Gavek dîplomasî ya dî?!

Cankurd

July 17, 2008

Wekî em dizanin, ne biryarên cezakirin û binzorkirina deselata îranî ji aliyê UN ve, û ne  jî gef û gurrên USA, û ne jî gavên dîplomasî yên EU kanî bûn bernameya atomî ya Tehranê rawestînin. Dibe ku piçekî bi derengî xînin, lê rawestandina wekî, ku jê tê xwastin, ne bûye û tew ne asane, ku ev bernameya Iran ji xwe re wekî mafekî dibîne, û tunekirina wê wekî birînkirina rûmeta neteweyî dizane, bi bizavên dîplomatî ji hole rabe…

Ben-Israîl, ku hişmendekî partiya KADIMA ya deselatdare, generalekî hêzên asîmanî yên Israîlê ye, û yek ji endizyarên bilind ên lêdana atomxaneyên Iraqê ye, di sala 1981 de, bo govara almanî ya navdar DER SPIEGEL (hejmar 27/2008), di çavpêketinekê de (Binêr rûpel 90) dibîne, ku Iran di zikê salekê an du salan de, wê bigihe armanca xwe ya serekîn ji bernameya xwe ya atomî.

Ew General dibîne, ku biryarên binzorkirina deselata Iranî, û bi taybet dij bankên Iranî, wê ziyanekê bigihînin aboriya Iranî, hema deselata Tehranê amade ye bo dayîna bihayê bernameya xwe ya atomî.

Wekî dixuye, Israîl nahêle, ku Iran bigihe armanca xwe û bidestxistina çekên atomî, eve xêzek sor û agirîne, nabe Iran jê derbas be an di ser re gavbike, hema Israîl jî dixwaze, ku hemî bizavên dîplomasî yên nêvneteweyî û biryarên binzorkirina aborî û ramiyarî biçin serî û encamekê bidin, berî ku ew dest bi hêrişên leşkerî dike bo tunekirina atomxaneyên Iranê. Israîl wekî hemî cîhanê dizane, ku Iran wê bi terzekî tund û yekser bersîva wan hêrişan bide…Li ba Iranê hinde çareyên bersîvdanê hene, û bê guman Israîl wan baş dinase:

-Pêdakirina şehtînek petrolî bi hêrişkirina ser kanî û fîrmên derxistina wê, li aliyê dî yê Xelîcê Farsî.

-Destpêkirina bi lêdanên têrorî li teviya cîhanê, dij bi lişt û berjewendiyên Israîlî û Amerîkî û hevlabendên wan. Pirbûna penaber û mişextiyên Iranî li welatên rojavayî vê yekê asantir dike.

-Hîzbullah wekî dasek devtûj, herdem di destê Iranê de ye û dikane pir ji nêz ve bajar, karxane û keştîxaneyên Israîlê bide ber vîjik û rakêtan.

Dîsa jî Israîl amade ye, ku têkeve cengê bi Iranê re, weku berê bi teviya welatên Ereban re…Ben-Israîl dibêje, ku gelê wî ji 80 salan ve bi têrorê re dijî û berxwedana xwe li hember têrorîstan dike, û ew amadeye, ku her û her wilo bijî, lê tew naye pejirandin, ku Iranî bibin xudanên çeka atomî… hema niha dem dema avêtina gavek dîplomatî ye, û li ser wê yekê, Israîl bi xwe li gel Sûriye, gavek dîplomatî davêje, da  wê ji Iranê bidûrxîne, û Amerîka jî bizava xwe dike, ku li gel Iranê gavek wilo bavêje, da  cîhan wan herdukan mîna aştîxwaz û aştîparêz di vê mijarê de bibîne, hema di ber wan gavên giring ên dîplomatî re, herdu jî amadekariya xwe ya bo lêdanek birûskî bi armanca herifandina atomxanyên Iranê dikin, û wekî dixuye, ev dîplomatî, l i gel Iraqê jî bi kar hat, û divê em ji bîr nekin, ku li Amerîka hilbijartin li pêş in, û li Israîlê, Ihûd Olmert ketiye tengiyekê bi zagonê re, û ew pêdiviyê serkeftinek ê ye….

Heger li Iranê bidin, wê Iran, mîna Yûgislaviya berê ji hev bikeve, û wê bo gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê bergeh çêbibe, da ew jî mîna başûrê Kurdistanê azad bibe…Bo bidestxistina vê azadiyê xebatek mezin pêwîste…

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s