Zarav a Çiyayê Kurdan pak bikin

Cankurd

kurdistanicom@yahoo.de

25.06.2007

Di dema Osmaniyan da, û pişt ra ta bi avakirina komara Sûriye, di sala 1946 da, hikariya zimanê Turkî jî, wekî yê Erebî li zarava Çiyayê Kurdan “Kurdaxê” [Li rojavayê Helebê] bûye, tevî ku vê zaravê li gorî hinek navçeyên dî yên Kurmancan xwe piçekî çêtir paristibû.

Ji bêjeyên Turkî wekî :

“Annê”, “Qapî”, “Çeqmaq”, “Ortaq”, “Qindaq”, “Gendî”, “Topraq”, “Alçaq”, “Qeymaq”, “Oǧlum “

… di nav Kurdan da belav bûn û ciyê bêjeyên Kurmancî girtin, lê paş ku zimanê Erebî li navçeya Kurdaxê bû zimanê fermî, û ramiyariya Erebkirinê bi rêya dibistana fermî bi cîh hat, êdî şor û bêjeyên Erebî ciyê yên Turkî girtin û ên Kurdî jî gav bi gav hatin binpêkirin. Lê bê guman ta niha jî di vê navçeyê da, ku pişta wê ji (bakur û rojava) va ketiye sînorê fermî yê Turkiyê, hîn hinek bêjeyên Turkî mane û bi kar jî tên.

Mera dikare bi asanî wan ji nav zimanê xwe yê Kurdî rake ji ber ku bêjeyê bi wan wateyan di Kurdî da hene, û di zarava Çiyayê Kurdan da jî tên dîtin, hema bi rast ne asan e, ku mera kanibe bi zûkî wan pêşpirtik û paşpirtikên Turkî yên ku ketine nav rêzimana navçeyê ji vê zaravê bidûrxîne, tevî ku wan pêş û paşpirtik (Prefix û Suffix) hem di Kurdî da bi giştî û hem jî di zarava navçeyî da bi taybet hene.

Li navçeya Çiyayê Kurdan sê paşpirtik ên Turkî yên ta niha bi kar tên, û niha di bîra min de ne, evin: -Çî, -Lî û -Liq…

Wekî :  (- Çî )    Sabonçî, Xizmetçî, Begçî, Nalbendçî, Dûzançî, Qasnaqçî, Ebeçî, Kilamçî, Qunderçî…

(- )    Surmelî, Tentelî, Orfelî, Mekteblî…

(- Liq)    Saǧliq, Qarşiq, Bozliq …

Gava rêzimana zimanekî bite heriftin, êdî pir dem û xebat pêwîste ji bo serratkirina wî zimanî û bi dûrxistina wan acetên zimanî yên biyanî ku  ji derve da hatine.

Me divê em zimanê xwe yê xweşik û hêja, di jiyana xwe ya rojane da ji peyvên biyanî pak bikin. Car bi car gava ez di şorkirina xwe da “gendî”  [Bi kurdî: ] bi kar tînim, diya zarokan ji min ra serrast dike, an jî min haydar dike ku ez zimanê kurdî diherifînim. Mixabin, bo me gişan ev pakkirina zimanê pêşseran histobariyek mezin e, lê bi rast bo me tevan jî ne asan e…

Raste ku bi rêya bernameyên radio, TV û stranên ku li di nav sînoran ra bê astengî ji Turkiyê derbas dibin nav gelê me li Çiyayê Kurdan, temenê hikariya zimanê Turkî li ser zimanê me dirêjtir dibe, lê ji ber ku di dibistanên vê navçeyê da, di rojavayê Kurdistanê da, Turkî naye xwendin, lew ra hikariya Turkî ne wekî zimanê erebî bêtir e, dîsa jî divê em zimanê xwe pak bikin, û bila em di serî da xwe ji wan peyvên hindik ên Turkî azad bikin, û wê kefteleftê bikine parek ji xebata me ya giştî bo pakkirina zimanê me ji peyvên biyanî û ji hikariya wan, a ku gihaye hestiyê zimanê me jî, gihaye nav rêzimanê wê.

Ez dibînim, ev histobariya nivîskar, hunermend û her Kurdperwerekî ye, ku gava dipeyive bizava xwe bike, wan hinde bêje, pêşpirtik û paşpirtikên Turkî yên ku li navçeya me bi kar tên, ji xwe bi dûr xîne, yên Kurdî li ciyê wan bi kar bîne…

P.O.Box: DUSK, 410 120, D – 53023 Bonn

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s