Sir a “Govd”ê mirov di avakirina zimanê kurdî de

Cankurd

March 31, 2010

Laşê “leşê” mirov di dema jiyanê de “govd” e, hema li pir deran, di nav Kurmancan de, govd dikine laş û laş dikine govd. Li hin deran jî govd bi “govde” têye nasîn, wekî li navçeya Kurdaxê, ku dikeve dawiya rojavayê Kurdistanê.

Mirov li derdora xwe nêriye û ji dîtin û pelikandina tiştan û ji bihîstina dengan û berbiçavkirina heyînan zimanê xwe pêda kiriye.  Li ba her neteweyekê  mirov ji xwe de dest pêkiriye. Ji parçeyên govdê “govdeyê” xwe re nav û rewşnav pêdakirine, û li ser wan navan jî peyv û nav û jêder û teherin binavkirinê lêkirine…Eve jî ne di rojekê de, salekê an kurtedemekê de, belku demin pir dirêj jêre pêwîst bûn.

Kurmancan jî ji seriyê xwe, ji rû “dêm” ê xwe, ji ziman û dev û çavên xwe, ji guh û histo û dest û pêyên xwe peyv çêkirine, û wekî topaçê berfê, ku ji jor ve toldibe xarê, hêdî-hêdî pirtir peyv û nav civiyane.

Ji (Serî) hinek peyvên wekî van nav û jêderan pêda bûne:

Sermezin, serhişk, serserî, serdar, serkêş, sernişîv, sersem, serxweş, serdevk, serok, serdem, û gelek ên dî…

Ji navan jî jêder çêbûne, wekî:

Serokayetî, sermezinî, serhişkî, serxweşî an serxweşbûn…û her weha.

Lê wekî dixuye, ji (dil) û (çav) û (dest) gelek peyv hatîne pêdakirin.

Binêr ji (Çav) çi hatiye:

Çavbelek, Çavbeq, Çavder, Çavdêr, Çavik, Çavjêr,Çavjor, Çavkanî, Çavkil, Çavkildan, Çavkir, Çavkûr, Çavlê, Çavmê, Çavnêr, Çavqir, Çavrê, Çavreş, Çavrew, Çavşaş, Çavşaşî, Çavşil, Çavsor, Çavtêr, Çavzer, Çavziq, Çavzuwa…

(Ji van jî tu dikanî jêderan pêdabikî, wekî: Çavtengî, Çavsorî, Çavtêrî, Çavzuwayî û her weha…)

…û binêr ji (Dil), çendîn nav û rewş û jêder jê pêda bûne, tevî ku dil di sîngê mirov de veşartî ye, wekî dest û pêyan naye xuyakirin, hema mirov dizan eew heye, û ew gelek giring û giranbiha ye.

Dilar, Dilaram, Dilawer, Dilbaş, Dilbaş, Dilbêdar, Dilbejî, Dilbeş, Dilbest, Dilbirîn, Dilcan, Dilçermisî, Dilçit, Dildar, Dildîn, Dilêr, Dilerzok, Dilêş, Dilfireh, Dilgerm, Dilgeş, Dilgevş, Dilgir, Dilgirtî, Dilgirtî, Dilhar, Dilhej, Dilhêrişî, Dilheş, Dilhişk, Diljan, Diljar, Diljîr, Dilker, Dilkêş, Dilketî, Dilkîn, Dilkir, Dilkovan, Dilkul, Dilman, Dilmest, Dilmezin, Dilmirî, Dilnaz, Dilnazik, Dilnerm, Dilnexweş, Dilovan, Dilpak, Dilpiçûk, Dilqayîm, Dilrabûyî, Dilrav, Dilreq, Dilreş, Dilron, Dilşad, Dilsar, Dilsax, Dilşêr, Dilsert, Dilşêt, Dilşikestî, Dilşîn, Dilşîr, Dilsist, Dilsor, Dilsoz, Dilteng, Diltevizî, Diltijî, Dilvebî, Dilvekirî, Dilvîn, Dilwestî, Dilwestî, Dilxapîn, Dilxav, Dilxav, Dilxaz, Dilxem, Dilxort, Dilxûn, Dilzar, Dilzirx…

(Ji van jîtu dikanî jêderan pêda bikî, wekî: Dildarî, dilbaşî, dilketin, Diltengî, û her weha…)

…ji (Dest) jî wekî van:

Destek, destî, destbira, destegîr, destan, destar, berdest, destmal (desmal), destgirtî (dezgirtî), destxweş, serdest, bindest, destik, destûr…

Em dibînin, ku ji van navan jî jêder hatîne pêdakirin, wekî:

Destbirayî, destmalin, berdestî, serdestî, destxweşî….

Ji (Histo) jî, wekî: Histoxar û histoxarî…

Ji (Sîng an Sîne): Sîngfireh û sîngfirehî…

Ji (Ziman): Zimanxweş û zimanxweşî, an jî zimandirêj û zimandirêjî…

Ji (Dev): Devsist û devsistî

Ji (Kabê) Kabsist û kabsistî…

Ji (Dûv ê ajalan jî): Dûvik û Dûvleqînk…Û her weha…

Bi vê şêweyê ziman hatîne maldarkirin, bi nav û peyvan, bi teher û rewşan, roj bi roj têne firehkirin, û gava mirov xwe bi wergerandinê mijûl û gêro bike, wê bibîne, ku li ba neteweyên dî jî avahiyeke wilo têye berçavkirin û ji wan jî fêrdibe, çewa hinek peyv û navin dî li zimanê xwe yê zikmakî bêtir bike.

Hema gelek pêwîste, berî ku mirov tiştekî werdigerîne û jêre bi Kurdî navekî pêda dike, ka navekî wilo berê di Kurdî de heye an ne, dibe jî di zarava navçeya wî de tuneye, lê li dereke dî ya Kurdistanê heye.

Mamosteyekî gelek hêja û bi “Kurdî” baş dizanî hercar digot “Bandor”, ku wî bi xwe li gor wergerandina peyveke Almanî, wekî ez dizanim berî niha bi gelek salan, pêda kiribû. Berî ew biçe nav dilovaniya Xwedê, rojekê min peyva “Hikarî” li ber wî anî zimên. Ew pirsiya:”-Ev bi çiwateyê ye?” min gotê:”-Mamhosteyê delal, bi Kurmanciya Kurdaxê, ev “Bandor” a te ye!” Ew matmayî ma û bêdeng bû. Diyare ku tevî ewqas têkiliyên wî yên xort bi Kurdên Kurdaxê re, peyva “hikarî=bandor) nehatibû guhên wî, an jî bê giringî di ber guhên wî re derbas bûbû. Dawî gote min:”-Min ev peyv nedizanî.”

Bêguman gava zanayên me hemi tiştan nizanin, êd wekî me hîn hindiktir û kêmtir dizanin…Lew re divê em xwe hîn bêtir bi zimanê xwe yê gelek fireh û maldar gêro bikin.

Ta careke dî bimînin di xêra Xwedê de.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s