“Qedera Kurdan di hilbijartina wan da ye..”

Cankurd

16.07.2004

Di bin vî sernavî da, mamhosteyê payebilind ê misrî Fehmî Howeydî (1) gotarek seyr û balkêş di rojnameya [Asharq Alarabî, hej. 07.07.2004] da belav kiriye.

Di gotara xwe da ev rojnamevanê, ku ji zû ve pênûsê xwe xistiye ber destê kêşeya kurdî ya dadmend û li hember hovîtiya dewletên dagirkerên Kurdistanê rawestiye, di sala 1989ê da li bajêrê Kölnê di kongireya “Kêşeya kurdî bi nêrînek îslamî” da, piştvaniya netewa Kurd kir û mafê wê di çarenivîsa xwe da, wek mafekî dadmend û îslamî da xuyakirinê. Wî pir caran li ser vê kêşeyê tiştin baş nivîsîne û netewa Kurd wek “Gelê hilbijartî yê Xwedê” bi navkiriye, lora ku ev netew di nav hemî netewan da ji aliyê zorlêkirinê va navdar e.

Seyda Fehmî Howeydî di vê gotarê da jî dibîne, ku “ne mezlûmiyeta Kurdan û ne jî mafê wan di azadî û di jînek bi rûmet da ciyê gengeşiyê ye” û ew parçekirina Kurdistanê wek “gunahbariyek dûrokî” dibîne. Ew jî dizane, ku netewa Kurd gelek qurban dane û pir êş di bin zorbaziyê da kişandiye.

Lê belê, sed car mixabin! Ew dibêje, ku dengê serxwebûnê û cudakeriyê niha ji serekên Kurdan li jêriya Kurdistanê tê bihîstin. Ev jî li gor dîtina wî, wê rewşa Kurdan hîn dijwartir û wêrantir bike, ne baştir û çêtirtur bike. Ew mafê netewa Kurd di serxwebûnê da, wek pir roşenbîrên din ên Ereb bincil nake, lê mixabin ew dibîne, ku wê cengek nêvnetewî li ser Kurdistanê çêbibe, wê gelêd herêmê bi ber zikêd hev kevin, wê nexşeya herêmê bite guhartin û wê dewleta Turk hêriş ser başûrê Kurdistanê bike û hemi serkeftinên Kurdan bipelixîne.

Seyda Fehmî Howeydî vêketina şerê PKK carek dî wek “Fîtne” bi nav dike û ji serekên Kurdan li başûrê Kurdistanê dixwaze, ku ewan dev ji gef û gurran berdin û xewna “Serxwebûn û cudakeriyê” ji hişê xwe bavêjin.

Bi ser van giliyan ve, ew serekên Kurdan tawanbar dike, ku wan gelek çekên leşkerê Iraqê revandine, zagona bingehîn a dewleta Iraqê li gor daxwaza dilê xwe avakirine, ku çi demê bixwazin dikarin hilweşînin, û ewan tenê lişt û bercewendiya gelê xwe berçav dikin û diparizin. Li gor gotina wî zimanê Erebî li Kurdistanê ciyê xwe yê giring li hember zimanê Kurdî winda dike..û ew rewşa nefsî û ramyarî ya serdariya kurdî wek dûrketina ji hişmendiyê dizane.

Seyda Fehmî Howeydî derbasbûna Cihowan nav başûrê Kurdistanê, li gor agahiyên bi cihkirî û têkiliyên Kurdan bi CIA û Israîlê re, wek bedkarî û şêtbûnê dibîne.

Min gotarek rexneyî li ser van giliyan bi Erebî nivisand, ew di gelek malperan da hat weşandin. Min ji wî re û ji xwendevanên ereb re da xuyakirinê, ku ewên di serî da, hîn di sala 1919ê da li kongireya Aştiyê li Parisê piştvaniya projeya dewletk îsraîlî kiriye ne Kurd bûn, ewan mîrên Ereban bûn û min parçek ji nameya mîr Feysel ê, ku kurê şahê Hicazê Al-Şerîf Husên bû, ji wî re û ji xwendevanê ereb re wergerand bo Erebî. Di wê nameyê da mîr Feysel piştvaniya xwe û ya roşenbîrên ereb ji pilanên Dr. Hayem Waismann re, ku serkêşê nûneriya Cihowan bû, tine zimên û ew xweşhatinê bi vegera Cihowan nav Filistînê diyar dike. Mîr Feysel, ku wek neyarekî Israîlê di dûrokê da hatiye xuyakirin, hîç qewxî û pevçûnê di navbera herdu projeyên erebî û îsraîlî da nabîne. Ev belge –li gor texmîna min– ta niha di nav Ereban da ne hatiye belavkirin.

Tiştê dî yê giring di vî warî da ewe, ku ne tenê Kurd di Iraqê da li gel CIA û Israîlê kar dikin, belku piraniya hêzên niha deselatdarin di Iraqê da, bo çi ev ji tevan re adet e û tenê ji Kurdan re robet e?. Ez nizanim.

Min ji seyda Fehmî Howeydî re diyar kir, ku yek ji histobariyên serekên Kurdan paristina lişt û bercewendiya netewa Kurd e. Hêja Talbanî û hêja Barzanî eger van bercewendiyan ne parizin, wê kî yê ji me Kurdan re biparize.

Ne tenê Kurdan çekên leşkerê Iraqê yê zorbaz talan kirine, belku teviya Iraqiyan wilo kirine û van çekên niha di nav destên têrorîstan da bi piranî yên leşkerê Iraqê ne û kesên wek Muqteda AlSadir bo çi nayin pirs kirin, ka wan çekên xwe ji ku anîne.

Min di gotara xwe da ji seyda F. Howeydî pirs kir: Eger rast Turk hêriş ser Kurdan bikin, ma ciyê roşenbîrê ereb wê li kî derê be? Li gel netewek bindest an dewletek zorbaz?

Li dawiyê gotara xwe ew bingehek olî ji (Usûlan) tîne, ku gava du ziyan hebin, divê mirov ziyana biçûk bibe û ya dî berde. Mebesta wî ewe, ku Kurd bo serxwebûna xwe ne xebitin ji ber ku ewê ziyanek mezin bo wan di herêmê da bîne. Bêguman ev şaşiyek mezin e, îro rewşa cîhanê hatiye guhartin, ne Turkiye, ne Iran û ne jî Sûriye, nikanin ji niha pê ve li hember viyan û daxwaza netewa Kurd wek berê bi hovîtiyek mezin derkevin holê û lew re xebat bo serxwebûna Kurdan ziyanek biçûktir bi xwe re tîne, parçebûn û bêhêzbûn ziyana mestir ji Kurdan re tînin û wan bêhêz dikin.

(1) Howeydî êlek Kurdan e, ku di sedala 19ê da li bakurê Kurdistanê hebû [Binêr pirtûka Alexander Jaba – Berhevoka çêrokên Kurmancî-Tîpguhastin:Cankurd, sal 2000, Stockholm, Swêd.]

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s