Di nivîsandina me ye bakurê Kurdistanê da, çiqas “Kurdî” heye?

Cankurd

23.11.2005

Di van salên dawî da, gelek gotar û nivîsên bi zarê “Kurdî” di rojname, heftename, mehname û kovar û malperên kurdî da belav dibin. Eve jî nîşana serkeftinek neteweyî ye, hinava mirov vedihesîne, dilê mera şadike û hîviyêd kurdistaniyan bi manda gelê wan mestir dike. Nema zimanê dayik û bavan ji nav zimanên mirovatiyê sîl dibe, û gava zimanek bimîne, neteweya ku pê dipeyive jî dimîne, naye pişaftin û windakirin. Ghandî yê Hindî, ku mirovekî zana û mestirîn rêberê Hindistanê bû, gotibû, ku ew gelê zimanê xwe diparize, kilîtê zindana xwe bi dest xwe xistiye, çi demê bixwaze, dikare ji wê zindanê derkeve.

Em vê dibêjin, lê gava mera hûr û kûr li van gotar û nivîsên payebilind dinêre, mera dibîne, ku rastî tiştekî dî ye, û pirsek derbas dibe mejiyê mirov, pirsek mezin û giring:

“-Gelo, çiqas “Kurdî” di van gotar û nivîsan de heye?.”

Bo bersivdayîna vê pirsê, me divê lêkolînek zanist a ji dil de li ser Kurmanciya nivîskarêd xwe yên hêja çêbikin. Ev jî karekî ne asan e û demek dirêj dixwaze. Lê pêdiviya me rast pê heye.

Berî niha bi çend salan, min di vî warî da dest bi bizavek nimûneyî ya biçûk kir, mixabin! Karê ramiyarî gelek caran mastê mera tirş dike û bergeha xebatek wêjevanî û zanist li ber mirov teng dike. Min ew kar ne bir serî. Niha jî dîsa bergeh çênabe, lew re ezê bi kurtî û wek nimûne hinek gotar û nivîsên, ku di hinde heftename û malper û mehnameyên kurdî de belav bûne, yên nivîskarên me yên bakurê Kurdistanê, bidim ber şekirinê, ka di wan de çiqas “Kurdî” heye. Hikariya “posîdeya” zimanên hevser ên Turkan, Farsan û Ereban, bi ser de jî hikariya zimanên ewrûpî ta çi pileyê di zimanê van nivîskarên hêja de çêbûye.

Bêguman ramiyariya nijadperest a van hevserên me yên, ku zora me birine, herifandinek sazyane di zimanê me de kirine, lê tiştekî seyr e, ku hikariya zimanên ewrûpî li ser nivîskarên me ne ji ya van zimanên li çarexa Kurdistanê kêmtir e. Turkên, ku zimanê xwe wek royekê di nav zimanên dî yên mirovatiyê de dibînin û pesin didin nekarîn zora nivîskarên Kurd wek Ewrûpiyan bibirana. Farsên, ku zimanê wan xûşka zimanê Kurdî ye, dîsa jî nekarî bû wek yê Erebî, yê ji çolistana Hicazê hatiye, şaxên xwe berde nav zimanê Kurdî. Bo çi?

Ewrûpiyan bi pêşkeftina xwe ya nûjen, ku hemî acet û pêdakirinên şaristaniyê bi zimanên xwe dane nasînê û niha jî serkêşiya şaristaniya mirovî dikin, em bi zûkî xistin bin hikariya xwe ya zimanî û Ereban jî bi rêya zimanê Qurana pîroz û bi egera hevjînek dirêj di şaristaniya îslamî ya, ku di dema geşbûna xwe de ne kêmtir bû ji ya Ewrûpiyan a niha, em xistin bin basikên zimanê xwe jî.

Bi ser van egeran de, dilxweziya me, ku em xwe li ba xwendevanê kurd, wek mirovin şareza û hatîne ewrûpîkirin bidin xuyakirin. Em ji xwe berê bûne hezkiriyên zimanên ewrûpî. Ewê ku peyvin ewrûpî naxîne nav nivîsa xwe, wek gundiyekî, çolbirekî an gavanekî Çiyayên Zagrosê dixuye, lê gava ew li ciyê “Sernûser” hercar “edîtor” binivîse, hîngê zana, pêşkeftî û çavrohn tê jimartin….

Min di bizava xwe ya lêkolînî da codanek kêşaye, ku tê de navêd 29 nivîskarên ên bakurê Kurdistanê hene, li gel jêder û hejmara bêjeyên ne “Kurdî” yên, ku di gotarên wan ên, wek nimûne hatine berçavkirin:

Nivîskar Jêder Bêjeyên Erebî Bêjeyên Ewrûpî
Haluk Özturk Dema Nû   10-16 Çiriya paşin 2005 20 20
Şakir Epozdemir Dema Nû   10-16 Çiriya paşin 2005 33 01
Keya Izol Peyama Kurd               25.02.2005 31 14
Kemal Burkay Dema Nû       31   Tebax        2003 44 20
Zeynel Abidin Dema Nû    16-22     Heziran  2005 23 06
Mehmet Eren Dema Nû            31 Tîrmeh     2003 38 02
Bedirxan Epozdemir Peyama Kurd                11.03.2005 29 03
Ihsan H. Aydin Dema Nû    12-18     Gulan     2005 30 05
Bayram Ayaz Peyama Kurd               25.02.2005 23 12
Lokman Polat Dema Nû   10-16 Çiriya paşin 2005 28 17
Sirac Bilgin Azadiya Welat  05-11 Pûşper 1999 39 17
Casim Rênas Dema Nû   10-16 Çiriya paşin 2005 11 07
Ahmed Zekî Okçoglu Peyama Kurd               25.02.2005 20 11
Nejdat Buldan Azadiya Welat  05-11 Pûşper 1999 28 09
Zeynel A. Kizilyaprak Peyama Kurd               11.03.2005 21 06
Kadim Kan Peyama Kurd               25.02.2005 26 20
Hesen Kaya Azadiya Welat  05-11 Pûşper 1999 40 11
Mirhem Yigit Azadiya Welat    24-30  Avrêl 1999 38 21
M. Kara Dema Nû       31  Çiriya Pêşîn 2003 19 06
Laleş Qaso Peyama Kurd               31.12.2004 39 07
Latîf Epozdemir Dema Nû   10-16 Çiriya paşîn 2005 27 11
Mahmûd Kilinç Dema Nû   31  Çiriya     Pêşîn 2004 31 15
Fadil Özçelik Peyama Kurd               31.12.2004 19 10
Özgur Basut Dema Nû     31  Tebax           2003 21 07
Dr. Cuwan Batu Dema Nû     31  Tîrmeh          2003 25 05
Navzat Karakeçî Dema Nû    16-22     Heziran  2005 30 04
Bûbê Eser Dema Nû    31  Çiriya     Pêşîn 2004 21 02
Ehmed C. Çamlibel Dema Nû   10-16 Çiriya paşin 2005 21 05
Ali Haydar Koç Peyama Kurd               11.03.2005 27 09

Mixabin! van hêjayan hinde bêjeyên biyanî di gotara xwe de gelek caran bi kar anîne, ku van hejmarên li jor hatîne xuyakirin hîn bêtir dibin. Lê bêguman hinde gotar ji hev kintir an biçûktir in. Mijar jî sira xwe dilîze. Gava li ser gund hatibe nivisandin, bêguman wê ne wek mijara xebat û karên nêvneteweyî be. Di navbera herdu mijaran de nivîskar zimanê xwe jî diguhêre, bêtir bêjeyên biyanî bi kar tîne.

Bêjeyên biyanî yên, ku ji aliyê van hêjayan ve bi kar hatîne, di piraniyê de hevpar in, li ba van nivîskaran tevan bi kar hatîne… Çi Erebî bin û çi Ewrûpî….

Li vir jî pir giring e em bidin xuyakirin, ku tevî farskirin û turkîkiina civata kurdî, di van sed salên dawîn de, û bi taybet paş hatina Kemalîstan, dîsa jî bi kar anîna bêjeyên Turkî an Farsî, ji bêjeyekê an du bêjeyan di her gotarê de derbas nabe.. Eve jî pirsin dî tîne holê….

Ji Turkî (ancax, sirgun, derd, qereqol, êlçî, qelebalix, qatix, qalik, qoz)…. bêtir ji van bêjeyên, ku ez dizanim Turkî ne, bi ber çavên min neketin.

Ji Farsî jî (Newa, derheq, derfet, derya)…..

Bêjeyên Erebî, ku bêtir bi kar hatîne, evin:

îddîa, îspat, esil, tehdîd, şêx, teslîm (teslîmiyet), resmiyet, şer, mesken, erd, sûk, hikûmet (hakim, mehkûm, hikm, hekim), îlan, dinya (dunya), însan, îhtîmal, qet, aqil, behs, îlm (alim, îlimdar, maalûm), siyaset, fêhm (fahm, mefhûm), selamet, sîlah (sîleh), temam, qebûl, heq (hiqûq), meqlûb, şîrket, tertîp, xerab (xirap), esîr, hîbr, dewlet, şert, qeyd, teref, dîn, muxalefet, wesîle, mana, safî, şewat, zulm (zilm, zalim), tifaq (îtîfaq, mutefîq), qal, tesawuf (sofî), Mentiq (Mintiq), Mentîqe, xeyb, wefat, hafîze (mahfûz, hifiz), hereket (tehrîk), şitexlî, heb,  xizmet, îrşad, îzin, seyyid, tedrîsat (ders, medrese), ehl, tarîqet, sohbet, eman, biriqîn, madem, sekinî, dewam, sibat, zehmet (zehmetî), millet (millî), tedbîr, şidet, qewet (quwwat), hewandin, îmda (îmze), wezîfe, esas (esasî, esasen), fikir (fikirî, tefkîr), hesab, mecbûr, ked, hal (halen), ferq, emr (mamûr), mesele, temsîl, saet, weqt, menzîl, ciddî, fedekarî, tercîh, Zihniyet, rehet, sebeb, tehemûl, daxil (mudaxele)….û hinekên din.

Bêjeyên Ewrûpî, ku bêtir bi kar hatîne, evin:

Reform, renosans tablo, ekole, akademî, trans, mîtolocî, arkeolocî, demokraî, teolocî, Îdeolocî, dîktator, milîtan, dialog, demogocî, pratîk,antî, neo, sembol, kolonî, gerîlla, qomsor, orîjînal, super, partî, faktor, jenosîd, rêjîm, enerjî, plan, feodal, prensîb, objektif, şoven, nasiyonalist, televisyon, rol, general, mekanîzm, doktrîn, avantaj, model, arşîv, medya, form, interaktiv, polis, program, modern, stratêcî, kultur, milyon, traktor, politik, federal, veto, kart, stabil, ekonomî, kamyon, têrorîst, etnîk, cografiya, Înstîtut, sîstem, roman, romantîk, doktor, alkohol (berê ji Erebî hatiye), elektrîk, înstiyatîf, park, bank, mînîbus,  provakativ, propaganda, problem, fobî, komisyon, metod, informasiyon, spîker, fîlm, kontra, moral, erzyon, sosyalizm, kompiyoter, pakt, petrol, diplomatîk, pan, faşîzm, mîlîtarîzm, psîkolocî, kapitalist, meeting, parlament, krîter, feks,şantaj, internet, trajêdî, komêdî, panorama…û hinekên din.

Gava Em bijmêrin, emê bibînin, ku kêmtir ji 100 bêjeyên Erebî û kêmtir 100 bêjeyên Ewrûpî derbasbûne nav van gotaran. Eve ne hejmarek mezine, lê gava di hinek gotaran da hinde bêje pir caran tên, emê bibînin, ku zimanê tê herifandin. Tiştê diyar jî ewe, ku piraniya van bêjeyan bi Kurdî jî hene. Biraderekî bi xwe gotiye, ku peyva “Mirov” di zimanê Turkî da tuneye, lew re ewan “însan” bi kar tînin, mixabin, ew bi xwe jî di gotara xwe “însan” li ciyê “mirov” bi kar tîne….

Ev bizava min a biçûk, dibe ku hinekan li xwe hişyar bike û bo hinekan jî deriyê lêkolînek firehtir û hêjatir veke….

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s