Alîgên serokê Sûrî çi dixwazin?

Cankurd

03.04.2007

Alîgên “alîgerên” serokê sûrî, Dr. Beshaar Alassad, îro ji du aliyan ve hatîne bo piştvaniya wî di van rojên teng da bikin, hem ji aliyê amerîkî ve û hem jî ji aliyê kurdî ve. Ji aliyê amerîkî ve xanim Nancy Pelosî, ku ji ber xeleka 8ê ya California ve (piraniya bajêrê San Francisco û hinek cihên) bo Kongirês, û di 04. 01. 2007 da ji aliyê Kongirês ve, wek zimandar hatibû hilbijartin. Ev xanima demokrat, ku her tiştekî Georg W. Bush jê heznake wê deyne ser maseya gengeşiyê, ne tenê di tenga Iraqê re li hember ramiyariya Rêpublîkaner radiweste, ew dixwaze çembera xeyidandina wan ewqas fireh bike, da ewana serokê xwe Georg W. Bush di bin zorê kin û bişînin mal. Lê em tev dizanin ku Demokrat hîn bêtir ji Rêpublîkaner neyartiyê li hember dîktaturên wek Essed li xwe diyar dikin. Ji xwe pakêta dij bi ramiyariya Essed ya ku sala 2003 di Kongirês da derketiye, ji aliyê komek mezin a Demokratan de bû, bi serkêşiya Eliot Engel ê, ku yekemîn nûnerê Kongirês bû, yê deriyê nivîsgeha xwe ji me re, weku nêneriya “Syrian Democratic Coalition – SDC” di payîza 2003 da vekiriye û bi germî silaviya me kiriye, ne tenê wilo, paş ku sekretêra wî em demek dirêj di avahiya Kongirês re, ya wek mûzeyekê ye, gerandin, em birin odeya Lobiyîstan, ku tenha ewên hikariya wan di ramiyariya amerîkî da heye, li wir dibin mêvan, hem bo me û hem bo karmendên wê odeyê, gavek gelek berbiçav û mezin ber bi hembervaniya sûrî bû. Demokrat dixwazin serokê sûrî û partiya Baas rojekê pêş da ji deselatiyê bên avêtin.

Lê bo çi xanim Nancy bi vê serlêdanê radibe, eva ku ji aliyê Georg W. Bush ve wek piştvanî bo dewletek têrorîstan diparêze û rê dide wan kesên ku ciwanên amerîkî li Iraqê dikujin, destê wê sîstemê di xûna Refîq Herîrî de ya û di ya 22 kesên bi wî re bûn, û aşkere piştvaniya HAMAS dike, ewa ku serêşiyê bo Amerîka di herêmê da pêda dike…? Bersiva vê asan e: Xanim Nancy Pelosi dixwaze Georg W. Bush ji mala sipî bavêje. Lew re em dikarin bibêjin, ku hinek eger û ûştên hindirî yên Amerîka hêlane ev xanim biçe serlêdana Şamê, tevî ku ew biharin renganreng bi ser wan egeran dike û dibêje, ew hîvîdar e ku serokê sûrî ramiyariya xwe ya çewt biguhêre, lê ew jî wek me dizane, ku Esed wê vê serlêdanê wek pişrastbûna ramiyariya xwe li ber xelkê binirxîne.

Hema bo çi hinek partî û kesaniyên Kurd dixwazin derbasbin nav “Meclîs Eşşeeb” li Sûriyê, eve bo min hîn baş zelal nebûye. Di odeyên Paltalkê da gelek kadro û serekên partiyan peyivîn, lê belê ji min re hîn tarî ye, rohnî nedaye…Çawa Kurd di va dema tengahiya ku rêjîma Essed têda, dîsa li hev nakin, û her kesek li bercewendî û lişta xwe ya partînî digere. Ewên ku wek alîgên sîstemê dihatin nasîn niha bi hişkî davên ser sîstema deselatdar û dibêjin: “Vane hêzên navneteweyî êdî li ser sînorên sûrî ji du aliyan ve (Golan “Çolan” û Lubnan) pawaniyê dikin, û Amerîka di Iraqê da bûye hevcoyê Sûriye…û ev rêjîm dîktatur û dij bi Demokratiyê ye!” û ewên ku berê her tiştekî nebaş li ser vê rêjîmê digotin, îro dixwazin ciyê xwe di “PARLAMENT” a wî ya kertonî da bigirin…Heylo, ma evana sirên xwe di şanoyê da bi hev diguhêrin?… Li min biborin, ezê di vir da bibirrim, da ez niha guhdariya serekekî dî yê van partiyan bikim, dibe ku ew piçek rohnî bavêje ser vê lîska ku diyare ez baş tênagihimê…

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s