Rohnîkirin – 10 (Ewê ola Islamê berde naye kuştin…)

Prof. Dr. Gaborî

Wergerandin ji Erebî: Cankurd

﴿… ومن يرتدد منكم عن دينه فيمت وهو كافر فأولئك حبطت أعمالهم في الدنيا والآخرة وأولئك أصحاب النار هم فيها خالدون﴾ 217/2 .

(…û kî ji we ji ola xwe vegere û bimire û ew gawire, ewana karêd wan di dinê û di dawînê da têkçûne û ewana xelkê agir in têda herheyîne.) (Sûret 2/ Ayet 217)

Rîdet “Vegera ji olê” şêweyek ji şêweyên kufrê ye bi derketina ji Islamê an baweriyê.

Di ayetê da hatiye, ku ewê murted, eger li xwe venegere û tobe neke, ta mirina xwe li ser kufra xwe bimîne, karê wî yê qenc di dinê da berbad dibe, û di axiretê da di agirî da herheyî dibe. Bi wateya, ku di dinê da ew naye cezakirin.

Di Hedîsê da jî cezayê murted kuştin e (Kê ola xwe guhart wî bikujin) û wilo (Xwîna kesekî musilman tenê bi sê egeran e) û hatiye xuyakirin: Ewê ola xwe berde û ji koma xwe (ola xwe) cihê bibe, û murted eger gawir be tê kuştin, lê gawirbûn ne egera kuştinê ye, hema weku çawa destê diz tê birrîn û meyxur tê qamçekirin û binçavkirin û kuştin.

Ji Hedîsê tê nasîn, ku bi şêweyekî diyar dij bi wan ayatane, ku azadiya olî biryardikin û zorkirin û bindestkirinê qedexe dikin (Ma tu xelkê zordikî, da bibin bawermend) (10/99), (…û tu li ser wan ne zordar e) (50/45), (Tu li ser wan ne deselatdar e) (88/22), (û bibêje: Heq ji Xwedayê we ye, kê xwast bila bawer bike û kê xwast bila kufir bike) (18/19).

Evê di Quranê da di xwezayiya mirov da biryarkirî ye, ku evd hilbijêre di navbera kufr û baweriyê da ye, çi têketin be û çi derketin be, wek ew dixwaze.

Wilo ye jî wateya vê ayetê: (Ewên ku bawer kirine, paşê kufir kirine, paşê bawerkirine, paşê kufirkirine, paşê jî bêtir kufr bûne, Xwedê hîç ji wan re nabexşîne û rêyekê ji wan re serrast nake.) (4/137)

Gava Hedîs bi ayetê re li hev neyê – Wek me di helalkirina heywên da gotiye- wê Hedîs bi rûyê helalkirinê bite ravekirin ne bi rûyekî dî, ku tenê wek pêwîst bite ravekirin. Ev jî li gor nîşanên diyar ên ji Sunnetê û gotinên sehabî û peyrewî ne:

– Di Sunnetê da, pêkanîn li gor dîmenê hedîsê nabe, û ewê ku li ser kuştina murted û murtedê bê bingeh e, tersî wê di “Buxarî” û di ên dî da jî, hatiye ku Pêxember –Selewat û silav lê bin– Erebê ku Vegeriyaye ser ola pûtperestiyê berdaye û wilo jî ew niviskarê murted, ku vegeriyaye ser ola filetiyê.

– Hatiye hewaldan, ku Umer Bin Xettab, daxwaza Enes bo kuştina hinek murtedan nepejirandiye û ewana avêtin bendegehê.

– Hatiye hewaldan, ku Umer Ebdilezîz bo Meymûn li ser hinek murtedan nivisand, ku pêwîste ewan Cizyê “Pacê” bidin û ewan bên berdan.

…û bi kurtahî, cezakirin a murted tune ye, an sivik e, li gor rewşê, lê hîç nagihe îva kuştinê.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s