Zarê Kurdî yekpirtikî ye?!

Cankurd

15.03.2006

Zarên “zimanên” rojhilatî yên, ku di nav wan de Çînî, Japonî, Mongolî û Turkiya rojhilatî hene, di bingeha xwe de yekpirtikî ne. Evana jî ne zarên Hindo-Ewrûpî ne. Zarê Kurdî, ku di nav de çar komikên zaravan hene, wekî zarekî ji zarên Hindo-Ewrûpî tê hejmartin, tevî ku li Çiyayên Zagros û rojavayê Iranê, zarên kevnare yên herêmê, berî belavbûna gelên Arî, li wir hebûne û cîyê xwe di nav gelên Zagrosê de girtine. Zaravên Kurdî jî evin:

– Kurmanciya Bakurî

– Kurmanciya Başûrî

– Lurî

– Zazakî

Ez dixwazim di vir de pirsekê bavêjim holê, da zarnas û peyvnas xwe bi bersivdayîna wê piçekî gêro bikin. Pirs eve:

Gelo, di Kurdî de çiqas yekpirtî cî digire?

Bo bersivdayîna vê pirsê, ez dixwazim hinekî bibim alîkar, an jî bêtir mijarê firehtir bikim, da bersiv jî firehtir bên dayîn. Bo vê yekê, divê em di nav baxên xwe yên rengîn re bigerin, ka ev zar jî di bingeha xwe de yekpirtî ye an ne?!

Xwendevanên hêja tev mijara pêşpirtik û paşpirtikê di rêzimana kurdî de baş dizanin.

Nimûne bo pêşpirtikê:

– Pêketin, jêketin, binketin, serketin, lêketin, dûrketin (bi dûrketin)….

Nimûne bo paşpirtikê:

Rêber, rênas, rêbirr, rêxweş, rêçûn, rêma, rêzan…

Di Kurdî de gelek bêjeyên yekpirtikî hene, ku bingehî ne û li ser wan bêjeyên dupirtikî, pirtikî û pirpirtikî hatîne avakirin.

Nimûne ji pîşk:

– Hat, çû, bir, kir, mir, da, got, ket, ma….

Ji navên demî:

Roj, şev, dem, kat, sal, meh…

Ji navên cî:

– Ser, bin, ber, nêv (nav), jor, jêr…

Ji navên dewar, firind û sewalan:

– Pez, mî, ga, çêl, kew, seg, çûk, mar, gur, şêr, beq….

Ji govdeyê mirov:

Lêv, dev, çav, dest, ling, pî, pêt, pişt, mil, kur “serî“, poz, kab, por, pê, dil….

Ji tiştan:

Mal, max, koz, bax, dar, per, çov, kûz, sol, kêr, tîr, sêv, mêw, dew, şîr, kum….

Ji rewştan:

Sar, germ, nerm, xweş, baş, nêr, mê, dûr, pir, kin, pak….

Ji rengan:

– Sor, zer, reş, şîn, mor.

Em dibînin, ku ji van yekpirtikan avahiyek zimanî ya bilind û pan pêda bûye. Ji (dil), (xweş), (çav) û (dest) bi sedan bêje hatîne pêdakirin.

Dilnaz, dilgerm, dilnerm, dilşad, dilêr, dildar, dilma, dilreş, dilgeş…..

-Destxweş, serxweş, navxweş, rûxweş, zarxweş, devxweş, baxweş….

-Destpak, destar, destek, deste, destan, serdest, bindest, destxweş, yekdest, jêrdest, hevdest….

– Çavreş, çavdêr, çavnêr, çavmê, çavsor, çavtêr, çavik, çavkul….

Gava em pêda herin, emê bibînin, ku hîn li ser van jî gelek jêder û kiryar û navin dî jî pêda bûne…

Bêguman pir nav û rewşt û pîşkên yekpirtikî yên dî wek van bûne pêşpirtik an paşpirtik û zarê me yê asan û naz maldar kirîne. Lê divê em ji bîr nekin, ku di demgavek dî de, peyvên ne yekpirtikî bi zûkî di nêv zarê me yê kevnare de pêda bûne, cî girtine û belav bûne. Eve jî bi pêşkeftina mirovatiyê, şaristaniyê û zanînê re çêbûye.

Gava em li bêjeya “Sal” binêrin, emê bibînin, ku ew yekpirtikî ye, lê gava sal hatiye parvekirin [Zivistan, Behar, havîn û payîz] ji yekpirtikiyê derbas bûye, û gava em bizanin, ku Zivistan li ba MîdiyanZimzan” bû û HavînHamîn” bû, emê hîngê bibêjin, ku “Sal” a yekpirtikî berî wê demê bû, kevintir bû, ji ber ku di her zarekî de peyvên kêmpirtikî berî yên pirpirtikî hatîne pêdakirinê. Di dema me de jî ji “Roj” a yekpirtikî peyvin dî hatîne pêdakirinê: Salroj, rojname, rojane, kevneroj, pêşeroj, paşeroj, ku di berhemên kurdî yên kevnare de nehatîne ser zimên.

Lê em dibînin, ku Zivistan, Behar, Havîn û Payîz ne ji bêjeya “Sal” pêda bûne, eve jî tiştekî seyre û pirsek dî davêje ber me:

– Gelo, ma Kurdan van navên salbirkan ji biyaniyan birine û yên xwe yên Kevin ji bîr kirine, ji dest dane?

Di Kurdî de hîn Pêşsal Paşsal, Sersal û Nîvsal tên berçavkirin, lê belê çar çarikêd salê, ku me anîne zimên, ne ji “Sal” in.

Di dema Mîdiyan de du nîvsal hebûn: Zimzan û Hamîn, û du cejnên wan ên mîrî “fermî” hebûn; Nûroj (Newroz) û Mîhrecan.

Nasîn û lêkolîn di zarê Kurdî de dihêle, em bibêjin, ku ev zarê xweşik pir kevintir e ji zarên Hindo-Ewrûpî û pêwîste em Kurd, vê yekê ji pişt û neviyên xwe re baştir ronî bikin, lê mixabin, gava zarokêd min û Te di mal de bi Kurdî nepeyivin, dê çi rûn bi ser dewê me keve?.

Hûn bimînin di xêra Xwedê de.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s