] dikeve berqefekê/tengiyekê, ku tê de man û nemana wî tê biryarkirin. Divê ew biryara xwe bide, ka jîna xwe rizgar bike an bibe qurban di ber baweriya xwe de an di ber mirovin dî de. Di van rewşan du kesanî wî kaş dikine, her yek bi alîiyekî ve. Ji wan kesaniyan re dibêjin: Melaîkê baş û melaîkê nebaş [Good Angel and bad Angel] . Şeytan û melaîke di “Faust” ê Christopher Marlowe de tên serlêdana Faust, û her yek ji wan bizava xwe dike bo rakişandina Fuast bi aliyê xwe ve. Di “Othello” Shakespeare de, jina wî Desdemona rûyê baweriya filetiyê dide xuyakirin {Eger yekî şeqamek li rûyê te yê rastê da, rûyê xwe yê çepê jî ber bi wî bike} û li aliyê dî kesaniya “Iago” heye, ku baweriya {Çav bi çav û diran bi diran} dide diyarkirin. Di filmê Oliver Stone “Platoon” de ev pevçûna hindirî di kesaniya leheng de diyarin. Aliyekê wî tevlêbûna cengê wek histobariyek neteweyî ji bo azadiyê di cîhanê de dibîne, lê aliyê dî hovîtiya cengê wî bi ser xwe ve dikişîne, kesaniya leheng di nav xwe de parçeparçe dibe, nizane ya rast kijan e.

Hembervanê leheng di romanê / Şanoyê / Efsaneyê de bi du peyvên ne wek hevin e tê bi navkirin: “Villian” û “Anatagonîst”.  Villian bi watey azep e. Azep di Kurmancî de ew kese ye, ku berdestiya mala Axan û malaran dike. Di Ib\gilîzî de jê re “Feudal Serf” tê gotin. Lê niha bo her kesekî nebaş û bedkar “Depraved, base- mindedVillian tê bi kar anîn. Hema Anatagonîst ji Girîkî hatiye û bi wateya “ewê ku hembervaniyê dike”. Lê çiqas be, ew ne wek Villian nizimqor û bedkar e, ew hembervaniyê bi hêza xwe dike. Lew re Villina û Anatagonîst, tevî ku herdu niha bo şêweyekî kesayetiyê tên gotin, lê di binyada xwe de ne wek hev in.

Anatagonîst “Villian” jî wek Leheng [Protagonîst] dikare wek kesayetiyek Golik “Bull” be û dikare wek Rovî “Fox” be. Qumsî Beko [Bekoyê Ewan] di “Mem û Zîn”a kurdî de hemî terzên lawaziya nijadê mirovî û bedkariya nefas mirovî vedibrisîne. Shaylock li ba Shakespeare di “Bazarganê Vênîsiya” de (binêre wergerandina me ya bi Kurdî, çapxaneya Helwêst li Swêd), di “Othello” de kesayetiya “Iago” û di romana giranbiha ya  nemir  J. R. R. Tollkin de “Xudanê Gustîlkan” kesayetiya Zawron, ku li hember Frodo û Gandalf wek Anatagonîstên bi rovîtî didin xuyakirin, lê di kesayetiya Zawron de, herdu şêweyên “Bull” û “Fox” tev li hev dibin, ji ber ku ew bi hêzek nedîtî û bi sihirbaziyek pir xort, bi lawazî û bi pevçûnek zorbaz bizava xwe dike, ku rê li Frodo û Gandalf bibirre û gustîlka hêzdar ji wan bistîne, da bibe zordartirîn kes di gerdonê de.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s