Bo çi bombeyek atomî ya dî li cîhanê pir e?

Cankurd

29.07.2005

Weku diyar dibe, deselatdariya îranî ya têrorê bizavên xwe ji zû ve kirine, bo bi destxistina kanînên zanistî, teknîkî û mijareyî bo avakirina çêkirxaneyên pêdakirina hêza atomî. Di karê xwe da jî bêwestan pêş ve diçe, peymanên navneteweyî bo kêmkirina hejmara bombeyên atomî napejirîne, bi virr û fort û direwan xwe ji ber kontrolkirinên navneteweyî yên atomê dide aliyekî an jî hinek karên xwe di vî warî da vedişêre. Ji xwe kanînên Iranê yên diravî xort in û dikare bernameyên wilo mezin bi asanî bide diravkirin.

Ew dibêje, ku mafê Iranê heye hêzingiyê ji atomê bistîne, ji ber ku ji 1 Kg Zêt “Petrol” tenê 12 KW/K, di katekê “saetekê” da, dertê, lê kîlogramek Uranê tîmarkirî 350.000 KW/K dide. Bo malek ji 4 seriyan her salê li welatekî wek Almaniya, ku gelek acetên kehrebeyî di malan de hene dora 4500 KW/K pêwîstin.

Raste, ku kehrebê ji atomê bi terzekî xort û gewre tê pêdakirin, lê belê sotandina şivên Uranê tavek radiyoaktîv û kuşter pêda dike, ku hemi jîndariyê tune dike an wêran dike.

Niha di hembarên dewletên xudan bombeyên atomî da li cîhanê dora 13000 seriyên teqînok ên atomî hene, ku bo sîlkirina jînê “Overkill” li ser rûyê zevînê bi giştî gelek caran bese.

Li ba Amerika (USA) : 5300

Rûsiya: 7200

Çîn: 400

Fransa: 350

Birîtaniya: 185

Hindistan: 60

Pakistan: 48

Israîl: 200

Korêya bakur: Hejmar ne diyar e.

Iran: Hejmar ne diyar e.

Li teviya cîhanê sala 1999 (436) atomxaneyên bo pêdakirina kehrebê “cereyanê” hebûn, ku 17% ji daxwaza mirovan ji hêzingiyê bi cih dihanîn. Sala 1986ê bobelatek mezin li Çîrnûbîl a Sovyêtistana berê çêbû, lew re tirsek mezin a mirovan heye, ku tiştekî wilo li her welatekî xudan çêkirxaneyên atomî ne çêbibe.

Almaniya, ku xudan gelek çêkirxaneyên atomî yên bo pêdakirina hêzingiyê ye, biryara xwe daye, ku sala 2020 van atomxane nemînin û di ciyê wan da jêderin dî yên hêzingiya kehrebê bi kar bên, wek firfirkên bayî yên mezin û bi hêz. Hinek partiyên, ku “kevinperest” tên jimartin, dixwazin von çêkirxaneyan ta sala 2039 bihêln, lê hinekan ji wan zûtir vemirînin û ji holê rakin.

Di 16.08.1945 (Kat 05.29.24) de cara yekê bû li cîhanê bombeyek atomî li çolistana New Mexico li Amerîka hat teqandin.

Kuvarka dûmanî ya radioaktiv hîngê tirsek mezin xist dilên hemî mirovên ku ew bi çavêd xwe dîtine an wêneyêd wê dîtine an jî li ser wê bombeyê xwendine û bihîstine.

Di 06.08.1945 da firokvanê amerîkî Paul Tibbets bi hilgira xwe “Enol Gay“, ku bo rakirin û avêtina bombeyên B 29 bû, ji fîrgeha Tinign li Pasîfîk ber destê sibê firiye, û di ser bajêrê japonî Hîroşîma re derbas bû. Hîngê Amerîka ketibû cengê dij bi Japonê di gelek welatên başûrê Asiya û di zireyan “behran” da.

Ji bilindiya 600 metir ve, kat 08.16 bombeya bi navê “Little BoyZarokê biçûk” berda xarê. Ew cara yekê bû di dûroka mirovatiyê da bombeyek wilo ji firokekê da tê avêtin. Ta niha hejmara rastîn a kuştiyan çiye ne diyar e, lê di navbera 90.000 – 200.000 mirov e, ku bi wê bombeyê hatin qirkirin û %80 ji avahiyên bajêr hatin herifandin. Ji germîna bilind a bi wê teqînê re pêda bûye, govdeyên mirov û sewalan di kêmtirî kitek demî da diteqiyan. Paş wê bombekirinê bi salan û ta niha jî paş 60 salan hîn mirov bi egera wê hêrişa hovane bi nexweşiyên radioaktiviyê dimirin.

Paş ( 3) rojan ji wê yekê, amerîkanan bombeyek dî berdan ser bajêrê japonî yê bi navê Nagazakî.

Zanayên atomê yên ku ji aliyê fermandariya leşkerî ya amerîkî ve hatîne berkarkirin bo pêdakirina bombeya atomî wek Robert Oppenheimer, Edward Teller, Enrico Fermi û Niels Bohr, teva li zankoyêd almanî xwendibûn an jî bi nijadê xwe alman in. Wek diyar dibe, di dema cenga cîhanî ya duwê da zanayên atomî yên alman bizava xwe dikirin, ku ji Adolf Hitler ra bombeyek qirkirina tevayî pêda bikin. Lê Xwedê kir; ew kar hîngê bi ser neket.

Ma deseletadariya têrorê ya Iranê wê bi bombeyên atomî li kê bide? Li Israîl? Em tev dizanin, ku li ba Israîlê jî gelek bombeyên atomî hene û dikare xwe bi wan biparize an bi hêrişek ters rabe. Wê rewşa herêmê çawa bibe, gava du dewlet Rojhilata Navîn bi van bombeyên qirkirina tevayî li hev bidin?

Ez dibînim, ku yek bombeyek atomî ya dî  ji cîhanê re pir e, û pêdakirina wê berî her kesekî û her neteweyekê bo gelên Iranê gavek ber tevkujî û qirkirinê ye. Ji teviya mirovatiyê tê xwastin, ku hejmara van bombeyên wêrankirina jînê kêm bike ne bêtir bike.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s